BERBANG

Organa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:124 , tebax 2002

Keya Îzol

Bawerî bi demokrasîyê wê rê nîsanî me bide

Kurdên Swêdê kongreyeke din a dîrokî ya FKKSê li pas xwe histin. 154 nûnerên ji 39 komeleyên endam yên FKKSê du roj bi xebatên Kongreya 20 emîn ya FKKSê mijûl bûn. Di rojên berê Kongreyê û di rojên paþ wê de, gelek mijarên girîng di nav rêxistina me de bi firehî hatin þirove kirin. Ji haziriya kongreyê bigre, (Raporên Kongreyê) heta mêvanên Kongreyê (Wezîra Entegrasyonê Mona Sahlin), ji biryaran bigre heta reqabeta namzedên Kongreyê gelek babet hatin munaqesekirin.

Gava mirov bi tevayî dinirxîne, bi rehetî taybetmendîya Kongreya 20 emîn dibîne. Yek ji bûyerên balkês ya Kongreyê axaftina Wezîra Entegrasyonê Mona Sahlîn û mêvanên din yên nûnerên partîyên Swêdîyan; wek Lars Ohly ji Partîya Çep û mêvanên din bûn. Bê îstîsna hemû jî, di axaftinên xwe de pistgirîyên xwe yên xurt ji bo doza kurdan anîn zimên û pesnê xebata FKKSê dan. Pistgirî bo doza kurdan û teyîda girîngîya xebata FKKSê ji bo me hemûyan helwestên gelek girîng in. Wê ronahî bide xebata pêseroja FKKSê.

Reqabeta demokratîk di navbera namzedên cûrbecûr ji bo organên FKKSê jî yek ji bûyerên ku kurdên Swêdê gelek pê mijûl bûn. Têkosîna bi vî rengî di nav FKKSê de cara yekem rû dida. Ev pêvajoyê dijwar jî bi saya prensîbên demokratîk û li gor berjewendîya rêxistina me hat çareserkirin.

Kongreya 20 emîn gelek biryarên girîng jî girt. Li gor wan biryaran û li gor prensîbên bingehîn yên FKKSê du salên pês me wê ji bo xebata me gelek girîng be. Pêvajoya demokrasî û hilbijartina gistî ya Kurdistana Basûr yek ji babetên dîrokî li ber me ye. Divê em bi hemû hêzên xwe hewl bidin ku rewsa sîyasî ya Basûr berbi asitî û stabîliteyeke sîyasî ve bimese û ev destkewtîya hîn hêztir bibe.

Li Kurdistana Bakur jî gelek bûyerên girîng pêk tên. Guherandinên yasayî yên parlementoya Tirkiyê û pêvajoya li pey wê de divê kurd wek hêz û teref cihê xwe bigrin û tevî wê bin. Bêtesîr û rola kurdan, guherandinên li Tirkiye, wê zêde berhemên erînî nede. Di vî warî de FKKS wek rîxistineke bihêz dikare gelek hingavên girîng bavêje, tesîr li ser wê bûyerê bike. Pistî xebatên 3-4 sal, di 19ê tîrmehê de li Stockholmê Platforma Kurdên Ewrupayê hat damezrandin. FKKS bi rêya DEM KURD (Kordinasyona rêxistinên demokratîk yên kurdên Ewrûpayê) ku di heman rojan de hatibû damezrandin di nav vê xebatê de ye. FKKS di vê organa nuh de jî dikare rolên girîng bileyze.

Li pês me du salên dagirtî hene. FKKS li gor hêza xwe wê bixwaze tesîr li ser van bûyerên jor bike. Organên Kar, endam û pistgirên FKKSê divê bi hêvîyeke xurt ji bo van xebatan hazir bin. Ez bi hêvî me.


Li hember planên qirêj yên dewletaTirkiyeyê dengên xwe bilind bikin!

Dewleta Tirkiyeyê nêzîkî 80 sal in hebûna kurdan, ziman, kultur û folklora wan resmî înkar kir. Gelê Kurdistanê di nav van 80 salan de bi awayên curbecur daxwazên xwe anî zimên. Hemû rejîmên ku îdareya Tirkiye destê wan de bû, bi hovîtî êrîsê van daxwazên kurdan kirin. Bi sedhezaran welatperwerê kurd di vê rêyê de sehîd ketin, welatê me Kurdistan wêran bû, lê rejîma dagîrker ji sîyaseta xwe ya asîmîlasyonê gavekê jî pasde neavêt. Tirkiye bi vê hovîtîya xwe ne tenê zilm li kurdan kir, herweha aborîya xwe jî anî noxteya îflasê.

Pistî 80 salan, li ser daxwaza Yekîtîya Ewrûpayê, li Tirkiye guherandinên yasayî pêk hatin. Gava mirov li van guherandinên ku li raya gistî ya YE de wek hingavên erînî tên nirxandin, bas binêre, dibîne ku careke din rejîma Tirkiye dixwaze hem YE, hem kurdan û hem jî raya gistî ya Tirkiye bixapîne. Mantiqa esasî di van "guherandinên" yasayî de dîsa wek berê berdewamîya sîyaseta înkarê ye. Dixwazin mesajeke bidin YE ku pêvajoya demokrasî li Tirkiye ketiye rê. Goya qedexeyên li ser zimanên bîyanî rabûye û kurdî jî yek ji van tê hesibandin. Lê di alîyê din de naxwazin peyva "kurdî" bikeve protokolên resmî.

