BERBANG

Organa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:121 , Cotmeh 2001

 

Welatê Duwemîn

Keya Îzol

Serokê Federasyonê

Dîroka kurdên li Swêdê ne gelek kevn e. Ji derveyî çend kesên ku ji mêj de hatibûn Swêdê, cara yekem Swêd di salên 1960-70 an de wek "karkirên mêvan" kurdên Anadolîyê himbêz kir. Destpêka sala 1980 an de du bûyerên dîrokî, hukmê eskerî ya 12 Îlonê li Tirkiye û destpêka þerê di navbera Iran û Iraqê bû sebeb ku bi hezaran kurd ji hemû perçeyên Kurdistanê wek penaber werin Swêdê. Bi kurtî dîroka kurdên li Swêdê 30 sal derbas nake.

Berhemên van 30 salan, di warê civakî, sîyasî, komelayetî û edebî de ji bo me hemûyan dîyar e. Ne tenê ji bo me lê herweha ji bo gelek kurdên ku ne li Swêdê ne jî, ev yeka tê zanîn. Di nav van 30 salan de di warê kultur û edebîyata kurdên li derveyî welat de, Swêd ciyeke sereke wergirt. Bi hezaran pirtûk û kovarên bi zimanê kurdî hat weþandin. Îro jî ev xebata bê rawestan tê meþandin. Di warê pirtûkên dibistan û perwerdeyê jî de dîsa Swêd di rêza yekemîn de ye. Destkewtîyên neteweyî wek mafê hînbûna zimanê kurdî li dibistanan, radyoya kurdî ji bo seranserê Swêdê, naskirina zimanê kurdî bi awayekî resmî çend nimûneyên ji berhemên xebata kurdên li Swêdê ne.

Berhemeke din ya girîng ku li Swêdê pêk hat, hebûna Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ye. FKKS îsal 20 salîya xwe tije dike. Federasyon bi gotûbêjên ji damezrandinê heta kongreyên xwe, bi organ û çalakîyên xwe her gav di rojeva kurdên li Swêdê de bûye. Bi sedan kes bi awayekî aktîf di nav xebata Federasyonê de xebîtîne û ji bo têkûzbûna wê ked dane. Loma jî awayîya FKKSê awayîyeke kollektîf e û ji alîyê piranîya kurdên li Swêdê hatiye ava kirin û tê parastin. Hebûna rêxistineke ew çend dînamîk û fireh ji gelek alîyan ve pêþîya kurdên li Swêdê vekirîye. Piranîya destkewtîyên ku li jor hatin jimartin bi saya xebata FKKSê hatine holê. FKKS bi hebûna xwe wek rêxistin bûye garantora wan xebatan.

Di destpêkê de gava kurd mecbûr man hatin Swêdê hergav di nav hazirîyê de bûn ku rojeke zûtir bikaribin vegerin Kurdistanê. 5-10 salên destpêkê bi vî awayî derbas bûn. Rastîya jîyana rojane nîþana me da ku hatina me ya Swêdê ne hadîseyeke mûaqqet bû. Piþtî 15-20 salan me dikarîbû behsa "entegrasyon"ê bikira. Piþtî ku me bi çavên xwe dît ku zarokên me li vir mezin dibin me rastîyê xwe ji nêzîk ve hîs kir. Jîyana pêþerojê li vî welatî îro wek noqteyekî esasî di nav rojeva me de ye. FKKS îsal gava 20 salîya xwe pîroz dike di eynî demê de awayîya xwe ya nû jî pîroz dike.

Di 12 ê Cotmehê de navenda avayiya wê ji alîyê wezîra kulturî ya Swêdê Marita Ulvskog were vekirin. Bi hêvîya ku ev avayî bibe navenda parastina nasnameya kurdên li Swêdê. Navenda FKKSê di welatê duwemîn de ji bo hemû kurdên li Swêdê pîroz be.


"Em bi Federasyona xwe serbilind in"

Axaftina Serokê FKKSê Keya Izol, bo munasebeta 20 saliya FKKSê.

