BERBANG

Organa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:127, Bihar 2003

Ber bi asoyên nû.....

Faris Marsil

Dibêjin di dema Cemal Abdilnasir de wezîrê derve yê Sovyetê Gromîko diçe Kahireyê. Li Kahireyê çavê wezîr li yekî dikeve ku di quncikî sûkê de mîz dike. Gromîko ji Cemal Abdilnasir dipirse; "ma tuwalet li welatê we tunene, ev meriv çima li sûkê mîz dike?" Abdilnasir dibêje; " kultura me ereban weha ye". ëcar Cemal Abdilnasir ji bo îadeyî ziyaret diçe Moskovayê. Manzaraya ku Gromîko li Kahirêyê ditibû, ew jî li Moskovayê dibe þahidê wê û di guhê Gromiko de dibêje; "wayê li welatê we jî di kuçeyan de mîz dikin" Gromîko aciz dibe û polisan diþîne da ku kesê mîz dike, bigrin. Wexta polîs diçin wî digrin û kîmlika wî dinêrin, dibînin ew kes ereb e û ji Misirê ye.

Tiþtê weha li ber ereban normal e, lê ne normal ew e ku kulturên dinyayê ji hev cuda ne û ev tiþt ji kesên din re eceyîb tên. Dema ku min di ekranên televizyonan de di kuçeyên Baxda û Basrayê de erebên ku kirasên xwe bilind dikirin û mîz dikirin ser heykelên Saddamî dît, ev çîrok hat bîra min! Lê dê tu carî nehata bîra min ku millet ji tirsê hatibûna vê radayê ku berê çend mehan bi %100 dengên xwe Saddamî hilbijartibûn û niha jî dê mîz bikirana ser heykelên wî. Dêmekî dibe! Wer xuya ye Saddam azadiya mîzkirinê jî li wan qedexe kiribû û nuha ew bi azadî di kuçeyan de mîz dikin.

Gergav kapikê merivan beg nahê!

Kulî 3 caran hildipeke! Saddam jî sê caran hilpekiya û cara çaran li ser qûnê ket! Dijminên din yên ku kurd di bin destê wan de bûn heyfa xwe lê anîn, lê tiþtekî ji destê wan nehat û nikaribûn wî xelas bikin! Hergav kapikê merivan beg nahê!

Wexta agirê Newroza 2003ê gurr bû, wê rojê balafirên dewletên hevpeyman bombe berdan ser Iraqê. þer 3 hefte ajot û di 9ê Nîsanê de bi wergirtina Baxdayê, rejima Saddam têk çû! Pêþmergeyên Kurdan Kerkûk û Mûsilê xistin bin kontrola xwe! Piþtî ketina rejima Saddamî bajêr hatin talankirin; lê mintikiyên ku pêþmerge xistin bin kontrola xwe bi taybetî jî li Kerkûkê ne talan û ne jî kaos çêbû! Kurd rismika baþ nîþanê cihanê dan!

Dil bi kul e

Kerkûk bi tarîxî û cografî wilayetekî Kurdistanê ye lê Seddam demografiya wê erebîze kiriye. Nuha problema mezin ew e ku gelo kurdên ku bi darê zorê terka Kerkûkê kirine dê vegerin ser axa xwe ya na? Tê gotin ku qezeya Xaneqîn bi wilayeta Kerkûkê ve hatiye girêdan. Dê ev problemeka çawa peyda bike! Nexweþiya ku di navbera herdu partiyên me yên gewre de di derbarê wergirtina Kerkûkê de rû dan dîsa kurdan mutesîr kir; yanî dilê Kurdistanê bi kul e û bi êþ e. Petrola wê bela serê wê ye. ‚avê hemû dewletan di petrola wê de ye. Lê niha Amerika bi ser ket, û di parvekirina wê de ew tayinker e!