Rejîma Tirkiyeyê pistî van guherandinan bi du bûyeran rûyê xwe yê qirêj careke din derxist holê. Sefera delegasyoneke Swêdî ya ji Partîyê Keskan ji bo Kurdistana Basûr ku ji alîyê hêzên ewlekarîya Tirkiye hate astengkirin. Ya duwemîn jî êrîsên li hember Basûrê Kurdistan e.

Rejîma dagirker ji 1991 heta îro bi her awayê xwestiye destkewtîya sîyasî ya Basûrê Kurdistan ji holê rake. Ji bo vê armanca xwe wan her metodî bikar anîye. Lê îdareya Ba?ûrê Kurdistanê di van demên dawîyê de bi sîyaseteke zelaltir li hember planên qirêj yên Tirkiyeyê helwestên xwe dîyar kirine. Loma jî îro hemû partîyên sîyasî yên Tirkiyê, tevî ku nakokîyên wan î hundirîn heye, hêzên xwe yek kirine û êrîsê PDK -Iraq û daxwaza kurdên Basûr dikin. Êrî?ên wan hem tehdîtkar in hem jî dîmensoneke nuh jî tîne holê. Tirkiye Kerkuk û Musulê wek bajarên turkmenan nîsan didin û di vî warî de îdareya Kurdistana Basûr tehdît dikin. Em van tehdîtan bi tundî rûre? dikin û em ê bi her awayî çavsorîya rejîma Tirkiye mehkûm bikin.

Gelê Kurdistanê her roj zêdetir hêjayîya hest û destkewtîyên xwe yên netewî dizane û wê tu car rê nede ku zerareke biçûk jî li hember wan bikeve jîyanê. Em bangî raya gelê Kurdistanê ya gistî dikin ku li dijî êrîsên Tirkîyeya dagîrker bi tundî rawestin.

26-8-2002

FKKS


Portre

Keya Izol

"Federasyon bûye parçeyek ji jiyana min"

Faris Marsil

Ew bi xwe jî nizane çend sal e di karûbarê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê de cî girtiye. 10 sal seroktiya vê dezhegê kiriye, hin jî seroktiya xwe didomîne. Êdî di civata Swêdê ya kurdan de wexta Federasyon tê gotin Keya Îzol, wexta Keya Îzol tê gotin Federasyon tê bîra merivan. Jiyana wî ya Swêdê tarixa Federasyonê ye, dîroka Federayonê ya heta nuha jî bê wî meriv nikare binivsîne. Wer xwiya ye ew nikare bê Federasyonê bijî,lê nizanim Federasyon kare bê wî bijî yan na?!.

Wexta jê dipirsim ji derveyî van herdu nuxteyan teybemendiyên te yê din çi ne? Dibêje; "Ez însanekî azad im, ji azadiyê hes dikim, ji seyhatê hes dikim, ji jiyanê hes dikim, ji kêfê û kêfxweþiyê hes dikim". Ev gotin wer xuya ye di ciyê xwe de ne. Emrê wî nêzî 50 salî ye, wek xortekî 35 salî xwiya dike, bê xem û bê derd e, porê wî hîn zêde sipî nebûye, þahî li kuderê ye Keya jî li wê ye.

Di sala 1974an de hatiye Swêdê têkiliyên wî bi rehmetî û hemþeriyê wî Necmettîn Buyukkaya re çêbûye, ketiye nav siyasetê di sala 1984 an de dev ji siyaseta bi rêxistinî berdaye û temamî bi karê demokartîk re angaje bûye. Di dema siyasetê de jî aktiv kar kiriye û hin tiþtan wek nostaljî carna bahs dike. Serpêhatiniyekê xwe bi ken weha tîne zimên; "di wan salan de careke wek kuriye rehmetlî ez þandim welêt û kartonekî malborê da min. Di hundirê wê kartonê de, di paketêkê (pakêt bi awayekî hatibû îþaretkirin) hin nav hatibûn nivîsandin dê hevalê welêt ew kesan bikirana endamê rêxistina PDK-T ya Dr.Þivan. Û tembîh li min kiribûn ku dê meriv û heta malbata min jî bi çûyina min yê welêt nehesiyana. "Ez çûm welêt û min wezifeya xwe anî cî, lê piþtî çend rojan bavê min pê hesiyabû ku ez li welêt im, naçim Siweregê û wî tu mahneyeke nedabû vê helwasta min." Wexta meriv teknolojiya wê gavê û îro dide ber hev dibîne ku têkoþîna rizgariya gelê kurd di çi prosesan de derbas bûye û îro teknik û kominikasyon hatiye çi merheleyê.

