BERBANG

Organa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:123 , Sibat/Nîsan 2002

Namus,kustin ew û em....

Keya Îzol

Du keçên kurd di nav du salên dawîyê de li Swêdê hatin kuþtin. Pela ji Kurdistana Iraqê û Fadime ji Kurdistana Tirkiyeyê bi destên bav û apên xwe hatin kuþtin. Yek ji sebebên esasî ku di herdu bûyeran de derketin holê û di raya giþtîya kurdan û swêdîyan de bi awayekî intensîv hat behskirin, pirsa namûs û þerefê bû. Ev mineqeþe îro jî bi þêweyeke bêkontrol berdewam e. Di dema muneqeþeyan de grûba kurdan û kultur û edetên xwe hatin hedef girtin û tawan kirin.

FKKSê di herdu bûyeran de ji destpêk heta dawîyê xeteke berbiçav pêþkeþî raya giþtî kir. Bi xetên qalin dîtina me ev bû; Em van kuþtinan bi tundî mehkûm dikin, hewl didin ku bûyerên weha xirab di pêþerojê de careke din rû nedin. Herweha êrîþa hin endamên medyayê ku li hember kultura kurdan tê meþandin, wek êrîþeke neheq û xeter dibînin, ji ber vê jî bi her awayê li dij vê kampanyayê bi helwest disekinin.

Min di rûpelên Berbangê de gelek caran nivîsîye û li vir careke din dubare dikim. Tevî ku mefhûma namûs û þerefê di nav kurdan de pirseke hessas e divê em bikaribin bawerîyê xwe ji bo guherandinên civakî bînin. Gelek vekirîye ku namûs, bi menaya xwe ya teng ji bo nifþên bav û kalên me û nifþa me ne wek hev in. Herweha ferqa di navbera me û nifþa pêþ me jî wê wek hev nebe. Xort û keçên, ku çi li Kurdistanê çi li derveyî welat mezin dibin pirsa namûsê wek bav û dîya xwe nabînin. Dinyayê me jî gelek hatiye guhertin. Bûyerên hemû dinyayê di heman wext de bi rêya internet û satelîtê digihîje me. Bêguman ev yeka li ser nifþên nuh tesîreke hîn mezintir dike. Pêþveçûna teknîkê bi giranîya xwe ji bo berjewendîya mîrovatîyê ye ji ber ku jê fêde dîtin ne mecbûrî ye û mafê hilbijartinê serbest e û ferdî ye. Yanî kesek nikare li ser kesî ferz bike. Ferd bi xwe biryara xwe dide. Ev maf jî ji alîyê Yekîtîya Netewan ve hatiye teyîd kirin.

Eger em behsa derveyî welat bikin, tesîra civata piranîyê yên welatên ku em lê dijîn û agahdarîyên ku rêya internet û satelîtê tên, bi hev re, jiyana rojane ya me pêk tîne. Û guherandin pir zû ye. Ew çend zû ku di nav çend salan de ferqîyetên gelek mezin di navbera nifþan de dikare were holê.

Ji ber ku teknîk pêþ ketiye, em li derveyî welat dijîn em ne mecbûr in ku edet û kulturên xwe ji bîr bikin yan jî bavêjin. Lê em dikarin di vê guherandinê de rola xwe bileyzin. Gelek vekiri ye ku wek di kultura hemû milletan de heye, di kultura me de jî tiþtên nebaþ hene. Tiþtên ku hemdem nîne, tiþtên ku me ji hin kulturên din ve hatiye ketiye nav kultura me, û li dij berjevendîya me ne, hene. Divê em bêtirs bikaribin xwe ji van beþên xeter ku mixabin di nav kultura me de heye, xilas bikin. Ji bo ku em wek þexs, wek malbat yan jî wek netewe jê zerar nebînin di vê pêvajoya civakî ku berdewam e de rola xwe bileyzin.

Eger em vê yekê nekin, bi ciddî li ser van pirsan nesekinin, rîsk heye ku di pêþerojê de em wek civat bêtir bibin hedef û perçebûnê hin malbatan were holê. Divê em ji bîr jî nekin ku em bi xwe ji ber zordestî û neçarîyê hatine welatê Swêdê. Em hez bikin yan na ev welat wê bibe welata yekemîn ya nifþa nuh ku li vir mezin dibin. Bêþik ewê wek kurd nasnameya xwe jî biparêzin. Lê di encam de wê xwedî du nasnemeyan bibin. Alîyekî kurd di alîyê din ve swêdî. Ji bo ku dîtin û helwestên me yên li ser van pirsên girîng ji hev dûr nekevin divê em bêtin aktîf bin. Bikaribin hin tabûyan biþkînin. Divê em wek civat, ne ji ber ku swêdî wê dixwazin, em bi xwe dest bavêjin van pirsan û ji bo guherandinên nuh vekirî bin.

Di mineqeþeyan de helwestên herî xirab û bêsewîye ji alîyê hin kurdan ve hate meþandin. Ez navê wan nadim ji ber ku hemû kurdên swêdê dizanin ew kî ne. Du cûre helwest hebû. Helwesta yekemku îfadeyê xwe di dijayetîya FKKSê de dianî ziman, bi alîkarîya wan bûyeran dixwast tenê bi êrîþa Fedrasyonê ji bo rêxistinên xwe nav çêkin. Li ser navê rêxistinan dipeyîvîn. Helwesta duduyan, bi alîkarîya bûyerên trajîk daxwaza istifadekirinên di warê þexsî de bû. Evan þexs bûn û herroj li medyayê swêd de xwe nîþan didan û li ser bingehên nerast grûba kurdan û kultura wan tawanbar dikirin. Carnan bi pêþnîyarîyên xwe, mafên demokratîk ku bi gelek tekoþînan hatine holê û ji bo herkesî derbas dibin, digirtin bin lingan. Þexsên weha bi agahdarîyên nerast di derheq grûba kurdan de dixwastin ji xwe re pirofîl çêbikin.

FKKSê van bûyeran îro di hemû organ û komeleyên xwe de kiriye babeta gotûbêjê. Dîtinên me bi awayekî resmî pêþkeþî wezîra entegrasyonê Mona Sahlin bûye. Raporeke berfireh li ser Projeya Nakokiya Nifþan wê di nêzîk de derkeve. Em dixwazin ji ber ku em wek grûb zêdetir zerar nebînin, di van mineqeþeyan de cihê xwe bigrin.


FKKS, redkirina cudabûnên me û erêkirina muþterekên me ye! -II-

 

Endam û Endametî

Vildan Tanrikulu

Weke ku hatibû behskirin, endametiya FKKSê bi biryarên komeleyan bi xwe, ango îradeya azad yên komeleyan pêk tê. Ew komeleyên ku daxwaza endametiyê ji FKKSê dikin, di wê baweriyê de nin ku, hewcedariya temsîla kurdan ya li Swêdê di sewîyeya neteweyî de heye. Ev temsîla îradeya demokratîk ya kurdên li Swêdê pêwîstîyek ji bo parastina mafên me yên neteweyî û demokratîk yên li Swêdê û her weha ji bo piþtgirîya tevgera neteweyî û demokratîk e. Eger ev daxwaz û pêwîstî tunebin yan jî neyên dîtin, bê guman tu komele biryara endametiya FKKSê jî nagrin. Komeleyek li bajêrek yan jî li belediyeyek li gora qanûn û qaîdeyên alîkariyê ne hewceyî girêdanek weke FKKSê nin.

Li hemû bajar û beledîyeyan ji bo xebatên komeleyatî qaîdeyên wergirtina alîkarîyê hene. Ev qaîde û qanûn he ji bo komeleyên Swêdîyan hem jî ji bo komeleyên bîyanîyan derbas dibin. Çawa ku komeleyek sporê yan jî kulturî ya Swêdîyan, weke nimûne, li bajarê Salayê yan jî li her cîhek din be nikare ji belediyeya yan jî dezgehek din ya li Helsingborg alîkarî werbigre, tu komeleyek bîyanîyan jî ji dezgehên ji derveyî bajarên û belediyeyên xwe nikarin alîkarîya rêxistînî û xebatê (organisations och verksamhetsbidrag) werbigrin. Bê guman, projeyên ku ji bo dezgehên merkezî yên dewletê tên amadekirin, derveyî vê qaîdeyê nin. Ji xwe babeta me jî ne pirsa wergirtina alîkarîyê ye. Min behsa wergirtina alîkariyê bi tenê ji bo wê yekê kir ku, yekîtîya komeleyên kurdan ne ji bo wê yekê ye ku komele bikaribin ji dezgehên merkezî yên dewletê alîkarî werbigrin. Ji derveyî ku em kurd yan jî kî dibe bila bibe, ji bo berjewendiyên xwe yên muþterek di qada neteweyî de dengên xwe bikin yek, di rêxistin û yekîtîyên weke FKKSê de tên cem hev, tu sedemên aborî yan jî rêxistinî tuneye ku hin komele li seranserê Swêdê dengên xwe bikin yek û temsîlek muþterek ava bikin.

