BERBANG

Organa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:128, Payiz 2003

 

 

Anna Lindh(1957-2003)

Stêrkek xuricî

Serdar Rosan

li bakûr

li welatekî sar zivistanan bi berfê pêçar

li welatekî xwes û yar stêrkek xuricî

stêrkeke çavsîn porzêrîn û xezalmesîn

dilgerm û mirovevîn stêrkeke bi ramanên sêrîn

dunya xwes bû tav ges bû xatûn Anna dilges bû

li bajarê stokholmê li mes bû

dilê Anna bi cos bû daxwaza wê astî û azadî bû mafên mirovan û demokrasî bû

stêrkeke serbilind û mêrxas bû

keneke mircanî li ser lêvan awirên insanî û dilovan li stokholmê stêrkek dimesiya li kolan

roj ji rojan çarsem bû sala du hezar û sisê bû bêbext û nemirovek li rê bû li stokholmê stêrkek xuricî

qesa daket li hungura pêncsemê

sîn û xemgînî xwe pêça li stokholmê pê re belavbû li temamê swêdê xwe berda ser ewropa û wergirt temamê gerdûnê

stêrkek xuricî stêrkeke çavsîn porzêrîn û xezalmesîn dilgerm û mirovevîn stêrkeke bi ramanên sêrîn

îlon 2003

Sala 2003ê ji bo kurdan deriyê hêvî û silametiyê vekir

Faris Marsil

Girtina Saddam Huseynî tirs û endî?seyên careka din ku ew dîsa bê ser hukim li ser gelê Iraqê û Kurdistanê rakir û nuqte danî dawiya dîktatoriya wî. Nuha ew ê ji ber curmên ku li hember gelê xwe û gelê din yên Iraqê û bi taybetî jî qatlîamên ku li hember gelê kurd kiriye bê mahkemekirin.

Girîng ew e ku di dadgeheka eskere de bê mahkemekirin û cezayê xwe biksîne. Li kuderê, kîngê û çawa bê mahkemekirin di vî warî de Iraqî û kurdên basûr xwediyê gotin in, divê biryara dawî ew bidin.

Lê ya girîngtir ew e ku kurdên basûr di pêseroja Iraqê de dê statuyeka çawa bi dest bixin.Di nav toz û dûmana pêvajoya mahkemekirina Saddamî de divê birayên basûr mewzuya ku dixwazin bi dest bixin, pasguh nexin.

Kurdên basûr ber bi jor

Li gel ku îro(belkî doh jî) zêde qîmet-î herbiya wê tunebû ku di dema serhildana Sêx Seîd de "tiliya" yan jî "alîkariya" Îngilîzan hebû yan na, lê îro tarîx sahid e ku kurdên basûr bi alîkariya Amerikayan ve welatên xwe ava dikin; alayên Kurd û Amerikî li her derê Kurdistanê bi hev re tê hilandin, serokê kurd û berpirsên amerikî di merasimên resmî de tên ber hev; kurd di rohilata navîn de yek ji mutefîkê Amerikayê ne.

Sala 2003ê ji bo kurdên basûr bû saleka weha ku kurd di hemû dîroka xwe de tu carî negihastinê vê radayê. Hin kurdên basûr bile sebab nabêjin ku; " Rehmetiyê Mistafa Barzanî ku li gorra xwe rabûna û vê rewsê bidîtana, dê tu carî bawer nekirana." Lê em sahid û dîdarê van rûdanên 10-15 salên dawiyê ne ku îro basûrê welêt gihastiyê pêvajoya dewlet avakirinê. Di eslê xwe de ew bi bi sembolên xwe wek dewlet in, lê statuya wan yê resmî nehatiya pejirandin.

Ew di hundirê dewletek de dewleteka cuda ne, lê îro enerjiya xwe ji bo iraqek federe û demokratîk xerc dikin. Di Konseya Civata Iraqê ya 25 kesî de 5 kurd cî digrin û di hukûmeta wan de 5 wezîr wezîfe stendin. November-2003an de sekreterê YNK birêz Celal Talabanî serokê Iraqê bû. Di mehên pê??siya me de îcar ji bo mehekê serokê KDP-Iraqê birêz Mesûd Barzanî dê bibe serokê Iraqê. Wezîrê Karûbarê Derve yê Iraqê endamê politburoya PDKê Hosyar Zebarî ye.

Kurdên basûr li gorî rewsa xwe ya objektif daxwaza mafê çarenûsiya xwe bi formê otonomiyê dikir û siyara xwe bi "Ji bo Iraqê demokrasî, ji bo Kurdistanê otonomiya rasteqîn" bilind kirin. Lê îro qonaxa ku ew tê de ne, daxwazên wan yê azamî di navbera federasyonê û serxwebûnê de ye. Ji xwe êdî kes bahsa otonomiyê nake, gelek ji kurdan qîma xwe bi federasyonê re jî naynin. Êdî ji devê serok û birevebirên partiyan gotinên avabûna serxwebûna Kurdistanê derdikevin; ew dibêjin ger federasyoneka li ser himên dilxwaziyê çênebe ew dikarin enerjiya xwe û performasiyona xwe li ser dewletbûnê ve konsentre bikin.

Wek serokê Sentra Olof Palme yê Swêdê Thomas Hammarberg jî dibêje; "divê êdî kurd bi serê xwe tevger bikin, benda Iraqê nesekinin, hesabê xwe li gora xwe bikin, hilbijartina xwe nû bikin, organên xwe hilbijêrin".

