BERBANG

Organa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:129, Bihar 2004

 

 

 

ji bo sedsaliya General Mistefa Barzanî

Gava …

gava berê xwe didin bêriyê berîvanên sêrtê

gava dengê çirçira sîr ji koda sîr dertê gava karik guhanên bizinan, berx yên mêsinan dimêjin

gava kulîlkên dest û newalan, quntar û beyaran pêl bi pêl dihejin

gava mîrê rojhilatê bilind dibe gava dar û ber pê re sad dibe

gava li berbangê mesk têne kulandin

gava di hênikahiya sibehê de bav û bira giyê didirûn

gava ava kanî û rûbaran bi xusîn dibihure

gava ji zozanên berz bîhna kulîlkan difûre wê gavê bîhna azadiyê xwes e.

dema pêl tên behra wanê dema sîpan radibe dîlanê dema sakiro dewranê, husoyê farê gulê dibêje

dema xwendina kewên gogerçîn diveje

dema dengbêj li dîwanan dengê xwe berdidin

dema pez li çêreyan belav dibin

dema sivan bi bilûrên xwe dilorînin wê demê bîhna azadiyê xwes e.

gava xortên ciwan, keçên xama bi dilpakî awiran li hev difirînin

gava dîlan û berîte tên gerandin

gava berbûrî û siwarî tên

gava xencer û sûr ji kalanan dertên

gava govendgir dil bi cos in

gava zerê û zero dimesin

gava tarî erd hildiçîne gava

stêrk dibiriqin li asîman e

gava qedehên serabê radibin

gava bûk û zava bi hev sad dibin wê gavê bîhna azadiyê xwes e.

dema bi xof e agirî dema dayîk êdî nagirî

dema sîpan bi cos e

dema herekol ne res e

dema diyarbekir serbilindê me ye

dema bedlîs serefname ye

dema firat û dicle bi pêl e

dema cizîra botan li mil e

dema mahabat bi qazî ye

dema hewlêr ji xwe razî ye wê demê bîhna azadiyê xwes e.

gava çûk li ser daran vedinisin gava mirîsk qup dikevin gava salûl û bilbil dixwînin

gava sihûrî çil didin

gava gur dizûrin

gava xezal li destan dibezin

gava nêçîrvan bi tîr û kevan in

gava rovî li beyaran, kerguh li nav zeviyan digerin

gava masî li çeman tên girtin

gava li ser agir tên birastin wê gavê bîhna azadiyê xwes e.

dema bi dengê dîkan ji xew rabim dema hingiv, rûnê nivisk û nanê sêlê be tastiya min

dema biharê kulîlkên darbehîvan vebin

dema mêsên hingiv ji gul û kulîlkan cewher hildin

dema ji bîhna pelpizêk û pîvokan gêj bin

dema bi evînê lê bide dilê min

dema karexezal here ser kanî

dema ez lêbinêrim li ser xanî

dema gerdenî bi mircan e

dema dil bi dil kelecan e

dema wek ordekan dimese dema ruyê wê ges e

dema lêvên wê dibisirin wê demê bîhna azadiyê xwes e.

gava mam û pismam gava jinmam û dotmam

gava xal û xwarzî

gava mam û birazî

gava jinxal û keçxal gava bav û kal

gava dost û heval

gava xwîsk û bira gava law û dotbira

gava kal û pîr gava dotmîr û jinmîr

gava hemî bi hev re vedixwin sîr wê gavê bîhna azadiyê xwes e.

dema sal û sapik

dema gore û lepik

dema melhef û kofî dema hirbî û temezî

dema mircan û morî dema hungulsk û bazin

dema keç bi xeyalan razin

dema çi zêr û zîv dema roj û hîv

dema me pêkve xwar sîv wê demê bîhna azadiyê xwes e.

gava kelakela germê

gava nemîne tirsa romê

gava hildin alaya selahedin

gava bi bîr bînin mêrxas û lawê necmedîn

gava li çiyayê barzan bigerim

gava dipirsin ka kî ye serwerim

gava dîrok bêje looo ma tu nizanî

gava çiya û newal bêjin barzanî wê gavê bîhna azadiyê xwes e.

