BERBANG

Organa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:122 , Çileya Pêsîn 2001

"Ev avayî dê bibe navenda hemû kurdên li Swêdê"

Keya Îzol

Wezîra Kulturî ya Swêdê Marîta Ulvskog avahîya FKKSê di 12 meha cotmehê de vekir. Di civîna vekirinê de Serokê Beledîya Nackayê Erik Langby, gelek mêvanên kurd, swêdî û bîyanî hazir bûn. Hemû mêvanên ku bi vê munasebetê axaftin kirin bi xatên qalind behsa girîngîya rêxistineke bi vî rengî ku dikare piranîya kurdên Swêdê di nav baskên xwe de bicivîne, kirin.

Di destpêka salên 1980î de ku munaqeþeya rêxistineke wek Federasyon di nav rojeva kurdên li Swêdê bû, wê demê jî behsa avahîyake payîdar dihat kirin. Hemû Kongreyên FKKSê de ev daxwazî dihat zimên. Piþtî 20 salan ev xewna me bû rastî . Îro mala me bixwe heye. Ev navenda wê bibe navenda hemû kurdên li Swêdê ji bo hemû kategorîyên civata me li wî welatî; zarok, ciwan, jin û mêrên civata me dê vê malê wek mala xwe biparêzin. Kurdên Swêdê dikaribûn zûtir jî xanîyeke wiha ji xwe re bikirin. Ev yeka mumkun bû. Lê ji bo çi ev çend dereng ket helbet gelek sebebên wê hene. Lê yek ji sebebên esasî biryar negirtina kurdên Swêdê ji bo Swêdê bû. Piþtî 20-30 salan kurd êdî biryara xwe ji bo entegrebûyinê li vî welatî dan.

Bi vê biryarê êdî kurdên li Swêdê dikevin nav civata Swêdê jî. Wek nûnerên sîyasî, beledîye, dezgehên fermî yanî bi tevayî êdî wê îmkana tesîrkirina vê civatê di rêya civakî de dê têxin destên xwe. Ji bo nifþa nû û yên pey wê ev rastîya wek rastîyeke gelek girîng di rojeva kurdên li Swêdê de ye. Divê em bi dînamîzma grûpa xwe bikaribin wek kurd tesîr li ser çûyîna vê civatê bikin. 20 - 30 salên li pêþ me emê bi hev re encama van salan bibînin.

Tevlîbûna pirsên civakî ya Swêdê ji ber 2 sebeban pir girîng e. Yek ji bo em li vî welatî dijîn divê em hewilbidin ku ji bo menfafata kurdên vira em tesîr li ser sîyaseta vî welatî bikin. Ev ji bo berjewendîya pêþeroja me ye. Em divê bikaribin ji bo parastina mafên xwe bi vî rengî xebat bikin. Sebeba duwemîn em dê wek grûp destkewtî û piþtgirîyên jîyane bi dest bixin gava em li vî welatî aktîf bin.

Grûba me di nav guherandineke civakî de ye. Jiyana li Swêdê bi her awayî li ser me tesîreke mezin kiriye. Her salên ku diçin wê beþdarîya jinên kurd di xebatên civakî de wê zêde bibe. Divê em jî hewilbidin ku pirsa wekhevî bi hemû manayên xwe bixin nav civata xwe jî. Ev yeka wê ji bo nifþa paþ me hêsan be lê divê nifþa me jî di vê prosesê de cihê xwe bigrin. FKKS, YJK û YCK divê di salên pêþ de di vî warî de ji civata ku lê dijîn kêmtir nebin. Ev yeka ji bo berjewendîya me hemûyan e. Ev proses ji xwe dest pê kiriye. Li divê em hewl bidin ku ev bi dînamîzma me bi xwe pêk were. Ne ku bi gotina hin dezgehên Swêdîyan bê meþandin. Li ser grûba me bi zanebûn hin kampanyayên xeter hatin meþandin. Em wek FKKS van hewldanên negatîf ji nêzîk ve taqîp kirin û li her derê jî li dij wan derketin. Divê em di vî warî de bêtir xebat bikin. Em dikarin li dij wan tiþtên negativ rawestin.

Xebat û piþtgirî ji bo doza Kurdistanê wê bi xebata entegrasyonê bê meþandin. Avahîya me careke din li me pîroz be. Û herweha li ser navê FKKSê ez dixwazim spasîyên xwe yên germ ji bo hemû hevalên ku keda xwe ji bo xizmeta civata me dan, bikim.


FKKS, redkirina cudabûnên me û erêkirina muþterekên me ye!*

Vildan Tanrikulu

Bîst sal pîþtî avakirina Federasyona Komeleyên Kurdîstanê li Swêdê (FKKS), careke din li ser pêwîstîya hebûna û avahîya rêxistinî ya FKKS hewcedariya nivîsandinê, dikare weke tiþtek pir xerîb xuya be. Lê dema mirov civatek weke Swêdê de bijî, dema mirov bi yek ji wan rêxistinên demokratîk, neteweyî û kutlewî ku, di nav kurdan de îstîsnayek e, ango di FKKS de nêzî 20 salan di organên cuda de kar kiribe, ev tiþt wisa "xerîb û ecêb" nayê. Ji ber ku, hem ew civata ku em lê dijîn de, pirsên pêwîstî û avahiya rêxistinî yên rêxistinên cuda, rojane û bi berfirehî têne nirxandin û munaqeþekirin û hem jî dema mirov bi demek dûr û dirêj di nav rêxistinek de kar dike, dînamîzm, nûhbûn û li gel vana jî pêwîstîya agahdarî û nirxandina rewþa rêxistinî dikare hin ji nêzîk ve bibîne û tesbît bike. Her weha, tê zanîn ku li gelek civatan de, li gelek komeleyên endam de û bi giþtî di nav kurdên Swêdê de (çi yên nûh hatî û çi jî yên bi 10-salan ve ye li vir dijîn) bi giþtî pirsên li ser birêxistinbûnê û taybetî jî rexistina demokratîk ya me, ango FKKS, dinirxînin û pirsan dipirsin û li gor xwe encaman derdixin. Loma jî, bi qeneeta min, ne kevinbûn û bi emirbûna rêxistinek, lê hebûn û dînamîzma rêxistinek, ne bi tenê pêwîstîya lê her weha bingeha berdewamîya nirxandin û munaqeþekirina rewþa wê rêxistinê jî, ava dike.

FKKS çi ye? FKKS çima hatiye avakirin? Gelo FKKS çima pêwîst e? Çima navenda FKKS li Stockholmê ye? Çima kurdên li bajarên din yan jî komeleyên kurd li bajarên din endamên FKKS ne? FKKS tune be dê kurd çi wenda bikin û çi qezenc bikin? Gelo FKKS rêxistinek demokratîk e yan na? Gelo FKKS piþtgiriya hin hêzên sîyasî dike yan jî bi kontrola hin hêzên sîyasî de ye yan na? Gelo îmkanên FKKS rast û bi armancên FKKS re lihevkirî tên bi kar anîn yan na?

Ev û bi dehan pirsên din dikarin, li civatên cuda yên kurdan de, bibin babetên munaqeþe û nirxandinan. Bê guman lêgerîna bersîvên van pirsan di hejmarek Berbangê de û bi yek du rûpelan ve ne mumkun e. Ez dê hewil bidim da ku, di vê hejmara Berbangê de bi tenê du pirsan binirxînim û munaqeþe bikim. Bi qeneeta min ev herdu pirs jî pirsên bingehîn in û divê mirov ji van pirsan dest bi nirxandin û munaqeþeyê pêwîstî û avahîya rêxistinî ya FKKS ê bike.

Ev herdu pirs jî ev in; gelo pêwîste ku kurd komeleyên li beledîyeyan ava bikin û ev komele jî bibin endamên FKKS û bi vî awayî dengên xwe bikin yek? Ez dê berê nirxandinê, bersîva xwe ya ji bo vê pirsê bidim.

Belê, pêwîst e ku kurd komeleyan ava bikin, xwe birêxistin bikin. Kurd divê ne bi tenê li gund û bajarên xwe bi tenê de, lê her wisa li seranserê welatê ku lê dijîn de divê birêxistin bin û temsîla xwe ava bikin. Û ne bi tenê awayek rêxistinî lê, li her qadek jîyanê de bi her awayên ku mumkun û pêwîst e divê birêxistin bin û temsîla wan a rêxistinî li sewîya merkezî de divê hebe. Babeta me FKKS û komeleyên endam yên FKKS ye. Loma jî ez vedigerin li ser babeta esasî.

Kurd li Swêdê penaber in. Sedemên hatina kurdan yek bi yek çi dibin bila bibin, hemû kesên ku xwe kurd dizanin, her weha dizanin ku ew ne li welatê xwe, lê li welatek din dijîn. Ev yek xalek muþterek ya ji bo hemû kurdên li Swêdê, yan jî li derveyî Kurdîstanê dijîn e. Dema her yek ji me, ango nêzî 40 000 kurdên li Swêdê, li welatê xwe bûn, li gund û bajarên xwe bûn, xaleke me ya muþterek a bi vî awayî tune bû. Lê li vir heye. Ev tiþt ji bo nifþên nû jî wisa ye. Zarok û nevîyên me jî zarok û nevîyên kurdên penaber/mihacir in. Xalek din ya muþterek jî ew e ku, em zarûkên welatek parvekirî û neteweyek bindest in. Li piraniya qada welatê me, em hîn nikarin bibêjin em kurd in û ji mafê xwe yê herî tabîî û mirovî, ango ji mafê bi zimanê xwe axaftinê bêpar in. Ev xal jî, ji bo hemû kesên ku xwe kurd dizanin, li ku derê dinyayê dijîn bila bijîn, xalek muþterek e.

Lê em, nêzî 40 000 kurdên li Swêdê ji hev û du bi gelek awa û xisûsîyetên xwe ve jî, cuda nin. Hem bi xisûsîyetên xwe yên þexsî, hem bi girêdanên xwe yên civakî, hem bi hêjahîyên xwe yên fikrî, hem bi baweriyên xwe yên dînî (olî), hem bi peywendiyên xwe yên sîyasî, hem bi zaravayên xwe û.h.w.d.