3 dewletên cûda yên konfederal

Hin zaqona bingehîn ya Iraqê amade nebûye û dê formekê çawa ji bonê milet, mezheb, aqiliyetên Iraqê û hwd. peyde bibe, ne diyar e. Îro forma herî bi mantiq avakirina konfederasyonekê ye. Ev konfederasyon ji sê dewletên cûda Kurd, Siî û Erebên Sunnî- û di hundirê van de jî heremên otonom yan jî kanton ava bibin. Turkmen û Asûrî dikevin vê kategoriyê. Ev sê dewletên konfederasyon bi hatin û çûyinên xwe, bikaranîna çavkaniyên xwe yên xwezayî, di parastina xwe ya emnî û di avakirina entutusiyonên xwe de wek dewlet, lê di siyaseta derve û parastina neteweyî de bi hevre hereket bikin. Li gel problemên girifte di duwerojê de her konfederasyon dikare bi îradeya xwe û bi aîlkariya NY bibe dewleta bi serê xwe.

Kurdên li Swêdê serxwebûn dixwazin!

Pistî ruxandina rejima Seddam yê dîktator li Kurdistana basûr sert û zurûfên nû peyda bûn. Bi vê munasebetê FKKS di roja 11.08.2003 de biryar girt ku bi pirsekî bîr û bawerî û helwestên kurdên rûnistvanên Swêdê di derheqê duweroja Kurdistana Basûr de bizanibe, anketekê çêkir. Di anketa ku FKKS di nav endam û hevwelatiyan de çêkir û ji du alternatifan pêk dihat ku ji wan % 98ê îmzeya xwe avêtin bin alternatifa serxwebûnê û %2 jî federasyon ji bo Kurdistanê diparastin. 1500 kes basdarî anketê bûn.

Mentaliteta birevebirên Tirkiyeyê nahê guherandin

Li Tirkiyeyê hukmê hukmetê di warî pirsa kurdî de nîne. Pirsa kurdî ne pirsa hukûmetê ya dewletê ye. Ji ber wê jî kîjan partî bên ser hukim bila bên ew di vî warî de nemuxtedîr in. Dewlet di hasasiyetên xwe de bi ser dikeve, di çerçeweya berendambûna Yekîtiya Ewrûpayê de jî herçiqas gelek qanûnên xwe guhartibin jî di jiyanê de tu guhartin çênabûne, ew mafê kurdan hin nas nakin; ji bo ku kurdan wek grûbeka ji tirkan cuda nehesibînin ber xwe didin.

Ew alfebeya kurdan qebûl nakin û navên ku tê de tîpên Q, X, W, Ê, Î derbas bibin bi resmî napejirînin. Sebeba vê yekê jî li gorî wan di alfabeya wan de ev herf tunene. Ji xwe kurd grubekê etnikî yên cûda ne û alfabeya wan jî ji ya Tirkan cûdatir e û vêya jî fenomeneka tabbiî ye. Ji xwe problema bingehîn ew e ku divê dewlet hebûna kurdan wek resmî qebûl bike û mafê wan yên neteweyî û demokratîk nas bike.

Dewlet û hukmeta Tirkiyeyê di vî warî de jî ji bo ku bala raya gistî bigehurînin di nav lîstikan de ne; wexta kurd li dijî van kirinên dewletê derketin û navên xwe bi herfên xwe daxwaz kirin, ew jî li Ewrûpayê seferber bûn. Bi destê rêxistinên xwe yên li derveyî welêt; wek nimûne li Hollandayê bi name û daxwaznameya muracatî meqamên Hollandî kirin ku navên wan di pasaport û huviyetên wan yên resmî de bi herfên wan bên nivîsandin; yanî bi mantiqa wan divê Hollandî alfabeya xwe bigehurînin yan jî wek herfên S, Ç li alfabeya xwe zêde bikin û navên wan bi orjînaliteya herfên wan binivsînin. Lê ev daxwaza wan ji aliyê maqamên Hollandî ve nehat pejirandin. Lîstika wan bi ser neket. Heta tirk, kurdan wekî grubekî etnikî yê cuda nehesibînin û di vê çerçeweyê de mafên wan yê neteweyî û demokratîk yên kolloktîfî qebûl nekin, divê YE ew wek endama xwe qebûl neke û divê kurd jî di vî warî de zelal bin û xeta sor bixin navbera xwe û dewletê.

Potensiyela kurdên bakur

Di 2003ê de manzarayê umûmî-ye yê kurdên bakur xereb e, kurdên bakur di rewsek gelek lawaz û bêrêxistiniyê de dijîn. Gelek rêxistin bi daxwazên azamî daketin qada xebetê, lê îro ji daxwazên wan eser nemane. Ne tenê ji daxwazan, gotinên kurd û Kurdistanê li cem wan tabû ne, organizasyonên ku deng ji wan derdikevin kurdan ber bi entegrasyonê û dejenerasiyonê ve dibin; nok û nisk tevlihev bûne.