dema zevî û erd hêsîn be

dema ava çem û golan sîn be

dema dar û ber kesk bin

dema giya û gul vebin dema kar û berx zexel bin

dema ceh û genim rabin

dema cotyar pê sah bin

dema kislan û tilar ji xew rabin

dema karker û gundî li kar bin

dema ga û hesp bi bar bin dema ked û xebat bi yar bin wê demê bîhna azadiyê xwes e.

gava çûlag li ber tevnê rûdinin

gava ta ji bo bibe caw digerin

gava hirî dibe qumas

gava caw dibe kincekî bas

gava destar dihêre ar

gava arvan li malê dibe sar

gava ar li tenûrê dibe nan

gava em bi hev re dixwin li ser ban

gava em pê dibin bi can

gava dest pê dike çîrokvanê xan gava dibêje carek ji caran

gava em bi xêr hatînê lê dikin wekî mazûban wê gavê bîhna azadiyê xwes e.

dema memê alan li bozê rewan siwar e

dema dilê wî bi evîna sevan har e

dema botan ji bo newrozê li kar e

dema dilê stî û zînan bihar e

dema li burcên belek rosan

dema li koska mîr radibe dengê elîsan

dema li bajêr ne maye kes perîsan

dema zarok dibezin dikin dîlan wê demê bîhna azadiyê xwes e.

gava xasî û batê mewlûdê dixwînin wek hozan

gava feqiyê teyran sêxê senan dike sivanê berazan gava melayê cizîrî dinivisîne dîwan

gava ehmedê xanî têkûz dike memê alan

gava hecî qadirê koyî dide halan

gava bedirxan datîne rêziman

gava dixwînin zaroyên kurdan

gava kurdî ye zimanê dibistan

gava ruyê wan ges dibe bi stranan wê gavê bîhna azadiyê xwes e.

dema kesk dike desta diyarbekir

dema serhedî pincar radikin ji bo sekir

dema gola wanê dilê xwe vekir

dema li dêrsimî seyîdan serê xwe berz kir dema mêrdîn û çolemêrgê xwe kar kir

dema bajaran hemî bi hev re destê xwe rakir

dema me li berhemên rejîsoran mêzekir

dema me got oxxx çi rind e jiyan wê demê bîhna azadiyê xwes e.

gava çiya û newal bi dar in

gava li meydanê peyar siwar in

gava nergiz û beybûn ne stuxwar in

gava rîhan û sosin bîhndar in

gava li nav rezan gul dibarin

gava sîr dikeve simbil diseridin

gava bîhna wê serî li mêran digerînin

gava ji sermestî mêr û jin hildifirin

gava erd û asîman bi hev ve dikelin wê gavê bîhna azadiyê xwes e.

dema kuliyên berfê datê

dema ji pixêriyan duxan dertê

dema li kuçikan agir ges e

dema civata li hember xwes e

dema li sêniyan bastêx, benî, mewij û gûz

dema qesîr didin zarokan ji kûz

dema sevbuhêrk dibin dirêj dema dibêjin siyabend û xecê dengbêj wê demê bîhna azadiyê xwes e

gava li meyxaneya ameda burcan

gava dicivin dostên can bi can

gava meyger tîne meya sor

gava piyale radibin dor bi dor

gava dibêjin her çar qor nos

gava serî li me dibin dos

gava pêla dilan radibe bos

gava helbest têne gotin bi cos

gava direqisin dîlan û zîlan gava keç û xort mil didin milan wê gavê bîhna azadiyê xwes e.

dema ji yarê difûre gulav

dema bi lêvan lê dikim silav

dema difirosin gulfiros gulan

dema diguherin bi gulan dilan

dema xwîn li rehan dikele

dema di dil de dibe zelzele

dema vedxwin ji meya sedsala

dema bi hev re difirin ersê bala dema wext û mekan bihust e

dema me zanî ev xwesteka sirust e wê demê bîhna azadiyê xwes e.

