|
BERBANG |
|
Organa
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:125-126 Oktober-
December- 2002
|
|
|
"Min bêriya te kiriye, dilê min" Li Swêdî hin jî kar bi têlefonan tê mesandin. Swêdî û gelên din yên Ewrûpî wexta telefon dikin, beriya ku dest pê bikin ji bo çi telefon vekirine, ew xwe didin nasikrin! Ev tist ber însanên Asyayî û Afrikayî û bi taybetî jî li ber me kurdan ket nîne, em bervajiya wan dikin, wexta em telefon dikin, em dibêjin,"Alo tu kî yî, ez bi kê re diaxivim" yan jî " alo li wê kuderê ye", yanî em tu carî xwe nadin naskirin, lê ji yê hemberî xwe navê wî/wê dipirsin! Du kulturên cûda……… Federasyon navginek û pireka gelek xurt e di navbera civata swêd û kurdan de, wexta problemekê di derheqê kurdan de rû dide, swêdî berê xwe didin Federasyonê. Herroj bi dehan telefon tên û bi taybetî jî wexta rûdanekê diqewime hejmara van telefonan hin zêdetir dibin! Wê rojê dîsa yek bi navê Svensson telefon kir(di dengê wî de diyar dibû ku ew yekî emirbuhûrî bû) Svensson digot; "Ma dê rewsa van 6 hezar penaberên kurd çi bibe, ez dizanim nuha rewsa Kurdistana Iraqê bas e, ez fahm nakim ew çima terka welatê xwe dikin." Ew dom dikir, digot;" Ji me re muhendis, tekniker, doktor ûhwd, pêwist in, lê yên ku tên li vir piraniya wan xwendin û nivisandina wan jî tunene, gelek ji wan nexwes in, ma dê çawa sîstema me li wan binêre" û gazinan dikir. Lê gazinên wî yên mezin ew bû ku tu mahne nedida kustina Fadîmê. Digot; "kustina wê li ser me bi buha rûnist. Dê musadeya runistina van 6 hezar kurdên penabêr derkeve, dewlet dikare wan tedewî bike û ew ê dest bi kar bikin. Lê emê çawa bavê Fadîmê di girtigehê de xwedî bikin. Digot; " Mesrefa mahkûmekî rojê 4.000 Kron e bavê Fadimê dê ihtimalekî mezin herî hindik 12 sal di girtigehê de razê û ew ê li ser dewletê bi zêdetir 12 milyaran mal bibe, yanî girtiheh ji cansaxiyê (tenduristiyê) buhatir e !" Li mantixê Swediyekî binêrin. Tu carî yek ji me dê tiþtekî weha nehata bîra wî/wê. Min bêriya te kiriye dilê min Di dema ku di masmediya Swêdiyan de nûçe û komantarên li ser kustina Fadime Sahindal zêde bûn û gotina ""hedersmord" (kustina namûsê) serê û guhê me tevlihev kir em bi vê nûçeyê ber xwe ketin û pê seqisîn, û swêdiyan bi e-mail, faks û bi telefonan Federasyonê "bombebaran" kirin, çendekî berê bi e-mailekê dilê me hinek fireh û bîna me deket. Keçikeka Swêdî ya Lîseyê bi navê "Anita" e-mailekî ji Berbangê re sandibû û wergera hevokekê dixwest. "Anita" dipirsî û digot ; "Jag saknar dig, mitt hjärta," hûn dikarin wergerînin kurdî? Ku meriv motemot vê gotinê wergerîne îhtîmaleke mezin dê weha bûna " Ez jî te bêpar mame, dilê min". Lê di þûna wê de bersiva wê "Min bêriya te kiriye, dilê min", hat dayin. Pistî çend rojan "Anita" bersiv da, sipasiya xwe pêskês dikir. Wer xuya ye "Anita" evîndarê xortekî kurd bûye û ev hevok bi dilê wê bûye . Rasîsim û dijminatiya biyaniyan pês ve diçe!Di hilbijartina 15ê Îlona 2002ê de partiya ku herî bi qezenc derket partiya rasîst û dijminê biyaniyan Sverigedemokrater bû. Di 29 belediyeyan de 49 namzetên wan hatin hilbijartin. Di hilbijartina berê (1988) de tenê, di 5 belediyeyan de 8 namzetên wan hebûn. Îro di belediyan de 72 namzetên partiyên ku eskere dijminatiya biyaniyan dikin hene. Bi taybetî li hêrêmên basûrê Swêdê xurt in ku weha here dê di hilbijartinên pês me de bikevin Riksdagenê jî. Wer xuya ye kesên wek sverigedemokrater û partiyên din yên nasyonalîst û rasîst difikirin zêdetir pistgiriya Folkpartiet kirin ji bo ku ev partî di kampanyaya hilbijartinê de populîsîtî kir û got; " Divê ji bo kesên ku dibin hevwelatiyê me, ew tabiiyê îmtîxana zimên bibin". Folkpartiet partiyeke liberel e û di civata Swêdê de dengên wê di navbera %5-8na de bûn. Pistî vê siyaseta di hilbijartina de %13,7 deng wergirt. Helbet bi faktorekê meriv nikare encamên hilbijartinê binirxîne, lê ku em wek biyanî di pencereya xwe de binirxînin dertê ortê ku ew li ser "pista" me dengê xwe zêdekirin. Divê Folkpartiet mecal nede Sverigedemokrater ku dibêjin : "Swêd ya swediyan e, karê biyaniyan li vir çi ye?!" Swêd di warî siyaseta biyaniyan de ji welatên din hin humaniter e, lê ev humanitera wê jî êdî hêdî hêdî ber bi bayê ve diçe. Wer xuya ye cîranê wê Danîmarka û partiya wan ya Danskafolkpartiet tesîra xwe li ser Folkpartiet a Swêdê jî kir. Di hilbijartina dawî ya Danîmarkayê de Folkpartiet dijminatiya biyaniyan kir û bû sirîgê hukûmetê. Lê Folkpartieta Swêdê partiyeke humanînist e, serokên wê yên berî wek Bengt Westerberg û Maria Leissner dostên biyaniyan bûn, divê ev xeta wan ji aliyê serokê Partiyê Lars Lejonberg ve bê mesandin. Popûlîstî dikare rayê merivan zêde bike, civatê birîndar dike û tedawiya wê jî zû bi zû nikare derman bike. Divê Lejonberg bîrve neke ku di hilbijartinê de tenê ji %7 dengên biyaniyan wergirt. Li gorî lêkolînekê ku li Danimarkayê hatiye kirin %55 danîmarkî naxwazin biyanî bên welatê wan îltaca bikin; û % 80 danîmarkî jî neêrînî li dînê îsalmê dinêrin. Daxwaz ew e ku li weltên din yên Ewrûpayê û li Swêdê tabloyeka weha dernekeve holê! XXX Di payizê de du buyerên girîng li baþûr û bakurê welatê me qewimîn. Di 4ê Cotmehê de li baþûrê welêt Parlamena Herêma Kurdistanê piþtî 6 salan civiya. Herdu partiyên gewrê PDK û YNK û parlamenterên wan, di parlamana Hewlerê de civîna xwe ya yekem pêkanî. Lihevhatina herdû partiyan di nav gelê Kurdistanê de bû ciyê kêfxweþiyê. FKKSê jî bû bêþdarê vê kêfxwesiyê û bi heyetekê gewre (8 kesan) bû þahîdê vê roja dîrokî. Di rûpelên Berbangê de nûçe û rismên vê seredana Federasyonê firehtir cî digrin. Li Bakurê welêt û li Tirkiyeyê jî di 3ê Mijdarê de hilbijartina giþtî pêk hat. Partiya AKê(Partiya Ronahî û Pêþketinê) ku di bin seroktiya Receb Tayyib Erdogan de hatiye saz kirin, bi serê xwe hat îktidarê, muxalefet jî bû Partiya Kemalîst û sekularîst ya CHP. Pistî 50 salan tenê du partî ketin Meclisa Mezin. Partiyên din hemû di bin bendavê de man. Kurd dîsa neketin Meclîsê. Wer xuya ye dijberî dê di navbera yên ku sekularizmê diparêzin û yên ku zorê bidin wê de rû bide. Ji ber ku serokê AKPê R.Tayib Erdogan ji ber gelsên hiqûqî nikaribû bibûya parlamenterm hikûmeta 58am di cigirserokê AKPê Abdullah Gulî de hat damezirandin. Di programa hikûmetê de ji bo çareserkirina pirsa kurdî tistek berbiçav tuneye, hew tê gotin, "ew ê pêdiviyên pîvanên Kopenhangê bi cî bînin" Lê li Tirkiyeyê herî desthilatdar lesker in. Heta polîtika di bin emrê leskeran de be , dê guhartinên esasî di siyaseta Tirkiyeyê de çênabe. XXX Di raya gistî ya Swêdî de Mehmed Uzunî wek nivîskarekî swêdî-kurdî tê nasîn. Ji ber kitêba wî ya ku li Tirkiyeyê hatibû çapkirin ji aliyê Mahkemeya Ewleyî ya Dewletê ya Diyarbekirê dawa hatibû vekirin. Di Nîsana 2002ê de ew besdarî mahkemeyê bû û îfadeyê xwe da. Em di vê hejmarê de îfadeya wî çap dikin, çapdikin ji ber ku ew li Swêdê dimîne û him kurd him jî bi taybetî kurdê Swêdê meraq dikin ku îfadeya wî bixwînin! Wî daxwaza Berbangê di cî de dît ku em parêznameya wî di rûpelê Berbangê de çap bikin. Parêznameya wî ji tirkî Cemal Batun wergerand kurdî. Hêvîya Bav û Kalan……. Keya Izol Neteweyê kurd bi sedan sal li hember zordestiyên dewletên dagîrker ser kiriye. Di vê rêyê de hejmareke mezin canê xwe yên giranbiha feda kirine, welatê me wêran û talan bûye. Îro jî bi milyonan kurd li ser axa xwe di rewsa penaberîyê de ne. Îradeya kurdan her daîm wek netewe ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa di gel hêzên sîyasî ku pêsengîya tevgerê dike, bûye. Di serên li hember dijmin kurd de ji bilî miletê xwe ji