Gelek kurd li Swêdê dibistana bilind xwendine lê piraniya wan di beþê xwe de kar peyde nekirine yan jî nexwestine kar bikin. Keya jî li vir Siyasalê di sala 1983an de xelas kiriye (li gorî ku ew dibêje ji ber karê siyasetê û demeokratîk ) mastêra xwe çênekiriye. Du salan li uniwersiteyê mamostetiya kurdî xwendiye û ji 1986an û vir ve mamosteyê zimanê kurdî ye.

Karûbarê Federasyonê karekî demokratîk û îdeel e, di karekî weha îdeel de çi dibin sebeb ku nahêle tu dev ji vî karî berdî û tu yî kîngê bibêjî edî bes e?

K.Izol: Di nava wan kesên ku me li ser navê rêxistina dest bi vî karî kir tenê ez heta nuha aktîv endam mam e. Bi rastî jî ev dezgeh di gelek qonaxan de derbas bû û di van qaonaxan de ez hebûm. Yanî wek zarokekî min lê nêhirî û di mezinbûna vê zarokê de xweydana min, keda min wek keda gelek hevalên din heye ev nahê înkar kirin. Ez dixwazim xwedî lê vê kedê derkevim, ev keda min îro bûye sermayekê mezin ya neteweyî. Li her çar perçeyê Kurdistanê ev dezgehekî yekta ye, nimûneye wê tuneye. Rastiya wê bibêjim jiyana Federayonê bûye parçayekî jiyana min.Herweha hin fikrên min yên taybemendî hene ku ez dixwazim ew bikevin jiyanê.Xizmeta di vê riyê de pîroz e, pêwîst e û heyatî ye ji bo min. Belkî ev motiv rênadin ku ez dev jê berdim.

Ne tenê tu, piraniya endamên Komîteya Karker jî dev jê bernadin. Komîteya we wek Buroyên Polîtîk yên welatên sosyalîst yên kevn -xeynî yek du kes- bi salan e wek xwe ye û nahê guherandin. Ev çawa demokrasibûne, ev çawa tê îzahkirin!

K. Izol: Sistema Fedeasyonê li ser bingeha konsesusa hêzên siyasî ava bûye. Ew di destpêkê de jî weha bû, nuha jî weha ye. Yanî ev sîstem ne ku li ser kaxiz hatiye nivîsandin ev weha ye û li derveyî wê jî alternativeke din dernakeve.Konsesus yan jî îradeya kurdên Swêdê rê nade kadroyên nû. Loma jî yên kevin her tên hilbijartin. Ango ew bi baweriya ev sê terefan; konsesûsa siyasî, nûnerên Federasyonê û dostên Federasyonê,tên hilbijartin.

Yanî ji bo ku îro meriv bibe serokê Federasyonê divê riya meriv ji vê konsesusê derbas bibe!

K. Izol: Heta sala 1987an serokê Federasyonê ji endamên rêxistineke siyasî dihat hilbijartin. Ji vê tarixê vir ve, ev tist hat guherandin lê konsensusa hêzên siyasî her wek xwe ma. Lê ez dixwazim vêya jî bêjim ku ev çend salên dawiyê û bi taybetî jî ev kongreya dawiyê(Kongreya 20em) di nav Komiteya Karker de ne tenê ez namzetê seroktiyê bûm, li hemberî min kesên din jî hebûn, lê endamên organên hilbijartî tevecuha xwe ji min re nîþan dan.

Ez dibêjim kongreyên we zêde ji pirs û pirsegirekan re çareyan peyde nakin, pirs zêde nayên munakeþekirin û sewiya beþdarbûna nûneran jî her ku diçe dadikeve. Dinêrî carna biryarekê tê qebûl kirin, bîstek þûnda ew biryar tê redkirin vê yekê çawa îzah dikî?

K. Izol:Hinek rastî di van gotinan de hene. Zahmetî gelek in. Temam sîstemekî hatiye avakirin, lê ev sîstem li gorî daxwaza me nameþe. Sebebên vê yekê ev in ku hevalên bi salan e li vir mane xwe nêzî karê komeleyetiyê nakin û nabin nûner, piraniya nûneran ji wan kesan pêk tên ku ew nuh hatine Swêdê û pirs û pirsgirekên Swêdê û kurdên swêdê baþ nizanin; Federayonê baþ nasnakin. Federasyon dezgehekî demokratîk e û her kurdê li Swêdê dikare beþdarê Federasyonê bibe. Carna ez dibêjim ew kurdên ku tên kongreyê û li jor ciyê mêvanan de rûdinên gava ew û nûner ciyê xwe bigehurînin dê wê gavê him sewiya wê bilind bibe û him jî pirs û pirsgirêk bên çareserkirin; kesên zana û bi kapasîte bikevin organên Federasyonê.

Wextê meriv li armancên Federasyonê dinêre 10-12 xalên bingehîn hene ku dezgeha we ew dane pêþiya xwe. Lê di van salên dawiyê de xaleke heye zêdetir Federasyon bi wê xalê mijûl dibe, ev xala entegrasyonê ye. Gelo êdî ji bo Swêdiyan ev xal girîng e ku hûn zêdetir li ser wê disekinin?