Kurd li tevahiya Swêdê henin, komeleyên kurdan bi sedan belediyeyên Swêdê henin. Berjewendiyên kurdan ku bi huvîyeta me ya neteweyî, rewþa welatê me û rewþa me ya penaberiyê li Swêdê ve girêdayî nin, hem li li bajara Bodanê li bakûrê Swêdê hem jî li bajara Lundê li baþûra Swêdê her yek in. Tiþtê ku em di þexsê FKKSê de dikin yek ew e ku, em dengên xwe ji bo van pirsên xwe yên muþterek dikin yek. Kes yan jî komeleyên ku van pirsan ji bo xwe weke pirsên muþterek yên kurdan nabînîn, bê guman azad in ku xwe li derveyî yekîtîyek demokratîk û neteweyî ya weke FKKSê de bihêlin û nebin endamên FKKSê. Lê endametiya FKKSê ne wisa hêsan e. Ji bo ku komeleyek bikaribe bibe endamê FKKS, divê ew komele demokratîk be, destûr û armancên wê bi berjewendiyên giþtî yê kurdan ve lihevkirî be û ji hemû kurdan re vekirî be û her wisa divê destûr û armancê FKKSê jî qebûl bike. Ev yek jî tiþtek pir ecêb nîne.

Her awayek rêxistinen, ew rêxistin ji bo çi dibin bila bibin û ji aliyê kî ve hatibin avakarin bila bibin divê xwediyê hin qaîdeyên rêxistinî û armancên taybetî bin. Armancên û qaîdeyên rêxistinî yên FKKSê di destûra FKKSê de hatine dîyarkirin û ev yek di her kongreyek FKKSê de dikarin bên munaqeþekirin û guherandin. Û wisa jî dibe. Li vir, xalên esasî yên ku divê mirov li bersîvên wan bigere ew in ku, gelo armancên FKKSê ji bo hemû komeleyan muþterek in yan na? Gelo avahiya FKKSê demokratîk e yan na? Di destûra FKKSê de armancên FKKSê bi deh (10) bendan ve hatine nivîsandin. Ez li vir yek bi yek nivîsandina û munaqeþekirina van bendên armanca FKKSê pêwîst nabînim. Ji xwe di meqaleyek de jî ev ne mumkun e. Lê qenaeta xwe û bawariya xwe tînim zimên.

Ez bawer dikim ku, bêyî ku mirov behsa destûra FKKSê bike, eger ew bendên ku di xala armancên FKKSê de hatine nivîsandin, ji her kurdek welatparêz re bê amade kirin û pê pirsîn, dê yek kesek ku îtîraz bike dê dernekeve. Mumkun e ku, gelek kes van armancên dîyarkirî kêm bibînin (ez bi xwe jî hin kêmasîyan dibînim), lê dê nebêjin ku ev ji bo kurdên penaber yên li Swêdê pirsên muþterek nînin! Bi gotinek din, bendên ku di xala armancên FKKSê de li destûra FKKSê hatine dîyarkirin, pirsên me yên muþterek in. Ne pirsên ku em ji hev cuda dikin û dûr dixin in. Her weha divê neyê jibîrkirin ku, ev armanc ji aliyê kongreyên FKKSê ve hatine tesbîtkirin. Ji derveyî kongreyên FKKSê tu kes yan jî dezgehek desthilatdar tuneye ku bikaribe armancên FKKSê biguhurîne.

Ev yek jî tê maneya ku, EM bi xwe, bi qasî ku em dizanin, dikarin û li hev dikin, armancên muþterek tesbît dikin da ku ji bo wan armancan mil bidin hev û bi hev re kar bikin. Ji bona gihiþtina her armancek muþterek, tevgirêdanek, rêxistinek pêwîst e. Her tevgirêdan, hevkarî yan rêxistin hewcedarî hin qaîdeyên avakirin û birêvebirina xebatên wan in. Hem þiklê avahiya rêxistinî hem jî qaîdeyên birêvebirina xebatên muþterek dikarin ji hev pir cuda bin. Lê tu xebatek tune ye ku bê qaîde bikaribe bi rê ve biçe. Ev qaîde jî, her çend hin navên din jî hebin, bi giþtî weke destûr tên bi nav kirin.

Destûr, þert, maf, desthilatdarî û awayên birêvebirina xebatên muþterek tesbît dikin. Bi gotinek din destûr peymanek di navbera ew kesên yan jî tevgirêdanên ku dixwazin bi hev û du re bixwebitin e, hiqûqa navbera kes yan jî tevgirêdanên hevarmanc e. Ev peyman dikare gelek kevnare yan jî modern be. Ev hiqûq dikare gelek ne demokratîk yan jî pir demokratîk be. Lê ev peyman û ev hiqûq di navbera ev kes yan jî tevgirêdanên hevarmanc ve hatibe tesbîtkirin, divê her alîyek wê peymanê û wê hiqûqê xwe li gora wê eyar bikin. Di destûra FKKSê de, þertên endametiyê, armancên muþterek, pêvajoya biryaran, temsîla endaman di pêvajoya biryaran de, maf û berpirsiyariyên endametiyê, desthilatdarîya birêvebirina kar û xebat hatine tesbîtkirin. Ev tiþt jî dikarin kêm bin yan li gora pîvanên cuda rast yan jî xelet bin. Lê ev peymanek e û hiqûqek e ku ji alîyê beþdarên azad yên vê xebata muþterek ve hatine tesbîtkirin. Loma jî di rewþek weha de, tiþtê herî kêm ku beþdarên vê xebata muþterek ji hev hêvî bikin ew e ku, rêz û hurmeta ev peyman û hiqûqa muþterek bigrin. Dema ku rêz û hurmeta peyman û hiqûqa muþterek neyê girtin, wê demê her kes dikare li gora dilê xwe, zanîna xwe, hêjahiyên xwe hereket bike.

Ev yek jî zemîna muþterek yên xebatên ji bo armancên muþterek ji holê radike. Em dikarin ji avahiya FKKSê mîsalek bidin. Di destûra FKKSê de hatiye dîyarkirin ku, þertê endametiyê qebûlkirina armancên FKKSê ye. Eger hin kes yan jî komele bibêjin ku em ne li gel van armancan in, wê demê zemîna xebata muþterek ji holê radibe. Yan jî dema di destûra FKKSê de hatibe dîyarkirin ku mirov çawa nûneran hildibjêre, lê hin kes yan jî komele bibêjin ku em li gora dilê xwe nûner dîþînin kongreya FKKSê, dê pê li mafên endamên din bikin û zemîna xebata muþterek ji holê rakin. Yan jî, eger di destûra FKKSê de hatibe dîyarkirin ku li her belediyeyek bi tenê yek komele weke endam dikare bê qebûlkirin lê li gora vê biryarê hereket nekin, ev dê bibe têkbirina peyman û hiqûqa muþterek. Mîsalên bi vî awayî dikarin pir dirêjtir bên nivîsandin.

Em, kurdên penaber li Swêdê tevî zarok û nevîyên xwe ve, civatek in. Wek þexsek bi gelek xisusîyetên xwe ve ji hev gelek cuda nin. Lê her weha xwediyê pirsên muþterek in. FKKS, bi hemû kêmaniyên û xeletiyên xwe ve nimûneyek girîng a muþterekên me, yên ku bi sê gotinan dikare bên îfadekirinê, ye. Ango FKKS kurdbûna me, Kurdistanîbûna me û penaberiya me temsîl dike. Di van her sê gotinan de hem jin û mêr, hem xort û pîr, hem sîyasî û ne sîyasî, hem dewlemend û hejar, hem çep û rast, hem zaza û soran û kurmanc cîh digrin.

Tiþtên ku di van du hejmarên dawîyê ya Berbangê de min xwest binivîsim, di esasa xwe de lêgerîna xurtkirina zemîna xebatên muþterek a di navbera me kurdên li Swêdê ye. FKKS bi zanîn û întrese nîþandan, bi qaîde û rêzgirtin dikare hîn firehtir û xurttir bibe. Ji bo vê yekê jî berdewamiya parastina hêjahiyên ku FKKS li ser ava bûye pêwîst e. Ev pêwîstî jî her kurdek ku muþterekên me li ser zemînek hiqûqa muþterek derdixe pêþ, berpirsiyariyek welatparêzî ye.


Pê li reha însên kirin, bombeyeke hayjênebûyî ye!

Cemil Demircan Endamê Komîteya Giþtî

Li ser buyêra Fadîmeyê gelek tist hatin gotin. Civîn, xwepêsandan û semîner pêk hatin. Gazî û qêrînîya "kurdan" bi wê bahoza "nûjen û pêsketî" re bûn yek û "integrasyon" nîsanî dinya û alemê da. Ew dengên ku pir bilind dibûn, di meqamekî de bûn, lê disibiyan orkestrayeke ku ji niska ve û ji xwe ber deng pev xistibe. Di warê êrîskirinê de berberî bi hev re dikir. Dor ne didan hevdu, sebir û debara wan jî qet tune bû ku nirxandinên cihê bibîni. Roj roja wan bû.