Eger em vê yekê hin vekirîtir binivîsin tê maneya ku, di nav me kurdên li Swêdê ciwan û pîr, mêr û jin hene. Yên dirêj û kin, yên qelew yan jî qels hene. Yên sosyalîst, liberal, sosyaldemokrat, komunîst û xwedîyên bawerîyên sîyasî yên din hene. Yên ku endamên rêxistinên sîyasî û yên ku ne endamên rêxistinên siyasî nin hene. Yên dewlemen û yên feqîr hene. Her yek ji me xwedîyê meslek û karên cuda nin. Hin ji me nebûne xwedîyê îmkanên xwendinê, hin ji me profesor in. Hin ji me li gundan yên din li bajaran mezin bûne. Hin ji me misilman in lê, yên yêzîdî û xiristîyan û musewî jî hene. Hin ji me jî bi hîç dînekî (olek) ve ne bawer in. Hin jî me ji rojavayê baþûr, hin ji bakþr hin ji rojhilat û hin jî ji Kurdîstana baþûr in. Em hem bi zaravayê kurmancî, hem soranî hem zazakî dipeyîvin. Ez devokên cuda nabêjim. Her kesek dikare van cudabûnên me bi dehan tiþtên din jî zêdetir bike. Lê ez dirêj nakim.

Nuha divê em ji van herdu xalên muþterek yên xwe û bi dehan xisûsîyet û girêdanên ku em ji hev cuda û dûr dikin, neticeyek di derheqa jiyana me ya rêxistinî ya li Swêdê derxin. Gelo, divê em kurdên penaber li Swêdê li ser bingeha muþterekên xwe yan jî li ser bingeha cudabûnên xwe rêxistin ava bikin? Pirsek ne di cî de xuya dibe! Ji ber ku, bersîveke xweser (spontan), li gora gelek kesan ew e ku "li ser bingeha muþterekên xwe ava bikin". Û rast e. Lê ne bi tenê ew rast e. Kurd dikarin û divê li ser bingeha cudabûnên xwe jî, eger pêwîstî bibînin, rêxistinên cuda ava bikn. Û rêxistinên wisa jê hene! Ji ber ku her cudabûn, bingeha xalek muþterek jî ava dike. Weke nimûne, berjewendiyên mamosteyên kurd û tacirên kurd ji hev cuda nin. Ciwan û jin xwediyê pirs û berjewendiyên cuda nin. Lîberal û sosyalîst xwediyê hêjahiyên cudanin. Loma jî, pir tabîî ye û pêwîst e jî, mamosteyên kurd yan jî lîberalên kurd xwe birêxistin bikin, da ku bikaribin pirsên xwe çareser bikin yan jî bigihîjin armancên xwe.

Lê, pirsa me ya bingehîn, di þexsê FKKS de birêxistinbûna kurdên li Swêdê ye, ne bi tenê birêxistinbûna mamosteyên kurd, lîberalên kurd, jinên kurd yan jî perçeyên din yên civata kurd li Swêdê ye. Loma jî dema mirov bibêje, "EM KURD" û li ser birêxistinbûna kurdên li Swêdê dest bi axaftin yan jî nirxandinek bike, wê demê bersîva "ME" ya ji bo pirsa li jor hate kirin, divê weha be; "EM KURDÊN PENABER YÊN LI SWÊDÊ DIVÊ LI SER XALÊN JI BO ME HEMÛYAN MUÞTEREK IN XWE BI RÊXISTIN BIKIN". Bersîva min bi xwe jî, wekî kurdek, ne wekî mamosteyek kurd, wisa ye.

FKKS, wekî ku tê zanîn, yekîtîya komeleyên kurd li Swêdê ye. Ango, endamên FKKS ne ji þexsan lê ji komeleyan pêk tê. Ev yekîtî, yekîtîyek azad e û komelêyên cuda bi xwe di kongreyên xwe de biryar girtine ku bibin endamên FKKS. Bi vî awayî, komeleyên ku endamên FKKSê nin, dengên xwe li seranserê Swêdê kirine yek û temsîlek neteweyî di þexsê FKKSê de anîne wucûdê. Bi gotinek din, FKKS, bersîva pirsên ku, li ser birêxistinbûna kurdên li Swêdê, bi gotinên "EM KURD" dest pê dikin e.

FKKS û komeleyên endamên FKKS redkirina cudabûnan me ye û erêkirina xalên me yên muþterek e. Loma jî, FKKS, ne alternatîfa ne jî astenga li hem ber rêxistinên ku li ser bingehên cudabûnên me hatine avakirin e. Her awayek birêxistinêbûnê ji bo me kurdan xwedî cîh, mane û fonksîyonek cuda ye. A giring ew e ku, mane, cîh û fonksîyona her awayek rêxistinên kurdan ji bo endamên wan û ji bo civatê zelal bin.

* Ev nivîs li ser bingeha materyalên ku min ji bo semînera "Komele pêwîst e ya na?" li Komeleya Kurdîstan Li Eskîlstuna, amade kiribû hatiye nivîsandin û dê hejmarên pêþ de dom bike.


Du rojên hêja û dagirtî

Seyran Duran

Piþtî ku me proja xwe ya li ser sihhêt û nexwêsîya Jinan " Kvinno hälsa och sexualitet" peþkêþî Folkhälso Institutet kir, li ser gelek gotin hatin gotin! Gelek normal e ku di despêka karekî de rêxne û spekulasiyon çêbibe. Dive mirov bêhnfireh be û benda êncamê bisekini !

Dema me îlana qursa ku li 20-21/Oktobre li Nynäsgårdê çêbû, kir, me ji bo çil kesan cî veqetandibû. Lê li gorî daxwazî û muracaata jinên kurd, em mecbur man ku kontenjana xwe bikin heþtê. Ew dide xûyakirin ku me bi rastî jî ji bo pewîstiya jinên kurd projeyek di cî de tespît kirîye! Divê em ji rastiya xwe ne tirsin ! Di roja 20ê Cotmehê di saet 8.30 de li city central ê þêst jinên kurd hazir bûn . Bi du bassan em çûn Nynäsgård ê. Yen mayin jî ji bajarên nezik wek Uppsala, Eskistuna , Västerås û Gävle hatin. Heþtê jinên kurd; ji çar beþên Kurdistanê , bi nêrîn û pirsên guhartî salona konferanse dagirtin!

Roja yekemîn Dr.Simal Çeliker , zanîn û tecrubeyên xwe bi du zimanan (swêdî - kurdi "kurmancî-soranî") li ser nexweþiyên jinan agahdarî û bersivên pirsên beþdaran da. Di van du rojan de kesên besdar wext dîtin ku pirsên xwe yên taybetî jî ji Dr. Simal Çeliker re bêjin. Ez dixwazim li ser nave Komita Kargerê YJKê bo Dr.Simal Celiker re sipasîyên xwe yen taybetî peskes dikim.

Bi rasti Dr.S.Çeliker bi zanebûn û alaqateke mezin van du rojên me dagirt! Cardin hukukzana me Dewrim Nujen jî li ser rewsa keçên ciwan rawest û li gor tecruben xwe û li gor mafê insanî nêrînên xwe pêþkêþî civînê kir. Seroka Terafemê Bernedita Nunez, li ser rewþa jinên penaber, ledan û tecavuza jinan agahdarî da. Avuqat Ann-Catrin Bark jî li ser heq û hukukên jinên Swêdê agahdarî û bersîwên pirsen beþdaran da !

Ji Länstingen ê ji lekoliner Lena li ser nesaxîyen cinsî agahdarî da. Pistî rojêk wêhe dagirtî , gruba muzikê Hassen Melle û Cudî bi muzikên xwe ve þewa me geþkirin. Her kes keyfxwes û rehet bû. Roja duyêmîn; li ser " em ê çava bikaribin alîkarîya ciwanên xwe, û bi taybetî jî keçên xwe bikin" þeþ grubên kar hatin hilbijartin û wan di navbera xwe de munaqase kirin û rapora xwe pêþkeþî beþdaran kirin.

Li gor raporên van ses gruban, ew encam derket ; 1- Divê em bi zarokên xwe re wek heval bin. Dîalogek baþ di navbera me de hebe. 2- Divê bawerî û hêjayî bidin zarokên xwe (keç) hem ew bi xwe bawer bin hem jî em ji bawer bikin! 3- Wextê ji bo zarokên xwe veqetînin û bi problemên wan re alaqeder nîþan bidin. 4- Hevalên wan nas bikin û li dibistanan de beþdare çalakiyên wan bibin ! 5- Em dayikên kurd divê alikarîya hewdû bikin û kontrola civakî biskinin! Ez bawer im ger em gor van noqtayan bimeþin , em ê serkeftî bibin û em ê bikaribin alikariya ciwanên xwe bikin.

Ez dixwazim bejim, bi rasti pewîstîya ciwata me bi qursen vê awaye hene. Bi vê awayê em ê bikaribin hewûdu baþtir fahm bikin û alîkar bibin. Di dawiye da dixwazim ji bo wan rojen serkeftî sipasê mamostan, berpirsyara projê Sukran Baksi, ji bo hevalên endamen komita kargerê YJK ê ku bi harmoniyêk bas kar navxwe de par kirin û ji bo heþte jinên kurd ku bi besdari û nerinên xwe ve rojên me dagirtin!

Em ê bihewra xorttir û çalêktirin !


Konferansa li ser seksualite û nexweþiya jinan"

Yekitîya Jinên Kurdistanê li Swêdê, li ser nexwesîya jinan konferansek li Stockholmê pêk anî. Ji 80 zêdetir jinên Kurd besdarî konferansê bûbûn. Babeta konferansê ji bo jinên Kurd babetekî gelek balkês bû. Jinên Kurd dixwestin bersîva gelek pirsan di wê konferansê de bibînin. Kêm yan pir, her jinên ku besdarî konferansê bûbûn, xwe di babeta konferansê de didîtin. Her jina ku besdar, tistekî ji konfreransê wegirtibû. Eger bersîvên hemû pirsên xwe negirtibin jî, lê ji konferansê razî wegerîyan. Konferans ji bo YJKê jî gelek girîng bû. Ji ber ku xebatên ku xizmeta hewcedarîyên rojane ya jinan dike, dikare zêdertir bala wan biksîne ser xwe ku jinan bi xurtî li dora rêxistina xwe kom bike û jin xwedî li rêxistina xwe derkevin. Ji bo xwendevanên me di heqê konferansê de zêdetir agahdar bin, endamê komîteya Karger ya YJKê Sevgî Yildiz, bi gitarbêjê konferansê Dr. Semal Çelîker û bi besdarên konferansê ji seksîyonên jinan ya komeleyên Kurd, Sukrîye Baksî, Saîme Bîçîmlî, Rûken Misto û Nesrîn Kiliçaslan re hevbeyvînek çê kir. Em vê heypeyvînê peskesî we xwendevanan dikin.