K. Izol: Di sala 1996an de xala integrasyonê me xist nava armancê Federasyonê. Di eslê xwe de ev biryarekê rast bû û di van salên dawiyê de jiyan vêya tesdîq kir. Piþtî buyerên dawiyê yanî mesela"kuþtina namûsê" dezgehên Swêdî yên alaqedar zêdetir li ser vê meseleyê rawestiyan. Êdî dezgehên Swêdî yên alaqedar bi beþdariya dezgehên biyaniyan lê li gorî plan û armancên xwe projeyan pêþkêþ dikin û alikariya maddî ku didin dezgehan dixwazin di vî warî de bên xerckirin. Projên me jî zêdetir di van waren de ne. Lê mixabin di organên me de li gorî vê projeyê kadroyên me kêm in. Em vê pirsê wek pirseke girîng dibînin û girîngiyeke mezin didin karê weha.

Tu di gelek gotarên xwe de dibêjî êdî Federasyon ber bi dezgehbûnê ve diçe. Lê meriv xebata we dinêre, komeleyên we dinêre, li kadroyên we dinêre ev tiþên ku dibêjî wek "propaganda" tê? Nuha dewlet alikariya ku dide we qut bike Federasyon dikare li ser lingan bimîne yan na?

K. Izol: Helbete kêmasiyên me gelek in, ji ber ku li cem me kurdan mentaliteta dezgehbûnê tuneye, ev hêdî hêdî bi cî dibe. Lê Federasyon wek dezgehekî neteweyî û demokratîk ku di mêjiyê me de xeyal bû îro bi ser ketiye. Zêdetir ez di vî warî de dibêjim. Piraniya kurdên Swêdê û Ewrûpayê FKKSê wek hingaveke neteweî û girîng dinirxînin û xweî lê derdikevin. Ev di nav hemû kurdan de gaveke pirr mezin e. Ger ku dewlet alîkariya me neke jî ez dibêjim meriv dikare li ser lingan bimîne. Piþtî 20 salan em bûn xwediyê avayiyekê. Me ji xwe re xaniyek kirî. Ku em deynê wê bidin em dikarin di rûnê xwe de bikijilin û bê alikariya dewletê karê zimên û kulturî bidomînin. Lê emê nikaribin wek îro weha "bonker" bin û di kongreyan de xwarinê bidin nûner û mêvanan.

Hatinî û çûyinî yên we çiqas in û çawa tên xerckirin!

K. Izol: Hatiniya me yê salane 650 hezar Kron e. Lê ev têrê çûyinên me nakin. Ji projeyên ku em digrin jî %10ê wê didin Federasyonê. Çûyinên me jî 200 hezar diçe heqê karkiran 150 hezar Berbang, beyan û poste ûhwd. 250 hezar jî elektrik, av, sigorte û hwd. 150 hezar ji bo seferên endamên organên Federasyonê. Tenê ji bo kongreya 20em 187.000 Kron mesrefa me çû. Heta nuha di þevên Newrozan de me zirar kiriye, tenê di Newroza 2002ê de 40 hezar qazanca me çêbû.

Siyaseta Federayonê di warî kadroyên Federasyonê de çi ye? Di raya giþti ya Kurdan de tê gotin ku kesên li wê yê kar dikin endamên Komîteya Karkir in; ne "bikêrhatî ne", yanî ew him karkir in him karmend in. Vê yekê çawa þîrove dikî?

K. Izol: Di sala 1986an vir ve karkirên Federasyonê hene. Li gorî sîstema Swêdê ku ji % 10-20 meaþên (van salên dawiyê ev prosent heta %30-40î diçe)wan em didin. Nuha 3 kes di Federasyonê de kar dikin; du kes ji wan endamê Komiteya Karkir in û rojê 8 seet kar dikin yek jî niv-roj kar dike. Ez jî wek serokê Federasyonê di projeya " Nakokiyan nifþan" de niv-karkir bûm. Ev proje sê sal ajot û di meha Hezîranê de xelas bû. Wek berpirsiyarê projeyê min 3 ciwan di projeyê de kar da wan lê mixabin her yekî ji ber sebebê cûda dev jî vî karî berdan. Lê divê ez bibêjim siyaseta Federasyonê di derheqî karkiran de heta nuha zelal nebûye me biryarên xwe di vî warî de nehaniye cî. Dîtina min ew e ku divê karkir ji bo çi pewîst e û divê karê herkesî diyar be. Ev pirs di organên me de jî carna dibe babetê munaqeþeyan. Wer xwiya ye him meriv endamê KK be û him jî karkir be di raya giþtî ya kurdan de ters tê fehmkirin. Bi ya min divê di dezgehekî weha de yek-du Swêdîû ciwan jî kar bikin.

Di komiteya Karkir de bê ahengiyekê heye û dibêjin sebebên vê yekê jî Keya Izol e. Ji ber ku Keya ji derveyî biryaran bi ser xwe tevger dike. Ev îddîa çiqas rast e?