Bi vî hawî dîktatoriya Saddamî ya çeyrek sedsalî dawî hat û rejima 35 salî ya Baasî ket nav rûpelên dîrokê! Baasiyên din û rejimên ne demokratîk yên herêmê divê ji vêya ders werbigrin! Ji xwe Amerika tiþtê anî serê Saddam dixwaze bîne serî Asad jî . Li Sûriyeyê jî rejima Baasê li ser hukim e û serokê wê di hilbijartinê de % 99(!) deng wergirtibû. ëdareya Amerikayê Sûriyeyê bi terorizmê û bi xwediyêçekên komkujî îtham dike. Sûriyê wexta di rojeva cihanê de be, otomotikmen kurdên binxetê jî dikevin rojevê û hêzên vî perçeyî welatê me divê þiyar bin û li ser kar bin û argumentên wan yê berbiçav hene ku ew pirsa xwe aktuel bikin, çareyekê jî re peyde bikin.

Kurdên basûr derseka bas dan tirkan

Kurd û pêþmergeyê wan yê mêrxas bi ketina Kerkûk û Mûsilê dilê tirkan anin devê wan; tirk giliyê kurdan ji Amerikayê re kirin. Heyf dewleteka(!) weha mezin çawa ketibû vê halê û gotinên ku serfkiribûn di gewriya wan de mabû. Berê þer digotin, î ketina kurdan ya Kerkûk û Mûsilê dê bibe sebebê þer.

"Eþîr" û "pêþmerge" derseka baþ dabûn berpirsiyarê dewleta Tirkiyeyê! Berê di dîplomasiyê de wan gêj kirin, piþtre jî di qada þer de aqilê wan sekinandin! Dewleteka weha jixwerazî ket çi rewþê. Ji bo ku ew hin xwe zêde nexin bin dest û lingan divê siyaseta xwe ya li hember kurdên "xwe" bigehurînin û çareyeka adil û demokratîk ji vê pirsê re bibînin! æd" wext hatiye û derbas jî bûye ku divê ew tenê mêjiyên xwe bi politikayên eskerî û înkarî meþgûl nekin -di vêya de bi ser neketin û nakevin jî-, divê ew hin riyên bi aqil û mantix deynin pêþiya xwe û li ser wê mijûl bibin.

Nuha asoyeka nû li pêþiya gelê Iraqê û kurdên baþûr vebûye. Lê tablo komplet û tevlihev e. Welatekî mezin û bi etnisîte û mezhebên cûda xemilandî û tunebûna tiradisyona kultura demokrasiyê û hebûna petrolê dê çawa ji nuh ve bête avasazkirin pirseka ne hêsa ye. Ya herî zahmet jî opozisyona belavelayê de, dê tiþtekî çawa derkeve holê. Lê kurd û hêzên wan siyaseteka wan yê zelal di vî warî de heye. Ev siyaseta xwe him berî þer û him jî di dema þer de meþandin. Di nav gelê Iraqê de ew tenê li gel Amerikiyan li dijî Saddam þer kirin; cepheya bakur vekirin, bi ser ketin û divê ew berhemên vê yekê werbigrin! Daxwaz û armancên wan yê siyasî divê ji nuveavakirina Iraqê û Kurdistana Iraqê de nehê paþguh kirin!

Ya muhîmtir ew e ku divê yekîtiya kurdan li ser her tiþtî be. Di dema herî nazîk de dikare bêtifakiya wan bibe sebeb ku ew negihijin armanca xwe û ji xwe dewletên cîran wêya dixwazin. Bi baweriya min divê em kurdên perçeyên din di vî warî de pirr û pirr bi hessas bin û nebin terefê partiyekê û li dijî partî û serokê partiya din gotinên ne di cî de serf nekin, carina rexneyên di cî de jî, dibe sebeb ku kurd bi salan ji hev aciz bibin. Malesef realite û psikolojiya me kurdan weha ye! 21.04.2003


"Divê destkewtiyên neteweyî wek roniya çavan bên parastin"

Keya Izol

Hejmara berê ya Berbangê de min di nivîsa xwe ya "hêvîya bav û kalan" de hêvîyên xwe anîbû ziman. Di nav 4-5 mehan de hemû dinya bi serê Iraqê ve mijûl bû. Ser destpêkir û di nav 22 rojan de xilas bû. Rejîma Seddam ruxya û di van rojan de em hêvîya bûyerên dîrokî ne.

Nirxandina kêseya Iraqê de çend xalên girîng têne ber me.