tebax 2003

Serdar Rosan

Panoramaya kurdan

Faris Marsil

Berga Berbangê xulaseya bûyarên ev çend mehên dawiyê ne ku li Kurdistanê rû dane. Gelê Kurd di 1ê Sibata 2004ê de di cejna qurabanê de gelek qadirên xwe yên hêja qurban da. Bombeyên ku li Hewlerê li avayiyên PDK û YNKê teqiyan bû sebeba 110 kuþtina kadro û însanên kurd . Hinek ji wan kadroyan ku kêd û xweydana wan tu carî nayê jibîrkirin. Wek Samî Abdurrehman, Sewket Þêxezdîn û di dehan kesên din. Ev bûyer di nav bîr û raya kurdan de bû sebaba înfialê; gelê kurd bi rêxistin û partiyên xwe, bi esîret û terîqatên xwe bi navçe û lehçeyên xwe bi dîn û mezhebên xwe bi her hawayî ev karesata ha rûreþ û riswa kirin. Belkî jî di dîroka kurd û Kurdistanê de ev cara yekem bû ku gelê kurd bi girseyî û bi pirralî hissên xwe anî zimên û xwedî li þehîdên xwe derketin û teror û terorizmê bi tundî ruswa û rûreþ kirin, piþtgiriya xwe ji kurdên baþûr re diyar kirin.

Di 19ê Nîsanê de bi þika teror û teroristiyê li Swêdê 4 kes hatin girtin ku ew ji Iraqê ne û du kesên wan kurd in. Li gor agahdariya ku di masmediya Swêdê de hatin belavkirin, têkiliyên van kesan di teqandina Hewlêrê de heye.

Du bûyarên din di meha kurdan de qewimîn. Yek îmzekirina qanûnaesasî ya Iraqê, ya din jî serihildana kurdên binxetê bû. Di 8ê Adarê de li Iraqê qanûnaesasî ya muweqat hat îmzekirin. Bi îmzekirina vê qanûnaesasî hat erêkirin ku gelê kurd li Iraqê xwediyê statuyeka fermî ye û zimanê wê li gel Erebî zimanekî resmî yê duyem e. Dê herêma Kurdistanê wek xwe bimîne, lê pirsa Kerkuk, Musil, Xeneqîn, Sêxan û dewerên din ku piþtî ruxandina Saddamî hatin azadkirin, ew ne di bin kontrol û di sînorê hukumeta herêma Kurdistanê de ne.

Bi resmî îmzekirna qanûnaesasî ya Iraqê û têde bi destxistina maf û azadiyên kurdan kêfxweþiyek berbiçav di nav kurdan de peyde kir. Li Kurdistana Iranê li gelek bajar û navçeyan kurd daketin kolanan û vê roja tarîxî pîroz kirin, lê ew bûn hedefê terora rejima melleyan.

Kurdên binxetê yên fedekar, cefekar û wefekar bûn qurbana terora Baas ya rejima Sûriyeyê ku li gor agahdariyan di van buyeran de zêdeyî 40 kesên kurd hatin kuþtin. Buyara Qamiþlo, bajar û bajerokên din yên kurdên binxetê di tavilê de di raya giþtî ya cihanê de olan da. Kurd bi taybetî jî kurdên li derveyî welêt bi hemû hêz û îmkanên xwe xwedî li Qamiþlo derketin û rejima Sûriyeyê bi tundî protesto kirin. Kurdên binxetê tirs û xofa ku li hember wan hatibû dorlêgirtin, bi vê serîhildanê þikandin.

Bûyera ku di 12 Adarê de li Qamisloyê di maçek fotbolê de rû da bi rêngê provaksiyonê hat nîþandan, lê ev bûyera ha careka din anî bîra me ku Kurdistan 4 parçe ye û parçeyê ku di bin destê rejima Sûriyeyê de ye ew jî xwe raya giþtîya cîhanê re da eþkerekirin ku êdî naxwazin wek berê bijîn. Kareseta ku li Kurdistana binxetê rû da belkî jî misûbetek bû lê kurdên binxetê bi vê misûbetê ketin rojava cihanê. Serokê dewleta Sûriyeyê Bisar Esedî di hevpeyvîneka televizyona Al-Cezîre pê re kir de, mevcûr ma got ku "Kurdên li nik me dijîn hevwelatiyê Sûriyeyê ne û nasyonalîzma kurd formek ji tarîxa Sûriyeyê ye". Cara ewil e ku serokekê Sûriyeyê hebûna kurdan fermî qebûl dike û kurdan mîna milet besek ji dîroka Sûriyeyê qebûl dike. Lê divê neyê bîrve kirin ku serok û serokwezirê dewletê wexta dikevin tengasiyê mecbûr dimînin, hebûna kurdan qebûl dikin lê ji bo çareseriya wê tu gavî navêjin. Di salên 90-de serokwezîrê Tirkiyeyê Suleyman Demirel gotibû ku em "realiteya kurdan" nas dikin lê ew jî tu gav navêtibû.