ciheke din alîkarî nestandîye. Dewletên dijmin li alîkî de zordestîyên xwe berdewam kirine û di alîyê din ve jî nehistine ku kurd di perçeyên din de bikaribin nefes bigrin. Yanzdeh sal in ku li basûrê Kurdistanê firsendeke dîrokî pêk hatiye û kurd li ser axa xwe azadîya xwe bidest xistine, îdareya xwe bi destê xwe didomînin. Di nav van yanzdeh salan de me bi sedan caran dît ku dewletên dagîrker yên perçeyên din çawa hewl didan ku planên xwe yên qirêj bixinin jîyanê. Dijmin gelek caran di van planan de biser ketin û yan dîrek bi mudaxeleyên eskerî yan jî bi geskirina nakokîyên hundîrî ya kurdan serê navxweyî pêk anîn. Me hemû encamên wan serên navxweyî ji nêzîk ve dît û jîya. Îro tu hêz nikare îddîa bike û bêje ku wan berjewendîyekî netewî bi dest xistin yan jî ew serana ji bo berjewendîya wan bû. Herkes ji alîyên xwe bedelên mezin dan. Berjewendîya netewî birîndar bû û azadîya kurdan bi derengî ket. Îro hêvîya bav û kalan, hêvî û xewna milyonan kurdan rast bûye û li perçeyeke Kurdistanê kurd azadîya xwe bidest xistine. Ev hingava dîrokî herweha wek ronahîyekî rêya azadîya perçeyên din jî anîye rojeva dinyayê. Teyîda statûya sîyasî (îdareya federe) ya Kurdistana basûr ji alîyê dewletên dinyayê ve, wê pirsa kurd bi hemû perçeyên Kurdistanê bixe rojeva dinyayê. FKKSê bi delegasyonekî hest kesan di roja yekgirtina Parlamentoya herêmî ya Kurdistana Iraqê besdarî kir û pistgirîya xwe ya xurt pêskesî ew armanca pîroz kir. Di hemû danûstandinên resmî de nûnerên FKKSê heman tistî anîn ziman. "Daxwaza dewleta federe daxwazeke rewa ya. Ev firsendeke dîrokî û jîyanî ye, divê em wê biparêzin". Bersîvên ku li me dihatin vegerandin jî her wan gotina teyîd dikirin. Îro li pêsîya me hemûyan, çi hêzên sîyasî û çi hêzên sîvîl wazîfeyên dîrokî heye. Divê em hemû ji bo pêsdexistina îdareya federe li basûrê Kurdistanê xebat bikin û giranîyê bidin ji bo erêkirina wê. Herweha em hemû bi hev re divê li hember êrîs û zextên dewletên dagîrker Tirkiye, Îran û Surîye li ser vê îdareyê, bikin. Dengên xwe li dij planên wan berz bikin xwe seferberê ji bo vê armanca pîroz bikin. Îro ji bo berjewendîya welat, roj roja nêzîkbûnê û geskirina hestên netewî ye. Bila xelqê me, dostên kurdan û herweha dijminên me jî bibînin ku em ji bo parastina îdareya Kurdistana Iraqê biqerar in û hîç rê nadin ji bo destên qirêj ku bixwazin wê birîndar bikin yan jî wê ji holê rakin. Tevî ku xeter û asteng li pêsîya îdareya Kurdistana Basûr hebin jî em ji bo pêserojê dikarin bi rehetî xwesbîn bin. Rojên azad gelek nêzîk e. Em vê yekê wek bangeke dixwazin bigihînin endam û dostên FKKSê. FKKSê, wek çawa bîstûyek salên dawîyê ji bo hêzkirina hestên netewî xebat kiriye, wê di pêserojê de jî pistgirîyeke xurt bide hingav û helwestên ji bo berjewendîya mîletê xwe. Sefera Kurdistanê
Li ser dawetnameya Parlamena Kurdistanê û bi biryara KG ya FKKSê di roja 2.10.2002 an de Keya Îzol, Hemîd Gewherî Kovan Amedî, Silîva Hesen, Nîzal Mehmûd, Salih Demir, Çîyavan Bamernê û Nûrî Salih çûn Kurdistana Basûr û besdarî civîna parlamentoyê li Hewlêr û Sileymanîyê bûn. Roja 3.10-200 an de Heyeta FKKSê di roja 3.10.2002 an di saet 18.00 de gihiste bajarê sêrîn ya Kurdistanê Dihokê. Heyeta FKKSê, li Dihokê ji alîyê berpirsîyarê derve ya KDP birêz Dr. Sewket Bamernê ve hat ezimandin û dûre ber bi bajarên Selehadîn û Hewlêrê rê ketin. Roja 4.10.2002 an Saet 02 de gihîstin Hewlêrê. Di saet 10.00 de besdarî civîna 1em ya Parlamena Kurdistanê bû. Civîn saet 11.00 de bi besdarîyên 5 parlamenên Asûrîyan, 51parlamenên ji franksîyona PDKê û 49 parlamenên ji franksîyona YNKê, bi besdarîyên birêzan Mesûd Barzanî û Celal Talabanî û serokatîya her du rêxistinan. Her usa bi besdarîya birêz Ezîz Mihemmed wek mêvanên parlamenê û mêvanên din dostên gelê kurd wek xanim Daniela Miterand, Serokê enstutiya Kurd li Parisê Kendal Nezan, heyeta Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û gelek çawdêr û rojnamevanên kurd û biyanî ve vebû. Civînê serokê parlamenê Dr Roj Nûrî Sawêz bi navê Xwedê û gelê Kurdistanê vekir û vê hengava mezin û girîng li gelê Kurdistanê pîroz kir. Besa yekem ya civînê xwendina pîroznameyan bû. Pîroznameya yekem ya wezîrê derve ya DYA ê Colin Pawil bû û dûra Xanim Mîterand axaftinek pêskes kir.Her usa birêzan Mesûd Barzanî û Celal Talabanî axatinek bo besdaran û bo gelê kurd pêskes kirin. Pistî hejmarina lîsteya franksîyona keskan, 23 endamên nû yê keskan sonda yasayî ya parlamenê xwendin. Civîna parlamentoyê, peymana Wasîntonê ku di roja 17.9.1997 an de di navbeyna PDK û YNKê de hatibû îmzekirin pesinand. Di roja 5.10.2002 an de; Saet 11.00 de heyeta FKKSê, navenda Hizba Sûî ya Kurdistanê ziyaret kir. Heyeta FKKSê, ji alîyê sekreterê HSK Kerîm Ehmed, tekoser û kedkarekî mezin yê tevgêra neteweyî ya Kurdistanê birêz Ezîz Mihemmed û çend endamên komîteya navendî, ji wan birêzan Melle Hesen, Suhel Zehawî û Dr. Kemal Sakir ve hat ezimandin. Birêz Ezîz Mihemmed, li ser pêvajoya asîtîyê di navbeyna rêxistinên Kurdan de û erkên kurdan ya paserojê qise kir. Serokê FKKSê Keya Îzol jî li ser kar û xebatên FKKSê agahdarî da wan. Di dawîyê de her du alî jî girîngîyek mezin dan asîtîya nav xwe ya kurdan û pistgirîyên xwe bo yekgirtina Parlamena Kurdistana Basûr nîsan dan. Saet 14.00 de heyeta FKKSê, serokê Parlamena Kurdistanê birêz Dr.Roj Nûrî Sawêz, sekreterê Parlamenê birêz Firset Ehmed û midûrê gistî ya Parlamenê Xusro Goran li Parlamenê ziyaret kir. Keya Îzol li ser navê FKKSê, bo asîtîya nav xwe û yekgirtina Parlamena Kurdistanê li birêzan û li gelê Kurdistanê pîroz kir.Her usa, bi kurtî li ser kar û xebatên FKKSê jî sekinî. Saet 15.30 de heyeta FKKSê, navenda Zankoya Selahedînê ziyaret kir. Heyeta FKKSê, ji alîyê serokê Zankoya Selahedînê prof.Sadî Berzencî ve hat ezimandin. Berzencî bi dirêjayî li ser berwerdekirina mezin li zankoyên Hewlêr, Sileymanî û Dihokê qise kir. Di nav qisa xwe de, ragîhan ku çend universiteyên nû vekirkirine û li wan Unîversîteyan de 700 mamoste kar dikin. Saet 17.00 de navenda Yekitîya Afretên Kurdistanê ziyaret kir. Heyeta FKKSê ji alîyê seroka YAK Sêrîn Amedî û çend endamên komîteya rêvebir ve hat ezimandin. Sêrîn Amedî li ser xebata YAKê agahdarî da. Heyeta FKKSê jî, her heval li ser berpirsîyarîyên xwe û li ser kar û xebatên xwe di FKKSê de qise kirin. Heyeta FKKSê êvarê jî bi çend wezîrên Kurdistanê re, ji bo xwarinê bûn mêvanê serokê Parlamena Kurdistanê Dr. Roj Nûrî Sawêz. Di roja 6.10.2002 an de: Saet 10.00 de heyeta FKKSê, Navenda rojnameya Birayetîyê ziyaret kir. Heyeta FKKSê ji alîyê sefê redaksîyona rojnamê Birêz Arîya Fireç û birêzan endamên redaksîyonê Ebdulrezak û Îsmaîl ve hat ezimandin. Di hevdîtinê de li ser nakokî û serên navxuyî hat qise kirin. Rojnama Birayetîye daxwaza hevpeyvînê ji heyeta FKKSê kir. Hevpeyvîn di 19.10.2002 an di hejmar 3820 an de hat belavkirin. Saet 11.300 de heyeta FKKSê, Wezereta Navxweyî ziyaret kir. Heyet ji alîyê wezîrê navxweyî birêz Kerîm Sincarî ve hat ezimandin. Sincarî li ser kar û xebatên navxweyî ya Kurdistanê agahdarî da heyetê. Di agahdarîyê de balkisan ser pirsa civakî û destkeftîyên xebata wezaretê. Saet 16.30 de Heyeta FKKSê, li bajarê Selehadînê Televizyona Kurdistanê ziyaret kir. Heyet ji alîyê berpirsîyarê KTVê Karwan Akreyî û berpirsîyarê peyvendîyan Birahîmê Hacî Salih ve hat ezimandin. Akreyî, li ser kar û xebatên KTV, her usa li ser îmkan mecalên wesandina xeber û programan agahdarî da heyetê. Heyeta FKKSê jî li ser kar û xebatên FKKSê agahdarî da û çend têbînîyên xwe li ser programên KTVê pêskes kir.