Bêgûman kustina Fadîmeyê ne bi dilê piranîya kurdan bû. Divê ku çareserîya pirsê ne bi vî siklî bûya. Mafê her mirovî bi jiyanê heye û mafê tu kesî jî tune ye ku tecawizî vî mafî bike. Heta bavê mirovî be!... Kustin tu carî nabe çare û di bingeha xwe de bêçaretî ye. Ji xwe bavê Fadîmeyê jî di axaftina xwe ya li dadgehê vêya tîne zimên û dibêje: "Di jiyana xwe de min tu carî tade li kesekî nekiriye. Lê kaça min bobelatek bû. Em di televizyonan de hetikîn. Tu çare nemabû, min xwe ji bo kustina wê mecbûr dît." Rojnamevanê swêdî Peter Kadhammar jî weha dibêje: "Heta ev zilamê ku bi kustina keça xwe mehakeme dibe jî însanek e. Ev mesele heta ku gîhaþtiye vê qonaxê gelek bûyer qewimînin û ew êsîrê van buyêran bû ye û xwe ji bandora wan xelas nekiri ye."

Mirov çima bêçare dimînin? Ez ê li ser van sedeman pir nesekinim, piranîya me dizanin. Lê ez ê tenê tiþtekî destnîsan bikim ku ew jî ev e: Sedema herî mezin ya bêçaretîya bavê Fadîmeyê, netêgihîstin e! Li hemberderketina guhertin û buyerên ku ne bi dilê mirovî, û parastina hebûnên kevn e. Tirs û bêhêzîya li hember pêlên gotinan e. Dilovanî û pêgirêdayiya bi civata xwe, ango bi malbat û esîra xwe re ye. Hezkirineke çavgirtî û bi nezanî ye. Rebenî ye...

Ez dizanim ku gelek kes dê ji van gotinên min aciz bibin û ew ê wateyên cûda cûda ji xwe re derxînin û binêrxînin. Ez ne bavê Fadîmeyê û ne jî malbata wê nas nakim. Tew kirina wî, ez qet û qet napejrînim. Lê min ji rojên pêsî û heta îro xwestîye ku ez nivîs, gotar, nûçe û lêkolînên di vî warî de hatinin kirin, teqîp bikim. Nuha têgîhastina min ew e ku gelek tistên hisî, bêbingeh, beradayî û bêfedî hatinin gotin û nivîsandin. Di serê dawîyê de, kul û derdên xwe, agirê hundirên xwe bi buyêra Fadîmeyê kirin yek û çi hat ber devên wan got.

Lê ji bo min ya herî belkês gotinên Husein Muhammed bûn. Di nivîsa wî ya ku di malpera xwe ya bi navê KOVARA MEHNAMEyê de, weha dinivîsîne: "Kes newêre sasiyên kurdan bîne ziman. Her tist li nik me serm e." Lê ew mêrxasîya xwe û wêrek bûna xwe ispat dike û ji bo serkêsîya vê koroya bi yekdengî, dide nav: "Gelo çima hismendî, mirovperwerî, azadî, evîndarî... hemû bûne koleyên namûs û serefê?" Ew gîhastîye wê bawerîyê ku namûs û serefa kurdan li ber hismendî, mirovperwerî, azadî û evîndarîya wan asteng e. Ji xwe bûyera Fadîmeyê kurd di nav cîhanê de, "rûres û sermezar" kiriye. Ne hewceye ku mirov zêde dirêj bike. Ger armancek Huseinî ku xwe ji vê astengê, ango ji namûs û serefê azad bike heye, tu kes li ber nesekinîye û tu kesî jî devê wî ne girtîye. Lê ez bi vê helwesta netewa xwe serbilindim ku ew bi seref û namûsa xwe ve girêdayî ye!

Nivîskarê me îdeayên giring jî dike û dibêje, "Persson ji N. Barzanî xwest ku rê li ber "kustina namûsî" bê girtin. N. Barzanî vegerî Kurdistanê û mijar di pist guhê xwe re avêt." Min hîn jî fahm nekirîye bê çi peywendîya vê mijarê bi karê hikumeta herêmî re heye. Ciwanmêran ji bo vê statûyê, hîn wê di keftûlefta bidestxistina pistgirîya dewletan û di hesreta nasîneke fermî de bin, em ê jî rabin wan ji bo her bûyerê tawanbar bikin. Ew ê ji alîyekî de "serok(!)"ê bi navûdeng ji bo parastina yekbûna Tirkîyê kêfxwesîya xwe bi asimlasyonê bîne (di parastina xwe ya di dadgehê de) û serê vê bidestxistina kurdan bike û ji hêla dinê de jî, ew ê rewsenbîr, hismend, mirovperwer û azadîxwazên me, ji bo ewrûpayîbûn û nûjen(!)bûnê êrîsî hêjayîyên kurdan bikin! Bi rastî balkês e. Ez hêvîdarim ku Qazî Mihemed van tistan nebihîze û di mezelê xwe de rehet rakeve ku wî di dadgehê de û berîya bidardakirinê bi çend seetan weha gotibû, "Ez wî mafî nadim tu kesî ku gelê min bêrumet bike û nuha ji bo xatirê vî mîlletî ez bi daliqandinê hatime hukim kirin"

Lê nivîskarê me wicdanê xwe xera nake û êrîsî hemû serkanîyên xerabîyê(!) dike: "Fatîme ji berî hatinkustina xwe, di gotara xwe ya dawîn de diyar dike ku Komela Kurdên Swêdê alîkariya wê û malbata wê nekiriye û ew sîret nekirine. Di êvarên kurdî de, di Newroz û sahiyan de min tê derxistiye ku her car kêmtir besdar hene. Sedem ew e ku me bi dehan konfederasyon, kulfederasyon û qûnfederasyon hene lê ev an naxwazin an jî nizanin bi karûbarên civatên kurdî rabibin. Pirraniya wan xwedî tevger û mentalîteyên bikêrnehatî ne û ji gotinên pêvetir tistekî nakin." Pistî ku min ev rêz xwendin, hestên sermezarîyê hatin min û xwêdanek bi min ket. Min ji "pasdemayîn"a xwe fedî kir. Haya min ji dinyayê tune bûye. Min bihîstibû ku hin komeleyên qûnekan li hin welatên Ewropayê vebûnin. Lê min tu car nebihîstibû ku komele an jî federasyonên qunekan yên kurd vebûnin û waye ew qûnfederasyon jî pêk anînin. Lê ji tecrûbeyên nivîskarê me, mirov têdighêje ku karên wan ew têr nekiriye. Hemû "bikêrnehatî" nin.

Îro çi ji me re divê? Em ê hîn jî di nav xirecira kirinên Fadîmeyê û bav û birayê wê de bin? Gelo birastî jî Fadîme bi siklê jiyana xwe, keçeke kurd bû û bi ziman û eslê xwe serbilind bû? Gelo vê horîyê Komeleya Kurd ya li Uppsalayê nas dikir û besdarî çalakîyeke wê bûye? Ji bo çi em ê êrîsan li tore û têgihstinên xwe bikin ku ew ne li gorî kêfa hin kesan in û ne wek ên van welatan in? Ma seref an jî rûresîya me, tenê bi kêfkirina wan kesan ve girêdayî ye? Ta kengî em ê keysperest bin û bêjin ku "dem ev dem e" û sûc têxin hustuyê terefên ku dilê me ji wan re naxwaze? Li gorî bawerîya min divê ku em hemû, bêyî êrîsî tu alîyan bikin, yek bi yek li ser vê buyerê rawestin û ji encamên wê dersan derxînin.

Ji bo em karibin van pirsan -yên ku ji civat û adetên berê mayî- çareser bikin û barê xwe sivik bikin, divê ku em xwedîyê ramanên nuh yên avakar bin. Bi dijminatîya hevdu û senekîyan, em ê nekaribin pirsên xwe yên civakî çareser bikin û ne jî bigihêjin tu deran. Bar û berpirsîyarîya giran li ser milê me ye. Li ser milê dayik û bavan e. Bi lêqedexekirin, zirt û tirsandinê, mirov nikare tesîreke erênî li ciwanan bike. Ew di pêvajoke "jixwehezkirin"ê de nin. Ew di serxosîya avakirina sexsîyeteke nuh de nin. Ji dêvla wê fermana ku em bi bêjeya "na!" radighînin wan, divê ku em fêrî wê toleransê bibin, da em bi bêjeya "ger" dest pê bikin. Adetek me ya xerab jî ew e ku em carinan di nav keç û lawên xwe de, newekhevîyeke eskere peyde dikin. Em azadîya wan li gorî "law" û "keç" bûna wan didin wan. Azadîya lawan ku hevalên xwe yên keç bînin malê heye û ji bo hin bavan jî ev dibe serbilindîyekê, lê ne rabûnûrûnistina "bi lawên xelkê" û ne jî hevaltîya bi wan re, ji bo keçên me gengaz e.

Her weha û hezar mixabin ku hin ciwanên me jî ji adet û eslê xwe fedî dikin, berê xwe jê diguherin û bi navê nûjenbûnê tinazîyên xwe pê dikin. Ji derveyî xwe hemû kurdan hov û "çiyayî" dibînin. Ew, pêsî lê hay nabin, lê di pist re dibînin ku ew bi xwe jî li dervî herdu civatan in. Ez di vê bawerîyê de mim ku mirovê esil û dîroka xwe wenda dike, mîna mirovên bêbîr û bêhis in. Diviyabû ku wan ciwanan, ev cihêbûna kulturî û torî ji xwe re wek maldarîyekê bipejirandana. Em hemû dizanin ku azadîya me ya hilbijartina kinc, xiwarin, jin, mêr, tirimbêl, xanî, dibîstan ûhw. heye, lê em nikarin ji xwe re xwisk, bira, dayik, bav û esil, hilbijêrin. Em çi bin, em ew in. Her tist bi taybetmendîya xwe bedew e.