K. Izol: Dibe kêmasiyên min hebin, lê ev kêmasî ne bi zanetî ne. Min di çerçweya selahetiya ku destûra Federasyonê daye min tevger kiriye. Carina beyî ku ji hevalên din re bibêjim derdikevim masmediya Swêdî û li ser navê Federasyonê dîtinê wê dibêjim. Ev dibe problem. Halbûkî di selehetiyên serok te ev tiþt hene. Dîtinên ku ez tînim zimên jî carina dibin problem. Em civateke wilo ne ku carina di problemekê de konsensus peyde kirin jî zahmet e, bêjî nebêji di wê de dîtinên min yên þexsî dertên pêþ û ji hin derûdorên kurdan re ev "ecayib" tên.Mesela tahmûlkirina kar û berhemên mirovan e, divê em fêr bibin û rola hevûdû qebûl bikin.

Di raya giþtî ya kurdan de tê gotin ku Keya li gorî weziyeta xwe nalive piraniya hevalên wî Tirk in yan jî kurdên ku asimle bûne ne?

Keya Izol: Rast e. Di mahneya teng de ez ne nasyonalîst im, ez welatperwer im. Di warî hevaltiyê de jî ez însanekî rehet im. Ez bi wan re hevaltî dikim, lê ew ne li hemberî ditîn û helwestên min in. Ew hurmetê niþanê min û fonksiyana ku di civatê de bi cî tînim, didin. Jiyan bi piralî, pirrengî xweþ e û geþ e. Pîvana hevaltiyê ne nasyonalîteta însana ne. Mirovatî û demokrasî pîvanên esasî ne. Ez li gorî wan hevalên xwe hildibjêrim.

Pirsekê ku gelek caran tê rojeve û nuha jî di rojeve de yê û ji ber ku tu jî muhatabê vê pirsêyî dixwazim yekser ji te bibirsim. Dibêjin serokê Federasyonê di dema herî xerab de pere da dewletê û çû eskeriyê kir. Ev dibe ku ji bo hevwelatiyekî kurd yan jî ji bo wan kesên ku îdeayê wan tune bin tiþtekî normal bê dîtin; lê yekî wek te ku bi salan seroktiya dezgehekî weha milî kiriye û hin jî dike çawa tê nirxandin?

K. Izol: Wê demê ez ne serokê Federasyonê bûm. Di ?ertên wê rojê de (behsa 1994 an dike) ji ber hin sebebên malbatî min biryar da û çûm eskerîyê. Wekî însanekî sîyasî meriv divyabû neçûna. Wê demê jî gelek heval gotin neçe. Hîn roja yekem dîyar bû ku gotina wan rast, biryara min xelet bû. Zahmetîya herî mezin min wek ?exs dît. Ji min re gelekî zahmet dihat, bedela wê mezin bû. Ew periyod di jiyana min de periyodekê bêçaretî û bêkêrîtî divê bête qebûlkirin, divê ez ji xwe re dersan jê werbigrin. Lê van salên dawiyê ev kesên ku ez rexne kirim, ew bi xwe çûn eskeriyê. Ne tenê di warî eskeriyê de, di warî siyasetê de jî gelek tiþt bin guhê hev ketine, nirx hatine guhartin. Ez dibêjim heta siyaseta dewletê li hember kurdan weha be divê meriv ji ewrûpayê neçe bi pere jî eskeriyê neke. Lê wexta meriv bixwaze here Tirkiyeyê siyasetê bike û astengiya eskerî hebe divê meriv di vî warî de hinek bifikire.

Civata kurdan gelekî hessas û bi musama ye, ji ber xebat û keda min razibûna xwe careke din li hemberî min nîþan da,ez dîsa bûm serokê Federasyonê, ez ji bo vê hêjayiyê sipasê wan dikim û girîngiya wê jî ji bîr nakim.


Dilê me li basûrê Kurdistanê lê dixe!

Doza gelê me ya rewa îroj ketiye qonaxeke pirî dijwar. Di vê demê de ji alîyekî ve gefên ku bi armanca tarîkirina pêseroja me û nehistina destkevtîyên me yên dîrokî li me kurdan tên xwarin û ji alîyê din ve jî îmkanên ji bo çareserkirina pirsa me ya kevnare derketine ortê, bi hevdu re xuya dibin. Di tu demên dîrokê de, ne xetereke weha mezin peyda bûye û ne jî firsendeke weha bas ketiye destên kurdan.

Tevî hemû kêmanîyên xwe jî gavên li basûrê welatê me tên avêtin û avakirina her ku diçe di jîyana me kurdan de bêtir bi cîh dibe, pêseroja gelekî mezlûm misogertir dikin û ji bo paraztin û pêsdebirina dozeke rewa îmkanên bêhempa pêskês dikin. Lê dewleta Tirkîyeyê ya ku raya dinyayê ya gistî li hin guhartinên wê yên vê dawîyê -bêyî ku navê gelê me û hebûna wî telafûz bike- yên bi zora Ewrûpayê ve li ser kaxezê çêbûne bi sik mêze dike, bi xeta xwe ya li Rohilata Navîn dîyar dike ku ew ê li dijî her mafekî kurdan raweste û li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe, dê nehêle ku kurd bigîhêjin tu mafan. Rejîma ku li ser bingehê înkarkirina ziman, çand û hebûna me kurdan hatiye avakirin, îroj di vê dema me ya nazik de, tehdîda herî mezin pêk tîne. Ew qîma xwe bi tehdîdan bi tenê naîne, herweha hevalbendên xwe dixwaze bi dewletên herêmê yên din re jî vê tehdîdê dijwartir bike.