Redasîyon

Sevgî Yildiz : Tu di heqê YJK de çi dizanî ?

Semal Çelîker: Ez dizanim ku YJK berê wek komele bû, pasê fereh bû û bû Yekitîya Jinên Kurdistanê. Jinên me ji her îar perçeyên Kurdistanê tê de cîh digrên û kar dikin. YJK li gor rewsa xwe karên bas kirine û dikin. Wek civîn, semîner, konferans û agahdarî ji bo jinan. Tistekî min hez kirîye di YJKê de eve ku pirsa jinan wek çerçewa aîlêda dîtîye, ne tenê wek femînîstîya Ewrûpa ku ez bi xwe li dijî femînîstîyê me. Ez bawerim ku ji bo jinên Kurd ev pir girîng e ku pirs û problemên jinan di kultura Kurdî de di çerçeweya aîleda bimîne. Ne ku wek pirsa jin û wek femînîstekî hisk li berhemê mêra be. Ez dijî dijberîya mêrame. Loma ez wê tistî pir hez dikim ku mirov pirsa jina di çerçeweya aîlê de bibîne û bi hevre hal bike.

Sukrîye Baksî: Gava ku komele hat damezrandin, ji wê rojê vir de ez tê de me heta îro, eva bû nêzîkî 20 sale ku ez endamim û kar dikim. YJK wextekî berjêr bû, gelek kêm bûn. Bes niha wek ez dibînimîro du roje li vêderê semînerekî pir bi rêk û pêk hate çê kirin û pir xwes derbas bû. Ev tistekî girînge . Em wek endam dixwazin her tim çalakîyên weha çê bibin, ji ber ku tistekî girîng e.

Saîme Bîlici: Ez rastîyê bibêjim, YJK di salên çûyî de tistekî zêde ne da. Ji ber wê jî min zêde elaqe nîsan ne da. Lê ev çend salên dawî pir çalakî û xebatên bas dikin. Gava ku ez van karên wan yên bas dibînim, ew jî min wek jineke Kurd li Ewrûpayê gelek kêfxwes dike.

Rûken Misto: Ez gelek tist dizanim di heqê TJKê de. Min demekî di komîteya karger ya YJK ê de kar kir. YJK wextekî ber xwe da. Lê demekî gelek bê deng man, me got belkjî wê xelas bibe. Niha bi rastî jî ber xwe didin, yanî tê dikosin û pir tistên bas dikin. Ez gelekî kêfxwesim ku di darên weha de serketin. JI ber ku YJK pêvîstîyekî mezin e ji bo jinên Kurd li Swêdê. Di bin semsîya YJK , di konferans û civînan de hatina ba hev û din, têkilîyekî bas, bawerîyekî xurt û germaqhîyekî di nav jinan de çê dike. Evîya pêvîstîyekî mezin e.

Nesrîn Kilinçaslan: Ez dizanim ku YJK çend sale heye û çalakîyên bas dike. Ez jî dixwazim di demekî kin de, besdarîya çalakîyên wan bibim. Ji ber ku karên bas dikin.

Sevgî Yildiz : Tu ji kîjan komelê û ji kîjan seksîyona YJKê yî?

Semal Çelîker: Ez wekî endamekî aktîv nebûme, lê em wek malbat endamê federasyonê ne. Çalakîyên min di seksîyona jinan ya komeleya Vesterosê de ye. Sukrîye Baksî: Ez endamê Komeleya Kurd li Spongayê me û her usa di komelê de seroka seksîyana jina me.Ez dixwazim besdarî hemû çalakîyên YJKê bibim, çiqas ji min bê, tenê ez ne nexwes bim. Ez hemû karên xwe dihêlim ji ber ku besdarî kar û barên wan bibim. Her tim nav de bibim û ezê nav de bibim, heta ku sax bim.

Saîme Bîçîmlî: Ez endamê seksîyaona jinan ya Komeleya Stockholmê me

Rûken Misto: Ez endamê seksîyona Komeleya Kurd li Stockholmê me.

Nesrîn Kilinçaslan: Ez endamê seksîyona Komeleya Kurd li Spongayê me.

Sevgî Yildiz : Têkilîyên te bi YJKê re çiqas heye û tu çiqas besdarî çalakîyên YJKê dibî?

Semal Çelîker: Têkilîyên min wek sexis bi endamên aktîv re hene. Ez li Vesterosê demekî di komîteya jinan de bûm. Lê mixabim ji ber karê min yê pirîvat, zêde wextê min çê nabe û ji ber wê jî min nikarî bûm di komîteyê de berdewam bikira. Lê li gor wextê xwe ez besdarî civînan bûme û dibim.

Sukrîye Baksî: Ez di her awayîyê de, besdarî hemû çalakîyên YJKê bûme. Jiroja damezrandina komelê heta niha ez tê de me. Di Komîteya Karger, Komîteya Çavdêr û di seksîyonan de min pir caran cî girtîye û aktîv kar kirîye.

Saîme Bilicî: Weka ku min di serî da jî got, yanî heta niha tistekî girîng, tistekî nedihat kirin. Ji ber wê jî elaqa min bi wan re tune bû. Lê niha bi rastî jî kar û xebatên gelek girîng dikin, ew jî fedekarîyekî mezin e. Ji ber van karên dawîyê van karên xwes, bi çi ewayî alîkarî bixwazin ez amade me, alîkarîyê bikim.Ez ji ber karê min yê sexsî, di komîteyan de nikarim cî bigrêm. Lê ewkî din çi bixwazin ez amade me.

Rûken Misto: Ez li gor wextê xwe, besdarî piranîya çalakîyan YJKê dibim. Ji ber karên min sexsî pir caran wextê min çê nabe. Lê ez hewil didim ku besdarîya çalakîyên YJK ê bibim.

Nesrîn Kilinçaslan: Gava ku çalakî çê dibin,besdarî piranîya wan dibim.

Sevgî Yildiz : Te babeta semînera îro çewa dît?

Semal Çelîker: Min gelek bas dît û ez hêvî dikim ku YJK hewil bide ku civînên weha hîn ferehtir ji bo malbatên Kurd bike. Di civînên weha de divê mêr û ciwan jî besdar bibin. Ji ber hinek Sebebên ku civata Kurd de, wek li hevketina du kulturan, di nav malbatê de ango di navbeyna zaroz û dê û bav denakokî çê dibe. Problemên ûsa divê bê munaqesekirin ku em bikaribim çareyekî jê re bibînin. Semîner û konferansên usa dikare pir bi rehetî hal bike, yan jî kêm bike. Bala min gelek kiçand ku hewcedarîya jinên me bi taybetî bi semînerên usa heye. Ew jî ji bo min tistekî pir întiresant û girîng e. Bi taybetî di warê tibî de, ji bo wan gelek girînge ku bi zimanên wan agahdarî bê dayin. Girînge ku mêr jî besdarî civînên weha bibin û bibînin ku jin çi dixwazin. Bila mêr nefikirin ku gava jin tênê ba hev û dijî mêran xeber didin. Ne usa ye. Jinên Kurd dixwazin di mala wan de, diyalogekî bas û hizûr hebe û her usa bi xwe jî wek însanekî bê qebûlkirin û xwedî mafê xwe be. Di kultura me de zehmetî ew e ku mêr jinan wek xwe nabînin. Wek besek ji civatê û wek besek xwedîyê maf nabînin. Problemên ku di kultura me de heye ew e. Di semîner usa de mirov rê dide ku jin vî tistî bînin ziman û bêjin ku çi dixwazin û mêr jî li wir bin û wan guhdarî bikin. Her usa di navbeyna wan de diyalogek çê dibe û meriv ji hev û din bêtir fem dike. Divê mêr bizanibin ku ka daxwazîyên jinên Kurd çi ye û ewê bi çi ewayî bikaribin daxwazîyên wan bînin cî. Wê çaxê di malbatê de huzûrek xwes çê dibe û tesîrê civatê dike. Wekhevî pir caran sas tê femkirin. Ez ne bawerim ku jinên Kurd wekhevîye wek jinekî Swêdî bifikire. Wekhevîya ku jinên Kurd dixwaze ne firaq sustin û karê malê ye. Jina kurd, dibêje ku gava ez kar dikim divê mêrê min vî bizanibe û hurmet nîsan bide, qedrê karê min bigrê ku ez du caran ji wî zêdetir kar dikim.

Sukrîye Baksî: Tistekî pir bas û girîng bû. Her usa jî gelek bi rêk û pêk hate debaskirin. Mirov dikare firehtir bike û bi giranî were bastir dibe. Ez dixwazim civînên weha berdewam bike û ciwanên me jî besdar bibin.

Saîme Bîlici: Konferansa li seksuwalîte û nexwesîya jinan, konferansek pir girîng bû ji bo jinan. Dr. Semal tistên pir girîng anî ziman. Ez dixwazim konferansên weha hîn xuertir û firehtir bên çê kirin.

Rûken Misto: Gelek bas û girîng bû. Ji ber ku bi hev re axaftin, hev û din naskirin bawerîyekî çê dike di navbeyna jinan de û mirov bastirt ji hev û din fehm dike. Di konferansên usa de nêrînên meriv bêtir dibe. Em dikarin bêtir alîkarîya hev û din bikin, wek jin, zarok ciwan û bi kurtayî wek malbat.

Nesrîn Kilinçaslan: Gelek basbû ku jin bi hev re rûnistin û her tist bi hev re, bê tabû û bê serm axiftin. Bi pêsnîyarên girîng û fikrên xwe pir bi zelalî ji hev ra gotin.

Sevgî Yildiz : Li gor te YJK di kar û xebatên xwe de giranî bide kîjan babetê ?