Êrîsa hêzên Koalîsyonê (EY û Ingîltere) di warê mafên gelan de ji bo pêseroja dinyayê çi îfade dike ? Gelo bûyer biheq bû an ne ? Me li vir bi awayekî gelek vekirî dît ku ji helwestên dewletên mezin bigre heta yên biçûk û ji helwestên dîtinên sîyasî ya cûrbecûr, li ser esasê berjewendîyê dewlet, mîlet yan jî nêrînên sîyasî hat avakirin. Hin terefên ku xwe dijî ser lanse dikirin li hember bûyerên wek awayî, bêdeng bûne. Hin terefên ku pistgirîya serê dikirin di gelek bûyerên weha de ji bo parastina "mafê gelan" hessasîyetên xwe anîne li ser ziman. Ez bi kûrî nikarim di rûpelên Berbangê de li ser vê bûyerê tehlîlan bikim. Lê noxteya herî balkês ku her teref li gor berjewendîyên xwe helwestan girt. Helwesta kurdan jî li ser vî bingehê hatibû durust kirin.

Gelek rexne hatin, nemaze ji bo çalakîyên me ya li Swêdê, gelo çima em li dij serî dengên xwe berz nakin. Gelo ji bo çi em di xwepêsendanên li hember EY de bi awayekî aktîf cihê xwe nagrin. Ev rexne ne di cihê xwe de bûn. Gelê me tu car nebûye sebebê esasî ji bo tu serî li herêmê Rojhilata Navîn de. Hergav ser li ser axa me bûye û em wek netewe bûne hedefên êrîsên dewletên dagîrker. Terefên ku li dij ser çalak bûn ji bo çi li hember serên li dij mileteke mazlûm dernediketin? Herweha divê em bînin bîra xwe ku herdu partîyên sereke ya Kurdistana Iraqê, PDK û YNK bi awayekî eskere pistgirîya serî nekirin. Rêxistinên me yên Swêdê jî tu car neketin sasîyeke wiha.

Berê ser û pîstî ku ser xelas bû heta roja ku Kerkuk, Musul û Xaneqîn ket destê hêzên kurdan di warê dîplomasîyê de em tu kêmasî nabînin. Hem li hundir hem jî wek raya gistî ya kurdan li derveyî welat wazîfeyên xwe bi basî pêk anîn. Di azadkirina Kerkuk de hin kêse hatin pês me û çend rojên li pey wê bêhêvîyeke yekser di nav miletê me de her roj zêdetir dibû. Pirsên xirab dihat bîra me. Gelo careke din wê nakokî di navbera PDK û YNK de ges bibe? Ev metirsîya jî bi awayeke aqilane hate berteraf kirin. Îro ew metirsî tuneye û em divê tu car rê nedin ku rewseke wisa careke din pêk were. Berpirsîyarê wê gelek giran e.

Di pêvajoya serê Iraqê de me vekirî dît. Ji ber ku hêzên Kurdistanî li ser xwe bûn, ji ber ku nakokî di nav kurdan de tunebû, ji ber ku 30 milyon kurd yekdeng pistgirîya berjewendîya neteweyê me dikirin, em bûn faktora esasî ji bo Hêzên Hvpeyman. Êrîsnekirina rejîma hov ya Tirkiye jî ji ber vê yekê bû. Helbet rola EY wek dewleteke mezin hebû. Lê, ewê dewletên dagîrker aciz dikir, hêzbûna kurdan bû. Loma jî ji destê wan si hat texsîr nekirin ku bikaribin tesîr li ser Ev bikin, yan jî bi tehdîtên êrîskarî kurdan hedef digirtin.

Kurdên li derveyî welat û bi taybetî li Swêdê îmtîhaneke gelek bas dan. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di gel Komîteya Hevkarîya hêzên Kurd û Kurdîstanî û Platforma Kurdên Ewrûpayê bi pistgirîya YCK û YJK di meha sibatê de dest bi xebateke berfireh kir. Heta îro wek xwepêsendan, mes û gelek çalakîyên din kurdên Swêdê ji bo xizmeta miletê xwe mobîlîze kir. Bi dehan hezar kurd mil da van çalakîyan û besdarî kirin. Heta daxwaza kurdên Kurdistana Iraqê ji bo dewleteke federal pêk neye wê xebatên me berdewam be.