Potansiyeleka gelek mezin yên kurdan îro polîtîze bûne, lê ev potansiyal wextê nebe potansiyeleka reel, ew zêde tistekî îfade nake û dewletê naxe tengasiyê; ji ber ku dewletên antî-demokratîk guhên xwe û çavên xwe ji potansiyelên weha re digrin û wan muhatab nagirin. Ancax ev potansiyel bi awayekî formek bistîne dibe reel û dikare di bidestxistina maf û azadiyan de berxwe bide. Ji aliyê din kurd ji paradigmayekê bêpar in. Divê paradigmaya kurdan hebe. Yanî divê; kurd, Kurdistan, zimanê kurdî, nasnameya kurdî, marsa kurdî, alaya kurdî hesasiyetên me bin bin û ev nirx li derveyî her munaqeseyan bin. Wexta li ser van nirxan konsesus peyda bû em ê zû yan dereng bigihîjin armanca xwe.

Pergela nû ya Amerikayê Pistî

11 îlona 2001ê li dinyayê felsefeyeka pergeleka nû destpêkir. Divê rejimên ku li ser dîktatoriyê avabûne û pistgiriya terorê dikin bi darê zorê be jî bên guhartin. Amerika rejimên weha ji bo welatê xwe potensiyala terorê dibîne û di vî warî de biryara xwe daye û ew vê biryar û biryardariya xwe li Afganistanê û li Iraqê xist jiyanê.

Li gorî konsepta nû ya Amerikayê dewletên ku pistgiriya terorê dikin ji wan dewletan du dewlet Sûriye û Îran e ku du perçeyên Kurdistanê di bin nîrê wan de ne û gelê kurd di wan perçeyan de ji hemû mafên xwe yên demokratîk û neteweyî bê par in.

Li Sûriyeyê rejima Baasê li ser hukim e û serokê wê di hilbijartinê de % 99(!) deng wergirtibû. Îdareya Amerikayê Sûriyeyê bi terorizmê û bi xwediyêçekên komkujî îtham dike. Û ji bo wê jî Kongreya Amerikayê biryara danîna amargoyê ji bo Sûriyeyê wegirt. Wexta Sûriye di rojeva Amerikayê de be û di rojeva cihanê de be, yekser kurdên binxetê jî dikevin rojevê. Ji bo wê jî argumentên kurdên binxetê yê berbiçav hene ku ew pirsa xwe aktuel bikin, çareyekê jî re peyde bikin. Berê her tistî jî birêxistinî û liserhevbûna wan awantajeka mezin e dikare di duwerojê de ji wan re deriyê xêrê û silametiyê veke.

Her weha Îran jî di rojeva Amerîka û Awrûpiyan de ye. Amerika ji mêj ve ye ku Îranê bihebûnaçekên nuklerî îtham dike û Awrûpî jî di wê baweriyê de ne ku Îran di amedekirina çêkên nuklerî de ye. Nuha di navbera NY û Îranê de goftugo di vî warî de çêdibin; heyetên YE Îranê xistinê bin çavderiya xwe. Yanî li gorî konsepta nû ya Amerikayê dikare di duwerojê de dor bête Îranê û Amerîka kurdên vî parçayî ji xwe re wek mutefîk hilbijêrin!

Kustina Anna Lindh

Yek ji parlamentera Sosyaldemokrat a Swêdê, Wezîra Karûbarê Derva ya Swêdê Ann Lindh(46) di 11ê Îlonê de li Stockholmê li avahiya NK de li ber çavên dehan însanan bi kêrê hat kustin. Ann Lindh jineka diya du lawan bû; jêhêzkir, jîr û zana bû; diplomatekî jêhatî herhewha û dosta kurdan bû. Mirina wê him gelê Swêdê him jî kurdên li Swêdê xemgin kir.

Kustina Lindhê careka din dide xuyakirin ku civatek pêsketî wek civata Swêdê bixwe li hember bûyar û radanan bêleqatît e, temasevan e. Li ber çavên sedan însanan jinek bi kêrê bê kustin û qatil wek ku tistek nekiriye û li ber çavên însanan wenda bibe. Ev ji bo me û ji bo civatên tradisyonel seyr e.Wek ku yekî Diyarbekirê digot; " Ku bûyareka weha li Diyarbekirê biqewimiya, dê tenê jinên diyarbekirî bi simik û pêlavên xwe tedaxulê bûyarê û êrîsê qatîl bikirana û vê kustinê berteref bikirna."

Bi zanakustina Anna Lindh xortekî 24 salî ku bi eslê xwe Yoguslavî ye û bi psikolojîk nexwes e û li gorî medyayê navê wî Mixaîl Mixaylov e hat girtin. Polîs bi wesikayên berdest emîn e û îddîa dike ku ew Anna Lindh kustiye. Mahkeme dê di di mehên pêsîn ya sala 2004an de çêbibe û biryara xwe di vî warî de bide. Sala 2003ê ji bo kurdên basûr derê xêrê û silametiyê vekir. Bi daxwaz û hêviya ku sala 2004ê ji bo parçayên din yên Kurdistanê bibe sala mafbidestxistinê. Bi vê hêviyê sala we ya nû pîroz dikin. 19.12.2003


Pirsa kurd di rojeva cihanê de û erkên me

Keya Izol

Li Rojhilata Navîn bûyerên girîng pêk tên. Þerê azadîya Iraqê, bi teslîmgirtina Seddam û berpirsiyarên din yên rejîma Baasê, hilweþendina rejîma herî xwînxwar ya herêmê pêk anî. Berê ku þer destpêbike û heta îro di pirsa Iraqê de Kurd wek faktorekî esasî xwedî gotin û helwest bûn. Ev rola girîng îro bi awayeke hîn hêztir berdewam dike. Bê ku pirsa kurdan wek pirseke sereke were qebûlkirin, pêþeroja Iraqê naye hal kirin. Ev yeka êdî ne tenê wek daxwazeke kurdan tê qebûl kirin lê belê bûye rastîyeke berbicav ku ji alîyê dewletên desthilatdar yên cihanê tê þirove kirin. Raya giþtîya cîhanê careserkirina pirsa kurdan yek ji pirsên esasî ya Iraqê dibînin û di vî warî de piþtgirîyeke berfireh nîþan didin.