"Axa miriya li ser Kurdistana bakur hatiye werkirin"

Tu dibêjî qey "Axa miriya li ser Kurdistana bakur hatiye werkirin" Evqas li baþûrê welêt rojan þahî û þînî rû dan ne ew xweþî û kêfxweþîya xwe nîsan dan ne nerzîbûn û jî protestoyên xwe. Ne tenê ew li hemer bûyar û rûdanên Hewlerê û Qamisloyê bêdeng man, herweha ew ji bo mafê xwe yên rewa jî bê aksiyon û reaksiyon in.

Di hilbijartina herêmî de ku di 28ê Adarê de li dar ket, hinek li xwe varqilîn, lê wer xuya ye, hin ji kurdên bakur re wext dixwaze ku ew ji xewa gafletê siyar bibin!

Li Ebu Garîbê kiryarên garîb

Di meha Nîsanê de Serokê PDK û endamê civata desthilta Iraqê birêz Mesûd Barzanî bû serokê Iraqê. Di vê mehê de siîya di bin seroktiya Muqteda bin- Sadr de serîhildan li bajarên Necab, Kerbela û Kut de di navbera wan û leþkerên Amerikiyan de þerekî dijwar dest pê kir. Herweha Erbên sunnî li bajarê Felluce li dijî Amerika dîsa îtaraza xwe dom kirin û serê xwe gurr kirin.

Di dema sîiyên Ereb yên Basrayê û Suniyên Ereb yên Felluce li hember Amerikayan îtîrazên xwe bi çek gurrkirin, îskence û tedayiyên leþkerên Amerikayî ku di girtigeha Ebu Garib de li hember girtiyan kiribûn, di masmediya Amerikayê de hat çapkirin û tavilê de olan da. Wexta ev herdu buyêr lihevderketin di raya giþtî ya cihanê de îmajeka xerab li hember Amerika û Ingiltere derket ortê. Divê meriv careka din bi eþkereyî bêje ku îskence tu carî nayê pêjirandin û ji aliyê kî ve û bi çi armancî dive bila bibê bête kirin, divê bête rûreskirin.

Li gorî teqwima ku Amerika daye ber xwe divê ew di 30ê Hezîranê de karînê teslimê Iraqiyan bike. Lê piþtî van buyerên dawî dê ev teqwîm bi cî bê yan na hin ne diyar e. Lê dengên ku ji Wasingtonê belav dibin xuya dibe ku piþtî vê tarîxê jî dê Amerika wetoya xwe li ser karîna Iraqê dom bike û zû bi zû terqa Iraqê neke. Ji xwe mutefikê Amerikayê kurd jî naxwazin di vê rewþa tevlihe de Amerika terka Iraqê bike; Sekreterê YNKê birêz Talabanî da diyarkirin ku ew naxwazin di vê rewþê de Amerika terka Iraqê bike.

Di nav hemû sîî û suniyên ereban de ne be jî lê li hember Amerikyayê reaksiyoneka berbîçav heye û wer xuya ye bêîstîkrarî dê di van herêman de zû bi zû dawî nehê . Kurdistan heremaka aram e, lê nabe ku ew bi vê aramiya xwe heta heta bibin þirîkê wan terefên ku ew dibin sebeba bêistikrariya Iraqê. Divê êdî DYA, YE û NY jî bigihîjê wê baweriyê û Hewlerê û Sileymaniyê mecbûrî wê yekê neke ku ew bibin þirîkê bêîstikrariya Baxdayê û Basrayê .

xxx

Kongeray 21 em û...

Di nivê meha Gulanê de organa herî bilind a FKKSê dicive. FKKSê kongreya xwe ya 21em li dar dixe lê mixabin bi pirsên xwe yên hundirin re mijûl e. Herçiqas hin di nav kurdan de xatirê wê heye jî lê hin jî ji dezgehbûnê dûre, nekemilî ye.