Pêþî ez dixwazim li ser navê Federasyona komeleyên Kurdistanê li Swêdê, silavên xwe yên germ pêþkeþî wezîra Entegrasyonê, birêz Mona Sahlîn û mêvanên me yên din yên swêdî û kurd bikim. Hûn hemû bi xêr hatine.

Îro em 20 salîya Federasyonê pîroz dikin. Wek yek ji endamên vê rêxistinê û wek endameke civata kurdên li Swêdê em serbilind in. Serbilind in, ji ber ku me bi hev re rêxistineke demokratîk, dînamîk û netewî ya bêemsal ava kir... Em serbilind in, ji ber ku piranîya kurdên li Swêdê Federasyonê wek rêxistina xwe dizanin û lê xwedî derdikevin. Em serbilind in, ji ber ku me ya ku zehmet bû pêk anî Kurdên li Swêdê ji ber rewþa sîyasî ya welatê me, hem li welêt hem jî li Swêdê bi dehan pirsgirêkên girîng ve tên rû bi rû. Pirs û pirsgirêkên me yên sîyasî lê herweha yên sosyal û civakî gelek in. Civata me li Swêdê îro di nav guherandineke bingehîn de ye. Kultur û edetên me yên kurdî di alîyekî de û kultura civata nuh di alîyê din de, carnan tên ber hev.

Nifþa me ya duwemîn di vê pêvajoyê de tên rûberî tengasîyên mezin. Em wek malbat, wek civat û wek xort û keçên kurd li Swêdê ji van tengasîyan gelek zerar dibînin. Grûba me divê bi awayekî acîl, bi alîkarîya rêxistinên xwe yên sîyasî, civakî û demokratîk bi van pirsan hîn zêdetir û bi awayekî sîstematîk mijûl bibin. Berpirsarîya pêþeroja me li vê welatê para me ye. Tenê em bi xwe dikarin xwe ji van tengasîyên civakî bi zerareke kêm xilas bikin. Federasyon û komeleyên me yên endam di vî warî de karên baþ kirine û divê em di vê rê de berdewam bin. Piranîya me ku îro li vir beþdar in ji bo pêþdeçûna Federasyonê bi salan ked û enerjîyên xwe dane.

Eger îro em di 20 salîya xwe de wek rêxistinekî bihêz xwedî ray û raman, wek rêxistinekî stabîl û bi giranî ne, ew bi saya xebat û hewildanên we, bi rexne û dîtinên we lê herweha bi parastina we ya fikir û ramanên vê rêxistinê, bûye. Îro divê em vê rastîyê careke din li vir bînin bîra xwe, Federasyon bi dînamîzma xwe ya demokratîk heta îro hatîye, xwe ji tengasîyên rêxistinî xilas kiriye û wê xwe bi vê dînamîzmê hîn pêþde bixe. Hîmê Federasyonê demokratîk û netewî ye. Herdu hususîyetên vê rêxistinê ji bo me kurdan gîrîngîyên jîyanî ye. Emê wê biparêzin û heta kurd li Swêdê bin wê ev rêxistina bijî.

20 salîya Federasyonê pîroz be.


Portre

Nav: Salih Ince, Kingê hatiye Swêdê: 1974, Temenê wî: 50, Li kuderê dijî: Stockholm, Mesleg: Mamoste, Malbat: Zewicî û bavê du zarokan e, Parola wî: Piþtî tengasiyê, firehî tê.

Faris Marsil

"Netewebûn bi dezgehbûnê, dezgehbûn jî bixwedîlêderketinê zexm dibe"

"Halo, halo ez ji Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê telefon dikim, navê min Salih Înce ye, ez serokê weqfê me. Me dest bi projeyeke kiriye, ji bo vê projeyê em alîkariyê ji we dixwazin." Salih heftê 3-4 rojan, ji wan 3-4 rojan jî 3-4 seetên xwe li Nackayê li Finnbodavegen No: 2, li avayiyeke spehî, lê di odeyeke 12 metre çargoþe de ji bo projeyên weqfê pêk bîne, dibûrîne; telefonê dezgehên swêdî û karsazên kurdan dike, projeyan amede dike û bi karê "kirtasiyeyê" mijûl dibe. Ev odeya xebatê ya Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê ye. Di odeyê de li ser maseyekê kompitorekî, telefon û faksekî û di bin maseyê de jî nivîsêrekî heye. Du kursî û di navbera wan de sephayekî piçûk hatiye bicihkirin, di pirûkxaneyê de dosya hatine rêzkirin; serîlêdana weqfê kêm e, ji ber ku li vir ji bo buroya xebatê tê bi kar anîn.