Terefê kurdan, wek milet, rêxistinên sîyasî û demokratîk qartên xwe bas lîstin. Îro bi do naye miqyas kirin. Pirsa Kurd îro bi her alîyê xwe ket nav rojeva dinyayê. Ji bo ku rewsa do tenê bibe dîrok û careke din neye pês me divê em rola xwe bas bileyzin. Her tawîzên biçûk ku li ser hesabê me bê dayîn wê rêya me de bibe astengên mezin. Azadbûna Kurdistana Basûr herweha destpêka pêvajoya azadkirina hemû perçeyên Kurdistanê ye. Her destkewtîyên netewî wek ronîya çavan divê were parastin. FKKS wê wek hergav di rêza pêsî de ji bo xizmeta neteweya xwe be.


Çend gotin ji piçûkekî we

Bawer Coskun

Çend meh berê, em komek ji ciwanên kurd li Swêdê, li ser vexwendina hukumeta herêma Kurdistanê wek mêvan çûbûn basûrê Kurdistanê. Bi rastî ev serdana han, wek ciwanên kurd em gelekî serbilind kirin. Ji ber ku tevî ewqas zahmetî, xizanî û talûkeyên ser, me cara yekemîn bi çavên xwe hukumeteke kurdan dît.

Belê, wek hemû gel û neteweyan hûkumeta me kurdan jî hebû. Me civatek dît ku bi her awayî dixwast bibe xwediyê qedera xwe. Ji bilî vê, tevî gelek kêmasîyan jî, me dît ku ji bo dewletbûna kurdan hewldaneke mezin heye. Ma ev ne çendîn sal in ku em her bi wê xeyalê dijîn da ku em rojekê ji xwe kurdan re hukumetekê saz bikin? Îro li basûrê Kurdistanê di vî warî de gavên gelekî xurt û berbiçav hatine avêtin. Li ser vê yekê, gelo divêt wezîfeya me kurdên li derveyî welat çi be? Ez xwes bawer dikim, ku ne ez bi tenê, lê her kurdek vê pirsê ji xwe dipirse û dibêje, ku - gelo ez çawan dikarim xizmeta welatê xwe bikim? Heger bala we kisandibe, mixabin li tevahîya Kurdistanê perçebûnek di navbera rêxistinên sîyasî yên kurdan de heye. Elbet nakokîya di navbera wan de yek ji kelemên pesîya xizmetkirina tevahîya kurdan e.

Ez di wê bawerîyê de me; ku heger reveberîyeke kurdan ya yekgirtî hebe, wê demê em ê serbilindtir bin û ewê karibe bibe temsîlkareke rewa ya hemû kurdan. Hukumeteke yekgirtî dikare her weha rê ji ciwanên kurdan yên xwenda veke da ku ew vegerin û xizmeta welatê xwe bikin. Bi cihanîna rêkeftina Washingtonê dê ew kelem neminin.

Em wek kurden Swêdê divê ew xebata wan ya hêja, li huzûra dinê, gelekî pîroz bikin. Îro li hemû perçeyên Kurdistanê guhertinên mezin hene. Ev salên li pêsîya me ji bo gelê kurd salên tayînkirina qedera me ne. Di nava van salan de dê qedera gelê kurd bête xuya kirin. Ji ber vê yekê divêt kurd di xuyakirina qedera xwe de xwedî gotin bin. Îro barekî giran li ser milê neteweyê me heye. Û em kurdên li Swêdê gerek zanibin ku besek ji vî barî dikeve ser milên me. Ji ber vê yekê divêt em bi lez bin. Dev ji cangiranî û bêxemîyê berdin. Divêt em karibin potansîyela kurdên li Swêdê organîze bikin û wê bi hêztir û quwettir bikin. Û em vê hêzê di xizmeta gelê kurd û Kurdistanê de bi kar bînin. Ji ber vê yekê gerek e xebata me bi pîlan û programên zelal bêne mesandin.