Di roja 7.10.2002 an de: Di saet 15.00 de heyeta FKKSê navenda serok wezîrîyê ziyaret kir.Heyeta FKKSê ji alîyê serok wezîr birêz Nêçîran Barzanî û wezîrên din Sewket Sêx Yezdîn, Sebaz Hewramî, û midûrê gistî ya parlamenê Xusro Goran ve hat ezimandin. Di hevdîtinê de li ser pêvajoya xebata asîtîya nav xwe, girîngîya yekgirtina parlamena Kurdistanê û bi gistî li ser rewsa Kurdistanê hat xeberdan. Saet 17.30 de heyeta FKKSê, pistî girêdana peyvendîyê bi cîgirê serokê parlamenê birêz Kemal Fuat û bi endamê parlamen û berpirsîyarê peyvendîyên derve yê YNKê birêz Seadî Ehmed Pîre, ber bi Suleymanîyê bi rêket. Saet 20.40 de gîhiste bajarê Suleymanîyê û sevê li Hotel Suleymanî Palasê derbas kir. Di roja 10.8.2002 an de: Saet 10.00 de heyeta FKKSê, çû salona civîna 2 em ya Parlamena Kurdistanê ku li Hotel Suleymanî Palasê pêk hat. Dr. Kemal Fuat civîna 2 em ya Parlamentoya Kurdistanê vekir. Serokên Komîteya Asîtîyê, ji YNKê birêz Omer Seîd Elî û PDKê birêz Samî Ebdulrehman, li gor peymana Wasintonê raporên kar û barên xwe ji 1em heta civîna 100 em pêskes kirin. Her usa di pêvajoya asîtîyê de, ji bo birêzan Mam Celal û Kek Mesûd û ji bo hemû endamêmêm Parlamentoyê serketinê xwestin û sipasîyên xwe pêskesî gelê Kurdistanê kirin. Dr. Kemal Fuat, di xala 2 em ya civînê de daxwaz ji Mam Celal û Kek Mesûd kir ku axaftinên xwe pêskes bikin. Her du birêzan axaftinek kurt pêskesî civînê kirin. Di dawîyê de pîroznameyên dem û dezgehên kudî û biyanî hate xwendin. Yekem pîroznameya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hat xwedin . Saet 14.00 de heyeta FKKSê, xwest televizyona Kurd Satê û rojnameya Kurdistana Nû ziyaret bike. Lê ji ber hin kar û xebatên wan, di wê rojê de mecala hevdîtinê çê nebû. Pistra hin heval ji heyeta FKKSê çûn nav çarsîya Suleymanîyê û bi xelkê re li ser pêvajoya asîtîyê û rewsa jiyana wan de sohbet kirin. Di roja 9.10.2002 an de: Saet 100.00 de heyeta FKKSê bi wesîleya birêz Saedî Ehmed Pîre, daxwaza hevdîtina berpirsîyarê Cepheya Tirkmenan Senan Qesab kir. Yek ji berpirsîyarên Cepheya Tirkmenan li Suleymanîyê bi navê ?sa, hevdîtina FKKSê qebûl nekir. Cepheya Tirkmenan nêzî 350-400 çekdarên wan heye. Li gor xelkê, li gor berpirsîyarên dem û dezgehên demokratîk ya Kurdan û rojnamevanan, peyvendîyên wan bi dewlwta Tirkîyê re heye û ji alîyê teskîlata îstixbarata Tirkîyê MITê ve tên îdarekirinê. Loma ne amadenin ku desthilatdarîya kurdan li Kurdistanê qebûl bikin. Li gor hejmartinên gistî ya sala 1957 an, nifûsa Iraqê bi Kurd, Ereb û Hûrgelên di ve 6 milyon û 300 hezar kes bû. Tirkmen jî li tevayîya Iraqê de hejmarên wan 142.000 ji tevayîya nifûsa Iraqê bû. Nifûsa kurdan jî 2,5 milyon bû. Saet 13.00 de heyeta FKKSê, navenda peyvendîyên derve ya Yekitîya Nistîmanê kurdistan ziyaret kir. Heyeta FKKSê ji alîyên berpirsên peyvendîyên derve û nûnerê franksîyona kesk li Parlamena Kurdistanê de birêz Dr. Seadî Ehmed Pîre, wezîrê peyvendî û hevkarîyê birêz Ebdulrezaq Ezîz Mîrze û wezîrê mafên mirovatî û kar û barên ewareyan birêz Selah Ebdulqadir Resît ve hat ezimandin. Di hevdîtinê de li ser nakokîyên Cepha Tirkmenan, li ser kar û xebatên pêvajoya asîtîyê, yekgirtina parlamena Kurdistanê, li ser rewsa perwerdegerîyê li kurdistanê û li ser pirs û pirsgirêkên FKKSê di dema serê birakujî de, qise hat kirin. Heyeta FKKSê, êvara wê rojê jî ji bo xwarinê li parka Azadîyê de bûn mêvanê birêz Dr. Seadî Ehmed Pîre û bi çend parlamenter û berpirsîyarên YNKê re xwarin xwar. Saet 16.00 de heyeta FKKSê, navenda serokwezîrtîya Kurdistanê ya herema Suleymanîyê ziyaret kir. Heyeta FKKSê ji alîyê serok wezîr ya herema Suleymanîyê, birêz Dr. Berhem Ehmed Salih, wezîrê heremê Burzo Elî Hejar û wezîrê kar û barên pêsmerge Sêrdil Ebdullah Hewezî ve hat ezimandin. Di vê hevdîtinê de Dr. Berhem Ehmed Salih, di heqê çalakîyên hukumeta herema Suleymanîyê de agahdarî da. Her usa serokê FKKSê jî li ser pir û pirsgirêkên FKKSê de axivî û her du alî jî, ji bo asîtîya nav xwe û yekgirtina Parlamena Kurdsitanê daxwaza serketinê kirin. Di roja 10.10.2002 an de Saet 10.00 de heyeta FKKSê serokê PDKê birêz Mesûd Barzanî ziyaret kir. Heyeta FKKSê ji alîyê Birêz Mesûd Barzanî, nûnerê Hukumata Kurdistanê Kurdistanê li Swêdê Teha Berwarî ve hat ezimandin. Di hevdîtinê de birêz Barzanî li ser çend xalên gring ya pirsa kurd wek, asîtîya nav rêxistinên kurdan de, yekgirtina Parlamena Kurdistanê, siyaseta dijmin yên li der û dorên Kurdistanê, siyaseta PDKê û paserojên Kurdan, qise kir. Heyeta FKKSê ji bo pêsewazî û ezimandina germ ya birêz Mesûd Barzanî, sipas kir. Saet 14.00 de nûçevanên TV Kurdistanê ji bo hevpeyvînek li ser dîrok û kar û xebatên FKKSê, bi nûnerûn heyetê re yek bi yek hevpeyvînek çêkir. Ew heypeyvîna wek programek taybetî li ser FKKSê, di TV Kurdistanê de hat belavkirin. Saet 18.00 de serokê Komeleya Zanîyarî ya Kurdistanê li Hewlêr, birêz Mamoste Sukur Mistefa, heyeta FKKSê ziyaret kir. Mamoste Sukur Mistefa ji alîyê heyeta FKKSê ve hat ezimandin. Di hevdîtinê de li ser rewsa xebata rewsenbîrî, azadîya fikrî û rojnamevanîyê de qise hat kirin. Di roja 11.10.2002 de Saet 10.30 de heyeta FKKSê, zîndana Jin û Zarokan li Hewlêrê ziyaret kir. Heyeta FKKSê ji alîyê berpirsîyarê zîndanê û karkeran ve hat ezimandin. Li gor agahdarîya yekser ji zîndanîyan, xên pêkanîna yasayan, tu teade li zîndanîyan ne dihat kirin. Di warê tendurustî de rewsa wan bas bû. Di warê perwerdegerîyê de qursa xwendin û nivîsandinê, qursa durûnê ji bo jinan hebû. Zarok jî xwendina mekteba xwe di zîndaê de di domandin. Di oda wan de TV hebû, wextên xwe yên vala bi spor û lîstikên din ve dadigirtin. Saet 13.30 de heyeta FKKSê, Navenda Tevgêra Asûrîyan ziyaret kir. Heyeta FKKSê, ji alîyê endamê serkirdayetîyê Simaîl Neno, berpirsîyarê peyvendîyên gistî Fersey Wirde ve hat ezimandin. Di hevdîtinê de li ser rewsa Asûrîyan û peyvendîyên wan bi Kurdan re, li ser pêvajoya asîtîyê, azadî û demokrasîyê li Kurdistanê û li ser kar û xebatên FKKSê, qise hat kirin. Saet 16.30 de heyeta FKKSê Navenda Hizba Demokrata Kurdistana Iranê li Koyê ziyaret kir. Heyeta FKKSê ji alîyê birêz Mistefa Hîcirî, Hesen Rastegar, Feteh Kawîyan, Hesen Serefî, Mehemed Nezîf, Xecîc Mensûrî û çend kadirên din yên Hizbê ve hat ezimandin. Hîcirî bi xêr hatina heyeta FKKSê kir û di atmosfereke gerem de li ser rewsa Kurdistana Îranê, li ser rewsa yekgirtina Parlamena Kurdistana Basûr û her usa li ser kar û xebatên FKKSê û YJKê sohbet hat krin. Pistî sohbeteke germ, heyeta FKKSê ji bo xwarinê hat ezimandin. Di roja 12.10.2002 an de Saet 11.00 de heyeta FKKSê, wezareta peyvendîyan ziyaret kir. Heyeta FKKSê ji alîyê wezîrê perwerdê birêz Ebdulezîz Tayib ve hat ezimandin. Di hevdîtinê de birêz Teyib li ser metodên perwerdegerîyê li Kurdistanê agahdar da. Li gor agahdarîyên Tayib, hejmara ne xwedewanan li Kurdistanê 34% e. Ji bo ku li Kurdistanê ne xwendewar nemînin, li Kurdistanê xwendina mecbûrî danîne. Heta niha 43 hezar kesên ku salên wan di navbeyna 15 - 45 nin ferî xwendin û nivîsandinê bûnin. 