Di Oktobra 1996an de heþt(8) hevwelatiyên kurd ku her yekî 25 hezar Kron razandine û bi navê Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê weqfek ava kirine. Salih jî kirine serokê weqfê. Salih him yek ji hîmdarê weqfê ye û him jî endamê Komîteya Rêvebir e. Ew di 1974an de hatiye Swêdê û li vir bi ci bûye. Tam 50 salî ye û tam nivê umrê wî li vir derbas bûye. Kultur û zimanê swêdî baþ dizane; bi swediyeke re zewiciye û ji re du lêwik çêbûne, lê trajediya ku hatiye serê wî, wek ku dibêjin; "bila neyê serê dijminê merivan". Di 1994an de êgir bi xaniyê wî ketiye; xanima xwe û tevî kurekî xwe yê 7 salî di þewata xaniyê de wenda kiriye. Þoke bûye, lê gelek ber xwe daye ku di vî welatê qambax de nekeve ruhiyeteke xerab. Piþtî çend salan bi yeka hevwelatiya xwe re zewiciye û keçikek jê re çêbûye.

Projeya weqfê ya yekem ew e ku ji Kurdistana Bakur xwendekaran bînin Swêdê û li Swêdê di Unîwersiteya Uppsalayê de, di Beþa Zimanê Asya û Afrîkayê de (ku beþa kurdî jî tê de ye) ew perwerdeyê zimanê xwe bikin da ku ji duwerojê re mamosteyên zimanê kurdî amade bibin. Ji bo vê armancê di rojnameya rojane ya Dagens Nyheter (rojnemaya swêdî ya rojane ku tîraja wê herî pirr e) de 125.000 Kron dane îlaneke tam rûpel weþandine. Di îlanê de navên siyasetmeder, nivîskar û artîstên navdar yên swêdiyan hatine nivîsandin. Di dîroka kurdên Swêdê de ev yekem car e ku îlaneke weha mezin di rojnameyeke rojane de çap bûye. Mexsed jî îlanê ew bû ye ku him bala raya giþtî ya swêdî bikþînin ser pirsa kurdî; siyaseta Tirkiyeyê ya li hember ziman û kultura kurdî deþîfre bikin û him jî alîkariya maddî bicivînin.

Ev du termîn in ew vî karî dikin û di dawiya termînan de jî bi merasiman diplomayên wan didin. Ev projeyekê yekta ye ku weqf di vê projeya xwe de bi ser ketiye û heta nuha 19 hevwelatî bûne xwediyê diplomeyê ku bi zimanê zikmakî perewerdeyê dîtine. Salih li ser vê projeyê dibêje ku; "Dibe ku ev proje hêsan bê dîtin, lê di eslê xwe de proje projeyekê gelek komplet e ku jê re ked û pere û ji aliyê din ve jî karê diplomasiyê pêwîst e". Ew axaftina xwe weha dom dike; "-Tu yî ji bo termînekê (4 mehan) xwendekaran bînî Swêdê, heqê riya wan, heqê xwarina wan, heqê raketina wan, xerclixa wan ya rojane, heqê kitêbên wan, meaþê mamosteyên wan û hwd. hemûyan temîn bikî, ev karekî ne rehet e. Ji xwe anîna wan a li vir bi serê xwe problem e, ji wan re wîze derxistin karekî diplomasiyê ye, ev du termîne ku vî karî me bi rêk pêk meþandiye."