Bi rastî heger hûn bipirsin, komeleyên kurdî li Swêdê di nav van çend salên buhurî de di rewseke ne bas de bûne. Ev rewsa elbet ne tenê ji bo komeleyan, le herweha ji bo tevahîya kurdên li Swêdê kemasîyeke mezin e. Îro bi hezaran kurd li Swêdê dijîn. Li vî welatî bi sedan siyasetmedar û ronakbîren kurd dijîn. Mirov difikire gelo tevî ewqas potansîyeleke mezin a siyasî çima ev komele kar nakin? Berî her tistî, gelo çima kurdên li Swêdê xwedî ji komeleyên xwe re xwedî dernakevin? Îsal li Swêdê, di derheqa kurdan de, gelek tist qewimîn, gelek bûyeran serî hildan. Gelo çima me nikaribû em helwêsteke zelal werbigirin û di gotûbêjan de kurdan temsîl bikin? Belê li Swêdê cangiranîyek heye. Di warê mesandina xebata komeleyî de bêdilî û nexwastinek heye.

Ez di wê baweriyê de me, ku piranîya komeleyên li Swêdê û herweha Federasyona me jî, ne di rewseke bastir de ne. Bi a min, îro divê em di gotûbêjan de gelekî li ser vê meseleyê bisekinin. Gelo emê cawa bikaribin kurdan seferberî xebata di nav komeleyan de bikin? Gelo em ê çawan karibin ciwanên kurd bikisînin nav xebat û çalakîyan? Berî her tistî, îro dem guherîye. Êdî dema qirîna sloganan û mesan derbas bûye. Gerek e komeleyên me xwe li gor demê biguherînin û ji bo xuyakirina potansîyela kurdan hedefên zelal û konkret daynin pesiya xwe.

Ferqiyetê nexin nav pêgirtî û hevkarên hereketên cuda cuda yên sîyasî - û bi vî awayî yekitîyê di nav xwe de xurttir bikin. Îro kurdan li tevahiya Swêdê di nav gelek saxên xebatê de cihên xwe girtine. Kurd li vî welatî di bazirganîyê de, di partiyên siyasî yên swêdî de, tevgerên civakî û di zaningeh û xwendegehên bilind de hatine cîhên bilind. Pewîst e em karibin bi wan re dan û standinên xwe xûrt bikin û bi hev re hêzeke mezin pêk bînin. Pêwîstîya herî mezin ew e, ku divê komeleyên me ji bo xuyakirina potansîyela kurdan kar û xebatên curbicur li dar bixin. Armancên wan xwesik raxin ber çavan da ku kurdên li Swêdê bikaribin bizanibin ka ew ê li gor siyana xwe bi çi karî rabin. Kurd di civata Swêdê de çi xebatî dikin. Li zanîngeh û xwendegehên bilind çi dixwînin. Di sirketên Swêdê de di kîjin mustewayê de dixebitin.

Di partîyên sîyasî de cîhê wan û tesîra wan çi ye. Pistî ku ev hate zanîn, dê xuya bibe ku ka ew ê li ser vê hêz û zanebunê çawan xebata lobbyê bimesînin û kurdan bi civata Swêdê bidin nasîn. Herweha metodên xebatê jî hatine gûhertin. Gelek girîng e ku em karibin ji pesveçûnên teklnolojîyê û komunîkasyona modern fêydê bibînin.

Ez ne resbîn im. Ez bawer dikim ku heger em bi zanebûn bixebitin, em ê karibin ji bin gelek baran rabin û barên hê jî girantir hildin ser milên xwe. Em divê ji bo pesveçûna civata xwe - ji bo berjewendîyên ciwanên xwe xebatê bikin. Di nav komeleyên me de gelek dê û bav hene ku hertistên xwe ji bo doza welat fêda kirine. Di nav me de jin hene ku azadiya xwe bi dest xistine. Di nav me de ciwan hene, ku heke delîve bikeve destên wan, ew ji her cure xebatê re amade ne. Ez hevîdar im ku hûn ê vê sans û delîveyê bidin wan.

Têbînî: Ev bend berî serê ji destên Seddam rizgarkirina Îraqê hatibû nivîsandin.


"Barzanî, bi tekosîna xwe ya nîv asirî di dilên hemû kurdan de cihekî taybetî tije dike"

Axaftina serokê FKKSê Keya Izol bi minesebeta 100 salîya Mistefa Barzanî (15 adar 2003)

Îsal gava em ji bo bîranîna 100 salîya serokê netewî Mistefa Barzanî li vir civîyane besek ji welatê me, Kurdistana Iraqê, bi hemû alîyên xwe ve di rojeva dinyayê de ye. Li Iraqê ser dibe yan na û pêserojê Iraqê wê çawa be, bûye pirsên hemû dewletên dinyayê û herweha pirseke ji bo mirovatîyê.