Semal Çelîker: Agahdarî dayin di nav malbatê de. Diyalog çêkirin di nav jin û mêrendamên malbatê de, ji bo min ev gelekî girîng e. Ji ber wî jî di semînerên usa de ne tenê jin, divê mêr jî besdar bibi ku diyalog çê bibe û bikaribin bi hev re xeber bidin, bidin û bistînin ku ji probleman re bi hev re çare bibînin. Her usa bikaribin tesîrekî li civatê bikin.

Sukrîye Baksî: giranî bidin ser ciwanan, zarok û malbatên ku belavbûnin tê de çi dibe. Em herin wek YJK hewil bidin û alîkarîya wan bikin di her awayîyê de. Em bikaribin alîkarî bikin ku jin û mêr ji hev veneqetin. Li gor quwet û îmkanên xwe alîkar bin. Semînerên weha divê firehtir û pirtir çê bibe. Ewê tesîrekî pir mezin li ser jinan bike. Ewê pirtir kes besdarî kar û barên YJKê bibin û emê pirtir pêsve herin.

Saîme Bîlici:Girîngîyê bidi ser zarok , jin û ciwanan.

Rûken Misto: Ji bo pêsketina Jinan li gor min her tist girînge. Girîngîyê bidine ser jin, zarok û ciwanan.

Nesrîn Kilinçaslan: Ev babeta îro, bi rastî jî ji bo jinên me babetekî pir girîng bû. Ez dixwazim ev babeta berdewam bike. Ji ber ku pêvîstîyekî gelek girîng e ji bo jinên Kurd ku li Ewrûpayê dijîn.


Portre

"Xerabî ne tenê ji dagirkeran e, kurdan bi xwe jî xerabî bi xwe kirine"

 

Nav: Kerim Husami, Kingê hatiye Swêdê:1986, Temenê wî:80( Di 6.10.2001ê de wefat kir)Li kuderê dijî: Stockholm û li vir defin kirin, Mesleg: Nivîskar, Malbat: zewicî û bavê du zarokan e, Parola wî: xebat, xebat û dîsa xebat"

Yek ji têkoþerê kurd Kerîm Husamî di 6ê Cotmeha 2001ê de li Swêdê çû ser heqiya xwe. Ev nivîsa ku min teqrîben berê salek nivîsandiye bawer im di derheqê vî nivîskar û siyasetmedarê me de hinek ahadarî bide xwendevanên bakur!

Azîz Aliþ

Di 02.09.2000 de civîna Komîteya Gi?tî ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê liSwêdê pêkhat. Yek ji xalên rojevê, "Mêvanelâ Federasyonê "bû.

Min bixwe meraq kir, da ew mêvan kî ye. Berîya ku civîn biqede, min dît ku kek Kerîm Husamî hate hundir û bi bêdengî li ser kursîya li ber derî rûnist. Pistî çend deqîqeyan, serokê Federasyonê Keya Izol axaftinek kurt kir û got: ?Hevalên hêja, îro mivanekî me yê pirr azîz heye. Ez bawer dikim hûn hemû wî nasdikin. Mêvanê me kek Kerîm Husamî ye. . . fermo kek Kerîm. Kerîm Husamî hêdîka ji ci yê xwe rabû û li kêleka Keya Îzol rawestîya. Keya axa

ftina xwe domand: ? Nuha kek Kerîm Husamî 80 salî ye. Wî 60 salên xwe daye xebata siyasî û kulturî. Em, ji bona van xebatên hêja,wî pîroz dikin û van gulana pêþkêsî wî dikin û her weha ji wî re jîyaneke xwes hêvî dikin.

Kerîm Husamî: Ez sipasî Federasyona Kurd dikim. Hêvîdar im xebatên we yên pîroz evê her berdexam be. Birastî FKKSê gellek xebatên hêja kirîye. Ez jî, ji bo xebatên we yên hêja, we pîrozdikim û sipasî we dikim ku we min di bîra xwe de anî. . . .?aîrekî azerî hate bîra min. Navê wî Sehrîyan e. Yek ji xelkê wî, ji yekî din re dibêje: ? Eger ev saîrê mezin bimre, emê çi bikin? Wa ye ji birçîna dimre. Yê din bersiva wî dide, ? De biçe alîkariya wî bike, ji bo ku nemire.

Ez 80 salî me. Ji bo wê jî bîrhatinên awa, ji bo min bexterîyeke mezin e. Min di nav PDK?Î xebata siyasî kirîye û herweha di Komara Demokrat de jî cîhê xwe girt. Ez yekemîn kes im ku, di radyoya Moskovayê de bi kurdî axifim. Min hem li Tehran û hem jî li gellek herêmên Rojhilat, berpirsîyarî û fermandarî kiriye. Gellek serpêhatîyên min hene, lê di jiyana xwe de tu carî salên xwe yên di zîndanê de ji bîr nakim. Sê sala di zîndanê de bûm.

Di nabêna wan hersê salan de bavê min, jina min, dûvre dîya min û pistî demek kurt jî xu?ka min mir. . . (Hêsir di çavê wî de tijî bû, girî kete qirikê. . .nikarîbû bipeyîva. çend deqîqe bêdengîyek bû. . .) Bibûrin. . . mirownikare ji bîrbiBe. Gava ku ez hatim Ewrûpayê, min dîsa cihê xwe di nav bizava xebata kurd de girt. Lê, li gor bawerîya min karê Federasyonê kirîye, ji xebatên min zêdetir e. Ji bo wê jî,cihê ?anazîyêye ku dezgehek wisa girîng bangî min dike û 60 salên têko?îna min bibîrtînin û pîroz dikin. Yek ji endamê KK mafé axaitinê wergirt û got: ?

Ev bû 22 sale ku ez kek Kerîm dinasim. Wî, li hemberî zordarîyê serê xwe netewandîye û xizmetên pîroz ji bo gelê kurd kirîye. Hêvîdar im temenê te dirêjtir be û pênûsa te raneveste.

Endamekî din yê KK jî weha got: ? Eger em gihîstibin qonaxekê, ew jî ji tesîr û xebatên we yên hêya ye û me ji xebatên we ders wergirtîye.

Kerîm Husamî: Sipasî we dikim. Bi rastî di demên berê de çi xeletîyên me çêbûye divê em bêjin ku me xeletî kiriye û em rastîya xwe ya îro ba? bibînin. Amensty International di bro?ura xwe ya 400 rûpelî de dibêje ku; "xerabî ne ji dagirkeran e, kurdan bi xwe jî xerabî bi xwe kirine." Kurd, tiþtekî wan tune bû. Her bê desthilatdar bûn û di nav lîstikên dagirkeran de diçûn û dihatin Îro jî di nav lîstikên dewletên rojava diçin û tên. Rewþa me ev e. . .em çi bikin. . .gava kurd ne desthilatdar be, ewê çi bikin.

Endamehekî din: Mamoste, Komara demobrat hate rûxandin û ev rûxandina tesîrî perçeyên din jî kir. Gelo be?ê ba?ûr bi sernekeve û were rûxandin, ewê careka din gelê kurd bikaribin ku bibine xwedîyê fersendek weha ?

Kerîm Husamî :Bawer nakim, belkî êdî hîç nebînin. Lê Xwedê neke, în?allah Ba?ûr narûxe.

Endamekî KG jî pirsek awa kir: -Ji bo min Kerîm Husamî dîrokek zîndî ye. Gellek ti?t hene ku em ji te fer dibin. Pistî ku Qazî Muhammed hate girtin, hin kesan gotin ku ew çû teslîm bû û poþimaniya xwe aniye zimên. Gelo ev tiþt rast e ?

Kerîm Husamî: Na, ne rast e. Qazî Muhammed tu carî po?îman nebû. Wî nexwestîye tahrîbatên mezin li Mahabadê bibe (wêran ne be). Her weha wî nexwest xwina kurda zêde bete rijandin. Ew mêrxasekî weva bû ku, wî bixwe dikanbû kursîya di bin lingê xwe bikê?anda. Mebesta min ji vêya, Qazî Muhammed bêtirs bû û xwedî cesaret û pirr zîrek bû.

Ji Jinake endam: Li ser pirsa jinan tu çi difikirî?

Kerim Husamî: -Jinen kurd wefakar in û xebatkar in; le rêzji bo wan nehatîye girtin. Ew jî xeletîya jinan e.Divê ew têbikoþe. Eger jin azad ne be, kurdjî azad nabin.


Kod û sergejiyên wê

Faris Marsil

Ji ber ku gelek caran avayiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hatiye þelandin û kompitor û gelek tiþtên wê yên din hatine dizîn, birevebirên Federasyonê tedbîr stendine ku îcar avayiya xwe ya nû alarim bikin û kesên ku pêwist pê dîtinê li gel mufteyek, kodeke alarmê jî bidin wan. Sirrê alarimê ew e ku divê wexta meriv derî veke alarimê ji dewrê derxîne û wexta derî bigre jî alarimê bixe dewreyê. Hele ew kesî/a ku bê Federasyonê veke û di nava deqîqeyekî de bi koda xwe alarimê ji dewirê dernexe, alarim dike fîke fîk û polîs di nav çend deqîqeyan de tê ciyê fîke fikê.

Wê rojê hevaleka wezîfedar ku hatibû federasyonê û bi mifta xwe derî vekiribû lê di nava deqîqeyekî de koda wê nehatibû bîra wê ku alarimê ji dewreyê derxe, alarim kiribû fîke fîk û di tavilê de polîs hatibûn. Xeynî polîs îfadeya wê bigrin, 3500 Kron jî cezayê pere dabûn Federasyonê. Ji bona ku koda wê nehatibû bîra wê û koda ku meriv çawa alarimê jî bisekinîne nizanibû ev tiþt hatibû serê wê. Herweha reqamên telefona Federasyonê ya nuh jî sergêjiyê peyda dike, em yên ku li Federasyonê kar dikin gelek caran di þûna ku bêjin 644 66 22, em 4 reqamên wê yên dawiyê tevlihev dikin, em dibêjin 644 22 66.

Êdî kod û reqem bûne parçayekî jiyana me ya rojene. Ez bixwe çend caran bûme þahîdê wê yekê ku ji ber van kodan gelek kes problem jiyane. Ev problem ne tenê problemê alarim û polis in, problemê cuda ne.