Him lêkolînên zaniyarî û him jî bûyerên Pela û Fadîmeyê nîsan daye ku bi zirtan, bidarê zorê û bi hevdu bêminnetkirinê, em nikarin pirsên xwe çareser bikin. Ne tedbîrên polisî, ne zîndan û ne jî gefên dewletê, rê li ber kustina Fadîmeyê negirtîye. Pê li reha însên kirin, bombeyeke hayjênebûyî ye!


Pirsa Jinan wek pirseke civakî

Dr. Þemal Çelîker

Carna di civata kurdî da minaqeþeyên piçûk li ser pirsgirêkên jinan tê kirin. Lê mixabin ji ber hinek sedemên wekî, ku pirs pirsekî þexsî ye, eþîrtî ye, malbatî ye, an jî li gor adetên me divê ku meriv pir bi aþkere li ser wan xeber nede, pirî caran munaqeþe bêyî ku bighîje encamekê, bi dawî tên. Ez vê yekê wek, çawa ku dewletên dagirkerê Kurdistanê bi navê ku pirsa Kurdan, pirseke hundurî ye û dewletên din mafên wan ên mudaxelekirinê tuneye û bi vî awayî jî, dikarin dinyayê li himber zulma ku li ser Kurdan dikin bêdeng bihêlin, dibînim.

Pirsa jinan jî di nav civata Kurdan da bûye pirseke hundurî û bi navên malbatî, olî û eþîrtî hatîye tenggirtin û fetisandin. Bi vî awayî jî, neheqî û zulma li ser jinan di civata me da dewam dike û dibe sedemê hin trajedî û hin tevgerên ku bi navê jinan bi rê dikevin, lê di rastîyê da bi îdeolojîyekî teng û ji rastîyên civakê dûr, bi teqlîdkirina mentalîta mêran dikevin nav xebatê, lê belê bêyî bigihijin hin encamên berbiçav ji bo jinan.

Ez xebat û tekoþîna jinên kurd a îro, rast nabînim ku ew wekî xebatên femînîstî be, femînîstiya ku jin li welatên Rojava dimeþînin. Ji ber ku welatê me hatîye dabeþkirin û çand û kultura me jî bi salan e ku di bin tesîra çar dewletên cihê da maye. Herçiqas em Kurd hemû bi hesret û xeyala Kurdistaneke mezin û azad in, lê belê ji ber ku sîyaseta dinê ya îro rê nade Kurdistaneke mezin çêbibe, em bi otonomî yan jî bi federalî jî razî dibin.

Em jinên Kurd jî, ji ber rewþa çandî û sîyasî ya welatê me, îro em nikarin di îdîaya xebatekî femînîstî da bin. Lê ev nayê wê maneyê ku em li dijî xebatekî bi vî awayî ne jî. Îro em divê ku ji gavên bingehîn dest pê bikin, heta ku di pêþerojê da em jî karibin gavên mezintir bavêjin. Em wek miletek xwedîyê tu qanûn û platformên, ku yên me bi xwe bin û li gor daxwazî û rastîyên civata me hatibin nivîsandin nînin. Ev jî bûye sedemekî ji para mayîna me, di warên kultur û medenîyetê da. Mixabin ev jiparamayîn jî, di civatê da bêtir xwe di mesela jinan û mafên jinan da nîþan dide.

Em jinên Kurd gelo çawa dikarin îro behsa wekhevîbûnê bikin gava ku:

-hêjî piranîya jin û keçên Kurd nexwenda ne û þansê wan ê xwendinê tune ye?

-hêjî, ji sedî pêncî Keçên Kurd bi darê zorê û bê dilên xwe tên zewicandin.

-hêjî, bi navê þeref û namûsê tên kuþtin û mafê jiyanê ji wan tê stendin?

-hêjî em jinên kurd pirsgirêka xwe baþ nizanin û nikarain li ser pirsên xwe yekîtîyek pêk bînin û bi yek dengî li dij neheqîya li ser xwe helwest bigrin?

Bi dîtina min sedemekî mezin ê ku em jinên kurd hê jî di xwebatên xwe yên ji bo mafên jinan da bi ser neketine ew e, ku xebatekî me yê muþterek li ser pirsên me di civatê da tune ye. Berî her tiþtî divê em jinên kurd hewl bidin da ku pirsa jinan wek pirsekî civakî bê naskirin û qebûlkirin. Wê gavê em dikarin bi hemû endamên civakê-çi mêr û çi jin-, bi hevra li ser van pirsan munaqeþe bikin û li riyên çareserîyê bigerin. Divê konferans, semîner, panel bên li darxistin û lêkolînên zanistî li gor taybetmendîyên civata Kurd bên kirin.

Bi van dîyalog û metodên zanistî em ê karibin, ew e'det û neheqîyên kevnare yên ku hêjî hejmara wan di civata me da kêm nînîn û nîþanên jiparamayînê ne, ji nav kultura xwe bavêjin. Ji bo gihîþtina vê armanca pîroz, em jinên kurd divê ji xwe dest pê bikin û hin gavan bavêjin. Wek nimûne: -Lawên xwe wisa terbîye bikin ku þexsîyeta dê û xuþkên xwe, ji ber ku jin in, piçûk nebînin. Hê ji piçûkatîyê va pif nekin guhên wan ku "tu" mêrî û dikarî hemû tiþtî bikî, "tu mêrê malê" yî û berpirsîyarê "namûsa" dê û xwiþkên xwe yî. -þexsîyetê bidin keçên xwe, bila bi xwe bawer bin, li himber neheqîyan bêdeng nemînin û bi jinbûna xwe serbilind bin. -Pirs û pirsgirêkên jinan, ji bo berjewendîyên þexsî, malbatî û rêxistînî nedin alîkî. Divê em bi hevra, tenê bi navê jinên Kurd pirsgirêkên xwe destnîþan bikin û bi hevkarîya mêran li riyên çareserîyê bigerin.

Divê bê fêhmkirin ku civat ji mêr û jinan pêk tê. Nabe ku xebatên jinan li ser bingeha "dijberîya mêran" bê avakirinê. Bi vî awayî em ê karibin bi hevkarîya rêxistinên jinên li Kurdistanê "daxwaznameyekî giþtî" pêk bînin ku ew li gor rastîyên civata me be û herwesa jî li gor daxwaz û hewcedarîyên jinên kurd be-çi li welêt û çi jî li dervayî welêt. Meriv dikare vê "daxwazname"yê pêþkêþî desthelatdarên baþûrê Kurdistanê û hemû rêxistin û partîyên Kurdan bike û dawe li wan bike ku vê daxwaznameyê di jiyanê da pêk bînin.

Ez, wek jinekî kurd bangî hemû mêrên kurd û partî û rêxistinên kurd dikim ku pirsên jinan û ew kêmasî û neheqîyên ku di civat û kultura me da li ser jinan hene, bi awayekî cidî bibînin. Nebêjin "bila jin bi xwe li pirsên xwe xweyî derên". Ev gotin, gotineke di cî da nîne. Ji xebatên jinan, an jî ji "azadîya ji bo jinan" çewt fêhm nekin. Nebêjin, wek ku di gotina pêþîyan da hatîye gotin, jin divê "pîyê xwe ji berra xwe dirêjtir nekin !" Jina Kurd fedekarî, cesaret û dilsozîya xwe ji bo mêr û zarokên xwe, ji bo welatê xwe di her demî da nîþan daye. Hêvîdar im ku hûn wek bav û bira, wek þirîkê jîyanê, alîkarê jinan bin û mil bidine xebatekî, ku wê civata Kurd ber bi pêþveçûnê ve bibe û koka bêe'daletî û neheqîya li ser keç û jinan rake.

Ger em dixwazin civatekî demokratîk li welatê xwe ava bikin, berî hertiþtî divê em ji mala xwe dest pê bikin û têkilîyên însanî û demokratîk di navbera jin û mêr da li dar xin. Ev yek, wê rê li ber gelek trajedîyan bigre û mora jiparamayîn û hovîtîyê, wê carekî din li civata Kurd nexe.

Västerås, 10.03.2002


Bêdengî pirsên me çareser nakin!

Kovan Amedi

Fadîme Þahîndal ji alîyê bavê xwe ve di roja 21-1-2002 an de li bajarê uppsalayê hat kuþtin.Bavê wê bi ceazayê muhebetê hat cezakirin. Problema Fadîmê 4 sal berê dest pê kiribû. Ew aþiqê xortekî nîv Swêdî bûbû. Bavê lawik îranî bû û dîya wî jî swêdî bû. Li gor gotinan rojekî bavê Fadîmê di kolanên bajarê Upsalayê de rastî wan tê. Li ser vê yekê Fadîme tê malê û dilê xwe ji bavê xwe re vedike, evîna xwe ji bo Patrick, xortê ku jê hez dike îlan dike. Bav û birayê wê ku hin jî xwedî kultur û ehlaqê fedodaliyê ne, daxwaza Fadîmê qebûl nekirin û jê re aciz bûn. Fadîme jî, ji bo evîna xwe ser xwe hildide ji mal dûr dikeve. Piþtî demekê, mala bavê lawik diçin Fadîmê ji lawê xwe re dixwazin. Bavê Fadîmê ji bo zewaca wan vê carê tê razîkirin. Lê astenga fadîmê ne tenê bavê wê bû, birayê wê li dijî zewaca wan derdikeve û diçe pêþîya wê, lê dixe û wê tehdît dike.