Barzanî, bi tekosîna xwe ya nîv asirî di dilên hemû kurdan de cihekî taybetî tije dike. Gava behsa Barzanî dibe,têkosîna gelê Kurdistanê tê bîra me, û gava behsa tekosîna Kurdan tê rojevê Barzanî tê bîra mirovan. Ew hem serok û hem jî pêsmerge bû. Dîrokî bûyina Berzanî ji ber van xususîyetên wî tên. Barzanî bi raman, fêdakarî û têkosîna xwe dema di jîyanê de û pistî kû ji nav me koç jî kir, bûye sembola tekosînê gelê Kurdistanê.

Mixabin tekosîna wî ya bêhempa fêkîyên xwe dikaribû 13 sal pistî wefata wî bide. Xewn û xeyalên Berzanî bi saya hemû xebat û fedakarîyên wî û bi hezeran xwîna sehîdên bênav, xeyala Kurdistaneke azad, îro 12 sal in di ber çavên gelê me, di ber çavên dost û dijminên me, bûye rastîyekî dîrokî û herî girîng ev rastîya ji alîyê 40 milyon kurdên hemû perçeyên Kurdistanê tê pistgirî kirin û parastin.

Îro fêkîyên ku Barzanî û bi hezaran sehîdên bênav pêskesî neteweyê xwe kirin wek xelatek giranbiha, wek zarokek azadîyê di destê me kurdan de bi her awayî wê bê parastin û bê mezin kirin. Tu quwwet yan du dewlet wê nikaribe destdirêjî wê bike. Çawa destxistina wê bi xwîn hatiye pejirandin wê parastina wê jî eger pêwîst be, bi xwîn were parastin.

Îro gava em dibînin ku dewletên dagîrker, bi taybetî Tirkiye çawa li hember azadîya kurdên Basûr nerehetîya xwe, bi awayekî eskere nîsan dide, divê em bi serehat dilgerm bin ji ber ku nerehetîbûna wan herweha teyîd dike ku em wek netewe di rêyeke rast de dimesin. Ew rêya rast ku serokê nemir Berzanî nîsanê me dabû. Herweha êrîsên dewletên dagîrker divê mesajeke din î girîng bîne bîra me. Em wek netewe îro di nav pêwendîyeke çawa de ne ? Çi erk û wazîfeyên acîl di ber me de ye? Em çawa dikarin îcar ji van bûyeran azadîyeke têkûz derbixin? Bêguman van rojên dîrokî de erk û wacibên me du-sê qat bûne. Îro roj roja heman û neman e. Yan em jî wek her miletek, çawa bi hev re, mil bi mil serê millî kirin, xwe ji bin nîrên kolonyalîstan xilas kirin, em jî hemû bi hev re, hêzên xwe ji bo hedefekî yek bikin.

Roj roja xebat û fedekarîyê ye. Çawa serokê nemir Berzanî û sedhezaran pêsmergeyên bênav ji bo rêya welat de giyanî xwe yên pak fîda kirin divê em jî ji bo parastina wan nirxên hêja xwe amade bikin.

Bila ruhê Berzanî nemir sad be ji ber ku nifsên nûh soz û peyman dikin ku wê dîyarîya herî giranbiha ku ji wî teslîm girtine, wê bi her awayî biparêzin.


"Serxwesî" an "Bîranîn"

Resîd Battê

Resit44@hotmail.com

Dema mirovekî navdar,naskirî dimre,dost û hewalên wî û yên xwediyê wî diçin serxwesiya malbata wî.Navê vê serîlêdanê "serxwesî"ye û ne "bîranîn"e. Serxwesî pasî mirînê, nêzîkî roja mirina yê miriye,gelek caran hê yê/a mirî nehatî vesartin,bigor(n)kirin destpê dikê.Ev serlêdana dost û hevalan bi navê serxwesiyê tê binav kirin.