Rejîma dagîrker ji 1991ê vir de bi her awayî xwestiye ku destkevtîyên basûrê Kurdistanê yên sîyasî ji holê rake. Ji bo vê armanca xwe her metod bi kar anîye. Helwêsta Tirkîyeyê ya êrîskar di van demên dawîyê de basûrê welatê me bêtir tehdîd dike. Lê dewleta basûrê welatê me ya federal jî bi helwêsteke zelaltir û mêrxastir li dijî êrîs û planên Tirkîyeyê yên qirêj radiweste. Ev helwêsta birêvebirên dewleta me ya federal bawerîya me xurttir dike û di nav kurdan de dibe sedema xwesbînîyeke mezin.

Ev helwêsta ku li ser bingehê paraztina hêjayî û deskevtîyên neteweyî bilind dibe, divê ji me hemûyan re bibe rehber. Nemaze axavtina birêz Mesûd Berzanî ya li Parlamentoya Kurdistanê û bersivên wî yên li hember êrîsên Tirkîyeyê yên vê dawîyê û herweha daxuyanîyên wî yên li ser çareserkirina pirsa kurd û êrîsa Emerîkayê ya muhtemel hêvîyên me kurdên bakur xurttir dike.

Hemû partîyên Tirkîyeyê yên sîyasî tevî ku nakokîyên xwe yên hindurîn jî hêzên xwe kirine yek û di sexsîyeta PDK-Iraqê de êrîsî kurdên Basûr û dewleta wan dike. Tirkîye Kerkûk û Mûsilê mîna bajarên tirkmenan nîsan dide û di vî warî de gefan li Dewleta Federal dixwe. Em, Platforma Kurdên Ewrûpayê dê bi her awayî li dijî van planên Tirkîyeyê derkevin, tehdîdên wê yên li ser basûrê Kurdistanê bi tundî rûres bikin û zilm û çavsorîya wê mehkûm bikin.

Gelê Kurdistanê her roj bi hêjayîya destkevtîyên xwe yên neteweyî bêtir dizane û ew ê tu caran destûrê nede ku zerareke herî piçûk jî bigîhêje wan. Em bangî raya gelê Kurdistanê ya gistî dikin ku li dijî êrîsên Tirkîyeya dagîrker bi tundî rawestin.

26-08-2002

Platforma Kurdên Ewrûpayê- PLATFORM

(Platforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur -PNK-Bakur,

Însîyatîfa Kurdên Ewrûpayê-Însiyatîf,

Koordînasyona Demokratîk a Kurdên Ewrûpayê - DEM-KURD)


DANEZAN KORDÎNASYONA DEMOKRATÎK A KURDÊN EWROPA

Rêxistinên kurdî yên ku li welatên Ewropa di warên cihê de dixebitin, pistî civînên Stockholm, Wupertal û Parîsê, di 30'ê Xeziranê li Kolnê civiyan. Pistî minaqeseyên fireh li ser Danezanê, ku pas civîna Parîsê hatibû amadekirin, besdarên civîna Kölnê biryara danîna Kordînasyona demokratîk a Kurdên Ewropa (DEM-KURD) dan û li ser bingeh û prensîbên wê li hev kirin.

Kordînasyon çi ye ? Kordînasyon forumeke sêwr û hevkariya rêxistinên demokratîkên kurdî yên Ewropa ye. Hemû rêxistinên kurdî yên ku di warên entegrasyona Kurdên Ewropa bidestxistina mafên wan ên ziman, çand û nasnameyê de û/an ji bo nasandina gelê kurd û pirsa kurdî dixebitin û prensîben jêrîn qebûl dikin dikarin bibin endamên vê Kordînasyonê. Her rêxistina endam serxwebûn û azadiya xwe û statuya xwe diparêze.

Armanca sereke ya Kordînasyonê ew e ku rêxistin û komeleyên endam bikaribin li ser pirsên ku entegrasyona Kurdên welatekî (xwendina zimanê kurdî, nasîna nasnameya kurdî, amadekirina hin kampanyayên ji bo berjewendiyên (menfêtên) gistî yên Kurdên wî welatî) an/û li ser pirsên gistî yên tevahiya civaka kurdî ya Ewropa bi hev bisêwirin, bi hevre hin çalakî û bernameyan amade bikin û bi cîh binin. Prensîbên Kordînasyonê Komele û rêxistinên ku dixwazin bibin endamên Kordînasyonê divê ku prensîbên jêrîn qebûl bikin :

1. Kurdistanîtî: divê ku her komeleya endam ji Kurdên her aliyên Kurdistanê re vekirî be, ji bo nasîna mafên çandî û nasnameya Kurdên Ewropa bixebite û bi awayên demokratîk û astî mafê gelê kurd ê çarenûsê biparêze.