Fadîme xwe bê çare dibîne û gilîya malbata xwe ji polis re dike. Fadîme keçeke Kurd bû lê kurdî nizanî bû. Malbata wê bi tirkî dipeyivîn. Têkilîya Fadîmê bi Kurdan re gelek tune bû, kurdan baþ nas nedikir. Bav û brayê wê, xwedî kultur û ehlaqê fedodaliyê bû, Fadîmê jî vê yekê wek kultura kurdan dizanî bû! Wê ji bo evîna xwe îsyan kiribû û bê kontrol li her derî dipeyivî. Gava ku Federasyona Komeleyên Kurdistanê û Yekitîya Jinên Kurdistanê, bi problema Fadîmê dihesin, bi wê re peyvendî datînin. Ji bo alîkarîyê amadebûnên xwe nîþan didin. Fadîme tê Stockholmê, qasî mehekê li cem malbatekê kurd dimîne. Belkî cara yekem bû ku têkilîyên wê bi Kurdan re ewqas ji nêzîk ve çê bûbû. Disa li gor gotinan, her di demê de Fadîme xwestîye hevpeyvîna xwe ya ku bi TV 4 re çê kiribû, baþve bigrê. Wê di hevpeyvînê de, ji hin gotinên xwe poþman bûbû. Lê TV 4 daxwaza wê qebûl nekir û hevpeyvîna wê di programekî taybetî de weþand.

Gava bavê wê programa ku li ser Fadîmê di televîzyonê de temaþe kiribû, gelek aciz bûbû û gotibû: " Fadîme te me li ber çavên dinyayê rezil û risva kir û biçûk xist ." Û wê bi kuþtinê tehdît dike. Lê heyfe ku Fadîme bi destê bavê xwe hat kuþtin. Wê guhdarîya dilê xwe kir û ji bo evîna xwe rêyeke weha ji xwe re hilbijart. Niha Fadîme ne di jiyanê de ye, carek mir û çû gihiþte mezîla xwe. Dikarîbû ew menzîla di þûna mirinê de ciyê dilþahî û bextewarîyê bigirta! Lê kî çi dizanê bekî bavê wê ji xwe hesab dipirse û xwe bi xwe mehkeme dike, belkî ji bo her pirsê ku ji xwe dike, her roj dimre!..

Li Swêdê esil trajedî piþtî kuþtina Fadîmê destpê kir. Çapemenîya Swêdî vala nesekinîn, Dijminê me bê deng neman, hin firsettelebên kurd jî rihet nesekinîn ku xwestin vê bûyerê ji bo berjevendîyên xwe yên þexsî bikarbînin. Hin terefên siyasî yên swêdî jî vala nesekinîn û Xwestin kuþtina Fadîmê, di þexsîyeta kurdan de, bi giþtî di siyaseta penaberîyê de li hember hemû biyanîyan li Swêdê bikar bînin. Kuþtina jinan yekser bi kultura kurdan xelkê rojhilata nvîn û Afrikayê ve girêdan. Mêrên kurd, jinkuj û qatîl nîþan dan. Li ser kurdan û kultura wan gelek tiþt hatin gotin û nivîsandin. Çapemenîya swêdî vê bûyerê ji bo Ewrûpîyan, weka tiþteke pir xerîb nîþan dan! Eger mesele kultura kurd be, di kultura kurdan de jin pîroz in. Pir caran di þer de, di nakoyîn civakî de, gava jin dikevin nav meselê, nakoîyên henin çareser dibin. Ji bo xatirê jinan, dijminayetîyê ku heye radibin, di þûna wê de aþîtî û dostayetî cîh digrê!

Çapemenîya swêdî, alîyê civakî ya bûyerê qet nehat behskirin, bi ewayke îlmî tehlîl ne kirin. Tim xwestin meslê wek reþ û sipî nîþan bidin. Eger meriv li dîroka Swêdê binêre, li Swêdê jî, berî salên 1970 î, bê zewac û mar birînê, keç û kur nikarîbûn bi hevre bimana. Li Swêdê, gelek tiþtên ku îro serbestin berî 40 salan qedexe û tabû bûn. Eger em wek çapemenîya Swêdî û hin siyasetmedarên wan bifikirin, di civata swêdî de gelek tiþtên usa xirab çê dibe ku ji kuþtina jinan jî xerabtirin. Îro li gor lêkolînan, her sal bi hezaran jinên ku ji alîyê bav yan jî mêrên xwe þîddet dîtin e, gilîyê wana ji polîs re kirinin. Li gor lêkolînan her sal nêzî 35 jinên Swêdî ji ber hesûdî yan jî ji sebebên din ji alîyê mêrên xwe ve tên kuþtin. Lê bûyerên usa tenê bi herfên biçûk di koþeyên rojnamên swêdî de tên nivîsandin, yanî bi ewyake din tê veþartin. Gelo meriv dikare bêje, ev xerabîyên ku di civata Swêdî de çê dibin "kultura" Swêdîyan e?!

Na xêr, meriv nikare þîddet û kuþtina jinan bi kultur û nasnama milletan ve girê bide. Ji ber ku þîddet bingeha xwe ji sîstema jiyanê digrê, þekil û rengê xwe jî li gor rewþa siyasî, aborî û pêþveçûna civakî ya wê welatê ve digorîne. Yanî þîddet pirseke civakî ye, di civatên tebqeyî de ji holê ranabin, tenê þiklên xwe digorînin! Welatên Rojhilata Navîn û Asîyayê ku piranîya wan bi dîktatorîyetê tên îdare kirin. Qanûn û yasayên wan ne demokratîkin û xizmeta civatê nakin, endamên civatê ji mafên xwe yên însanî bê parin.

Li welatên dîtator, qîmeta însanan tuneye, xasima jin ji gelek mafên xwe yên însanî bê parin û wek malzemeyek tên bikar anîn. Ji bo vê yekê jî biryara li ser jinan, pirî caran mêr didin. Li welatên dîktator yasayên ku di vî warî de henin, ne li gor berjevendîyên civatênin. Loma li wan welatana gava mêr, keç û jin dikujin û dibêjin ji bo "namûsê" bû, pir cara ew kesana nayên ceza kirin, yan jî cezayeke sembolîk digrên.

Welatekê wek Kurdistanê ku di nav çar dewletên kolonyalîst û dîktator de hatîye perçe kirin. Gelê Kurd bi salane di bin bandora wan de bi qanûn û yasayên wan ve tên îdare kirin. Dijminê me nehiþtinin û naxwazin jî gelê me þiyar be û di warê civakî de pêþve biçe. Bi kurtî kîjan hêzên kolonyalîst hatinin ser hukum, bi alîkarîya feodalên kurd, li serê kurdan xistinin û ne hiþtinin ku kurd çavên xwe vekin. Xên ji þîddet, zordestî û zulmê tiþteke din fêrî kurdan nekirin e.

Mixabin ku di nav me Kurdan de jî, hember keç û jinan, þîddet tê bikar anîn û ev þîddeta heta kuþtina wan jî diçe. Îro li Swêdê ev tiþta gelek tê xeberdan. Di nav xelkê de tê gotin ku li Swêdê heta niha nêzî 10 jinên Kurd ji alîyê mêrên xwe jan jî bav û bra xwe ve hatinin kuþtin. Disa di nav xelkê de tê gotin ku fleankesî jina xwe brîye welêt, li wir kuþtîye û li vir jî þîna wê danîye. Tê gotin ku felankesî li jina xwe xistîye, dest û pîyê wê þikandîye û þandîye welat. Tê gotin ku felan mêrî, ji welat jin anî lê piþtî wextekî kurt berdaye û þandîye welat û çû yekê di umrê keça xwe de ji xwe re anî. Yan jî felan mêrî jin anî lê piþtî çend mehan berda, jinikê hîn heqê xwe yê multecîtîyê jî negirtîye, bi vî halê xwe ji þerman nema dikare vegere welêt, û li vir bi qaçaxî, her roj di malekê de dimîne. Belê evana tiþtên ku di nav xelkê de tê gotin û min jî ji wan çend nimûne pêþkeþî we kir. Ez bawerim ku gelek ji me kurdan, bûne þahîdê gotinên usa. Heta ew kesên ku bi pirs û pirsgirêkên civakî ve mijûl dibin, pir caran bûne þahîdê bûyerên usa jî. Ma eger usa be, gelo ev ne zulume?!