Yek ji wan þahidbûna min ew e ku wê roje di dora bankomatê de mêrikî navsalî ji ber koda xwe ya bankomatê sê caran li ser hev bi xeletî lêxist, cara sêyem bankomat karta wî paþde neda. Dîsa ez carek rastê kurdekî hatime ku ew cuzadanê xwe wenda kiribû û koda bankomatê ku banka daye wî, ew ji bo vê kodê bîrva neke wê jî kiriye bêrîka cuzdanê xwe. Bi vî hawî him mêrik ji cuzdan û pereyên di cuzadanê xwe de û him jî pereyên ku di bankomata wî de hebuye, bêpar maye. Camêr digot; "êdî em li vir bi kodan dijîn evqas kod hene ku ez gelek caran jîbîr dikim ji bona wê jî min koda kurta bankomatê xistibû bêrîka cuzdanê xwe û tu carî nehatiye bîra min ku ez ê rojekê cuzdanê xwe wenda bikim yan jî diz ji min bidizin."

Dîsa wê rojê ez çûm mala hevalekî ku deriyê wî yê avayiyê bi kod e. Ev kod jî pirê caran ji çend mehan carek tên guherandin. Mêrikekî ixtiyar ku di wê avayiyê de dijiya -bêyî ku haya wî jê hebuye ku koda derî hatiye guherandin -beriya min çend caran li kodê xistiye da ku derî veke, lê derî venebiye û telefona wî ya mobîl jî girtî bûye û pinkoda telefonê nehatiye bîra wî ku telefona xwe veke da ku telefonê xanima xwe bike jê koda derî bistîne.

Dîsa wê rojê hevalekî ku çenteyê "Jemis Bond" bi kar danî, koda wê ji bîr kiribû û nikaribû çeneteyê xwe veke, mecbur ma ku bi awayekî din çente veke û ewrakê xwe jê derxîne.

Dîsa tirimbelek yekî hatibû dizîn û ewrakên erbeyê di hundirê wê de mabûn, ew telefonê polîs kiribû daku ji polîs re buyerê bêje, lê wexta polis jê pirsiye plakeya erebaya te çi ye? Mêrik kiriye, nekiriye -belkî ji heyecanê be- plakeya areba wî nehatiye bîra wî ku ew ji polis re bibêje, ew tenê reng û markeya eraba xwe jê re gotiye.

Dîsa ez gelek caran rastî wê yekê hatime ku hin kesên xwediyê telefonên mobîl reqamên telefona xwe jibîrkirine, û di hafizeya telefonê de jî nenivîsandine ew bi saya hevelekî xwe yê din ku reqamê telefana wî li cem bûye, fêrî reqama telefona xwe bûye.

Ez rastî yekî hatime ku ji bo bikeve kompitora xwe, kompîtora xwe kodkiriye lê piþtî çendeyeke koda xwe ji bîr kiriye û nikaribûye kompîtora xwe veke, mecbûr maye bangî yekî ku þarezayê kompîtorê ye kiriye ew hatiye kodên wê ji dewreyê derxistiye.

Ez rastî wê yekî hatime ku gelek caran kodên înterneta xwe wenda kiriye û hergav telefonê þîrketa ku ew aboneyê wê yê înternetê ye koda xwe ji wan pirsiye û bi vê hawayî ketiye înternetê.

Ez rastî yekî hatime ku ji bona benzîn bike erbeya xwe, karta xwe kiriye sîstema benzînê, lê koda wî nehatiye bîra wî ku lêxe û benzîn bixe tanka erebaya xwe û bi vî hawî aciz bûye, çûye û karta benzîna xwe jî li wê jibîrkiriye.

Dîsa ez rastî wê yekê hatime ku carekî yek di dora kirînê de xwestiye bi korta xwe ya supermarketa ICAyê kirîna xwe bike, wexta karta xwe daye kasiyer, koda wî nahatiye bîra wî ku lêxe daku hesabê xwe bide bi vê awayê di dorê de "kaos" peyde bûye.

Kod, kod û kod. Bê wan meriv nikare jiyana xwe ya rojane bidomîne. Li welatên pêþketî kod bi huviyeta însên dest pê dike. Di welatekî wek Swêdê de 10 þifreyên ku nasnameya meriv deþîfre dikin, têra her tiþtî dike. Ji van 10 reqeman 2 reqem ji wan yên sal, 2 reqem yên meh, du reqem jî reqamên roja rojbbûna merivan pêk tê. 4 reqamên din jî aliyê dewletê ve didin merivan. Ku malbatek ji 6 neferan pêk bê, divê mezinê wê malbatê kodên hemû malbata xwe bizanibe da ku di jiyana rojane de îhtiycên resmî yên xwe û zarokên xwe bimeþîne. Herçiqas yên me kurdên navsalî meh û rojên rojbûna me 01û 01 in û ev hinek karê me hêsan bike jî, lê 4 reqamên me yên dawiyê yan jî hin kodên me yên þexsî ku 8978, 9879 û 8798 hwd.bin divê em wan bi awayekî ezber bikin!!

Yanî bi pêþketina teknîk û teknolojiyê ve hafizeya însên bi kod û þîfreyan ve tên dagirtin, bê wan însên nikare jiyana xwe ya rojane bidomîne. Kod sergêjiyekî mezin derdixin, divê teknîk û teknolojî bêy ku kodan meriv bi kar bîne jê re çareyeke peyde bike. Yên ku hafiza wan lawaz e û li hember reqaman "bêçarane" û gelek kartan bi kar tînin way ji wan û halê wan re!


Tarîxa 20 salîya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Amadekar: Hemîd Gewherî û Kovan Amedî

Swêd welatê komeleyan e, beþekî girîng ya civata Swêdê di komeleyên demokratîk de hatinin hunandin û îro ji 200 hezar pirtir komeleyên kulturî, civakî, pêþeyî, spor û yên din henin. Dewleta Swêdê pir bi dilxweþî dixwaze ku pirs û pirsgirêkên civata xwe bi rîya kom û komikên civatê ve guhdarî bike û beþekî mezin yên pirsên civatê bi rîya wan komeleyan ve çareser bike. Ji bo vê armancê, damezrandinên komele û federasyonan xizmetek baþ didin. Yekem rêxistina demokratîk ya Kurd ku li Swêdê hatîye damezrandin, seksîyona Komeleyên Xwedevanên Kurd li Ewrûpayê (KSSE) bûye. Navenda KSSE yê çardemîn kongra xwe ya salawextî di 1-5 / 8 /1970 î de li Stockholmê pêktîne û di eynî wextê de jî seksîyona xwe ya li Swêdê dadimezrîne. KSSE piþtî têkçûyîna þoreþa Îlonê di sala 1975 î de perçe bû û bû sê beþ. Bi navê Yekitîya Xwendevanên Kurdistanê, (AKSA) û bi navê Yekitîya Ciwanên Xwendevanên Kurdistanê (YUKSE) hatin damezrandin. Di sala 1976î de çend endamên AKSA yê, Memo Yetkîn, Mehmut Baksî bi çend kesên din re ji AKSAyê veqetîyan û Komeleya Karkerên Kurdîstanê li Swêdê avakirin. Piþtî damezrandina Komeleya Karkerên Kurdistanê, gelek kurdên ji bakûrê Kurdistanê, ji KSSE, AKSA û YUKSE yê veqetîyan û çûn nav refên Komeleya Karkerên Kurdistanê. Piranîya endamên wê komeleyê, rengên wan yê siyasî nêzîkê PSKê bûn ku wê demê bi navê organa xwe ya merkezî Riya Azadî ve dihate naskirin. Ev rengê PSKê xwe di biryaran de jî dida xuyakirin.

Loma endam û hogirên rêxistinên din yê Kurdistanê xwe di kar û xebatê komeleyê de zeif didîtin. Ji ber wê yekê jî ji Komeleya Karkerên Kurdistanê veqetîyan û li gor rengên xwe yên siyasî komeleyan avakirin. Ew rêxistinên ku navê wan dûra ezê binim ser ziman, piþtî damezrandina komeleyên xwe, kar û xebatên xwe lokal dimeþandin, yanî her komeleyekî bi xwe cejna Newrozê pîroz dikir, rengên siyasî di kar û xebatên siyasî, civakî û kulturî de di wan komeleyan de pirtir dihate xuyakirin. Her komeleyekî bi tena xwe li ser navê kurdan peyvendîyan bi dezgehên resmî yên Swêdîyan re girê didan. Karên bi vî teherî di nav penaberên kurd li Swêdê de, wê demê hejmarên kurdan jî ne gelek bûn û ev yeka jî kar û xebatên hevbeþ ya komeleyên kurdan zeyif dixist. Evaya jî bi giþtî karên kurdan hêsan nedikir û gelek zehmetîyan dida pêþ wan. Wê demê her çiqas nav rêxistinên kurdan de nakoyên siyasî û îdolojîyê hebûn jî, lê gihiþtibûn wê qeneatê ku yekitîyekî demokratîk di nav xwe de pêk bînin. Her usa sîstema karê komelayetîyê li Swêdê, kurdan ber bi yekitîyekî weha dikiþand. Hinek grubên biyanî ku berî kurdan li Swêdê bi cîh bûbûn, federasyonên xwe ava kiribûn. Ev faktorên hanê, pêvîstîya hewildana kurdan ji bo damezrandina federasyonekî hîn xurtir dida nîþandan. Êdî pirsa yekitîya kurdan li Swêdê xwe anîbû ber derê kurdan, lewra bi taybetî berpirsîyarên rêxistinên Kurdistana bakur li Swêdê, biryara bi hevra karkirine dan. Piþtî 10an civînan li komeleyan û li malan, di navbera sala 1980 û 1981î de gihiþtin wê qeneatê ku ewana jî wek biyanîyên din, ji komeleyên xwe Federasyona Kurdan damezirînin. Her weku me li jor jî anî ziman, ku berî kurdan, gelek biyanîyên din ku li Swêdê dijîyan, federasyonên xwe damezrandibûn. Çar rêxistinên siyasî yên kurdan, bi 6 komeleyên xwe ve beþdarîya damezrandina Federasyonê bûn. Weka ku ji we ve jî xuyaye ku çend rêxistinên me yên siyasî, Federasyonê damezrandin. Armanca rêxistinan ew bû ku di warê demokratîk de temsîla kurdan pêkbînin. Lê þertekî rêxistinên siyasî ya kurdan ew bû ku kar û xebatên Federasyonê, ne li dijî sîyaseta wan bin, heta bi wî armancê damezrandin ku hinek ji karên xwe yên muþterek yên siyasî û civakî bi wesîleya Federasyonê bimeþînin. Ya rastî jî, þertên wê demê ya Kurdistanê û penaberên kurd li dervayê welat jî her ewî dixwest.