Pasî bi demekê,çelrojî an salakê "bîranîn" tê lidarxistin.Weku min li jor jî got,kesên navdar wek serokê partiyên siyasî,ronakbîr,mezinê malbatên naskirî û yên ku di riya azadiya welatê xwe de hatibin sehid kirin, di van "çelrojan" an jî "salvegaran" de tên bibîranîn.Li bîranîna bêhtir partî û rêxistin bi pêkanîna bîranîna radibin. Divê kesên bi vî karî radibin ferqa bîranîn û serxwesiyê bikin.Bi kêmayî yên ku xwe ronakbîr û siyasetmedar dinasin,vê ferqê bastir bizanibin.

Zimanê me jî wekû zimanê her neteweyekî din xwedî hinek termînolojiyên bi taybetiye û nabê ji zimanên din gotin û termînolojî werin wergerandin,hingî ziman ji bingehên xwe yê zimanê xwe dûr dikeve. Wek nimûne di van serxwesî û bîranînan de jî,ji her yekê mirî re gotinên wek sehîd û nemir jî nayê gotin.Gotina sehîd ji wî/ê re tê gotin ku yê/a mirî divê di riya welatê xwe de û ji bo welatê xwe hatibe kustin re tê gotin.çi yekê ku bi nexwesiyekê an jî bi riya kalbûn/pîrbûnê bimre,her çiqa rêber,ronakbîr û navdar jî be sehîd nayê qebul kirin. Gotina nemir jî dîse ji her yekî/ê re nayê gotin.

Çi mirovên nemir tunin, nabê ku hebe.Ev qanûneke xweristê ye.Lê kurda berê gotiye "mêr dimre nav jê dimîne" û li gor vê yekê,yekî ku di jiyana xwe de karûbarekî rind ji bo welatê xwe an jî ji bo mirovayetiyê kiribe navê wî li gor xebata wî pasî mirina wî jî bi bîra mirovên din tê,di wê manê de mirovek dikare "nemir" be. Ji sehîdan re di dewsa "serwesiyê" de û bêhtir gotina "sîn" tê danîn û gotin.Hingî yên tên serlêdana wê malbatê,tên ser sîna wan û serxwesiya wan bêhtir bi xemgînî tê birêve birin. Ji ber ku "kustin" di nava kurdan da bêhtir xemgîniyê peyde dikê û rê li hilanîna heyfê vedike,bi gotineke din di welatparêziyê de rê li pisgirî û hevgirtinê vedike. Dema yê/a sehîh tê vesartin,bigorn kirin bi sînik tê binerd kirin û fîsek tên berdan ji bo heyecan û xemgînî bilind bibe.îro û li mihaciriyê ew adet neyên bikaranîn.

Hinek gotinên din jî yên ku ne ji termînolojiya kurdî hatî jî di van serlêdan,serxwesî û bîranînan de û bi çewtî tên bikaranîn hene. Wek nimûne ku dibêjin vî mirovî "jiyana xwe winda kir","ji nav me koçkir","çû ser heqiya xwe".Mirov dimre û ji xwe qet naçe ser heqiya xwe,ew heqî ne ya wî/ê bi xwe ye,rastiya wê divê "heqiya Xwedê"be û ne ya yê/a mirî be.

Tu kes bi dilê xwe namire û ew heqî nabe ku a wî/ê be.Wek wê gotina "dilovaniya xwe" ye.Bi bahweriya min çi mana vê dilovaniyê jî wek ya heqiyê bi mirînê ve nîne. Kesê koçkirî ne miriye, saxe.Ji ber wê jî kurda berê gotiye "saxê li zîndanan û koçkirî,çêtire ji yê/a mirî".Jiber ku hêviya vegerê ji wî/ê heye lê ne ji yê/a ku miriye. Wekî dî nabe ku mirov bêje bera "serê Kurdistan saxbe",Kurdistan navê welatekî ye û tu welatê bi serî tunin.Divê mirov bêje ku "serê milletê/neteweyê kurd saxbe","serê kes û nasên wî saxbe",yê mirî gornbehist be...

Bi hêviya ku gotin/termînolojiyên kurdî di serxwesî û bîranînan de bi rastiya wan werin bikaranîn û bingehê zimanê kurdî li gor adet û toreya kurdî û ne ligor wergerînên ji zimanên din hatî bên pêkanîn...

2003-01-05.Uppsala

 

Tel: 08-6446622

Fax: 08-6502120

Box 131 05 Nacka

berbang