Divê neye jibîrkirin ku destkeftîyên netewî li Kurdistana Iraqê wê rêya careserkirina pirsa kurdan li perceyên din yên Kurdistanê jî veke. Zelalbûna statuya Kurdistana Iraqê ciqas zû hal bibe dê ewqas tesîrê xwe li ser pêþeroya perceyên din bike. Heke kurd bikaribin pirsa kurd bi tevayî, ji bo her car perceyên Kurdistanê, wek pirseke navnetewî bixin rojeva cîhanê wê demê em dikarin behsa bernameya sîyasî û dîplomasîya serketî ya kurdan bikin. Yekgirtina pirsa kurd, konsensûsa sîyasî ji bo parastina hemû destkewtîyên netewî divê bibe þîyarên me kurdan.

Hin gavên girîng ji bo careserkirina pirsa kurdan hat avêtin. Îro li bercav e ku pêþîya pirsa kurd vebûye, proses destpêkiriye. Ev yek bêþik bi xebat, tekoþîn, fêdakarî û bi bedelên mezin pêk hatiye. Xebatên dijwar li pêþ me de ye. Ji alîyekî dijminên dagîrker ku ji vê rewþê nerehet in, wê bi her awayî, ci bi rêya dîplomasî yan jî bi metodên zordarî - leþkerî, hewl bidin ku pêþîya wê bigrin, li alîyê din jî, kurd bi rêxistinên xwe yên sîyasî, civakî û sivîl, wê ciqas bikaribe bi serketin ji vê têkoþînê derkeve.

Eger herkesên ku di rêya azadîyê de xwedî gotin in li gor berjewendîya netewî rola xwe bilîzin wê karê me hê hêsantir be, ev prosesa dikare hê zûtir encamên xwe yên erênî bide. Rojên pêþ me wê îstîqamet ber bi kîjan alîyê ve dimeþe, dê nîþanî me bide.

Kurdên derveyê welêt jî li gor serketinên li hundir kar û xebatên xwe didomînin. FKKS ji destpêk heta îro wek dezgeheke netewî li Swêdê serpereþtî û pêþengîya van xebatan kir, îro jî bi hemû hêzên xwe ve, li gor berjewendîya doza netewî xebatên xwe didomîne.


Lêkolîn

KURDISTAN - BINGEHA SARISTANIYÊ -I-

Berhevkirina Bavê Barzan

DESTPÊK

Lêkolîn û lêgerînên li ser Kurdistana mêjûyî, îro xwe gihandiye gehînekek nuh. Me bawerî pir hebû, ku Kurdistan welatek pir a xweser û taybet e. Li ser vê riyê em îro derketine ser riyeke êdî mazin û berfireh: zaniyar û zaniyarî, bi ronahiyek êdî mazin û berfireh nîsanî me didin, ku Kurdistan welatek pir ê taybet e. Ew Kurdistana ku digotin "bi kêrî tistekî na yê", dayik e ji saristaniyê re! Kurdistan ew welat e ku saristanî jê derketiyê û çûye li rojavê; li Israîl, Yûnan û Rom'ê (Italya), li rojhelê; li Hindistan û Çînê belav bûye. Lê belê îro ji ber xerabiyên dagîrkeran, ji binî ve guheriye û hîç na yê naskirin. Neha berhemên lêkolîna wisan zanîneke kûr û berfireh li ber me ne, ku ev berhemên bêhempa, her yek ji hev cuda, lêbelê hemû jî bi hev re, Kurdistana mêjûyî mîna sûnewarê saristaniyê destnîsan dikin. Em îro bas vê dizanin, ku welatê me kevintirîn sûnewarê bajarvaniyê û milletê me jî milletek xwedan dîrokek pir a kevin e. Ji lew re nifsa mirovayetiyê li ser vî xakê pîroz ji jiyana heywanetiyê derketiye, ketiye di nav jiyaneke mirovane de. Dîroknas û antropologên jêhatî yên bijarte (binêre xal 1,2,4,5,8), bi xebatên xwe yên hêja, ji me re spartek û belgename berdest kirine. Ev belgename dibêjin ku Kurdistana dîrokî dayik û dergûsa saristaniyê ye.

Grûbek zaniyarên Almanî, di sala 1997'ê de, encama lêkolîn û xebata xwe ya li ser sopandina reh û koka genêm, di govara naskirî ya bi navê SCEINCE'î de wesandin. Ji her ses resaparçeyên cîhanê çengek genim hanî bûn û bi têknîka zaniyariya herî dawî, bi têknîka DNA'yê, lêkolîn li ser van komikên geniman kiri bûn. Di encamê de derketibû meydanê, ku reh û koka hemû genimên cîhanê, ji Newala Çolê, ya ji biniya Çiyayê Qerac (Amîda/ Diyarbekr) e. Anku cara yekem li wê derê genim hatiye çandin. Saristanî bi destê jinên vî welatî hat zayin (b:e xal 3), jinên vî welatî erd ajotin. Her bi vî awayî encama vê lêkolînê nîsanî me dide, ku mazintirîn soresa mirovayetiyê, Soresa Çandinê (Agrar Revolution), li ser vî xakî bûye. Cara yekê li ser vî welatî erd hatiye ajotin û nan cara pêsîn li vî welatî, li ser ew "kevir û berdên ku ji agîr û duyê res û tenî bûne", hatiye lêdan.

