Kurdiska Riksförbundet

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê


"Ew li hember dijmin û li hember kevneperestî
bi helbestên xwe ve têkoþîn daye"

 

 

 

 

Axaftina Seoka FKKS Aycan Şermin Bozarslan ji bo bîranîna mamosteyê mezin Cegerxwîn

Li Kista Träff/ Stockholm

 

Beþdarên birêz!

 

Bi minasebeta 22 salîya kockirina wî Em hemû endamên Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê seydayê nemir Cegerxwîn bi dilgermî û bi rêzdarî bibîrtînin. Silavên xwe yên germîn diþînin ji bo malbata Cegerxwîn û hemû heskirinên wî.

 

Îsal salvegera 103 salïya ji dayikbûna saîrê mezin Cegerxwînê ku demekî dirêj li gellek dewerên Kurdistanê bûye dengê gel, dengê azadîyê, dengê yeksanîyê. Ew li hember dijmin û li hember kevneperestî bi helbestên xwe ve têkoþîn daye. Ew di helbestên xwe de behsa doza kurd, behsa evînê, behsa azadîyê û behsa êþa gel kiriye. Cegerxwîn di jiyana xwe de gellek berhem afirandiye û ji gellek hunermendên kurdan re, stranbêjên kurdan re bûye cavkanîyekî mezin. Gellek hunermend helbestên mamosteyê mezin Cegerxwîn kirine stran. Cegerxwîn helbesta bi nav û deng Kîme Ez nivîsiye.

 

Di helbestekî xwe de jî gotiye tu jî wek min ger bibûna kurd û berdewam kiriye.

Mamoste û saîrê mezin Cegerxwîn, di sala 1979 an de ji bajarê Qamislo hate Swêdê, demeke kin bû kurdê Swêdê û di sala 1984an de ji nav me koç kir.

 

Têkîliya Cegerxwîn digel Federasyoa Komeleyên Kurdistanê li Swêdê germ bû. Ew yek ji dilxwazê Federasyonê bû. Mala wî bûbû wek komeleyeke kurd.

 

Mamosteyê mezin em wek Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê rêz û silavên xwe û heskirinên xwe ji te re disînin û mizginîyekî didin te; niha besekï welatê me, besa Baþûr azad e.

 

Hêvîya me ev e ku em di nêzïk de ji te re mîzginiya azadbûna tevayîya Kurdistanê bidin.

 

Em jî wek te dibêjin:

Wer kar bikin roj û sev

Destê xwe bidin hev

Carek nîne rawestan

Ta ko negrin Kurdistan

 

Beþdarên birêz em tu car saîrê nemir Cegerxwîn ji bîr nakin. Ew di dilê me deye. Ew di stranên me de ye û herî girîng Ew di nav gelê xwe de ye.

 

2006-12-02

 

Li ser Navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

 

Seroka FKKS

Şermîn Bozarslan

 


Box: 5013, 131 05 S-Nacka, tel: 08-6446622, fax: 08-6502120, e-mail:info@kurdiskarf.org www.kurdiskarf.org