Kurdekî çend roj berê ji welat hatibû û min jî rewþa welat jê pirsî û pêre sohbet kir. Wexteke sohbeta me geþ bû û hat ser kuþtina Fadîmê. Min jê pirsî û got: Gole di warê bikaranîna þîddet û kuþtina jinan de çi guhartinek li welêt heye? Heval, bersîva min usa da û got: " welle kaka îsal gelek baþe, li bajarê Suleymanî kuþtina jinan zor çê nebû, yanî îsal pir baþe, dikarim bêjim bi tevayî nêzîkê 20 jin hatinin kuþtin"! Li gor raya min, êdî wexta wî hatîye ku Kurd pirsên xwe yên civakî, ne wek paþgotinî û xeyb qise bikin. Ji ber ku tu pirsekî me bi inkarkirin û veþartina hin rastîyan ve çareser nabin. Eger em bi rastî jî dixwazin, pirsên xwe yên usa bi þîwekî medenî careser bikin. Divê em êdî bi eþkere qise bikin. Divê em çi wek ferd çi jî wek rêxistin, ne ji kesî þerm bikin, ne jî ji kesî bitirsin. Li pêþ wî nebêjin te baþ kir û li paþ wî jî bibêjin felan kesî kareke gelek kirêt kirîye. Divê em bikaribin bi dengekî bilind û eþkere bûyerên weha mehkum bikin û bêjin ey mêro te tiþtekî pir xerab kir! Di civatê de rê nedin kesên usa ku ji mêrên din û ji xort û nifþên nû re bibin nimuneyekî xerab.

Îro em li welatekî pêþketî yê Ewrupayê de dijîn. Ev welatana qanûn û yasayên xwe li gor berjevendîyên welat û civata xwe çê kirine. Em Kurd û biyanîyên din jî beþekî ji vê civatênin, em jî li vir bi vî civatê re dijîn. Divê em ji bîrnekin ku gelek ji me ji bo parastina van hêjayîyan, wek nimune; demokrasî, azadî, wekhevîya jin û mêran bûnin multecî û hatinin van welatana. Loma divê em Kurd wan hêjayîyên xwe baþ biparêzin, van hêjayîyana her tim di hemû peyvendîyên xwe yên siyasî, malbatî û civakî de esas bigrên. Berî her tiþtî guhartinên demokratîk di xwe de çê bikin. Ji ber ku kesên doza demokrasî û azadîyê dikin divê berî herkesî ji xwe destpê bikin û bi xwe jî bibin demokrat. Divê em rê bidin keç, jin û xuþkên xwe ku di malê de, di biryar girtinê de muþterek bin. Rê bidin wan ku di civatê de cîhê xwe bigrên û xwedî gotin û biryaran bin.

Li vir pêvîst dibînim ku bêjim, di vî warî de bi taybetî wazîfeyekî girîng dikeve ser rêxistinên me yên siyasî û demokratîk. Her usa dikeve ser milên rewþenbîrên kurd jî ku ji bo careserkirina pirsên usa xebatêkî bidin pêþ xwe û rolekî baþ bilîzin. Þik tuneye ku pirsên salan, di rojekî de hal nabin û jê re wext û sebir divê. Lê eva di eynî wextê de pirseke gelek girînge û divê ciddî bê girtin û ji bo wî jî kar bê kirin. Bêdendî pirsên me çareser nakin!


Nexweþiyeke civakî: Fesadî û Paþgotinî

Þukran Baksî Endama Komîteya Karger ya YJK

Li ser kuþtina Fadîme Þahîndal, munaqeþeyek pir fireh û piralî çêbû û ev munaqeþe hîn jî dewam dike. Li ser vê pirsê û sedemên wê gelek tiþt hem di çapemeniyê de hatin nivîsandin hem jî di semîner, konferans, civîn û sohbetên þexsî û taybetî de gelek dîtinên cuda hatine amadekirin. Herkes li gora dîtin, agahdarî û hêjahiyên xwe dîtin û helwestên xwe dîyar kirin. Di nav van dîtin û helwestan de hem tiþtên pozîtîf hem jî negatîf cîh digrin. Dîtinên pozîtîf û negatîf hem di çapemeniyê de hem jî di cîvîn û sohbetan de hatin ziman. Û dîtinên pozîtîf û negatîf hem ji aliyê Swêdiyan ve hem jî ji aliyê kurdan ve hatine pêþkêþkirin.

Li gora min, ew dîtin çi dibin bila bibin bi çi awayî hatibin gotin yan jî nivîsandin, munaqeþeyek vekiri bi xwe tiþtek pozîtîf e. Ji bo ku, bi vê buyera hov re, herkes li ser sedem û neticeyên wê xwe mecbûr hîs kir ku tiþtek bibêje yan jî tiþtek bike. Û dema tiþt eþkere bên kirin û bên gotin mirov rehettir dikare dîtin û helwestên cuda fahm bike û binirxîne. Yek ji sedemên girîng ku Fadil Þahîndal ji bona kuþtina Fadimeyê nîþan dide ew e ku, li gora wî Fadîme bi derketina televîzyonan û rojnameyan ew rezîl kiriye, hin kes kasêtên vîdeoyê û nûçeyên rojnameyan þandine heta gundê wî.

Ev sedema ku Fadil ?ahîndal nîþan dide ew e ku, ew fesadî û paþgotinîyên ku li gora Fadil ?ahîndal hatine kirin bûye sedema esasî ku ew qîza xwe bikuje. Dema ku min ev tiþt xwendin û gohdarî kirin, hemû ew paþgotiniyên ku herkes herroj di jiyana xwe ya rojane de dibin þahid (Çi ji aliyê mêran ve çi jî ji aliyê jinan ve hatibin kirin) hat bîra min. Û her wisa ez fikirîm ku ev paþgotinî û fesadî dikarin neticeyên çawa xirab û hov derxin holê. Di gelek civatên jinan û mêran de yan jî yên jinan û mêran bi hev re de gotinên weke "te dît ku qîza filankes do bi kî re bû?" yan jî "kurê filankes ketiye riya xirab" û bi dehan gotinên din.

Gelek caran derdikeve holê ku van gotinên hatine kirin ne rast bûne. Lê dema gotin belav dibin, di nav malbatan de dibin sedemên nakokiyên mezin û zarok û xort pir caran ji dê û bavê xwe dûr dikevin û peywendiyên wan qût dibin. Dê û bav di van rewþan de bi tenê difikirin ku dê "der û dor" çi bibêje û þûna ku bi zarokên xwe re bipeyivin, dest pê dikin û zorê didin wan. Neticeyên van nakokîyan jî dibin lêdan, xort ji mal direvin û di rewþa herî xirab de jî, weke ku di rewþa Fadimeyê de derket holê, kuþtin! Ji van paþgotinî û fesadiyan ne tenê zarok û xort tesîrên xirab dibînin. Her weha, li ser mezinan jî gelek fesadî tên kirin. Mirov li piþt hev gelek tiþtên xirab ji hev re dibêjin lê dema ew rastî hev tên, weke ku ew dostên hevûdu yên herî baþ in hereket dikin!

Gelo, ji van helwestên ku min yek-du mîsal dan û her roj gelek kes bi helwestên wisa re rûberû dibin rast in yan na? Gelo, tu feydeyên helwestên wisa ji bo civatê heye?

Li gora dîtina min, tu feydeya helwestên ku min li jor behs kir ne ji bo wan kesên ku van fesadiyan dikin ne jî ji bo civatê heye. Tiþtên ku bi zanîn yan jî bi nezanî li ser kesên din tên gotin dikarin, di civata me de, bibin sedemên trajediyên girîng yên malbatan û ew trajedî jî, weke ku di rewþa Fadîmeyê derket holê, dikare bibe sedema tefandina jiyana keçek yan jinek. Û weke ku di rewþa Fadimeyê de derket holê, tu kes nikarîbû xwe ji tesîrên vê bûyerê dûr bihêle! Yek ji wan netîceyên ku em divê ji kuþtina Fadimeyê derxin, divê ew be ku dawî li paþgotinî û fesadiyan bê anîn.

Beþdarîya paþgotinî û fesadiyan yan jî geþkirina wan di eslê xwe de þirîkatiya ew trajediyên ku weke netîceyên van fesadiyan derdikevin holê ne. Pirsek din a girîng jî ew e ku, em kurd ne xwedî dewlet û dezgehên giþtî yên neteweyî ne. Partî û hêzên kurdan yên siyasî weke îradeya dewlet û hêjahiyên pêþketî yên kurdan tên qebûl kirin. Lê di vê buyerê de, taybetî jî hêzên siyasî bê deng man. Gelo hêzên me yên siyasî, mafê muqeddesiya jiyanê naparêzin?

Bûyera Fadîmeyê nîþan da ku, heta her pirsek civakî eþkere neyê munaqeþekirin, ji van pirsan re çare nikarin bên peyda kirin. Ji bo vê yekê jî divê berî her tiþtî em bi rêxistin bin û dest bavêjin pirsên xwe. Jinên Kurd þiqas bi rêxistin bin û mêrên Kurd çiqas ji bo wekhevîya civakî ya jin û mêran aktîf û eþkere helwest deynîn û alîkariya tevgera jinên Kurd bikin, dê bûyerên weka Fadîmeyê û sedemên li piþt vê bûyera xirab, ewqas kêm bibin.