Yekemîn xurak ê kontrolkirî, pez bûye. Li Basûrê Kurdistanê, li nêzîkê bajarê Hewlêrê nivistek kevirî hatiye dîtin, ku ev yekemîn menuyê lokantayê/ restaurantê ya herî kevin têt zanîn. Temenê vê nivistê tê diyarkirin ku li dor 5000 salî ye. Di yekemîn rêza vê menuyê de, ev xurak hatiye nivîsîn: "birinc û pîvaz di nav xwîna berazî de kelandî" Her wisan Soresa Heyvankirinê (Pastoral Revolution) jî li ser vî xakî qewimiye. Hin teorî û belgeyên zanistî nîsanî me didin, ku Kurdistana dîrokî, sûn û warê heyvankirina sîrî bûye: Soresa Heyvankirinê, anku çandina bakteria di nav sîrî de û her weha jê durustkirina mast û penêr, ev huner jî, cara yekê li ser vî xakî hatiye kirin. Bi vê soresê jî, saristanî li ser ruyê erdê belav bûye. Gava mirov hîn bûne, ku ji xwe re çortan/ keskê durust bikin, hingê karibûne, bêyî astenga birçîbûnê, riyên dûr û dirêj herin û bi xwe re zanîna çandinê jî li ser ruyê erdê belav bikin. Bi gotinek din; kesk û çortan, li ser ruyê erdê ardû û benzîna belavkirina zanebûna çandinê bûye.

Cara pêsîn ajel û sewal li ser vî xakî hatine kedîkirin. Sîr li vî welatî cara yekem heyvan bûye û jê mast û penîr çêbûye. Yekemîn çerx/dolab jî li mêjû, li ser vî xakî hatiye pevxistin. Weku têt zanîn, bi pevxistina çerx û dolabê, soresa teknîkî weke asîtê dest bi pêsdeçûnê kiriye. Anku Soresa Teknîkî ya Zanistî (The Scientific Technical Revolution) jî her li ser vî xakî qewimiye. Di sala 1960'î de, li nêzîkê Gola Wanê bi encama kolandina erdê, goristanek kevnare derketiye meydanê, ku tê de dolabek erebeyê derketiye. Ev dolab bi metoda C-14 hatiye analîzkirin û hingê derketiye meydanê, ku temenê vê dolabê nêzîkî 5000 sal kevin bûye. Anku Kurdistan; bingeha avabûna çand û saristaniya Mezopotamiya'yê ye.

MAZINTIRÎN SORESA LI DÎROKÊ - SORESA ÇANDINÊ

Li jêr ronahiya van spartek û belgenameyên zaniyariyê, em guh bidin çîroka zayina saristaniyê li ser xaka Kurdistana kevin. Encama lêkolînên derbareyê reh û koka nifsa mirovan nîsanî me dide, ku koka me mirovan, ji reseparçeya Afrîkayê ye. Li demên têvel, li Hebesistan (Etopia) û Kenyayê, hin qaqotên mirovên ji serdemên kevin, wek, Australopithecus Afarnesis, Australhopitecus Robustus, Homo Erectus, Homo Habilis, hatine dîtin, ku ev çend ji spartek û belgenameyên vê bîr û baweriyê ne. Lê em ê ji vê pê ve, li ser vê mijarê ne rawestin, ji lew re mijara me ya sereke; Kurdistana kevn û domanên mêjûyî ya li ser vê cografyayê ye.

Li gor encama lêkolînên zaniyariya nûjen, dema ku bav û kalên me yên herî pêsî, nifsa me mirovên Homo Sapiens, ji reseparçeya Afrîkayê derketin û li herêmên nêzîk belav bûn, hingê Heyama Neolîtîkî - destpêka serdema berdî - bû. Ta ku mirov xwe gihandi bûn vê serdemê, weke lawir û sewalan di jiyananeke sext û dijwar de dijiyan. Xurak û pêxwarin nîn bû. Weke refên kulî, li der û dorê, çi bi destê wan keta dixwarin ne dihistin; pisîng, seg, misk, kurm, seytanok, giya û hwd. Dema tistê xwarinê li der û dora wan ne dima, hingê jî ciyê xwe diguhestin û ji wir diçûn sûnewareka din. Koçerên nêçîrvan bûn. Çek û pûsatên wan, dar yan jî rim û tîrên serî bi heste bûn. Lê zivistanên sar û dirêj nêçîr ne dibû. Hingê weke mûriyan çi tistên xwarinê bi ber wan keta, bihar, havîn û payizan ew didane hev. Hem nêçîrvan û hem jî berhevkar bûn. Jin li ber koza êgir li bendî hatina peyayên ku çûbûn nêçîrê diman û sexbêriya zaruyan dikirin. Rojek gava jinên li ber koza êgir dimeyizînin, ku wan tovên genimê bejî (Tritticum Dicocciodes) ku jê çend kulm ji bo xwarina zivistanê ji xwe re komkiri bûn, di avê de sîn tên, hingê jin ew dîsan li erdê diçinin.