2. Demokrasî: divê ku her komeleya endam di mesandina karên xwe de riayeta prensîbên pluralîzma demokratîk, bi taybetî ya azadiya fikr û baweriyên cihê qebûl bike, ji Kurdên ji her baweriyê (sunnî, siî, alewî, kakeyî, êzdî, Ehlê Heq, ateîst, hwd) re vekirî be. Komeleyên ji bo serdestiya dîn an mezhebekî hatibin danîn nikarin bikevin nav Kordînasyonê.

3. Wekheviya jin û mêran: divê ku her komelaya endam di bername û çalakiyên xwe de wekheviya jin û meran bide pês çav û ji bo pêsveçûna wê bixebite.

4. Entegrasyona Kurdên Ewropa di çarçeweya riayeta qanûnên welatê ku tê de dijîn: divê ku her komeleya endam bixebite ku Kurdên Ewropa bikaribin tevî nasnameya xwe ya kurdî di civaka ewropî de bên qebûl kirin û di warên xwe yên xwendin an xebatê de pêsve herin û xwe ji her awayî zor û sîddetê dûr bixin.

5. Sefafiya malî: divê ku her komeleya endam ji alî hatiniyên xwe yên malî û xercên xwe ve him ji bo endamên xwe him ji bo meqam û raya gistî ya welatê xwe vekirî û sefaf be, alîkariyên ji kaniyên tarî qebûl meke. Bi taybetî, nabe ku ji tu dewleta ku zordestiyê li parçeyek gelê kurd dike tu alîkariyê qebûl bike. Komela an rêxistina ku ji alî malî ve bikeve bin gumanê rêz, îtibar û nifûza xwe winda dike û ziyanê dighîne doza kurdî.

6. Nealîgiriya siyasî: divê ku komele û rêxistinên demokratîk ên kurd li Ewropa ji bo entegrasyona Kurdên Ewropa û pistîvaniya doza kurdî dixebitin û dikarin di vê çarçeweya fireh de Kurdên ji navçe û baweriyên cihê bicivînin. Alîgir bûna hin partiyan an bi hin partiyên din re ketin polemîkên siyasî ne karê koordinasyon e û dikare bibe sedemê perçebûn û bihevketina Kurdên Ewropa.

Organên Kordînasyonê: Ta ku rêxistinên demokratîk ên her welatekî Kordînasyona xwe deynin, ewê Kordînasyona Ewropa bi du organan bixebite.

1. Civîna gelemperî: salê carekê dicive, her rêxistin an komele bi berpirsiyarekî xwe besdarê vê civînê dibe. Amanca civînê diyarkirina çalakî û bernameyên hevbes (musterek) ên ji bo seranserê Ewropa yê ye. Her komele dikare pêsniyarên xwe yên hevkariyê pêskês ke û rêxistinên ku di warên nêzîk de (entegrasyon, mafên mirov, pirtûkxane, wesan, hwd.) dixebitin dikarin bi awayekî serbest li dor bernameyeke salane ya hevkariyê bi hev re bixebitin.

2. Sekretarya: Di destpêkê û heta Civîna Gelemperî, ji 5 kesan pêk tê (berpirsiyarek ji Federasyona kurdî ya Swêdê, yekî ji Komkarê û yek ji Civata Kurd li Elmanya, yek ji Xoybûn-Danimarqê, yek ji KOC-KAK-Hollanda). Sekretarya, di navbera du civînên gelemperî de, gava ku pêwistî hebe dicive ji bo sêwrê an bicîhanîna çalakiyên hevbes.

Gava ku komele û rêxistinên kurdî yên her welatî di nav Kordînasyonekê de bicivin ewê berpirsiyarekî kordînasyona her welatekî bibe endamê sekretaryayê. Ku Civîna Gelemperî pêwist bibîne dikare ji bo salekî serek û yek an du cîgirên serekê Kordinasyonê helbijêre.

Dîsa ku Civîna Gelemperî pêwist bibîne Kordînasyon dikare bi îngilîzî û kurdî bultenek an/û websîteyek pêk bîne.

Civata Kurd (Giessen) o Civata Kurd li Elmanya (Koln) o Dengê Kurdan li Duisburgê o FKKS - Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê o Hevkar-Elmanya o IVK (Mainz) o Kitêbxaneya Kurdî li Stockholm o Komela Kurdistan li Belçîka o Komela Çanda Karkerên Kurdistan-KOÇ-KAK o Komela Karkeren Kurdistan -Avusturya o Komela Karkeren Kurdistan- Danîmarqa o Komela Karkeren Kurdistan Swîsra o Komela Karkeren Kurdistan-Frensa o Komela kurd li Rogaland (Norveç) o Komela Navnetewi ya ji bo Mafên Mirov li Kurdistan (Elmanya) o Kurdish Advice Centre (Brîtanya Mezin) o XOYBÛN-Berlin o XOYBÛN-Danîmerqa o Yêkitiya Karkerên Kurdistan li Holland o Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKAR(Elmanya)

Köln,09.07.2002


Platforma Kurdên Ewrupayê-PLATFORM ava bû

Nûnerên sê besên civata kurd (Plattforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur -PNK-Bakur, Însîyatîfa Kurdên Ewrupayê-Însiyatîf, Koordinasyona Demokratîk a Kurdên Ewrupa- DEM-KURD) di 20-21.07.2002a de li Swêdê li bajarê Stockholmê civiyan. Nûnerên her sê besên civatê li ser pirs û pirsgirêkên kurdên li Ewrûpayê rawestiyan.