Awûqat Sezgin Tanrikulu: "Guherandinên di qanûna esasî ya Tirkiyeyê ne guherandinên girîng û esasî nin"

Di 25ê Adara 2002 yan de li Stockholmê di derheqa pêvajoya peywendiyên YE (Yekîtîya Ewrupa) û Tirkîyeyê de semînerek hat pêk hat. Semîner ji aliyê ABF û SSU (Yekîtiya Ciwanên Sosyaldemokrat ya Swêdê) ve hatibû amadekirin û ji bo semînerê jî hiqûqnasek kurd Sezgin Tanrikulu hatibû dawetkirin.

Di semînerê de serokê SSU Mikael Damberg, endama Parlamentoya Swêdê Nalin Pekgül, serokê ABFê li herêma Stockholmê Göran Eriksson û sekreterê peywendiyên navneteweyî ya SSU Martin Sandberg jî beþdar bûn. Sezgin Tanrikulu, di axaftina xwe de guherandinên ku li gora peymana berendametiyê ya YE û Tirkiyeyê di navbera salek de divê pêk bên (ji meha Adarê ya 2001 heta Adara 2002 yan) rêz kir û vê yekê bi guherandinên ku pêk hatinin re muqayese kir.

Sezgin Tanrikulu, di nirxandina xwe ya li ser vê pêvajoyê anî ziman ku, ne bi giþtî ne di warê pêþvebirina mafên mirovî de û ne jî di warê mafên demokratîk û neteweyî yên kurdan de, guherandinek berbiçav û girîng pêk nehatiye. Her weha Sezgin Tanrikulu jiYE û piþtgirên mafên mirovî daxwaz kir ku divê YE bi hin guherandinên sethî neyê xapandin û xeletiya ku li civîna konseya YE ya li Helsînkîyê bi qebûlkirina berendamiya Tirkiyeyê ji bo YE derket hole dûbare nebe û bi Tirkiyeyê re dest bi muzakereyên endametiyê neyê kirin heta ku pîvanên Kopenhangê bi temamî neyên bi cîh anîn.

Serokê SSU Mikael Damberg jî got ku "YE bi qebûlkirina berendametiya Tirkiyeyê ji bo YE xeletiyek mezin kiriye. Divê Ye daxwazên xwe yê ji bo rêzgirtina mafên mirovî û mafên neteweyî yên gelê kurd li Tirkiyeyê hin xurttir bude pêþ û beriya ku Tirkiye pîvanên Kopenhangê bi cîh bîne dest bi muzakereyên endametiya Tirkiye ya li YE neke. Divê SSU bi awayek xurttir bi pirsên mefên mirovî û mafên neteweyî yên gelê kurd li Tirkiyeyê re mijûl bibe û hevkariyên xwe yên bi hêzên demokratîk yên tirk û kurdan re xurttir bike".

Her weha, wezira karûbarê derve ya Swêdê Anna Lindh di 26ê Adarê ya 2002 yan de hiqûqnasê kurd Sezgin Tanrikulu li miqama xwe ya li Wezareta Karûbarê Derve qebûl kir û pê re li ser pêvajoya berendametiya Tirkiyeyê ya ji bi YE û mafên mirovî û mafên gelê kurd yên li Kurdistana Bakûr peyîvî. Di vê hevdîtinê de jî Sezgin Tanrikulu anî ziman ku guherandinên di qanûna esasî ya Tirkiyeyê ne guherandinên girîng û esasî nin û divê YE ji gelek aliyan ve xwe li ser guherandinên ku li Tirkiyê çêdibin agahdar bike. Wezira Karûbarê Derve ya Swêdê, di hevdîtinê de dîyar kir ku ew qimetek bilind didin hemû îmkanên agahdariyên di derheqa mafên mirovî, demokrasî û maf û azadiyên kurdan.


Dîroka 20 salîya FKKSê -II-

Amadekar: H. Gewherî-K. Amedî

Li gor dokumentên Komîteya Karger, hejmara Komelêyên endam yên Fedrasyonê di navbeyna kongreya 2 û 3 de, ji 6 gihiþte 15 komeleyan. Fedrasyonê di roja 4-12-1982 an de bi beþdarîya 45 nûneran ji 15 komeleyan li Stockholmê di lokala ABFê de kongreya xwe ya 3 em pêk anî. Federasyonê 2 salên dijwar derbas kir. Avakirin û meþandina xebateke weha fireh bi hêsanî ne bû. Cara yekem bû ku gelek komeleyên kurdî ku her yek ji wan li ser bawerîyên cihê bûn, hatin cem hev û di bin baskeke de yek bûn. Ev xebata serketibû ku ewqas komeleyên cuda di bin baskên Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê de civîya bûn. Eþkereye ku ev gava, gaveke dîrokî bû ji bo kurdên Swêdê. Her usa moraleke bilind bû ji bo gelê kurd, him li welat û him jî li derveyê welat.

Avabûna Federasyonê, li hember perçebûyîn û belavbûnê alternatifeke ciddî bû û bû denget xurt û bilnd ji bo hêz û kesên welatparêzên kurd li Swêdê. Fedreasyon bû serbilindîya kurdan û dirîyek di dilê dijmin de. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê,di rewþek usa de diçe kongreya xwe ya 3 em ku li Kurdistana Baþûr û rojhilat gelê me di nav þereke germda bû. Li Kurdistana Bakur, rewþa gelê kurd, di 12ê ilona sala 1982 an de, piþtî hatina cuntaya leþkerî ya faþîst hin xerabtir bû. Îþkece, surgun, lêdan û girtin hin zêdetir bû. Li rojava ya Kurdistanê (Surîyê) jî gelê me ji bo bi destxistina mafên xwe, li gor rewþa welat tekoþîneke dajot. Rojhilata Navîn wek qazaneke dikelîya û gelê kurd jî tê de. Federasyon pêvîstîya hebûna xwe, her roj pirtir dida xuya kirin. Li Swêdê bû dengê gelê kurd, çi di nav kurdan, çi di nav Swêdîyan, çi jî di nav biyanîyan de elaqeyeke xurt didît. Belê di haleke usa de, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, gihiþtîye kongreya xwe ya 3 em û raporên xebata ji kongreya 2 en heta kongreya 3 em pêþkeþî kongrê dike.

Beþek ji xebatên xwe di organa xwe Berbagê, di hejmara 7 an de weþandîye û em jî hin ji wan xebatan li jêr pêþkeþî we dikin: - Komîteya Karger civînek resmî bi wezîra biyanîyan, Karin Andeson re çê kir. Di civînê de daxwazên FKKSê pêþkeþî Karin Anderson dike. Civîn bi taybetî li ser rewþa kurdên Surîyê bû. - Komîteya Karger, li ser navê FKKSê ji bo pêyvendîyên resmî bi radyo û televizyona Swêdî re, nameyek ji berpisîyarê Radiyo û Televîzyona Swêdî re þand. - Piþtî kongreya 2:em FKKS ji alîyê Dayira Biyanîyan (SIV) û serokê wî, ji bo peyvendîyên resmî tê dawetkirin. Li ser daweta Dayira Biyanîyan, hemû endamên Komîteya Karger çûn bajarê Norrkopîngê ku Dayira Biyanîyan lê ye. Komîteya Karger bi serokê Dayira Biyanîyan Thord Palmlund û berpirsîyarên beþên din re civînek çê kir. Di civînê de bi taybetî li ser kar û xebatên FKKSê hate sekinandin.

Serokê Dayira Biyanîyan avabûna Federasyonê pîroz kir û serfîrazî ji bo Federasyonê xwest. - Di roja 17.3.1982 an de di bin însiyatîfa FKKSê de, Komeleya Mamosteyên Kurd hat damezrandin. - Di roja 28.3. 1982 an de di bin însiyatîfa FKKSê de, Komeleya Ciwanên Kurd ya Sporê hat damezrandin. - Komîteya Karger li ser gelek daxwazên endametîyê ya Komeleyên Kurd, ji bo FKKSê biryar girt. Ev komeleyên ku nû bûnin endamên Federasyonê evin; AKSA, KSSE, Komeleya Gelê Kurd, Komeleya Kurd li Nacka, Komeleya Jinên Kurdistanê, Komele ya Demokratîk ya Kurdên Sûrîyê û Komeleya Kurdên Îranê. - Komîteya Karger di roja 4 û 5 ê mijdarê de, civînek bi serokê Dayira Biyanîyan (SIV) Thord Palmlund re çê kir. Civîn bi giþtî li ser rewþa Fedrasyonê û bi taybetî jî li ser rewþa penaberên kurdên baþûr bû.