Bi vî awayî, ew xwarina ku saristaniyê dizêne, bi destê jinên vî welatî tê holê. Arkeolog û lêkolînerên pêsde û naskirî yên wek Gordon Child ku xwediyê berhema bi navê Li Dîrokê Çi Qewimî? 1942, (be xal 3) û Robert James Braidwood ê xwediyê lêkolîna bi navê Lêkolînên Pêstarîxî Yên Li Kurdistana Iraqê, 1960 bi spartek û belgenameyên lêkolînî yên li Kurdistanê, hatine vê encamê. Newala Çolê li Amîda/ Diyarbekrê û gundê Çermo li navbera Kerkûk û Silêmaniyê, yekemîn sûnewarê çandina genêm û xwedîkirina ajel û sewalan bûne. Tritticum Dicocciodes, ew genimê bejî ye, ku tenê li ser ruyê erdê li sûnek di navbera 600 ta 1300 meter ji pileya behrê bilindtir, sîn hatiye. Gava van jinên li ser xaka Kurdistana dîrokî sitlên tritticum dicocciodes dîsan diçinin, hingê mazintirîn soresa li mirovayetiyê, Soresa Çandinê (Agrar Revolution), li dîroka mirovayetiyê li ser vî xakî tê holê.

KEDÎ- Û XWEDÎKIRINA AJEL Û SEWALAN

Nêçîrvanî û berhevkariya her xurakek û pasê jî çandina genêm û sitlan, van jîndarên hov kiriye goran, dêman, nistecih û mirov. Îklîma nerm û germ a dest û zozanên Mezopotamiya Bakurî (Kurdistanê), bûye bihustek li ser ruyê erdê ji bo van mirovên her dem zikbirçî û hov. Gava xwe hînî çandinê kirine, hingê zikê wan têr bûye û mejî jî dest bi cî-bicîkirina kar û barê xwe yê hizirî û fikrî kiriye. Gava zik her roj bi sîstematîkî û bi ewletî hatiye dagirtin, karguzeriya hizira mejî jî dest pê kiriye.

Hingê çavê wan vebûye û li der û dora xwe mîna mirovan temase kirine, ne ku weke sewalên tim zikbirçî li pey xurakê bûne. Anku hinek bihna xwe vedane û li rewsa der û dora xwe meyizandine û xwastine tistên li der û dor, xwezayê, fêm bikin. Xwastine jiyanê fêm bikin. Ew hewa û bayê xwes ên zozanên Kurdistanê jî, ji van mirovên seretayî û destpêkî re bûye weke Baxê Îrem, buhusta li ser ruyê erdê. Yekemîn xurak ê kontrolkirî, pez bûye. Pez bi hêsanî li hev kom kirine û ew li dehl û sikeftan kom û bend kirine. Li gor pêwîstiyê jî, ew ser jê kirine. Gava di xwedîkirina pezî de xwe gihandine hinde pêzanînan, hingê dest bi kedîkirina berazan, mirîsk û samiyan kirine. Her bi vî awayî hêsp jî ji xwe re bend û kedî kirine.

Em neha ji pênûsa nivîsevan û lêkolînerek amerîkî yê hêja û bi rûmet Harry G. Nickles, rola Kurdistana dîrokî ya di zayina saristaniyê de bixwînin: "Ji bakurê bajarê hevdemî, bajarê Bexda'yê axa Kurdistanê destpêdike. Ew welatê xwedî gir (til) ku çarmedor bi heshînayî û xwedî îklîmê xwes, li nav herêmên Iraq, Iran û Tirkiyê dikeve. Li wir ne çi bajarên grîng ên nûjen û ne jî bermayên dîrokî (A) yên wisan berçavî hene. Jiyana gundiyên vî welatî hema bi sedan sal e ku piçek jî ne hatiye guhertin. Lê belê ji hêla mêjûyî ve Kurdistan xwedî taybetiyetek bi serê xwe ye. Tistê ku vê herêmê ji ciyê din cihê dike, di mêjûya saristaniyetê de bûyera xwurakê - bûyera çandina sitlan û kedîkirina ajel û sewalan e.

Li gor hemû materiyal û spartekên arkeolojîkî yên li ber dest, ev gavê mezin cara pêsîn li ser ruyê erdê li vî welatî hat avêtin. Cara yekemîn bi vê pêsketina li Kurdistanê, mirov xwe hînî çandin û kedîkirinê kirin û her bi vî awayî bi sêweyeke herdemî bidestxistina xwarinê ji xwe re ewle kirin û herdemî bûn xwedîxurak. Bi vê bûyerê bingeha hemû saristaniyê hat lêkirin û riya avabûna gund, bajar, netewe, sahînsahî, hunera nivîsînê, wêje, qanûn û zaniyariyê vebû. Kes ni zane ku rengê van yekemîn cotkarên kurdan çawa bû, çermê wan chi reng bû û bi çi zimanî dipeyivîn.