Projeyeke din ya weqfê jî ew bûye ku, ew ji bo þagirtên di navbera 9-12 salî de cdyek amade bikin û biweþînin. Ew di vî warî de kedeke qenc serfkirine, proje hinek dereng be jî di dawiyê de berhema xwe daye. Nuha bi teknika multimediyayê êdî zarokên kurdan jî dikarin fêrî zimanê xwe bibin û zimanê xwe pêþve bibin. Weqf heta nuha li gelek ciyan û kitêbxaneyên cuda pêþengehên risman li dar xistiye. Rismên curbe cur yên li ser kurd û Kurdistanê ku piraniya wan ji aliyê risimkêþên swediyan ve hatine kiþandin di van pêþengehan de hatine raxistin û gelekî bala swediyan kiþandiye. Raxistina pêþengehên risman karekî weqfê yê rûtîne ku her sal carek yan jî du caran ew pê alaqedar dibin. Weke ji navê wê jî tê diyarkirin ku armancên weqfê diyar in, butçeya wê jî piranî li ser projeyan ava bûye û bi xêratên weletperwerên kurd dimeþe. Di vî warî de serokê wê Salih dibêje ku; "Weke ku meriv dixwaze karê îdeal nameþe, di destpêka avkirina her dezgehê de bi heyecan û þewq kar dest pê dike, lê di berdewambûna kar de êdî ew heyecan û þewq hêdî hêdî kêm dibe; însên êdî wextên xwe zêde nadin karê îdeal. Ji bo wê jî dema meriv dezgeheke ava bike, divê meriv hesabê xwe baþ bike; butçeya xwe ya salane bidest bixe, sponsoran peyda bike û li gorî wê programa xebatê deyne ber xwe. Ew dom dike û wêha dibêje; "Problema bingehîn fînansekirina dezgehê ye. Dezgeheke bifikire, þefê wê heye, sekreterê wê heye, hatiniya wê ya bi duzan heye, herkes bi karê xwe mijûl e, dê ev dezgeh bimeþe. Hêla din dezgehek heye xebata wê li ser milê çend kesan e, ew karê îdeal dikin, hatiniya wê ya sabît tuneye, sponsorên wê ne bi îstikrar in, dê ev dezgeh çawa bimeþe û projeyên ku daniye berxwe dê çawa realîze bike? Lê mixabin em kurd di warî dezgehbûnê de dikevin qategoriya duyemîn. Ji aliyê din ve jî em hin negihîþtinê wê zanyariyê ku miletbûn bi dezgehbûnê pêþdikeve, dezgehbûn jî bixwedîlêderketinê zexm dibe."

Salih ji Kurdistana bakur ji bajêrê Diyarbekirê ji qezaya Pasûrê (Qulpê) ye. Qulpî bi teveyî pirr dixwînin. Ew jî xwendiye bûye mamoste, birayekî wî yê din jî profesor e. Salih 4 salan li gundên Kurdistanê mamostetî kiriye, lê mamostetî ew tatmîn nekiriye û riyekî dîtiye ku hatiye Swêdê. Piþtî hatiye Swêdê jî dîsa mamostetiya xwe dewam kiriye; li unîwersiteyê çend termîn beþa ilmê siyasî û çend termîn jî dîroka îktîsadê xwendiye, lê îroj niv-roj mamostetî dike û nîv-roj jî bi karê weqfê re mijûl e. Salih zilamekî bîhnfireh û nefispiçek e. Bi sebir û sebatê karê xwe dimeþîne; gotinên lez û bez di ferhenga wî de tuneye.