Civînê diyar kir ku miletê kurd yek ji miletên herî kevn û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû miletan mafê miletê kurd jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi azadî tayîn bike; li ser axa xwe serbest û azad bijî û îdareya welatê xwe bi destê xwe birêve bibe.

Tu kes û welatan weke kurdan ês û azar ji destê terorê nekisandiye. Ta ku kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bidest nexînin, ne li Kurdistanê, ne li welatên dagirkerên Kurdistanê (Turkiye, Iran, Iraq û Sûriye) ne jî li Rojhilata Navîn astî, aramî û demokrasî pêk nayê.

Nêzîkî mîlyonek kurd li seranserê Ewrûpayê weke kurd û ewrûpayî dijîn. Îro jî bi hezaran kurd ji ber zilm û zordariya dagirkeran berê xwe didine Ewrûpayê. Maf û berpirsiyariyên kurdên li Ewrûpayê wek kurd û ewrûpayî hene. Pirsa kurd, bûye pirsa Yekitiya Ewrûpayê jî. Divê dewletên Ewrûpayê, li ser çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê rawestin da ku çareserkirina vê pirsê bi tenê bi "însafa" dewletên dagirkerên Kurdistanê ve neyê girêdan.

Di pêvajoya endametiya Turkiyeyê de, divê Yekitiya Ewrûpayê daxwaz û armancên kurdan jî bide ber çavên xwe. Di danûstendinên endametiya Turkiyeyê de, kurd teref in. Di pirsa kurd û statuya Kurdistanê de dive kurd xwedî desthilat bin.

Civîne girîngiyek bi taybetî da bidestketinên li Basûrê Kurdistanê. Kurdên Basûr eve 11 sal in û li ser beseke axa xwe ya azad îdareya xwe bi rêve dibin. Her sê besên civata kurd pistgiriya daxwaza "Di Iraqeke Demokratîk de Kurdistaneke Federe ", ya kurdên Basûr dikin. Dive Yekîtiya Ewrupayê û mueseseyên din yên navneteweyî daxwaz û hesasiyetên ku pirsên navneteweyîde nîsan didin, di pirsa kurd û Kurdistanê de jî nîsan bidin.

Bi berpirsiyarî û zanîna girîngiya vê xebata hevbes, her sê besên civata kurd biryar dan ku bi navê Platforma Kurdên Ewrupayê-PLATFORM, dest bi xebatê bikin.

Platform bi vê daxuyaniya ji raya gistî re bangî hemû hêz û welatparêzên kurd dike û li hêvîya alîkarî û pistgiriyê ye.

Civînê biryar da ku her sê besên civatê bi hev re: · Li welatên Ewrupayê komîteyên kar ava bikin.

· Ji bo vê xebatê brosûr û bulten bêne wesandin û Web-Site ava bikin. · Seminer, panel, konferans û sevahengan pêkbînin.

· Ji bo diplomasî û lobîyeke kurdî kar bê kirin.

· Li ser pirs û pirsgirêkên kurdên li Ewrupayê yên nasnameyî, civakî û çandî rawestin.

Platforma Kurdên Ewrupayê - PLATFORM

PNK Bakur (PADEK, PIK, PSK, RSDK, PRK-rizgarî)

IKE - Însîyatîfen Kurdên Ewrupayê-Însiyatîf (Swed, Danimarka, Elmanya, Hollanda u Fransa)

DEMKURD -Civata Kurd (Giessen) o Civata Kurd li Elmanya (Koln) o Dengê Kurdan li Duisburgê o FKKS - Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê o Hevkar-Elmanya o IVK (Mainz) o Kitêbxaneya Kurdî li Stockholm o Komela Kurdistan li Belçîka o Komela Çanda Karkerên Kurdistan-KOÇ-KAK o Komela Karkeren Kurdistan -Avusturya o Komela Karkeren Kurdistan- Danîmarqa o Komela Karkeren Kurdistan Swîsra o Komela Karkeren Kurdistan-Frensa o Komela kurd li Rogaland (Norveç) o Komela Navnetewi ya ji bo Mafên Mirov li Kurdistan (Elmanya) o Kurdish Advice Centre (Brîtanya Mezin) o XOYBÛN-Berlin o XOYBÛN-Danîmerqa o Yêkitiya Karkerên Kurdistan li Holland o Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKAR(Elmanya)

Stockholm, 21.07.2002


Tel: 08-6446622

Fax: 08-6502120

Box 131 05 Nacka

berbang