Kongreya 1 em ya Damezrandina Federasyonê

Komeleyên ku beþdarîya damezrandina Federasyonê bûnin evên li jêr in: 1- Komeleya Çanda Karkerên Kurdistan li Stockholmê (layengirê KUKê bû) 2- Komeleya Kurdî - Swêdî ya Çandî û Kulturî li Stockholmê (layengirê DDKD yê bû) 3- Komeleya Kurdî ya Xwedevanên Pêþverû li Uppsalayê 4- Komeleya Demokratîk a Çanda Kurd li Stockholmê (layengirê Ala Rizgarîyê bû) 5- Komeleya Kurd li Gšteborg (layengirê Ala Rizgarîyê bû) 6- Komeleya Karkerên Kurdistan li Stockholmê (layegirê PSKê) Ev 6 komeleyên me her yek bi 3 nûnerên xwe beþdarî kongra damezradina Federasyonê bûn. Kongre di roja 22.5.1980î de li tunelgatan 14, li Stockholmê pêk hat. Kongreyê, Ahmet Tigrîs wek serokê diwanê û Ferhad þakelî jî wek sekreterê diwanê hilbijart. Piþtî helbijartina dîwanê li gor rojevê, munaqeþe li ser destûr û programa Federasyonê hat kirin, pêþnîyara destûrê bi dengê giþtî hat pesinandin. Destûra ku di kongreyê de hat pesinandin bi vî ewayîye: 1- Navê Federasyonê Federasyona Komeleyên Kurdî (KR)

Armaca Federasyonê: A- Federasyon hemû komeleyên kurdî li bin baskên xwe dicivîne. Ev komelena ku ji alîyê penaberên kurdan û ji hemû beþên Kurdistanê pêkhatine. Federasyon bi metodên demokratîk piþtgirîya tekoþîna netewî û demokratîk ya gelê kurd dike. Federasyon ji bo peydakirina piþtgirîyê ji tekoþîna azadîya gelê Kurd re, civîn û meþan pêk tîne, semîner, þevên piþtgirîyš û xebatên din çêdike. B-Federasyon alîkarîya karkeran, xwendevanan, jin û zarokên ku ji Kurdistanê tên dike. Ji bo pirsên wan yên li Swêdê, wek di karê tercumanî û mamostetî de, di dagirtina blankêtan de, di têkilî bi dixtor û awukatan re, alîkarîya wan dike. C- Federasyon ji bo xurtkirina piþtgirîyê ji gelê Kurd re, di nav kurd û swêdîyan de kar dike. Ji bo ku bigîhîje armanca xwe, komeleyên xwe yên endam jî seferberî vî karî dike. ç- Federasyon bi tu rêxistinên siyasî ve ne girêdayî ye. d- Federasyon rêxistinekî demokratîk e, bi organên xwe ve li gor pirensîbên demokratîk kar dike.

3- ENDAMETÎ: A- Komeleyên kurdî ku li Swêdê henin û destûra Federasyonê qebûl dikin û her usa kar û xebatên wan ne li dijî armancên Federasyonê bin, dikarin bibin endam. Komeleyên ku daxwaza endametîyê dikin, divê organên wan li gor pirensîbên demokratîk bên hilbijartin. B- Ji bo ku komele wek endam bê qebûlkirin, divê di kar û xebatên xwe de bi kêmanî 6 mehên xwe dagirtibe. Divê komele di destûra xwe de daxwaza endametîya xwe ji bo Federasyonê bide xuyakirin. Komeleyên ku dibin endamê Federasyonê, 3 mehên pêþî ya endametîya wan wek ceribandinê ye. Komîteya Giþtî li ser endametîya komeleyan biryar dide. C- Komeleyên endam di karên xwe de serbixwe ne, lê kar û xebatên wan divê li dijî destûr û armancên Federasyonê nebe. Ç- Komeleyên endam di þertên cuda de, dikarin ji îmkanên aborî û ji hinek îmkanên praktîk yên Federasyonê istifade bikin. Biryara vî tiþtî Komîteya Karger dide. d- Komeleya ku daxwaza endametîyê dike, divê bi hindikayî xwedîyê 10 endaman be.

4-KONGRE A- Federasyon, kongere ya xwe ya asayî her sal di meha 12an de pêk tîne. Divê komeleyên endam, ji bo wext û cîyê kongrê mehekî berî kongrê bi nivîskî bên agahdarkirin.

PROTOKOLA KONGREYA DAMEZRANDINA FEDERASYONÊ

Komeleyên li jêr beþdarî kongreya damezrandina Federasyonê bûn: 1- Komeleya Çanda Karkerên Kurdistan li Stockholmê 2- Komeleya Kurdî - Swêdî ya Çandî û Kulturî li Stockholmê 3- Komeleya Kurdî ya Xwedevanên Pêþverû li Uppsalayê 4- Komeleya Demokratîk a Çanda Kurd li Stockholmê 5- Komeleya Kurd li Goteborg) 6- Komeleya Karkerên Kurdistan li Stockholmê Xên ji van 6 komeleyan, çend komeleyên din yên kurdan ku di sala 1980î de hatibûn damezrandin, beþdarîya damezrandina Federasyonê nebûn, lê di kongreya damezrandina Federasyonê de daxwaza endametîyê kirin. Komeleyên ku di kongreya damezrandina Federasyonê de daxwaza endametîyê kirin evên li jêr in: 1- Komeleya Demokratîk a Çanda Kurd li Huddingeyê 2- Komeleya Demokratîk a Çanda Kurd li Botkyrkayê 3- Komeleya Kurdî li Solnayê Kongre biryar girt ku hilbijartina organên Fedrasyonê bi dizî be, lê jimartina dengan vekîrî be. Di kongreyê de nûnerên jêrîn xwe ji bo Komîteya Karger dest nîþan dan. Salih Înce Nazif Taþçi Keya Îzol þerefxan Cizîrî Eþref Okumuþ A. Melîk Mahmod Ji wan nûnerên namzet pênc kesên jêrîn ji bo Komîteya Karger hatin hilbijartin. Salih Înce Nazif Taþçi Keya Îzol þerefxan Cizîrî Eþref Okumuþ Ji bo Komîteya Çavder jî þêxmus Ceylan, Mustefa Yilmaz û Mustefa Uzun hatin hilbijartin. Di kongreyê de li ser 7 pêþnîyarên cuda, wek pirsa perwedekirina bi zimanê kurdî, li ser rewþa jinan û pirsa hêlîna zarokan û yên wekî din, kongre bi tevayîya dengan biryar girtibû. Biryara dawî ya kongreyê ew bû ku Federasyon, kongreya xwe ya sala bê di meha 12 / 1981 î de bicivîne. Ji bo wext û cîyê kongreyê, wê Federasyon komeleyên xwe yên endam, mehekî berî kongreyê bi nivîskî agahdar bike. Piþtî kongreyê, Komîteya Karger ya Federasyonê di civîna xwe ya yekem de erkên xwe yên KK wek li jêr li hev û din dabeþ kirin. Berpirsîyarên peyvendîyan: Keya Îzol û Eþref Okumuþ Berpirsîyarên karên îdarê: Nazîf taþçi û þerfxan Cizîrî Berpirsîyarên karên aborî: Eþref Okumuþ û Salih Înce Berpirsîyarên karên rêxistinî: Salih Înce û Nazif Taþçi Berpirsîyarên karên ragîhandinê: þerfxan Cizîrî û Keya Îzol Bi vî awayî kurdan jî li Swêdê Federasyona xwe ava kirin. Kongreya 2 em Federasyonê kongra xwe ya 2 em li gor biryara kongreya 1 em, di wexta tayinkirî 5-6/ 12 / 1981 î de civand. Kongre bi 18 nûnerên van komeleyên jêrîn ve vebû. 1- Komeleya Çanda Karkerên Kurdistan li Stockholmê 2- Komeleya Kurdî - Swêdî ya Çandî û Kulturî li Stockholmê 3- Komeleya Kurdî ya xwedevanên pêþverû li Uppsalayê 4- Komeleya Demokratîk a Çanda Kurd li Stockholmê 5- Komeleya Kurd ya Çandî li Goteborg 6- Komeleya Karkerên Kurdistan li Stockholmê Ji bo dîwana kongrê Kemal Cengîz, Lutfî Baksî û Ferhad þakelî hatin hilbijartinê. Piþtî hilbijartina diwanê, nûnerekî Komîteya Karger ya Federasyonê, li ser navê KK axaftinek kiribû û di axaftina xwe de usa gatibû: îGelê Kurdistanê ji hemû maf û azadîyên xwe yên demokratîk bê par kirî, di bin zordestîyek mêtingehkar û di nav jiyanek dijwar de ye.