Dezgehên me yên demokratîk divê balê bidin ser însanên kompetent ku di karê xwe de pispor in, civata kurd û swêdê bas nas dikin, siyaseta dewletên Ewrûpayê û bi taybetî jî Yekîtiya Ewrûpayê û îmkanên ku ew pêskês dikin divê bas taqib bikin. Lê organên Federasyonê wek kapasite û wek kompetent teqaubulê van tistan nakin û ne sentesa kurdên Swêdê ne.

Pêwîstî bi wan însanan ku wextê wan ê vala hene û dikarin bi kar û barê civakî re mijûl bibin, problemên integrasiyon û segresiyonê re alaqadar bibin, plan û projeyan pêskês bikin, diplomasiyê zanibin, yanî ew armancên Federasyonê ku kiriye bingeha xebata xwe divê bi awayî hostatî bi cîh bînin. Lê rastiya me ewe e ku em bi xwe li derveyî civata Swêdê dijîn, lê bi problemên ku civata Swêdê derxistine pesiya me ve, alaqadar dibin. Handîqaba me ev e, dive ev çareser bibe. Divê endamên organên Federasyonê ku bi deh salan in di van organan de kar dikin û li derveyî rûtinên civata Swêdê dijîn divê êdî ew bi îradeya xwe ya azad xwe ji van karan veksînin û rê ji wan kesên din û taybetî jî ji ciwanan re vekin.

Xxx

YE û Kurd

Di 1ê Gulana 2004ê de 10 dewletên din; Polonya, Macaristan, Çek, Slovak, Slovenya, Estonya, Letonya, Litvanya, Malta û Qibris jî bûn endamê Yekîyiya Ewrûpayê. (YE) Di sala 2007ê de muhtemelen dê Bulgaristan û Romanya jî bibin endam. Lê Tirkiyê wek namzeta berendambûnê hin jî palgehê de ye. Eskereye ku bi vê temboya xwe ya guherandinê û bicîanina sert û sirûtên YE yê ew ê hin pirr bisekine. Wer xuya ye welatê herî paþdemayî yê Ewrûpayê Albanya(Armawud) jî dê beriya wan bibin endama YE yê. Ji bo Tirkiye ku bibe endama YE divê yek ji wan pirsên ku çareser bike pirsa kurdan e. Di vî warî de Platforma Kurdên Ewrûpayê (PKE) ku ji sê terefên civata kurdan pêk tê(rêxistinên siyasî, komeleyên demokratîk û insiyatifên kadro û rewþenbîran) bi daxwaznameyeka taybetî talebên xwe dan diyarkirin ku heta Tirkiyê di warî de gaveka berbiçav navêjê divê YE tarîxa muzakereyê nede Tirkiyeyê. Cara pêþîn e ku hêz û rêxistinên kurdan bi programeka weha vekirî pêþkêþî raya giþtî dikin. Tevayiya daxwazên PKE di nav rûpelên Berbangê de hatiye çapkirin. Divê ev daxwaz ne tenê wek arsîv bimîne, pêdeviyên wê jî divê bên cih.

Heta hejmareka din biminînin di xêr û silametiyê de!


Guherandinên bingehîn pêwîst in

Keya Izol, serokê FKKSê

FKKS wek destkewtî

23 sal in ku FKKS wek avahîyeka girîng bûye rastîyeke kurdên derveyî welêt. Her Kongreya wê (heta niha 21) bi mineqeþeyên xwe yên berê û paþê damxayeya xwe li ser jiyana kurdên diaspora xistiye. Ji mezinan bigrin heta ciwanan, dîrekt yan îndîrekt bûne þahîdên van gotûbêjan. FKKS bi van xususîyetên xwe herweha bûye perceyeke jîyana me gelekan. Civîn, semîner û Kongreyên FKKSê herweha bûye yek ji cavkanîyên (dibistan) girîngtirîn ya fêrbûna prensîbên demokrasîyê. Mekanîzmeya demokratîk, xususîyeta netewî û Kurdistanîbûna wê sê bingehên esasî ya FKKSê ye. Hêla herî balkêþ û kêrhatî ji terefê hemû alîyan ve xwedîlêderketina vê avahîyê ye. FKKS wek destkewtîyeke girîng ku hemû kurdên bi bîrûbawerîyên cûrbecûr ji hemû perçeyên Kurdistanê di bin baskên xwe de organîze dike, tê dîtin û li gor wê hêjayîya xwe jî tê parastin.