45 hêlînên zarokan çê kirine û bi metodên Swêdîyan ve tê birêvebirinê. Saet 12.30 de heyeta FKKSê, Wezareta Rewsenbîya Kurdistanê ziyaret kir. Heyeta FKKSê ji alîyê wezîrê rewsenbîrîyê birêz Mehmûd Mihemmde ve hat ezibandin. Di vê hevdîtinê de li ser kar û xebatên Wezaretê, erkên rewsenbîran û li ser karên FKKSê qise hat kirin. Saet 15.30 de heyeta FKKSê, Navenda Yekitîya Islamîyên Kurdistanê ziyaret kir. Heyeta FKKSê ji alîyê berpirsîyarê ?slamîyan birêzan Mamoste Selahadîn Mihemmed Behadîn, endamê polît broyê birêz Dîndar Neeman Doskî, endamê serkirdayetî û berpirsîyarê peyvendîyan Heme Resît Mawetî ve hat ezimandin. Di vê hevdîtinê de li ser asîtîya kurdan û yekitîya Parlamena Kurdistanê, îslamîyet û pirsa jinan û li ser kar û xebatên FKKSê hat peyivîn. Saet 18.00 de heyeta FKKSê, birêz Mamoste Muntaz Heyderî û Dr. Cemsîd Heyderî ziyaret kir. Di atmosferek germ û dostane de, bi gistî li ser pirsa kurdî, siyaseta rêxistinên Kurdan, azadîya fikrî li Kurdistanê û erkên rewsenbîran hat peyivîn. Birêz Mamoste Muntaz Heyderî, arsîv û kitêbxaneya xwe ya dewlemend nîsanî heyeta FKKSê da. 13.10.2002 an de Heyeta FKKSê vê rojê ji bo karên serbet hist. Heyetê li bazara bajarê Hewlerê gerîya, bi xelkêre sohbet kir. Her usa hin sexsîyetên kurdan jî wek Muntaz Heyderê Mamoste Xalid Husamî(Hêdî)û birêz Ezîz Sêx Riza dît. 14.10.2002 an de Heyeta FKKSê bajarê Hewlêrê bi cîh hist û berbi gundê Barzan ve birêket û bi çelengek çûn ser Qebrê serokê Nemir Mistefa Barzanî û hêja Îdrîs Barzanî û sipasîyên xwe pêskesî wan nemiran kir. Heyeta FKKSê di eynî rojê de navenda pîroz ya kurdên yezidî Lalesê ziyaret kir. Saet 18.00 de Heyeta FKKSê, li bajarê Dihokî ji alîyê birêz Sewket Bamernê ve hat ezimandin. 15.10.2002 an de Saet 8.30 de heyeta FKKSê Parezgeha bajarê Dihokê ziyaret kir. Heyet ji alîyê birêz Nêçîrvan Ehmed ve hat ezimandin. Di hevdîtinê de birêz Nêçîrvan, behsa projeya parêzgerîya Dihokê kir. Heyeta FKKSê xweshalîya xwe bi serketina wan nîsan da û xairê xwe ji Dihokê xwest. Saet 9.30 de heyeta FKKSê Navenda Fermandeyîya Dihokê ziyaret kir. Heyet ji alîyê birêz Feysel Rostegî û hejmarek fermandên din ve hat ezimandin. Birêzan kar û xebatên xwe yên eskerî pêskesî heyeta FKKSê kirin. Saet 12.00 an de heyeta FKKSê¨gîhiste çemê Diclê ku sînorê Kurdistana Basûr bû. Heyete FKKSê, li wir ji alîyê Sewket Mihemmed Hesen ve hat ezimandin. Pîstî xelaskirina karên îdarî, heyeta FKKSê malavayî li Kurdistana Basûr kir. Têbinî: Pêwîst e bêjin ku Ferhat Gewherî flim û wêne kisandina Heyeta FKKSê girtibû ser xwe û ev yeka cîhê spasîyê ye..Ferhat li ser hesabê xwe bi heyetê re hat Kurdistanê. Endamê Politburoya PDK-Iranê Mistefa Hicrî
"Li Kurdstanê Xelq û hikumta Îslamî li dijî hev disekinin!" Endamên redaksîyona Berbangê Kovan Amedî û Hemîd Gewherî, di sefera Kurdistana basûr de, bi endamê polîtbroya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, Mistefa Hîcîrî re hevpeyvînek ji bo xwendewanên Berbangê çêkirin. Berbang: Pêsî em dixwazim li ser navê redaksîyona Berbangê sipasîya xwe pêskesî te bikin ku te vê wextê xwe ji bo xwendewanên Berbangê veqetand. Pirsa me e we, gelo Kurdistana îranê îro di çi rewsê de ye? Mistefa Hîcîrî: Ez jî ji dil ve sipasîya we dikim ku hûn vê hevpeyvînê min re çê dikin ku ez bikaribim bi xwendewanên Berbangê re biaxivim. Di bersîva pirsa we de, pêwîst e bêjim ku rewsa Kurdistana Îranê, besek ji rewsa siyasî ya Îranê ye. Lewra nakokîyên siyasî ya Îranê, li Kurdistanê jî rû dide. Hemû bîr û bawerîyên siyasî li gor mêzîna dîktatorîya olî ve tê nirxandin. Ew jî dijayetîyê bi hemû dîtinên cuda re dike. Hemû berpirsayerîyên girîng di destê ew kesên ku vê sîstemê diparêzin de ye. Her di despêka damezrandina Komara Îslamî de kesên ne sareza û pispor berpirsîyarîyên girîng girtin ser xwe. Ev yeka di civatê de ne razîbûnek bi xwe re anî û roj bi roj mezin bû ku ne tenê dijberên rejîma Komara Îslamî, bel ku besek ji wan kesên ku alîkarên tund û tûj yên rejîma Komara Îslamî bûn û amade bûn ku ji bo bi cihkirina vê hukumetê canên xwe bidin, îro ew kes jî diji hukumeta olî nin. Ne ji ber ku pir demokrat in, lê gihistinin wê qeneatê ku rejîma îslamî di 24 salan de nikarîbû ku pirs û pirsgirêkên civata Îranê careser bike. Ji ber vê yekê her çû pistgirên olî kêm bûne. Loma, hukumeta olî mezintirîn derbe li Îslam daye û hurmeta wî sikandîye. Ji bo çareserkirinê divê dîn ji hukumet û ji siyasetê bê cûdakirin. Ev dîtina, bi mezinbûna nakokîyên civakî li Îranê de her diçe zêdetir dibe û hilgir û pistgirên xwedîyê nêrînên isalmîyên tund û tûj, her roj zêdetir dikevin bin zext û fisarê û desthilatdarîya hukumata xwe di tirsê de dibînin. Ji bo ku pîsî li tirs û hilwesandina rejîma xwe bigrin, zulm û zordarîyên xwe zêdetir dikin. Ew rewsa di siyaseta nav xwe û ya derve ya Komara Îslamî de xwe bi gelek eskere nîsan dide û her usa berdewam e. Ev rewsa li Kurdistana Îranê jî hakîm e. Bi vê cûdayetîya ku li Kurdistana Îranê piranîya xelkê ne musluman in Siî nin, ku piranîya xelkê sûnî nin û ev jî li dijî hukumetê bêzarîya xelkê zedetir dike. Ji ber ku hukumeta Sîe, dixwaze daxwazên xwe bi darê zorê bi xelkê bide qebûlkirinê. Ew yeka bûye sebeb ku xelkê, ji hukumetê dûr ketîye û wek hukumeta xwe nabînin û li dijî hukumetê disekinin. Hukumeta Komara Îslamî, bi çavên dijmin û wek hemwelatîyên 2 em li xelkê Kurdistanê dinêre. Ji bo jî, karên avakirina Kurdistanê li gor besên din yê Îranê, li pasda ye. Li Kurdistanê tu Kargeh û Karxaneyên ku xwedî berhem bin û kar ji bo xelkê peya bikin tuneye. Karbidestên mezin ji besên din yê ?ranê tînin bo Kurdistanê. Ji ber vê yekê jî xelkên bêkar û betal li Kurdistanê pirtir e. Kesên ku daxwaza kar, nan û azadîyê dikin, ji alîyê rejîmê ve wek cudaxwaz û ji derwe tên îdarekirn, bi nav dibin û bi zorê dengên wan tê birin. Bîr û bawerîyên ayînî û her tistên ku bi kultura kurdî ve girêdayî bin, di radîyo û televîzyonên xwe de, henekên xwe pê dikin û biçûk dixînin. Evane û gelek tistên din ku li vir nayên gotin, destên xwe hev û Kurdistanê kirinên cîhê rik û acizîya xelkê kurd. Di Kurdistanê de xelk û Hukumeta Isalmî zêdetir ji hev cuda bûnin, dijî hev disekinin û tu alîyek, alîyê din qebûl nake. Cudabûnek din jî li Kurdistanê ew e ku di besên din yê Îranê de, hêzên siyasî yên dijî rejîmê bi tundî sikestin xwarin, îmkarên wan yên rêkxistina xelkê kêm bûye û zeyîf in. Li Kurdistanê de ber eksê wî, Hizba Demokrata Kurdistanê û hin rêxistinên din, bi taybetî jî Hizba Demokrata Kurdistanê, di nav xelkê de, her tim xwesewîste û cîhê bawerîyê ye. Hejmarekî mezin ji xelkê di nav refên Hizbêde bi rêxistin in û Hizib rêberîya wan dike. Ango dikarim bibêjim ku Kurdistan di warê bi rêxistinîya xelkê de ji hemû besên din yê Îranê pesketîtir e. Evîya bi xwe jî, hêvîyek mezin dide xelkê Kurdistanê. Xuyaye rewsa siyasî ya dinyê û bi taybetî jî ya navçê, bi qezenca kurdan ve bi dilxwesî diçe pês û evaya jî dilxwesîyeke mezin di nav xelkê de pêk anîye û xelkê li dijî rejîmê çalaktir kirîyê. Berbang: Li gor xebera ku gîhistîye destê me, 3 hevalên we çend roj berê di zîndana rejîma Îranê de hatinin gulebarankirin. Dikarî navên wan kesana û sebeba îdamkirina wan ji bo xwendewanê me bibêjî ? Mistefa Hîcîrî: Sê hevalên me yên ku nû hatinin îdamkirin ev kes in; 1- Hemze Qadirî, xelkê bajarê Serdestê ye, endamê Hizbê bû. Di sala 1997 an de ji ber kar û xebatên Hizbê, ji alîyê rejîmê ve li Serdestê hatibû girtin. 