Mêtingehkarî di heyama me de hatîye rûreþ kirin û lanet kirin, lê hîn jî li welatê me hebûna xwe diparêze. Welatê me Kurdistan ku xwedîyê gelek dewlemendîyên xwezayî ye, ji alîyên hukmên barbar û hov ve tê þêlandin. Gelê me birçî û bê mijûlayî, þerpeze, bende û kole tê hiþtin. Dewletên mêtingehkar metodên gel qirkirinê li gelê me diceribînin. Li Kurdistana Îranê gelê me dijî hukma meleyên kevneperest li ber xwe dide, ji bo standina azadî û mafên xwe, ji bo çarenivîsa xwe her roj têkoþînê dide. Li Kurdistana Iraqê, li dij dîktatorîya Saddam muxalefet pêþve diçe, welatê me Kurdistan, roj bi roj dibe navenda muxalefeta civakî. Li Iraqê, li Surîyê gelê me li gor þertên heyî yên civakî û siyasî xebata xwe dajo û li hember kirinên nijadperetên Baas, ber xwe dide. Li Tirkîyê û Kurdistana Tirkîyê jî, bi hatina cuntaya leþkerî ya faþîst di 12 îlona sala 1980 î de bi deh hezaran mirov hatine girtin, bi hezaran kes ji îþkencan de derbas bûn û ewqas jî hatin kuþtin. Heta niha 10 kes hatine bi darvekirin. Lê rastî her ewe ku, cuntaya faþîst ne karibûye û dê nikaribe dawî li tevgêra siyasî ya gelê me bine. Kurdistana Tirkîyê ji bo ders deranina ji kil û kêmasîyên bihurî, tevgêr ketîne nav raberizînek tund. Li hember cuntayê li ser yekitîya tekoþîn û hêzan diaxivin û li îmkanên bi hevra xebat kirinê digerin. Federasyona me bi hemû hêzên xwe piþtgirîya vê xebatê dike.î Piþtî xwendina raporên Komîteya Karger, dîwanê rê dabû mêvanan ku axaftinên xwe pêþkeþ bikin. Dor hatibû hilbijartina Komîteya karger. Nûnerên kongreya 2 em kesên li jêr ji bo Komîteya karger hilbijartin. Salih Înce Keya Îzol þerefxan Cizîrî Harun Elîacik (þiyar) Eþref Okumuþ Piþtî helbijartina KK, dîwanê pêþnîyarên nûneran ji bo biryar girtinê da dengdan.

Kongre li ser 8 xalên jêrîn bi tevayîya dengan biryar girt.

1- Piþtî sala 1960 an tekoþîna gelên bindest gihaye gehînekên nû û derbên giran dawþandîye mêtingehkarî û emperyalîzmê. Kongreya me, bi tevayî piþtgirîya tekoþîna gelên bindest ji bo serxwebûna wan dike. Bi taybetî piþtgirîya tekoþîna rizgarîya gelê Filîstînê, gelê reþik yê Afrîkaya jêrîn, tekoþîna rizgarîyê li Erîtreyê, tekoþîna gelê Namîbyayê, tekoþîna gelê Saharaya rojhilat û piþtgirîya tekoþîna gelê Nîkaraguayê û El Salvadorê dike. 2- Kongreya me, li hember xwe çekdar kirinê, þerên nû yên dewletên emperyalîst û hêzên ku aþîtîya cîhanê tehdît dikin, derdikeve. Xwe li kêlaka hêzên aþîtîya cîhanê û tekoþîna aþîtîyê bi tevayî dibîne. 3- Endamên Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Almanyayê ( KOMKAR)ê û hinek karkerên welatparêz ji duyê meha mijdarê vir de ji bo parastina mafên demokratîk yên penaberên kurd li Almanyayê û protestokirina metodên hov ya cuntaya faþîst a Tirkîyê ku li dijî gelê kurd bi kar tîne, greva xwebirçîhiþtinê dikin. Kongreya me piþtgirîya welatparêzên kurd ku di greva xwe birçîhiþtinêdane dike û serketina wan dixwaze. 4- Bi geþbûna tekoþîna dijî faþîstan li Ewrupayê, faþîstên Tirk li Almanyayê di demên dawî de erîþên xwe li ser welatparêzên kurd û þoreþgeran bêtir kirine. Segên faþîst, li ku derê keysê bibînin, erîþê þoreþgeran dikin. Yek ji wan erîþên dawî li Almanyayê li dijî Nezîr þeker, endamê Komeleya Demokratîk a Karkerên Kurdistanê, KKDKê bû. Nezîr þeker bi erîþên faþîstên tirkan ve hat kuþtin. Kongreya me mirovkujîya faþîst mehkum dike û ji bo yekitîya li dijî faþîstan, bangî hemû kesên dijî faþîzmê li Ewrûpayê dike. Kongreya me rêz li hemû welatparêz û þorþgerên ku þehîd dibin digrê û wan nemir dibîne. 5- Îro neteweya Kurd li Kurdistana Îranê û Iraqê de, bo þikandina bendên koletîya sedsalan û bo azadîya gel û welat, dijî sazumanên zordest û kevneperest þerekî çekdarî dike. Her du dewletên zordest jî naxwazin heqê gelê Kurd bidin. Lewra leþkerên xwe dajon ser Kurdistanê, welatê me wêran dikin û dixwazin tevgêra rizgarîyê bi darê zorê cardin vemirînin. Her usa jî her du dewletên kevneperest, dixwazin di nav hêzên welatparêz de þer derxîne û kurdan bi hev û din bidin kuþtin. Kongreya me bi dil û can piþtgirîya hêzên welatparêz li Kurdistana baþûr (Iraq) û li Kurdistana rojhilat (Îran)ê dike. Dijî zordestîya rejîma Xumeynî ya xwînrij li Îranê û ya Saddam Huseyîn li Iraqê derdikeve. Kongreya me bo serketina tevgêra azadîyê li her du beþên Kurdistanê yekitîya hemû hêzên welatparêz pêwîst dibîne. Divê ew dijî dijminên zordest cepheyekî fireh pêk bînin Ji bo sazkirina demokrasîyê li temamîya Îran û Iraqê û bo bidestxistina mafên gelê Kurd li Kurdistanê, hewceye ku di navbera welatparêzên Kurdistanê û hemû hêzên demokrat û pêþverû li Îran û Iraqê, cepheyên fireh bên sazkirin. Kongreya me pêkanîna cepheyên han dixwaze û li Îran û Iraqê, dijî emperyalîzim, kevneperestî û þovenîzmê, piþtgirîya hemû hêzên demokrat dike. 6- Ji 12 ê Îlonê vir de ku cuntaya faþîst li Tirkîyê hate ser hukum, li ser hemû hêzên welatparêz, xasima li ser gelê me li Kurdistanê, zulm û tedayî qat bi qat zêde bû. Cuntaya faþîst daxwazên emperyalîst û hevalbendên wan yên hundur bi cîh tîne. Bi piþtgirîya NATO yê û xasima bi piþtgirîya emperyalîzma Emerîkî, dixwaze tevgêra xebatkarên Tirkîyê û tevgêra gelê Kurd ya neteweyî vemirîne. Ji bo vê yekê, cuntaya faþîst hemû komeleyên demokratîk û partîyan girtin, kovar û rojnameyên pêþverû qedexe kirin, bi sedhezaran merivên demokrat û sosyalîst girtin û bi sadan kes kuþtin. Cunta dixebite ku bi her awayî rejîmekî faþîst saz bike û bimeþîne. Cuntaya faþîst piranîya leþkerên xwe þandiyê Kurdistanê, li ser gund û bajarên me de girtîye, can, mal û namûs nasnake, bêperwa xwînê dirijîne, zulm û teda dike. Kolonyalîstên faþîst dixwazin çavê gelê me bitirsînin, hêzên welatparêz û þoreþger bipelixînin û tevgêra azadîyê þûnda bavêjin. Lê hemû kirinên van zordestan heya niha pere nekir û niha þûnda jî nake. Qet zordestek nikare tevgêra azadîyê li Kurdistanê vemirîne. Ev zulm û tade ruyê dijmin çêtir eþkere dike û daxwaza gelê me bo rizgarîyê xurtir dike. Gelê me ji van rojên çetin wê derbaz be, tevgêra neteweyî wê firehtir û geþtir bibe û wê ber bi serketinê bimeþe. Rojên serketinê ne dûr in. Kongreya me, ruyê reþ ya cuntaya faþîst eþkere dike û bi dil û can piþtgirîya hêzên welatparêz û þoreþger li Kurdistana bakûr dike. Kongreya me, bo serketina hêzên welatparêzên Kurdistana bakûr, yekitîyekî fireh pêvîst dibîne û piþtgirîya sazkirina cepheyekî welatparêz û demokrat dike. Gazî hemû kesên pêþverû û welatparêz dike ku bona yekitîyê kar bikin. Kongreya me her usa bo dûrxistina hukma faþîst û bo sazkirina demokrasîyê li Tirkîyê û Kurdistanê, ji bo demokrasîyê, di nav her gelan de cepheyekî dijî emperyalîzmê pêvîst dibîne û piþtgirîya sazkirina cepheyekî han dike û bo pêkanîna wê bangî hemû hêz û kesên demokrat dike. 7- Kongre xwest ku xwedîyê organekî xwe be, ji bo wî jî biryara derxistina organa Federasyonê da. Kongre li ser pêþnîyara Reþo Zîlan, navê BERBANGê li organa Federasyonê kir. Komîteya Karger di civînekî xwe de berpirsîyarîya Berbangê dide Eþref Okumuþ. Berbang hejmara xwe ya 1 em di meha 6 / 1982 an de çap dike. Heta dawîya sala 1982 an 6 hejmarên xwe diweþîne û her 6 hejmar jî bi zaravayê kurmancî bûye. Kongreya 2 em ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hemû welatparêz û pêþverûyên Kurdistanê vedixwîne xebatê. Bijî kongreya 2 em ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê! Bijî tekoþîna netewî û demokratîk ya gelê me! Komîteya Karger, piþtî kongreya 2 em, civîna xwe ya yekem di roja 16.12.1981î de pêk anî û erkên xwe yên Komîteya karger, wek li jêr li hev par kirin. 1- Salih Înce, Keya Îzol: Berpirsîyarên peyvendîyên giþtî ya Federasyonê 2- þerefxan Cizîrî: Berpirsîyarê ragîhandinê 3- Harun Elîaçik: Organîzator 4- Salih Înce û Mehmet Îzol: Berpirsîyarên kar û barên îdarî 5- Eþref Okumûþ: Berpirsîyarê Aborî Her wekî win jî dibînin struktur û xebata Federasyonê ne wek ya îro ye. Rewþa wê demê ya kurdan jî li gel rewþa îro ya kurdan cuda bû. Li Kurdistana bakur cunataya leþkerî ya faþîst hatibû ser hukum, li Kurdistana baþûr û rojhilat jî gelê Kurd di nav þerekî germ ya çekdarî de bû. Penaberên kurd li Swêdê gelek kêm bûn. Kar û xebata Federasyonê jî li gor rewþa Kurdistanê, li gor rewþ û pêvîstîyên wan yê li Swêdê bû. Rastîyekî din jî ew e ku, wê demê rêxistinên Kurdan di xebata çînayetî û îdeolojîk de tundtir bûn. Ev faktorên li jor tesîra xwe raste rast li ser kar û xebatên Fedrasyonê dikir. Ev tiþta di biryarên Kongreya 2 em de pir bi zelalî xuya dike. Kongreya 1em heta 3 em Federasyon bê serok bû, berpirsîyarîya peyvedîyan û kar û barên îdarî sipartibû Salih Înce û Keya Îzol ku desthilatîya wan wek hev bû. Hebûna Fedrasyonê di nav kurdên rûniþtîvanên Swêdê de gelek dihate xeberdan, ev yeka bi taybetî di nav kongreya 2 û 3 em de gelek dihate munaqeþekirin. Her ji bo vê mebestê, bi îmzeya A.Riza Alan, li ser navê Komîteya Karger, nivîsekî dirêj di hejmara yekem ya Berbangê de bi ser nivîsa jî Bo çi Federasyonî hat weþandin.