Di nav van 23 salan de ji ber sebebên cûrbecûr hin caran di nav FKKSê de krîzên rêxistinî rû dane. Hin ji wan sebebên sîyasî bûn, derveyê îradeya me peyda dibûn û çareserîya xwe jî bi vî rengî didîtin. Hin ji wan sebebên rêxistinî, aborî yan jî nakokîyên þexsî bûn. Pirsên weha jî di nav mekanîzmeya FKKSê de çareserîya xwe dîtiye.

Pêwîstîya xwenûhkirinê

Dîroka kurdên li Swêdê gelek nûh e, 30-40 salî derbas nake. Di nav van salan de civata kurdan ji guherandinên mezin derbas bûn. Îro ji ber ku em bikaribin van guherandinên civakî têbîghên pêwîstîya me bi gelek lêkolînên îlmî heye. Guherandina civakî herweha bi xwe re întereseyên nuh jî anîye holê.

FKKS îro hatiye merheleyeka ku divê guherandinên esasî pêk werin. Kurdên Swêdê wek berê nîn in. Li gel daxwaz û hêvîyên kurdên Swêdê, demografya wan jî hatiye guhertin. FKKS divê xwe li gor van guherandinan serrast bike. Kes yan komên ku ji karê FKKSê dûrketine divê hewilbidin werin nav awahîya FKKSê. Kadîrên nûjen û kompetent ji bo navenda (kansli) û organên FKKSê pêwîstîyeka acîl e. Divê em ji tecrubeyên 23 salan dersan werbigrin û ji bo bersivdayina daxwaz û hêvîyên kurdên Swêdê pêþîya rêxistina xwe vekin.

Daxwaz û hêvîyên kurdan ne wek 40 sal berê ne. Jiyana wan jî ne wek wan salan e. Nifþa nuh yên duwemîn û sêyemîn li derveyî welêt hatine dinyayê û daxwaz û hêvîyên ji bo pêþerojê ne wek ya dêûbavên wan e. Ji alîyekî ve kurd di warê netewebûnê de xwe nêzikî hev dike, ji alîyekî din ve jî hin temayulên berbiçav wan ber bi kombûnên herêmî, sîyasî yan jî cinsî dike. Di nav kurdên Swêdê de derveyî FKKSê gelek rêxistinên civakî hene û hejmara wan her diçe zêde dibe. Piranîya van rêxistinan ji ber sebebên herêmî, sîyasî yan jî cinsî pêk hatine.

Gelo ev rastîya ji ber hin pêwîstîyên civakî pêk hatiye û girêdanên wan ya bi pirsa netewî çi ye. Û li hember van bûyeran divê FKKS wek rêxistin çawa tehlîlan bike, çi tedbîran bistîne û di nav xwe de guherandinên cawa pêk bîne? Hebûna van rêxistinan heke zerarê nede yekîtîya netewî ya kurdên Swêdê, nebe sebeb ji bo reqabetên bêmahne divê wek dewlemendîyeke me bên dîtin. Bi bawerîya min divê FKKS jî li rêyan bigere da ku bi hesteka netewî wan nêzikî xwe bike. Di van pêwendîyan de rola FKKS divê xwedî dîtin, înîsîyatîf û biryar be.

Wekhevîya jin û mêran

Xebeta ji bo wekhevîya jin û mêran ji bo civata me, ji bo pêþvecûna Federasyonê erkên jiyanî ne û ev xebat ne di bin monopola kes yan grûban de ye. Parastina nirxên wekhevîya jin û mêran, ji bo xatirê îdareyek, dezgeyek resmî yan jî ji bo xatir û çavên reþ yên filan û bêvan kes naye meþandin. Lê belê ji bo rêzgirtin beramber mafên mirovî yên dayikên me, xwiþk û jinên me, ji bo pêsdeçûyina civata me, ji bo xurtkirina nifþên pêþerojê, tê meþandin. Xebata wekhevîyê îro di plana merkezî û lokal de yek ji xebatên me yên sereke ye, û ev xebat ji ber ku Fadime yan Pela hatin kuþtin, dest pê nekiriye. Xebata ji bo wekhevîyê herweha nabe bibe platformeke reqabetê di navbera hin kesan de yan jî di bin sîya pirsên weha de bibe bingehek ji hin tehdîdên neheq. Çarcoweya tekoþîna ji bo wekhevîyê ji berjewendîyên þexsan berztir e, karekî pîroz e.