2- Xalid Sewqî, xelkê bajarê Ûrmîyê ye. Di despêka Komara îslamî de, hat nav refên pêsmergên Hizba Demokrata Kurdistanê Îranê û di wextek kurt de bû fermandê hêzên pêsmerge. Di sala 1989 an de ji ber pirsên xwe yên malbatî, karên pêsmegetîyê berda û xwest derkeve derveyê welat. Sala 1992 an de ji alîyê polîsên tirk ve tê girtin û wî teslîmê Komara Îslamî dikin. 3- Celîl Zêweyî, xelkê navçeya Serdestê ye. Pêsmergê Hizba Demokrata Kurdistana Îranî bû û ji alîyê hêzên rejîmê ve tê girtin. Her 3 heval jî pistî bi salan di îskenceya zîndana Komara Îslamî de, tu mafên wan yê xwe parastina huquqî nebû. Komara Îslamî rê neda wan ku ji xwe re avuqat temîn bikin. Di 7.10.2002 an de li zîndana bajarê Ûrmîyê tên îdam kirin. Lasên wan didin bo malbatên wan û malbatên wan mecbûr dikin ku bi sev lasên wan bibin û bi sev jî vesêrin û tu serxwesî jî ji bo wan daneynin. Evana besek ji kirinîn Komara Îsalamî, li dijî gelê meyê azadîxwaz e. Berbang: Raya we li ser serketina pêvajoya asîtîyê û lihev hatina PDK ? YNKê çîye? Mistefa Hîcîrî: Bê guman lihevhatina PDK û YNKê ku her du hêzên sereke yê Kurdistana Basûr in, wek hemû lihevhatin û peyvendîyên birayane, di nav hêzên kurd de cîhê xweshalîyê ye û daxwaza hemû kurdên nîstîmanperwer e. Bi taybetî ku ev her du hêz, pistî serekî ne xwes gîhistine wê qenatê ku li cîhê ser û dijminayetîyê de, peyvendîyên dostane bi hev re deynin û ew rojên ne xwes yên borî, li dû xwe bihêlin û rûpelekî nû ji bo peyvendîyên xwe vebikin. Em wek Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, pistgirîya vê helwesta wan dikin û hêvîdar in ku ev lihevhatina bibe lihevhatinekî yekcarî û ji vir wê de pistgirêkên xwe, di sûna ser de, bi rîya asîtîyê çareser bikin.
"Ez cudxwaziyê ne wekî ehmeqiyek, lê herweha wekî ramanek xeter jî dibînim"
Parêznameya Mehmed Uzun ku pêskêsî Dadgeha Ewletiya Dewletê Nr.4 a li Diyarbekrê kirî 19. 04. 2002 Birêz Serok, Birêz endaman ên civata dadgehê Gava ez dest bi vê parêznameya xwe ya biçûk girêdayî vê dadê dikim, di destpêkê de dixwazim bersîva iddiaya birêz Dadwêr li ser cudaxwaziyê bidim. Li ser bîngeha ku ez mafên çandî û zimanî yên Kurdan diparêzim, ev iddiaya ku li hemberê min û nivîskariya min tê kirin ne rast e. Herweha neheqiyek hemberê nivîskariya min e. Ger birêz Dadwêr romaneke min an jî nivîsên min xwendibiya yan jî tevayiya axaftima min ku bûye sedêmê vê dadê girtibiya ber çavan, dibe kû idiayek weha jî nekiriba. Ez nivîskarek pirrzimanî û pirrkulturî me. Hevwelatiyê Komara Turkiye û herweha yê Swêdê me. Bi çend zimanan dinivîsim, bi çend zimanan dixwînim, herdem bi çend zimanan ramanan dikim û dijim. Ez Kurdek ji Turkiye me û min ji nivî zêdetir jiyana xwe li Ewrûpayê, Swêd û Skandinavyayê derbas kir. Mêrasa kulturî ya Mezopotamyayê, Anadolê û herêma Egeyê, herweha edebiyata Ewrûpayê û Skandinavyayê, edeta gotinî ji bo jiyana min û nivîskariya min gelek girîng in. Destana Gilgames, Tewrat, Incîl, Quran çîrokên di ola Zerdestî de, meselokên girêdayî gelek pêxamberan, perçeyên jîndar ên hawîrdora kulturî ne ku ez tê de hatim dunyayê û mezin bûm. Dengbêjûn Kurdan, evîndarên Turkmenan, murxên Ermeniyan, stranên Asurî û Suryaniyan, qewillên Êzîdiyan wekî dengên jîndar ên zarokî û xortaniya min hîn jî bi min re dijîn. Serkaniyên sereke yên zanîna min a dîrokî Herodot ê Egeyî, yek ji mamosteyên min ên nivîskariyê jî Homeros ê Egeyî ye, ku serê li Truva ya Dardaosê, Çanakkale bi awayê gotinî aniyê zimên. Pasî ku ez çûm Ewrûpayê, Swêdê , li wir bi mêrasê edebî, kulturî û zimanî yê dewlemend re bi awayek berfereh ez jiyam. Ez fêr bûm, min lêkoland û ew kirin dewlemendiyên neveqetandî yên jiyana xwe. Îro edebiyat û helbesta nûjen a Swêdê, edebiyata neteweyî ya Norweçê, sagayên (çîrokên) Îslandayê, destana Kalevala ya Finlandiyayî, edeta gotinê ya edebî ya Danîmarkayê û li vir hîn gelek nivîskar û dengên edebî ku wan afirandî ku pêwîst nake ez binav bikim, niha bi tevayî girêdayî min û perçeyek ji nivîskariya min in. Ger tecrubeyên min ên rewsenbirî yên Ewrûpa û Skandinavyayê nebûya, min dê nikarî nivîskariya xwe ku gelek girêdayî Mezopotamya, Anadolê û Egeyê jî nikarîbûya biafîrinim. Di jiyana min a ku girêdayî bêsensiyan e, dibe ku mezintirîn sensê min ev bû: pirrkulturiyek rasteqînî. Wekî nivîskarek ku xewnên xwe jî bi çend zimanan dibîne, ku her dem di nav rewsek pirrziman, rewsenbîrî û kulturên cewaz jiyayî, ez ger bixwazim jî nikarim cudaxwaziyê bikim. Watiniya min ne cudaxwazî lê hev gihandin e. Ez cudaxwaziyê ne wekî ehmeqiyek, lê herweha wekî ramanek xeter jî dibînim. Wekî nivîskarek pirrkulturî, nîjadperestî, qewmîparêzî, ideolojiya totaliter û pêsînhukmiye hemberê ziman, ol, nasname û kulturên din cenaweriyek çawa ye, ji tecrubeyên xwe yên sexsî ve nas dikim û ji van tistan jî qet hez nakim. Wekî nivîskarekî, di hemû roman û nivîsên xwe de, di axaftin û hewldanên xwe yên edebî de, li ser babetekê ez gelek rawestiyam; li derveyî kîndarî, nefret û pêsînhukmiyê, avakirina cîhwarekî edebî ya di xizmeta miroveyetiyê, ku hemû ziman, ol, kultur û sexsiyetên kulturî bikarin bigihin hev. Wekî zarokek ji dê û bavek Kurd, ji vir biqasî 70 km dûr, li bajarek biçûk ez hatim dine. Zimanê min ê zikmakî kurdî bû, edebiyata bidevkî ya Kurdî dewlemendiya yekemîn a ruhê min avakir. Ji ber vê yekê û wekî pê hîskirina berpirsiyariyek ehlaqî jî ez romanên xwe bi kurdî dinîvîsim. Bi ser hemû giraniyên xwe ve jî, avakirina hunerê modern a romana mirovî ya Kurdî, bû ye erka navendî ya jiyana min. Lê, vê yekê ne ji bo pêkanîna cudaxwaziyek ehmeqî, lê ji bo, ji Kurdan re, ji Turkan re, Turkiye û cîhanê re, gihandina dengek cewaz, pêskêskirina qeder û çîrokên mirovî yên cuda anîn ve girêdidim. Ne ji bo cudaxwaziyê, lê ji bo dewlemendkirina tistên heyî, ez dinivîsim. Ger ez ne Kurd bam jî, ez dê dîsan ku zimanek,nasnameyek û mafên Kurdan hene, bibejim û biparêz im. Ji ber ku li gor dîtina