CIYÊ FEDERASYONÊ DI TEKOþÎNA GELÊ ME DE ÇI YE ?

Tiþtên li jor hatin gotin, li xurû di çerçewa þertên Swêdê û biyanîyên li Swêdê de bûn. Tenê li ser civata kurdên li Swêdê, wek grûbekî biyanî û li welatekî biyanî bûn. Lê rewþa kurdan ev çend ne hêsan e. Ango Kurd ne wek her grûbekî biyanî ne. Di serê her tiþtî de bê dewletbûn û bindestîya me, me ji gelek biyanîyên din vediqetîne. Sedemên barkirina me ya ber bi Ewrûpayê çi dibin bila bibin, aborî yan siyasî, di bingehên van sedeman giþ de, ev rastî û trajedî heye. Bi kurtî welatê ku em jê tên, welatekî bindest û perçekirî ye. Civata ku me li dû xwe hiþtîye jî, civatekî ji hev belavkirî û paþdemayî ye. Lê gelê me li hember vê zulum û bindestîyê stuyê xwe xwar nekirîye û serî dananîye. Dîroka liberxwedan a gelê me, bi qandî dîroka bindestîya wî kevn e. Gelê me îro jî vê îqederêî re dibêje înaî qels jî mabe, ji hev de jî ketibe, çarmedor dijmin be jî, dîsa bi qandî taqeta xwe dibêje înaî.Di zîndanên tarî de, li Suleymanîyê, li Diyarbekirê, li Mehabadê, bi deh hezaran mirov, bo stranên azadîyê venamire, bo tovên serxwebûnê þîn were, bo ku êdî xîreta gelê me hew di nav dest û piyên hovan de bipelixe, her roj, di çerxên îþkence de û di sêpêyên îdamê de canê xwe bi gorî dikin. Ev tekoþîn ji ber me ve û di þûna me de jî tê dayin. Ji bo vejandin û xurtkirina li berxwedanê, girtîyên me alîkarî û pêþmergên me çek divên. Helbet çek ne tenê kelenþîkof e. Çek zanîn û zanîyarî ye, piþtevanîya dostan û yekitîya di nav me bi xwe de ye jî. Di rewþa îro de, çeka herî girîng ev e. ó îro li welat yekitî çiqas pêvîst be, li derveyî welat jî ewqas pêvîst e. Hinek der û dor ji berê de dixwazin di nav me de felsefa rebeniyê û bêkesîyê belav bikin. Dibêjin: îdi xebata derveyî welat de tu xêr tuneî an îtu dostên kurdan nîninî. Wek ku li ruyê dinê de tu hêz, kesên mirovperwer nemabin. Li gora vê zihnîyeta kevnare, weka ku em di tekoþîna xwe de, tik û tenê, bê heval û hogir, bê piþtgirî û dost, bi serê xwe mane. Rast e gelo? Em bi xwe dibêjin înaî. Yên ku dibêjin rast e, bila rûnên wek pepûk û sêwîyan li çoka xwe bixînin. Eger em hebin û destên birayetî dirêjî hev û du bikin, di nav xwe de bibin yek û bi hêz bin, dost gelek in. Girîngîya piþtgirîya navnetewî û hêzên pêþverû û demokrat li welatên Ewrûpayê, ji tekoþîna gelên din yên bindest rind di bîra me de ye. Gava em bikaribin rewþa welatê xwe û þerê gelê xwe bi rîya rêxistinên wek partî, sendîka û rêxistinên hwd. bidin naskirin û qebûlkirin, emê bikaribin hêz û îmkanên rejîmên kevneperest li Kurdistanê qelstir û kêmtir bikin. Girêdanên wan yên paþverû bi derveyî welat re çiqas bên birîn, wê pergela wan yê gemarî ji ewqas bê tecrîd kirin. Bi vî awayî, wê hêvî û rîyên nû li ber tekoþîna gelê me vebin û wê serketina me hêsan û nêzîktir be. Komeleyên endamên Federasyonê, ji bo ku bala gelemperî bikþînin ser rewþa welatê me û tekoþîna bi salan ya ku gelê me dide, beþekî girîng ya xebata komeleyan ev bûye û vê xebatê tesîrekî mezin li ser gelek kes û hêzên demokrat kirîye. Piþtî ewqas sal û ewqas tercube, îro em di nuqteyekî de hemfikir in; Di gel ferqên bîr û bawerî û dîtinên cuda yên siyasî, komeleyên me dikarin piranîya xebata xwe ya bo raya giþtî li Ewrûpayê di platformekî demokratîk de bicivînin. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê FKKS di vî warî de bo yekitîya xebatê, platformekî têkûz e. Ji bo ku em bikaribin bigîhên hedefên li jor rêzkirî, ne tenê komele, divê her welatparêzekî Kurdistanê jî wezîfa xwe ya esasî bi cîh bîne. Li derveyê welat, wezîfa me ya esasî propaganda ye. Yanî bi hêzkirin û pirkirina hevalbend û dilxwazên tekoþîna gelê Kurdistanê ye. Divê propoganda li gor þertên civatê bên kirin. Mesela, carna melodî ya bilûra þivanekî Kurdistanê, an govend gerandina komekî folklorê, hêjayîya deh belavok û sed siloganan e. Ev misalekî piçûk e. Lê bê guman ji alîyê her kesî ve tê zanîn ku propoganda, tercube û zanebûneke taybetî dixwaze. Divê em hemû tercube û zanîna xwe û kesên xwe yên pispor di warên curbecur de, bikaribin li merkezekî mobîlîze bikin. Ev merkez, bê guman Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ye.

FEDERASTONEK ÇEWAN ?

Bê þik Fedrasyonekî Kurdistanî û demokratîk. Divê Federasyon xebata xwe li ser van her du hîmên esasî bidomîne. Ger em, foksîyona Federasyonê û faktorên ku me tînin cem hev bidin ber çavên xwe, xebatekî weha bi tenê dikare li ser pilatformekî bi vî rengî bimeþe. Kurdistanî bûn, bi maneya temsîlkirina hemû komeleyên welatparêz û demokratîk yên ji her çar alîyên Kurdistanê ye. Demokratîk bûn, bi maneya ji hemû bîr û bawerî û dîtinên welatparêz û pêþverû re vekirîbûn û bi tu heze kî yan dîtinekî taybetî ve ne girêdayîbûn e.

XEBATA SALEKÎ

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, di meha gulana sala çûyî de hate ava kirin. Kongreya yekemîn bi pêþengî û înîsîyatîva çend komeleyên aktîv civîyan. Di despêkê de kêmasî gelek bûn. Cara pêþîn ji her çar alîyê Kurdistanê, xwedîyê program û bîr û bawerîyên cuda, ewqas komele, ji bo xebatek weha dihatin cem hev. Loma ger di despêkê de hinek problem derketibin û xebat wek avê neherikîbe jî, divê gelek normal bê dîtin. Ya herî girîng ev e ku, bo çareserkirina van probleman xebat hatîye kirin yan na. Belê bi rikoyî û serwextî xebatek dijwar hatîye kirin.Berpisîyarîya welatparêzî û þoreþgerî dawîya dawî bi ser ketîye û Federasyon ava bûye. Bi cîh bûn û rûniþtina rêxistinek wek Federasyonê, gelek xebatên giran dixwaze. Di serê van xebatana de, peyvendîyên resmî û burokratîk bi hemû rêxistinên resmî re tên. Federasyonê li ser rewþa Kurdên li Swêdê û ji bo xwendina zimanê Kurdî di dibistanên Swêdê de, bi S… (Serokatîya Kar û Barên Dibistanên Bilind) û SIV ( Dayira Kar û Barên Biyanîyan ya Dewletê) re dest bi kar kirîye.

Di vî warî de projekî fireh daye ber xwe. Armanc, bi alîkarîya kesên pispor, organîzekirin û pêþvebirina xebatên xwendinê ye. Bi beledîyê re gelek civîn hatine kirin û li ser rewþa zarok û malbatên Kurdan çend gavên keysdar hatine avêtin. Bi komele û federasyonên biyanîyan re, peyvendîyên xurt hatine pêk anîn. Bi partî, sendîka û rêxistinên demokratîk yên Swêdî re gelek civîn hatine kirin. Di 12 îlona derbazbûyî de, li dijî cunta Tirkîyê çalakîyekî xurt û fireh hatîye pêkanîn. Bi programekî dewlemend û bi beþdarbûna hemû Kurdan ve, Newrozekî serketî hatîye pîroz kirin. Meþ, mitîng û çalakîyên wekî din hatîne rêxistin. Bi mamosteyên kurd re û bi kesên di warê sporê de xwedî întirese nin re civînên fireh hatine kirin û bo damezrandina komeleyên meslekî, komîte hatinin helbijartin. Ya herî girîng jî, hejmara komeleyên endam di Federasyonê de ji 6 an derketîye 13 an. Federasyonê, bi vê hejmara BERBANGê ve dest bi jîyana xwe ya weþanî kirîye. Bo Federasyonekî bi hêztir û ji bo Berbangekî çêtir, alîkarî û piþtevanîya we divê. We xuþk û birayan... We hevalên dilsoz...

Tel: 08-6446622

Fax: 08-6502120

Box 131 05 Nacka

berbang