Ev mirov bi hezaran sal berî destpêka dîroka me hatibûn jibîrkirin. Em îro ewna, bi riya agahdariya bermayên pir kêm û kurt û bi riya materiyalên pûç û riziyayî, ku mirov li bin ew girên ku jê re dibêjin til (B) û li Rojhilata Navîn hema li her der û berê têt dîtin, nas dikin. Lê belê hin hestiyên mirov û ajelan, perçena ji alav û navgînan û teneyên zadî, zaniyariyan didine me ku ev mêr û jinên li rojgariya dîroka kevin, (C) rewsa mirovayetiyê ji bînî ve ser û bin kirine û mirovayetiyê ber bi, jigirêdayîmayina bi xurakên diyariyên ji xwezayê ta desthilatdarî û kontrolkirina hebûna xurakê bi herdemî ve birine. Ev bi hezaran sal e ku mirov hatine ser ruyê erdê, lê awayê peydakirin û bidestxistina xurakê wan ji destpêkê ve ye, ku her weku xwe maye û hema qet ne guheriye. Mirovên kevin di nav refên biçûk de dijiyan û li xwezayê çi tist bi destê wan keta wî dixwarin. Jin û zaro fêkî, dan û zad berhev dikirin, reh û kokên giyê ji erdê hildikisandin û ajelên nekedî yên wekî kûsî û seytanokan, ku bi hêsanî dikaribûn bigirin ji xwe re digirtin. Mêr û peya jî diçûn nêçîra ew ajel û sewalên ku dikaribûn bikustana. Carina xwarina wan pir bû, lê birçîbûn, her dem li ber deriyê wan digeriya.

Gava refê van mirovên kuvî xwarina ku bi destve xistibûn dixwarin û gava tistekî xwarinê li dewr û berê wan ne dima, hingê ji wir bar dikirin û diçûn û koçê ciyekî din dikirin. Pir hêdî hêdî, di navbera zemanek dirêj wek bi deh hezaran sal, mirovan têknîka peydakirin û bi destxistina xurakê xwe bastir kirin. Ji xwe re alav, navgîn û çekên bastir peyda kirin. Di nêçîrê de jêhatîtir bûn û zanebûna wan a li ser giya û hêsinahiyê pirtir bûbû. Hema bi nêzîkî 9000 sal berî Îsa'yî, êdî hin refên mirovên kuvî bêyî ku koçê vir û wir bikin, xwe hînî jiyaneka dêmanî kiribûn. Ev yek tenê li wan dewr û berên dunyayê diqewimîn, ku li wan deran ne serma û ne jî germayiyeke xedar hebû û yek ji van ciyên ku ji van mirovên kuvî re bûbû Baxê Îremê; Kurdistan bû. Li vî ciyî pez li nav mêrgên xwedî giya û hêsinayiyên bilind - ew giya û hêsinayiya îroyîn ku em jê re dibêjin genim ê bi simbil ku teneyê zadî dide- ji xwe re diçêriyan." (Ç)

Bi kurtî: Kurdistan buhusta serzemîn bûye

Rastiya ku Kurdistan dayik û dergûsa saristaniyê ye, ne tistekî wisa nû ye ku hîna taze hatiye kifskirin û gotin. Ev rastî hema nêzîkî sed salan e ku li ser devê zaniyarên pêsde û bijarde yên hevdemî ye. Ji Darwîn'ê bigire ku gotiye "ajel û sewal cara yekê li bakura Mezopotamyayê hatiye kedîkirin", ta programên radyoyî û televîzyonî, hemû li ser vê rastiyê leqirdî kirine û hîna jî dikin. Lê belê hemû jî, dema li ser vê mijarê dipeyivin, kes gotina Kurdistanê na hêne ser lêvên xwe û na bêje "Kurdistan". Hemû jî ji ber astenga ramyarî û siyasî, gotine û dibêjin yan "bakurê Iraqê", yan "Mezopotamiya" yan jî "Basûrê Rohela Tirkiyê" Tistê ku vê têksta li ber me (têksta Herry G. Nickles) ji wan ên dinan cihê dike ew e ku li vê tekstê nivîsevanê hêja û bi rûmet ê amerîkî Harry G Nickles, li her xal û ciyên girîng de wî rastiyê ne vesartiye û navê Kurdistanê zikir kiriye!

Ev nivîs li sala 1969'ê hatiye nivîsîn û kad û behsa xebata grûbek zaniyarên amerîkî ya li bin serokatiya arkeologîst Robert J. Braidwood ji University of Chicago dike ku sala 1948'ê çûye Kurdistana Basûrî û gundekî Kerkûkê ku jê re dibêjin Cermo. Li vî gundî bi kolana erdê bi 7 meter û nîv lêkolînek arkeologîkî kirine. Di encama vê lêkolînê de fêm kirine ku, berî zayina Isa'yî bi nêzîkî 7 hezar salan, li vî gundî mirovan erd ajotine, ajel û sewalan xwedî kirine. Anku bêhtir ji 9 hezar sal berî zemanê me! Vêca li vir dixwazim li ser vê yekê vî tistî bibêjim: Ta neha ji ber hin sedemên neyînî û menfî, lêkolîner û zaniyarên me kurdan ni karibûne li ser dîroka me lêbikolin û binivîsin. Lê belê ji vir û pê ve, min hêvîdariyek mezin heye ku zaniyar û rewsenbîrên milletê me, bikaribin xebat û lêkolînên layiqê dîroka milletê me yê wisan kevin û wisan mezin bikin û em tistên welê, ne ji devê xelkê bibihîsin. Xwezî bi wê rojê ku, me berî her kesî sarezayî û haydarî ji van tistan hebûya. (Dumahîk tê..)