Nifsa nuh

Ji tecrubeyan dîyar dibe ku nifþa nuh ya kurdên Swêdê ji bo karên rêxistinî ne ewçend germ in. Meyîla wan bêtir ji bo tiþtên din hene. Lê herweha em dizanin ku ciwanên kurdan di pêvajoya civakî ya Swêd de gelek aktîf in û li gor hejmara xwe ya kêm, roleka mezin dilîzin. Ciwanên kurdan wek çawa di gelek beþên civakî (sîyaset, rojnemawanî, tîyatro, film) de çalak û xwedî serketinan in dikarin ew rola xwe di nav rêxistineka wek FKKSê jî bilîzin. Divê em bala xwe bêtir avakirina van alaqeyan biwestînin, rêyan biafirînin. sîyara "ciwan pêserojên me ne" divê bikeve jiyanê û bibe rastîyeke jiyana kurdên Swêdê jî.

Pirsa kadîrên FKKSê û hêzkirina Navenda FKKSê

FKKS rêxistineke mezin e, daxwaz, hêvî û gazinên kurdan ji wê gelek in. Ji bo ku bikaribe bersîva hemû pirsan bide divê xwedî kadîrên çalak û kêrhatî be. Kadirên ku ji bo organan tên hilbijartin divê ji bo grûba xwe kesên bijarte, xwedî twana û qabîlîyet bin. Ew eyneya civata me ne û divê li gor wê hêjayîyî hereket bikin.

Navenda FKKSê di jîyana rojane ya rêxistinî de xwedîyê roleka sereke ye. Çi dezgeh û keseyetîyên swêdî, yan kurd gava dixwazin pêwendî bi FKKSê girêbidin yekser li navenda FKKSê digerin. Divê karmendên FKKSê bikaribin bi zanebûna xwe û bi awayekî rêkûpêk bersîva wan bidin. Ev yeka ji bo FKKSê pirseke jiyanî ye.

Loma jî FKKS divê li gor pêwîstîya xwe ji xwe re kadiran peyda bike. Navenda FKKSê heta niha ji ber nebûna îmkanên aborî bi awayekî profesyonel nehatiye meþandin. Karmendên ku li wir kar dikin piranî ne li ser pêwîstîyê lê belê ji ber ku îmkana wergirtina alîkarîya aborî ya civatê heye, hatine Navenda FKKSê. Divê êdî FKKS li gor îhtîyaca xwe karmendan bigre.

Seffafîya aborî

Pirsa aborî pirseke gelek hessas e. Divê hemû hatin û mesrefên me yên rêxistinî vekirî bin. Li gor sîstema FKKSê herdû nûnerên YJK û YCK ku li otomatîk dikevin nav KK ya FKKSê ji nêzîk ve hemû xebat, proje û aborîya me dizanin, lê FKKS ji aborîya wan ne agahdar e. Divê ew jî li gorî destûrê xebat, proje û aborîyên xwe ji bo FKKSê pêskeþ bikin. Ev daxwaza me bi awayeke resmî çendîn caran ji bo wan hatiye gotin. Lê heta îro tu gav di vî warî de nehatiye avêtin. Ev Kongre divê hin tedbîrên destûrî li ser esasa þeffafîya aborî bistîne. Divê aborîya hemû organên FKKSê (YJK û YCK) jî di nav de bi awayeke sîstematîk werin kontrol kirin.

Parastina FKKSê erkên me ye

Hîmê Federasyonê têkûz e, destêwêrdanên erzan tu car nikare vê bingeha xurt ya netewî bihejîne. Þexs wê werin û herin, rolên xwe yên posîtîf yan negatîf bileyzin, lê rêxistin wê di çalakîyên xwe de berdewam be û bingeha xwe biparêze. Herkes divê xwedî helwesteke vekirî be. Xeletî û xirabkarî ji kîjan alîyê ve tê bila were divê neye qebûlkirin.