min di dunyayê de divê mafên her kesî yên van mafan heye û dive destdirêjiya van mafan neyête kirin. Ez bawer dikim, ji besek mirovan re parastina van mafan û ji besek din re ne parastina wan, bi gotinek herî sivik ne helwêstek hevdem e. Maf û azadiyên kesayetiyê ji bo min gelek girîng e û ez li gel parastina van mafan ji bo her kesî me. Di cîh de ye ku ez bibêjim, gava di dema diktatoriya Jivkov de, min mafên hindikahiyê yên Turkên Bulgaristanê parast û ji bo mafên wan her tistê ji destên min tê, min kir. Li wir zimanê Turkan hatibû qedexe kirin, navên wan hatibûn guherandin, astengî li ber bicîhanîna wacibeyên wan ên olî hatibûn derxistin. Qebulkirina vê yekê ne mumkin bû. Ji bo hewldanên min ên bidestxistina mafên rewayî yên Turkên Bulgaristanê, sahida min helbestvan Blaga Dimitrova ye, ku pistî ketina Jivkov, bû cîgira Serokkomar. Ji bo Arnawutên Kosovayê jî her tistê ji destê min hat, min kir. Rejîma Serban, ziman, nasname û kultura Arnawutên Kosovayê pelixandibû, herweha têkiliya koleyan li gel wan dikir. Li hemder vê yekê diviyabû bête rawestan. Ez nikarim bêjim, ku min gelek tist kirin, lê sahidê helkeftinên min helbestvan Ibrahim Ragova ye, ku berî demekê wekî Serokomarê Kosovayê hate hilbijartin. Ez van nimûneyan ji ber vê yekê didim; li gor min mafên kesayetiyê yên ziman, ol û nasnameyê muqadess in. Hemû bêje, ziman, ol, taybetiyën kulturî ji pêwîstiyên mirovayetiyê derketine holê û bersîvek girêdayî pêwîstiyên cîhana ruhiyane û hîssiyatê ne. Hebûn û pêsveçûna wan me hemûyan dewlemendtir dike, qedexekirin û ji holê rakirina wan jî, me hemûyan ango mirovayetiyê hejartir dike. Her kes dibe ku xwedî îdeolojiyek, siyasetek û ramanekî be, lê tu caran, li tu sûn û cîhwaran, tu kes divê ziman, ol û kulturê neke aletê hesabên berjewendiyên xwe; ziman, ol û kultura kesên din qedexe neke; wan rencide neke. Qedexekirina ziman, ol û kultura kesan, yan jî ji bo holê rakirina wan karkirin cudaxwazî ye. Ne tenê cudaxwazî, herweha tewanbariyek mirovî ye jî. Hemberî hemû seran, tevlîheviyên siyasî, jêr û jorbûna rewsa aborî û civatî jî, hin pîvanên mirovayetiyê yên qayim hene.; wicdana mirovî û dilovanî. Pîvana min a nerîna mirovan û jiyana, ne îdeolojî û siyaset in, wicdan û dilovanî ye. Ji ber dijayetî û berberiya rojane, gelek caran ew dengê dilovanî û wicdana mirovayetiyê ku em nabîhîsin, di tevayiya dîrokê de her ev yek ji me re gotiye; dest navêje ziman, ol û kultura kesayetiyê. Wicdana mirovayetiyê û dilovanî her dem bîngeha pêsveçûna mirovoyetiyê bû ye. Rejîm, dewlet, rêxistin, siyaset, îdeolojî û huquqa ku girêdayî wan hatiye afirandin, her çend xwestibin dengê wicdana mirovayetiyê û dilovaniyê bibirin jî, di dawiya dawî de dengê rastiyê û mafedariyê her ew deng bû ye. Girêdayî Turkiye jî, dengê dilovanî û wicdana mirovayetiyê, li gora baweriya min vê yekê ji me re dibêje; Kurd û her kesê hevwelatiyê Turkiye di warê ziman, ol û kulturë de divê azad û xwedî mafên wekhev be. Pirsgirekên siyasî çawa têne çareserkirin ez nizanim, lê li gor min astengên siyasî, huquqî û kulturî di pês bikaranîna ziman, ol û kulturên hevwelatiyên Turkiye de divê bêtin rakirin, ji bo pêsxistina wan alîkarî bête kirin. Ji ber ku, rêya Turkiye´yek hevdem, murefah û demokrat tenê weha dikare vebe. Ji ber ku, berjewendiya Turkiye û pêseroja wê ya hevdem di avêtina vê pêngavê de ye. Li tevayiya cîhanê rastiyeke ku em her cae pê re berbiçav tên heye; qedexe û astengî, ne kesayetan, ne jî civatan tînin rewsek hevdem. Bîngeha hevdemî û nûjeniyê, azadî, wekhevî û xosdîtinî ye. Di axaftina xwe de ku bûye egera vë dadê min ev yek anîn zimên. Birêz Dadwêr dikare ne li gel van dîtinan be, lê li ser vê babetê li hemberê min dad vekirin û danûstandina teroristan li gel min kirin, daxwaza wî ku bi tewana qanuna li dijî terorê ez bêm cezakirin, daxwaziyek ecêb e. Lê di noqteya ku Turkiye îro gihistiye de, tistek gelek eskere xuya dike; bi ser her yekê de jî Turkiye ji zû ve dest pê kiriye, ku guh bide dengê dilovanî û wicdana mirovayetiyê. Ji dervî çar-pênc nîjadperest û fanatîkan, tevayiya civatê, ji Serokkomar birêz Ahmet Necdet Sezer bigre, heta hevwelatiyê li kolanê her kes, Kurd jî di nav de li ser mafên ziman, ol û kultura diaxife, ji bo vê yekê xebata tevayiya civatê, nîsana vê pêskeftinê ye. Ew axaftina min, ku jêderek ji nivîsên min ku li hin cîhwarên din ez bi awayek hîn berferehtir û biser û ber çapdikim, çiqasî bibin tenê besdariyek edebî û kulturî, ji bo vê pêvajoya pêskeftinê ye. Ne tistek din. Birêz Dadwêr, ji ber ku min gotiye, sedsala berê ji Kurdan û neteweyên din re ne comerd bû, min sucdar dike. Ew gotinên ku min di axaftina xwe de gotî ez li vir carek din dubare dikim; sedsala derbasbûyî ne tenê beramberê Kurdan, beramberê tu kesan ne comerd bû. Li gor baweriya min, sedsala berê di dîroka mirovayetiyê de sedsala herî xwîndar, canî û ji aliyê wicdanê ve jî sedsala herî temahkar bû. Bû sedsala ser, nîjadperestî, totalitarizm û fanatizmê. Bê gûman ez li vir hesabê vê sedsala xwînxwar dernaxim. Lê tenê nimuneyek, vê sedsalê bas eskere dike: biqasê heft milyonan cuhî (musewî), tenê ji bo ku cuhî bûn, zal zarok, pîr xort, jin mêr, di kampên komkujî yên Nazistan de, bi awayekî sistematîk, bi kirinên ku aqil nagre, hatin xelandin. Ger ew sedsal hinekî merd bûye, hinekî guh bidaya dilovanî û wicdana mirovayetiyê, gelo dikarîbû van tevkujiyên nemirovane bicîh bî ne. Min ew axaftina ku bûye bîngeha dadê di 15 Çileya Pasîn 2002an de kir. Em di rojên pêsî yê sedsalek nû de bûn û min ji wan 6000 kesên xosewîst ên guhdar re, ku zehmet dîtibûn ku werin salonê û guhdariya min bikin, qala sedsala xwînxwar a derbasbûyî kir, anî zimên ku ev sedsala nu dive wekî ya berê nebe, ev erk ek ehlaqî bû ku min kir. Ger ez ji aliyê xwe ve bêjim, tenê bi du taybetmendiyên sedsala derbasbûyî ve ez dilsad bû me. Ya yekem: têkosîna ku ji bo maf û azadiyan kesayetiyê, rûmet û qedirbilindiyê hatî dan. Ya duyem jî, bi ser hemû zexmetiyên vê sedsala xwînxwar de, edebiyata mirovî ya bilind ku hate afirandin. Ez gava wekî nivîskarekî van yekan dibêjim, Benjamin ê ku ji ber Nazistan reviya û ber sînorekî de mecburê xwekustinê ma, di rewsa giran a surginê de Mann ê ku romanên "Yusuf û brayên wî" nivîsî, Broch ê ku "Mirina Virgilius" da, Mandelstam ê ku di jorên îskenceyî yên Stalin de hate qetlkirin, Pasternak ê ji ber ku pênûsa xwe nexiste xizmeta diktatorekî de û ji ber vê yekê li hember qempenyayên berfereh ên kêmkirinê hatin bikaranîn û bi tenê hate histin, Neruda yê ku dermanên pêwîst ji alî diktatorekî, ku serokkomarek ji alî rayên xelkê ve hilbijartî kustî, wernegirt û mir, di dema soresa kulturî ya Çînê de, bêhejmar nivîskarên ku qelemên wan hatin sikandin û surginê mirinê hatin kirin, di qempên komkij ên Naziyan de bêhejmar