FKKSê Ji bo kurdên baþûr daxwaza heqên penaberîyê ji Dayira Biyanîyan kir. - FKKSê li çend beledîyên Stockholmê de ji bo malbatên kurd, daxwaza pedagogên kurd kir. Li ser vê daxwazê li Beledîya Tensta û Rinkebyê kar danin kurdan. - Bi însîyafîfa FKKSê, Komîteya Tirkîyê û ISTIB re, di 12ê meha îlonê de, meþek muþterek li dijî hukma cuntaya leþkerî ya dewleta Tirkîyê, li ber seferata Tirkîyê li Stockholmê çê bû. Li Swêdê cara yekem bû ku hezên demokrat bi hevre þalakîyek pêk tînin. Nêzî 1000 kes beþdarî vê meþê bûn. - FKKS' daxwaza endametîyê li SIOSê kir, lê daxwaza endametîya FKKSê nehat qebûlkirin. SIOS Rêxistina Hevkarîya Federasyonên Biyanîyan e Li Swêdê. Par jî daxwaza endametîya FKKSê ji alîyê Federasyona Tirkan ve hatibû vetokirin. Li gor destûra SIOSê yek rêxistineke endam, li ser pirseke heqê xwe yê vetoyê bikar bîne, biryar nayê girtin. - Komîteya Karger 2 civîn bi serokatîya dibistanan re ( Sokolverket) qê kir. Ji bo projeya zimanê kurdî û ji bo kontrol û ji ber çav derbaskirina ferhengeke kurdî 3 kes tayin kir. - Li ser zimanê kurdî civînek bi beledîya Huddingê re çê bû. Nûnerên Federasyonê, nivîskar û mamosteyên kurd jî beþdarî civînê bûn. - Di sala 1982 an ji bo derxistina 6 hejmarên kovara Berbangê daxwaza alîkarîyê hatîye kirin. Alet û malzemên pêvîst hatîye kirîn û heta niha 4 hejmarên Berbagê jî hatîye çapkirin û Hejmara 5 an jî di çapêdaye. - Komîteya Karger civînek li ser destûra Federasyonê bi nûneran re pêk anî. Hemû komeleyên endam li ser destûrê, dîtin û pêþnîyarên xwe pêþkeþ kirin.

Du problemên girîng ya Federasyonê di kongreyê de hatibû çareserkirin. Yek guhartina navê Fedrasyonê bû; Ango navê Federasyonê, ji Federasyona Komeleyên Kurdî li Swêdê bû Federasyona Komeleyên Kurdstanê li Swêdê. Ya duem jî sîstema serokatîyê bû. Berê 2 kes ji Komîteya Karger erkên serokatîyê dihanîn cîh, ev yeka di kongreya 3 em de hat guhartin, yanî erkên serokatîyê wê ji vir weha yek kes hilgirê ser xwe, ev erka jî ji alîyê komîteya Karger de tê dayin. Kongreya 3 em ji bo Komîteya Karger ev kesên li jêr hilbijart: Salih Înce, Mehmûd Kîper, Cewdet Demîr, Eþref Okumûþ, Harûn Elîaçik( þiyar ), þoreþ Eskerî û Keyo Hesen. Komîteya Karger, di roja 11-12-1982 decivîna xwe ya yekem pêk anî û erkên Komîteya Karger bi vî þîweyê par kirin: 1- Serok; Sali Înce 2- Sekreter; Mehmûd Kîper 3- Sekreterê aborî; Cewdet Demîr 4- Berpirsîyarê Berbangê; Eþref Okumûþ 5- Berpirsîyarê rêxistin; Harûn Elîaçik 6- Berpirsîyarê Peyvendîyên Navxwe; ?oreþ Eskerî 7- Berpirsiyarê Karên Kulturî; Keyo Hesen Kongreya 3 em ev xal'n jêrîn wek pilana xebatê daye pêþ xwe: 1- Mafê hilbijartinê ji bo biyanîyan, di hilbijartinên parlametoyê de. 2- Li dijî paþvegirtin yan kêmkirina mafên rêxistinên biyanîyan kar dike. 3- Hevkarîya xwe bi rêxistinên din yên biyanî re xurt dike û ji bo endametîya FKKSê di SIOSê (Rêxistina Hevkarîya Federasyonên Biyanîyan li Swêdê) de hewil dide. 4- Piþtgirîya xebata dijî nijadperestîyê li Swêdê dike û tedbîrên ciddî li dijî geþbûna nijadperestîyê digrê. 5- Ji bo derxistina Berbangeke 15 rojî hewil dide. 6- Ji bo karê Berbangê xebatkaran peyda dike. 7- FKKS ji bo vekirina beþa kurdî di Dibistana Bilind ya Mamosteyan de kar dike. 8- Ji bo bidestxistina mafên radiyo û Televizyonê bi zimanê kurdî, kar dike. 9-Agahdarîyên dezgehên dewleta Swêdê, vedigerîne ser zimanê kurdî. 10- Projeya zimanê zikmakîyê berdewam dike. 11- Koma folklorê pêk tîne. 12- Koma tiyatroyê pêk tîne. 13- Koma muzîkê pêk tîne. Komîteya Karger ya nû di nav salekî de, ev çalakîyên li jêr di roja 21. 12. 83 de pêþkeþî kongreya 4 em kir. 1- Di roja 1. 3. 83 de ji xurtkirina pêyvendîyên FKKSê, bi berpirsîyarên Dayira Biyanîyan re civînek çê kir. Di di civînê de li ser kar û xebatên FKKSê û alîkarîya salane, qise hat kirin. 2- Lokala FKKSê li ser daxwaza endam û rûniþtîvanên kurd li Swêdê, her roj ji alîyê endamên Komîteye ya Karger ve vekirî hatîye hiþtin. 3- Di roja 31. 5. 83 de FKKSê, li dijî cuntaya leþkerî ya Tirkîyê xwepêþandinek li dar xist. Di xwepêþandinê de ji 1000 kesî zêdetir insan beþdar bû. Radiyo û TV bi firehî behsa çalakîyê kirin.

Her usa Komîteya Karger ya FKKSê wezareta Derveya Swêdê ziyaret kir û erîþên cuntaya leþkerî ya Tirkîyê, li ser gelê kurd, agahdarî da û ji bo gelê kurd daxwaza piþtgirîyê kir. 4- FKKSê di roja 4. 6. 83 de ji bo piþtgirîya kurdên rojhilata Kurdistanê, þevekî li Stockholm, li Medborgarhusetê pêk anî. 5- FKKSê di roja 24. 7. 83 de bi cure cure çalakîyan, piþtgirîya greva birçîtîya ya girtîyên siyasî yên li Bajarê Erzurûmê kir û bi daxuyanîyek çapemenîyê jî dewleta Tirkîyê mehkum kir. 6- Yek ji wan girîntirîn xebata FKKSê di navbeyna her du kongreyan de, perwerdekirina zarok û ciwanên kurd, bi zimanê kurdî bû. Di vî warî de bulteneke 12 rûpelî bi zimanê kurdî çap kir. Ji bo kitêbên perwerdekirinê bi serokatîya dibistanan (Sokolverket) re civînek pêk anî. Ji bo vî karê jî komîteyek ji 7 kesan pêk anîn.

Ji bo perwerdekirina mamosteyên kurdî, gelek gavên hêja avaêtin. Serokê FKKSê Salih Înce peyvendî bi zankoya Stockholm û birêvebirê Universiteyan Stefan Lungren re peyvedî danî. birêvebirê Universiteyan Stefan Lungren, bi germî, daxwaza FKKSê wergirt ku di zankoya Stockholmê de ji bo perwedekirina mamosteyên zimanê kurdî ji bo 2 salan vekin.Ev daxwaza di civîna parlamentoya Swêdê de jî hat munaqeþekirin ûdi roja 12. 1. 83 an de li ser biryar dan ku di despêka payiza sala 1984 an de dest bi xwendina zimanê kurdî di zankoya Stockholmê de bikin. FKKS 2 mamosteyên Kurd ji bo beþa kurmancî Reþo Zîlan, ji bo beþa soranî jî Ferhat þakelî yê ji bo mamostetîya kurdî di zankoya Stockholmê de pêþnîyar kir. 7- FKKSê ji bo wergirtina xwendewanan peyvendî bi ew kesên ku mekteba navendîyê temam kirîye girt. Hin kes ji ber rewþa siyasîya welat, di destê wan de diplomaya dibistana navendîyê tunebû, FKKS ji bo wan kesana bû referen ku bikaribin xwendina mamostetîyê di zankoya Stockholmê de bixwînin. 8- Dayira Biyanîyan kitêba yekem li ser Kurdan li Swêdê, bi alîkarîya FKKSê di sala 1983 an de bi zimanê kurdî çap kir. 9- Dayira Biyanîyan bi hevre li ser pirsa kurdî, semînerek ji bo dem û dezgehên Swêdî pêk anîn. Bi 10 an parlamenter, nivîskar, rojnamevan û karbidestên Swêdî beþdarî semînerê bûn. 10- Di navbeyna kongreya 3 û 4 an de FKKSê gelek caran peyvendî bi berpirsîyarê Radiyo ya navendî ya Swêdî re danî û daxwaza weþandina Radioyê bi zimanê kurdî kirîye. Her çend, hemû caran jî FKKS ji alîyê berpirsîyarê Radiyo ya navendî ya Swêdî ve bi xweþî haibe ezimandin jî, lê daxwaza FKKSê nehatîye bi cihanîn. 11- FKKSê di navbeyna kongreya 3 û 4 an de, 5 hejmarên Berbangê bi diyalekta kurmancî çap kirîye. Kongreya 4 em ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê di rojên 3 û 5 / 2 /1984 an de pêk tê.

Tel: 08-6446622

Fax: 08-6502120

Box 131 05 Nacka

berbang