Xebatên têkder ku zerarê dide destkewtîyê wek FKKSê divê werin mehkûm kirin û divê pêþîya xebatên weha bên girtin. Parastina FKKSê û bihêztirkirina wê wek erkeka netewî li ser þanî me de ye.

Bi hêvîya serketina Kongreya 21emîn.


Gelê Kurdistana rojava ne bi tenê ye !

Di 13ê Adara sala 2004an de li bajarê Qamisloyê, provakasyona rejima Baasa nijadperest ya Sûrîyeyê bû sebeba sehîdbûna bi dehan kurdên Rojavayê Kurdistanê. Her Çiqas dujmin li hemberî doza gelê kurd ya rewa dikeve tengasîyê, ew bêtir har û êrisker dibin. Ew hê di soka rûxandina Rejima Dîktator ya Saddam de nin. Ew hê jî di soka pêngavên pîroz yên li Basûrê Kurdistanê de ne û ew pê dihesin ku êdî îro dora wan e. Loma jî têkosîna gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê de taybetî yên di van salên dawî de Rejima Baas a nijadperest aciz dike û wan dixe tengasîyê.

Roj tuneye ku li Sûrîyeyê welatperwer, siyasetmedar û ronakbîrên kurd neyên girtin an neyên binçav kirin. Rejima xwînrêj di 8 ê Adarê, di pîrozkirina Cejna Jinan de jî êrîsî ser kurdan kirin û bi dehan kurd girtin. Qetlîama 13 Adarê encama neyarî û nehezî ya gelê kurd yên li Rojavayê Kurdistanê ye. Destkevtîyên gelê kurd li Basûrê Kurdistanê, dewletên dagirker tirsandîye. Loma jî Rejima nijadperest li Sûrîyeyê, dixwaze pêsî li gesbûna tevgera gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bigre. Heta ji destê Rejimên nijadperest yên dagirker tê, astengiyan ji bo destkevtinên gelê kurd li Basûrê Kurdistanê derdixin. Heta ji destê wan tê nahêlin ku Basûrê Kurdistanê ew destkevtîyên xwe ya statuya siyasî-federalî ya li ser bingehên neteweyî û welatî, bi îradeya xwe azad tayin bike. Lê weka wan nebû û ewê weka Rejima nijadperest Baas a Sûrîyeyê jî ne be. Ewê êrîsa wan ya li ser gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, li hemberî doza gelê kurd û têkosîna wê raweste. Azadî û Serxwebûn bi têkosînê bi dest dikeve.

Gelê kurd li her çar alîyên Kurdistanê têkosîna xwe didomîne û heta nuha di vê têkosînê de û di vê rêya Azadîyê de gelek sehîd jî dane. Loma jî êrîsên dagirkerên Kurdistanê nikare milletê kurd ji vê rêya Azadî û Serxwebûnê vegerîne.

Em Platforma Kurdên li Ewrûpayê - PLATFORM, vê êrîs û qetlîama li Rojavayê Kurdistanê protesto û sermezar dikin.

Divê bê qeyd û merc, rejima Sûrîye hêzên xwe yên leskerî ji Qamîslo û ji deverên din yên Rojavayê Kurdistanê vekisîne.

Divê yekser hemû girtîyên kurd bê berdan û di zûtirîn wext de tawanbarên vê bûyerê bê eskere kirin û bê mahkeme kirin. Em ji gelê xwe yê rojavayê Kurdistanê sersaxîyê û ji birîndarên xwe re sifayê dixwazin. Ês û azara gelê me yên li rojavayê Kurdistanê, ês û azara tevahîya miletê Kurdistanê ye.

Divê em destê xwe bidine hev û em hêzên xwe bikine yek û heta bi destxistina mafên miletê Kurd yên Neteweyî û Demokratîk, bi hev re di vê rêya Azadîyê û Serxwebûnê de xebat û têkosîna xwe bidomînin.

- Bijî liberxwedana gelê rojavayê Kurdistanê! - Bijî kurd û bijî Kurdistan! - Bakur, basûr, rojhilat, Kurdistan yek welat!..

PLATFORM - Platforma Kurdên li Ewrûpayê 2004.03.14

Tel: 08-6446622

Fax: 08-6502120

Box 131 05 Nacka

berbang