rewsenbîran, di cehenema Rojhilata Navîn de helbestvanên ku kilîd li zimanên wan hatiye xistin, hunermendên ku ji ber raman û hunerê xwe jiyana xwe di girtîgehan de derbas kirî, ez fikr dikim. Ev hemû nivîsvan û rewsenbîran, bi ser metirsiya mirinê jî, ji bo me, ji bo cîlên pistî xwe, edebiyatek û hunerek qedirbilind, ku em hemû pê dikarin serbilind bin, wekî mêras xistin. Ez di huzira we de spasiya van nivîskar, rewsenbîr û hunermendan dikim, ku di nivîsvaniya min de gelekî alîkariya min kirin, rêza gotinê zindî xistin û herweha wan bi minet bibîr tînim. Ez di sala 1953an de hatim dinê û gava ez hatim dinê Serê Cîhanê yê Duyem ji zû ve qediyabû. Bi ser vê yekê de jî, di tevkujiyên sedsala derbasbûyî de, bi Almanî, Japonî, Amerîkanî, Kurd û Turkê wî re, ez berpisiyariyek gistî ya me hemûyan me dibînim. Birêz Dadwêr dikare weha fikr neke, lê li gor min baweriya bi berpirsiyariyek tevayî û li gor vë yekê bizûtin, ji bo ku ev sedsala me nejibihe sedsala berê, gelek girîng e. Ger Turkiye ji rûdanên sedsala berê ji xwe re ders derxistibiya, bi ihtimalek mezin, besek mezin ji pirsgîrekên ku îro tên jiyandin dê çareser bibûyan û me ne qala mafên ziman û kultura Kurdan dikir, ne jî ev dad dihatin girêdan, ne jî gumanên me jî ji bo veqetandina Turkiye dibûn. Wekî nivîskarekî ku taybetiyên sedsala derbasbûyî rexne dike, van di roman û nivîsên xwe de bi pîvanên edebî tîne zimên, ez zimanan, ol´an, kulturan ne wekî metirsiyek cewaziyê, lê mêrasaek dewlemend a mirovî dibînim. Bi taybetî di herêma me de, gava qala zimanên zindî wekî Kurdî, Aramî, Suryanî, Ermenî, Erebî, Farisî, Ibranî tê kirin, ev babet hîn girîngtir dibe. Nêzîkê me, li ser van xakên ku Dicle û ava Diyarbekrê û hinek wirdetir xakên çemê Firat av dide ve, ev zimanên qedîm, zimanên yekemîn ên saristaniya mirovayetiyê ne û herweha yên gelekên mirovan in. Ger min ev ziman zanîbiya ez dê ne tenê bi Kurdî û Turkî, bi wan zimanan jî binîvîsim. Vê yekê jî, ne ji bo ku ez cudaxwaziyek hov, lê nivîsandina qederên nehatine gotin, felaketên mirovayetiyê yên ku hîn edebiyat nebûya sahidê wan, dengên ku nehatine bihîstin, cîhwarên ku hîn jî nikarîne xwe bidin gotin, bigîhinim cîhana edebî ya nujen, edebiyata me ya îro dewlemendtir bikim, pêk anîbiyam. Bi ser ku ez bi van zimanan nikarim biniv^sim jî, di tevayê romanên min de hebûna gelek zimanan, ol´an, cîhwaran, nasname û kulturan ji ber vê egerê ye. Di dawiyê de ez dixwazim vê bibêjim; ne ev dad, ne jî dadên wekî vê ne layiqî me û Turkiyeyê ne ku ji zû ve ketiye rêya bihîstina dengê dilovanî û wicdana mirovayeiyê. Pêseroja Turkiyeyê di azadiya girêdayî gotin, raman, ziman, ol û kulturan de ye. Bi rêz. Mehmed Uzun 19. 04. 2002 - Diyarbekir Pirsa "biyaniyan" kurd li Sûriyeyê Kamîran Haco Dîroka gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê , ne cuda ye ji dîroka gelê Kurd li parçên dîtir , dîroka zulm ,zor û înkarê ye, dîroka inkara mafên rewa yên miletê Kurd e.. Dîroka vî parçî bi peymana Saykis-Pîko (1916) ,destpêdike. Berî vê demê devereke bi navê Kurdistana Sûrî yan têrmekî weke Kurdên Sûrî tunebû.! Loma jî pirsên ko nijadperestên Ereb tînine holê weke ,gelo Kurd ji kengî ve li vî welatî bûn? Yan gelo ev qada ko îro li ser dijîn ya wan e? Pirsên ne di ciyê xwe de ne.. Ji xwe ev cure pirs bi du rengan têne giftûgokirin : -Siyasî , -Dîrokî. Ji aliyê dîrokî ve ,ko mijara pisporan e, hêjayî gotinê ye ko herêma ko îro Kurd lê dijîn (li Sûrya) tim bûye herêma miletê Hûrî . Li gor dîrokzanan ev milet ji bapîrên Kurdan tê jimartin ji ber ko miletê Kurd ji encama têkilbûna du grûpan e: 1-Grûpa gelên Qefqasî weke Kaþiyan , Hûriyan ,Lolo ,Gûtî .. 2-Grûpa gelên Îndo-Ewropî weke Mîdiyan , Kardoxan , Skîzan ûhw.. Hûrî di dîrokê de pir kevn in û temenê wan nêzî 5000 sal e. Lê eger em basa Ereban bikin , cara pêþî navê wan di dîrokê de, di pîlikên Aþûriyan de xuya dike , di sala 853an B.Z , ew jî li baþûrê Sûrya ko jê re ( Badiyet Elþam ) dibêjin..Û di sedsala 7 an de , bi Islamê re , li Kurdistanê xuyadikin.. Di warê siyasî de Ereb bi hemî aliyên xwey siyasî ve , peymana Saykis -Pîko napejirînin û weke peymaneke sexte nasdikin û dibêjin ko vê peymanê welatê wan li dijî vîna wan parçekiriye.. Em Kurd jî di eynî dîtinê de ne û ji mafê xwe jî dibînin ko bêjin ko vê peymana sexte ne bi tenê welatê me bêy vîna me parçekiriye, her weha bê heq em bê dewlet jî hiþtin û em bi dewletên dîtir ve girêdan..Yanî hem welatê me parçekirin hem jî welatê me li miletên dî parvekirin..!! Ev yeka han di praktîkê de , di 20-10-1921 an de pêkhat , gava ko peymana Enqerê di navbera Fransa ( ji dêl Sûrya ve) û Tirkya de hate morkirin . Ji wê rojê û vir ve Rojavayê Kurdistanê bû malê dewleteke nû , bi sînorekî nû ,ko tu caran di dîrokê de Sûryake bi vî rengî nebû.. Ji wê demê ve rewþa gelê Kurd , li vî parçî , di hemî waran de civakî , siyasî , aborî û kultûrî bi rewþa giþtî ya Sûrya ve hate girêdan û bandora xwe lêkir.. Eger em dîroka nû ya vî parçî berçav bikin , dê sê qûnaxên sereke xuya bikin: 1- Qûnaxa Osmanliyan: Di vê qûnaxê de tu cudayiya vî parçî ji bakurê Kurdistanê tunebû . Ev qûnax di dîrokê de bi gelemperî bi ( lêborîna netewî û tundbûna olî ) tê nasîn.. 2- Qûnaxa Fransa (1920-1946) : Di vê demê detêkiliyên desthilatdariya Fransî li sûrya bi Kurdan re , bi giþtî , ne li ser bingihê zulm û inkarê bû . Mirov kare bêje ko aramiyek û rihetiyek ji aliyê siyasî ve ji Kurdan re hebû , û nadî û rojname û çalakiyên netewî di vê demê de pêkhatin. Lêbelê di eynî wext de tu projên ji dil yên Fransî ji Kurdan re nebûn, û doza Kurdan ji Fransa bo pêkanîna dewleteke Kurdî li Cizîrê , weke dewletên dîtir ko Fransa li Sûrya çêkiribûn (Durzî , Elewî..) , bê guhdan ma. Herweha ev doz ji aliyê ciyosiyasî ve jî bê bingih bû!! 3- Qûnaxa serxwebûna Sûrya: Ji 1946an ve destpêdike ta weke îro.Di vê demê de miletê Kurd bû armanca nijadperestên Ereb û hemî projên þovînî di vê demê de pêkhatin. Ev yek ji destpêka salên 50î de ,destpêdike û di dawiya wê de (Yekîtiya Sûrya û Misrê) û ta parçebûna wan di serê salên 60 î de tundtir dibe û bi hatina desthilatdariya partiya Beès di 1963 an de digihe asta herî dijwar ..Û bê çawa miletê Kurd piþtî þerê cîhanê yê yekemîn ji encamên wê bê par ma û berjewendiyên wî yên netewî hatne binpêlkirin û ji bazarê bi zanebûn hate dûrxistin , eynî tiþt di formulkirina dewleta Sûrî de , di hemî waran de (qanûnî , siyasî , aborî…) ,û dîsa bi zanebûn hate dûrxistinû li dijî vîna wî hîmê dewletekê hate danîn. Bi gotineke dî , Kurd ne weke hevparê welêt hatne jimartin lêbelê weke dijminan .!! Loma siyaseteke nijadperest li himber Kurdan hate birêvebirin. Eger mirov bixwaze vê siyaseta nijadperest baþ nasbike , gerek e mirov li pitûka bi navê (lêkolînek li ser parêzgeha Cizîrê di warên netewî - civakî - siyasî de) vegere . Ev pirtûk ji aliyê Mihemed Teleb Hîlal ve hatiye nivîsîn . Ew bi xwe efserekî parastinê bû li parêzgeha Cizîrê di salên 60 î de. Ev (mirov!) sazkarê vê siyaseta þovînî ye . Di pirtûka xwe de ew pêþniyar dike ko çareke ji kok ve ji pirsa Kurdî li sûrya bê danîn ko tu caran û bi tu rengan di pêþerojê de weke pirsekê newê pêþiya wan. Bi kurtayî pêþniyarên wî ev in: 1-Koçkirina Kurdan berû hundirê Sûrya. 