ÇEND SIROVE/ JÊRENOT: A: KELEHA AMÎDA'YÊ (Diyar-î Bekr) ku 5km dirêj, 17m bilind û 4m jî berfreh - ku pistî Keleha Çînê li dunyayê duwemîn e - di sala 349ê Berî Zayinê' de, ji hêla Qeyserê Romî (Îtalya) Justinianus ve hatiye lêkirin. B: TIL (gir), wek li keviya bajarê Amîda Girê Elo (Til Elo), ku sala 1928, dewleta Tirkiyê vê girê vekir û çi materiyal û spartekên (delîlên) dîrokî hebûn jê derêxist û bir ji holê rakir. C: JIN. Li gor vî zaniyarê hêja yê awûstraliyayî Gordon Child, mirovê ku cara yekemîn sitl li erdê daniye û zad ajotiye, jinên li Kurdistana dîrokî bûne. Ç: Sal 1997, hema 30 sal pistî ku ev nivîs hate nivîsîn, govara bi nav û deng SCIENCE (zaniyarî - ISSN:0036-8075) li jimareyek (971114) xwe, encama xebata grûbek zaniyarên almanî nivîsî. Ev grûba zaniyarên almanî, çengek genim ji her hêlên dunyayê hanîbûn û li ser lêkolînê kiribûn. Li gor zaniyariya nûjen a DNA'yê fêm kiribûn ku kok û rehê genimên li çarmedora dunyayê, ji Çiyayê Qerej ("Qerecdax"), ji herêma Amîda'yê (Diar-î Bakr - bajarê xwedî zebesên hût) ji Bakurê Kurdistanê hatiye.

ÇAVKANÎ - SPARTEK - BINERETIN - BELGENAME: 1 - Darvin, Charles/ The Origin of Species, 1859. (çavkaniya derbareyê Kedîkirina Ajel û Sewalan - hesp. Kedîkirina Ajel û Sewalan / Domestication of Animals). 2 - Wigram, Edgar T. A./ The Cradle of Mankind - Life in Eastern Kurdistan, London 1914. (çavkaniya derbareyê Avabûna Mal, Gund û Bajarên Yekemîn li cîhanê) 3 - Child, Gordon/ What Happened in History, 1942. (çavkaniya derbareyê dîroka çandinê bi destê mirovên (jinên) Kurdistana dîrokî: Þoresa Çandinê - Agrar Revolution) 4 - Braidwood, Robert J. / American Anthropological Association, University of Chicago, The Jarmo Projekt 1948. (çavkaniya derbareyê çandina genimî û kedîkirina ajel û sewalan - Agrar Revolution / Domestication of Animals) 5 - Braidwood, Robert J. / Prehistoric Investigation in Iraqi Kurdistan, 1960, (çavkaniya derbareyê Þoresa çandina Genimî û Kedîkirina Ajel û Sewalan - Agrar Revolution and Domestication of Animals) 6 - Nickles, Harry G/ Middle Eastern Cooking / The Food That Launched Civilisation, 1969. (çavkaniya derbareyê çandina genimî û kedîkirina ajel û sewalan - Agrar Revolution / Domestication of Animals) 7 - SCIENCE, Site of Einkorn Wheat Domestication Identified by DNA Fingerprinting, 1312-1314, 14-11-1997. (çavkanî, spartek û belgenameya zanistî derbareyê reh û koka genimê cîhanê ji Çiyayê Qerac -Amîda- têt. 8 - Prof Stuart Piggot/ The Beginnings of Wheeled Transport System. Scientific American, July 1968, p. 82-90. (çavkaniya derbareyê pevxistina yekemîn dolab/çerx li mêjûyê mirovayetiyê). 9 - Încîl; Afirandin (2, 8 - 15), Her wekî din jî nimandinên Pirtûka Pîroz a Kevin derbareyê Horiyên Herranê.

FERHENGOK: Ajel: animal (hayvan) Alav: tool (alet, araç) Asît: avalanche (çig) Asîtî: avalanche-like (çig gibi) Astî: peace (baris) Ardû: fuel (yakit) Baxê Îrem: Garden of Eden (Irem Bagi) Berd: stone (tas) Bûyer: occurence (vakia, olay) Cûre: kind, variation (çesit, varyasyon) Çerx: tyre (tekerlek) Çandin: cultivation, growing (ekim) Dêmanî: settled (yerlesik) Dolab: tyre (tekerlek) Ewleyî: safety (emniyet) Heyam: epoch (çag) Heste: flintstone (çakmak tasi) Hevdemî: modern, contemporary (çagdas) Kedî: tame (ehil, evcil) Mijar: topic (mevzu, konu) Mêjû: history (tarih) Navgîn: instrument (alet, araç) Nêçîrvan: hunter (avci) Pêzanîn: experience (tecrübe, deney, sinamak) Pile: level (seviye, düzey) Qerej: barren (kiraç) Reseparçe: continent (kita) Sexbêrî: treatment (bakim) Spartek: evidence (mesned, dayanak, delil) Sewal: animal Saristanî: civilisation (medeniyet, uygarlik) Sitl: plant (fidan, bitki) Têvel: different (muhtelif, degisik) Xurak: provisions (levazim) Xweza: nature (tabiat) zaniyarî: science (ilim)

 

Tel: 08-6446622

Fax: 08-6502120

Box 131 05 Nacka

berbang