2-Kurdan nezan û nexwendî bihêlin di riya qedexekirina avakirina dibistanan û dezgehên zanistiyê. 3-Hemwelatiya Sûrî ji Kurdan bête standin û wan koçbar bikin. 4-Deriyê kar li ber Kurdan bê girtin û bi vî rengî koçkirina wan hêsan dibe. 5-Dijayetiyê di navbera Ereban û Kurdan xurt bikin. 6- Di þûna þêxên Kurdan yên Ereb bêne danîn. 7-Kurdan bi hev bidin kuþtin. 8- Anîna Ereban û bicîkirina wan di herêma Kurdan de(sînorê Sûrya û Tikiya). 9-Kembera bakur (warê Kurdan ) bibe herêmeke leþkerî. 10- Di vê kemberê de ,çêkirina werzên hevbeþ ji Ereban re û biçek kirina wan. 11- Qedexekirina kesên ko bi Erebî nizanin bo tevlîbûna hilbijartinan. 12- Çi kesê ko mafê hemwelatiyê li vê herêmê bixwaze dive ko njadê Ereb be. Bi rastî Hikûmetên ko hatin ev (camêr!) fedîkar nekirin û ne bi tenê gelek ji xwestinên wî bi cî anîn , lêbelê lê zêde kirin jî. Her hal du projên þovînî sereke li dijî miletê Kurd pêk anîn : - Serjimartina awarte (1962). - Kembera Erebî (1973). Serjimartina awarte Biryarnamek bi jimara 93 di 23.8.1962 an de ,ji 24 bendan derket . Benda pêþî dibêje: - Serjimartinek wê di rojekê de ji xelkê parêzgeha Cizîrê re bê çêkirin ,li gor daxwaza wezîrê navxwe û wê roja serjimartinê ji aliyê wezîrê nexþekêþanê bê xuyakirin. Di roja 5.10.1962 an de ev jimartina awarte pêkhat . Di encama wê de 150,000 Kurd bê nasname man ( li gor jêderên rêxistinên Kurdan), û navê wan bû ( Ecanib Etrak - Biyaniyên Tirk). Ev kesên han di þev û rokê de hemî mafên wanî qanûnî ji wan hatine standin weke: Kar, xwendin, milk, zwac û qeydkirina zarokan, derketina ji welêt û hwd.. Di sala 1969an de biryarnameke dî derket bi nimra 276, têde navê wan hate guhertin û bû (Ecanib Sûriyîn - Biyaniyên Sûrî) . Armanca vê serjimartina awarte: 1- Guhertina dêmografiya parêzgeha Cizîrê û rûdêna wey Kurdî bi ya Erebî bê guhertin. 2- Dengê Kurdan di hilbijartina de kêm bibin û di þûna nûnerên wî nûnerên xerîb (Ereb) bi qedera wî siyasî bileyzin , yanî bi gotineke dî guhertina denga siyasî. 3- Ji bo ko miletê Kurd ji rêforma erdê (çandiniyê) bê par bimîne , û neçar bimîne dev ji gund û warên xwe berde û di encamê de dêmografiya herêmê bê guhertin. 4- Yekîtiya Kurdistanê ya cografî têxe aloziyê ,û têkiliyên di nav parçên Kurdistanêde bibire, nemaze ko þoreþa Îlonê li Baþûr destpêkiribû û metirsiyek kiribû dilê nijadperestên Ereb de. Piþtî 40 salî ji bûyera bê qudoþ , hîna 200,000 Kurd bê nasname hene (li gor jêderên Kurdan). Dewleta Sûrî jî di sala 1996 an de , di bersiva xwey ji (Human Rights Watch-Middle East ) re, mukir hat ko nêzî 150,000 Kurd bê nasname li Sûrya hene..!! Kembera Erebî Ew jî yek ji pêþniyarên M.T.Hîlal bû ko pêkhat . Projekî þovînî , qirêj , ne qanûnî û li dijî mirovayetiyê ko dewleta Sûrî û partiya Beès her tim li dijî eynî proje propoganda dikin ,ji ber ko cihû li dijî Filestîniyan eynî karî dikin . Ev durûtiya Sûrya di gelek warên dîtir de jî xuya dike gava ko pirsa Kurd tê holê.!! Îro bi dirêjiya 375 km. û bi ferehiya 10-15 km. li (Bakurê Sûrya) ,ko welatê Kurda ye, 33 gund ji Ereban re hatine avakirin û erdên Kurdan li wan hatne parvekirin . Piraniya van Ereban bi hênceta ko Erdên wan li parêzgeha Reqayê , li dora çemê Ferat binav bû , dewletê ew di sala 1973 an, anîne herêma Kurdan.!! Erdên ko li wan hatne belavkirin ,baþtirîn erdê welêt e û bi taybetî li parêzgeha Cizîrê. Barana wê nêzî 400-500mm ye ,di wextê ko li Qubletê parêzgehê 100-150 mm ye. Gundiyên Kurdan yên bi nasname ,para wan ji rêforma erdê li binya Reda ket (Qubletê parêzgehê), herêmên kêm baran û dorî warê bav û kalan , û zeviyên wanî bi xêr û bereket bûna para rûniþtvanên parêzgeheke dî..!! Rûdanên siyaseta nijadperest Bi dirêjiya desthilatdariya partiya Beès li Sûrya , di gel van herdû projên þovînî ko me berê þirovekir, siyaseteke nijasperest bi zanebûn li himber miletê Kûrd de meþand . Ev siyaseta han di hemî waran de xuya kir û li ser bingeha inkar û asîmîlekirinê birêveçû ,weke nimûne dixwazim çend xalên giring diyarkim: 1-Di warê kultûrî de: Qedexekirina zimanê Kurdî û dibistanan û çapkirina pirtûkan û hemî çalakiyên kultûrî. 2-Aborî: Paþxistina herêma Kurdan di warê aborî de weke nimûne tu fabrîke li herêmê nehatne çêkirin , riyên wê nehatne pêþxistin ji bo geþkirina têkiliyên bazirganiyê, bi ser ko herêma herî zengîn li seranserî Sûrya tê nasîn (pitrol ,çandinî) . Herweha weke berê me gotî erdên Kurdan yê baþ ji wan hatne standin. 3-Civakî : Birêvebirina siyaseta nezankirinê (sedhezaran Kurdên biyanî) , û ta weke îro tu dibistanên xwendina bilind li herêmê nehatine vekirin . Qedexekirina xwe birêxistinkirinê di warê civakî de weke komele , nadî ….Xurtkirina bawerî û têkiliyên paþverû di nav Kurdan de..Alozkirina kar û rêgirtina rê li ber Kurdan ko di warê civakî de bi hêz bibin di riya alozkirina pêþveçûna wan di astên karmendiyê de û tim hiþtina wan di asta herî nizim de , herweha dergehên leþkeriyê jî li ber wan girtiye ji bo eynî armancê(ji bilî leþkeriya mecbûrî).. 4-Dîrokî :Di riya sextekirina dîrokê de ji bo çespandina Ereb bûna Sûrya û diyarkirina Kurdan weke koçbarên ne qanûnî ko tu mafên wan di vî welatî de nîne û nabe ko hebe jî , ji bo vê yekê komek ji siyasetmedar û pispor û mamosteyên zanîngehan û rojmevanan hatin/tên e bikaranîn.. 5-Kurdistanî : Çespandina tunebûna pirsa Kurdî di riya bikaranîna têkiliyên dewletê bi hin hêzên Kurdistanî re ko ciyê dax û gomanan e li bal gelê Kurd li Sûrya ye..!! 6-Di siyaseta derve de: dewleta Sûrî tim di civînên herêmî de beþdar dibû/dibe gava ko pirsa Kurdî li ser masê bû/be ji bilî peymanên veþartî bi dewletên herêmî re.. 7-Girtin û tirs û izyet jî ji rûdanên giring bûn yên siyaseta nijadperest. 8-Siyasî : Hebûna kurdan li Sûrya nayê pejirandin û rêxistinên wan qedexe ne û siyaseta asîmîlasiyonê di hemî waran de li dar e , Kurd ta navên Kurdî nikarên li zariwên xwe bikin , ne jî li dikanê xwe bikin . Navên gundan ko bi hezarê salan bi Kurdî bûn yan jî bi navên kevin yên dîrokî bûn ,îro hatine guhertin..!! Ev hinek nimûne ne ji siyaseta þovînî ko li himber gelê Kurd li Sûrya tê birêvebirin . Ev siyaset êdî bi tu pîvanan nayê pejirandin û dîrokê daye diyarkirin ko bi vî rengî pirsa netewî ya miletekî nayê çareserkirin nemaze ko em îro derbasî sdsala 21an dibin ko êdî tiþtekî bi navê (pirsa hundurû) nemaye û pirsên bi vî rengî êdî navnetewî ne.. |
|
|