Dema ku ew hatiye Swêdê demeke wilo bûye ku pêla þoreþgerî û welatperweriyî bilind bûye. Li Kurdistanê partiyên illegal dihatin avakirin, komele dihatin vekirin, kovar û kitêb ji aliyê kurdan ve dihatin derxistin; dema munaqeþeyan bû, þoreþgerên kurd û tirk ji hev cuda dibûn, herkes rêxistina xwe ava dikir. Salih wexta ku hîn li welêt bûye wek rewþenbîrekî kurd alaqeyek nîþanê tevgera rizgariya kurdî daye, lê dema ku hatiye Swêdê êdî tercîha xwe ya siyasî kiriye û di sala 1978an de di refên Riya Azadî de ciyê xwe stendiye û bi derxistina kovara "Roja Nû" mijûl bûye. Dema ev rêxistin tevî çend rêxistinên din yê Kurdistana Bakur li Swêdê biryara damezirandina Federasyona Komeleyên Kurdistanê dane, Salih yek ji wan kesan bûye ku li ser navê vê rêxistinê beþdarî civînan bûye û wexta Federasyon hatiye damezirandin jî ew bûye serokê yekem yê FKKSê. Ev sal Federasyon 20 saliya xwe pîroz dike û li ser pirsa me ya ku meriv wê demê û îro muqayese bike dê risimekî çawa derkeve ber çavan, Salih dibêje;"Ew dem dema fedekariyê bû û rekabeteke ecêb di navbera hêzan de hebû. Herkes bi dil û can kar dikir, her rêxistin dixwest mohra wê di her karî de hebe. Wê demê kurdên ku li Swêdê bûn gelek kes endamên hêzan bûn û kêsên bêrêkxistin bi tiliyan dihatin jimartin. Di her warî de siya hêzan li ser xebata demokratîk hebû; ji bo wê jî komele û rêxistinên sivîl hema bêje qet tunebûn. Wexta me Federasyon jî avakir, bi mantiqa partitiyê hereket dikir. Lê di prosesa hevdîtinên dûr û dirêj de partî û hêzên Bakurê welêt gihaþtin wê baweriyê ku ew dikarin li ser konsesuseke neteweyî li hev bikin û di warî demokratîk de gav bavêjin.

Divê ez vê yekê jî bibêjim ku di dema damezirandina Federasyonê de kadroyên dereceya yekem yên partî û hêzên Bakurê welêt li Swêdê bûn û di damezirandinê de rola wan mezin bû. Wê demê her hêz kadroyên xwe yên bikêrhatî dida Federasyonê û dixwest tesîra xwe li ser xebata Federasyonê bike. Li gel ku wê demê avayiya Federasyonê tunebû, alîkariya dewletê tunebû dîsa Federasyon bi çalakiyên pratîk mijûl dibû; herroj xwepêþandin û meþ hebûn, þev çêdibûn, grevên birçûbûnê li dar diketin. Lê îro êdî Federasyon hêdî hêdî ber bi dezgehbûnê ve diçe, li gel pirsên siyasî ku alaqeya wê bi kurd û Kurdistanê ve hene mijûl dibe ji aliyê din ve jî bi pirsên civakî yên kurdan re aleqeder dibe. Lê mixabin hin jî di karên wan de amatorî heye; kar li ser milê çend kesan û bi butçeya ku ji dewletê werdigrin karên xwe dimeþînin. Divê êdî em hîn bibin ku dezgehên neteweyî yên demokratîk bi hêz û îmkanên xwe yên maddî li ser lingan bihêlin, wan pêþve bibin, kesên ji karên xwe fehmkirî di van dezgehan de bi kar bînin; li Swêdê di dezgehekê de du-sê kesên profesyonal ku bi rastî jî ew ji karê xwe fehm bikin, hebin dê ew dezgeh bi rêk û pêk bimeþe û li ser lingan bimîne hwd."

Di dema seroktiya wî de tiþtî ku Federasyon pêk aniye û Salih pê gelek serbilind e, ew e ku di Zaningeha Stokholmê de di Beþa Mamostetiyê Bilind de beþa kurdî jî vebûye û di vir de mamosteyên kurdî perwerde bûne û dîploma wergirtine.

Piþtî ku ew di sala 1985an de ji Riya Azadî veqetiyaye jî vala nesekiniye û bi hin kesên din re bi navê Platforma Þereþger a Welatparêz platformeke avakirine û bi navê "Bergeh"ê kovareke derxistine. Salih di redaksiyona kovarê de ciyê xwe stendiye û bi navê Sêvdîn Ferman nivîs û gotar nivîsandiye.

Salih êdî parçeyekî civata Swêdê ye. Zêdetirê jiyana wî li vir derbas bûye, bêjî-nebêjî duzaneke wî li vira çêbûye, li vira malbat ava kiriye, miriyê wî li vira heye; lê ew hin jî entegreyê civata Swêdê nebûye. Di vi warî de dibêje ku ; "hevirê me li welêt hatiye hil kirin, yên di neslê me de ne zû bi zû entegreyê li vir nabin. Lê divê em bi civatê re aheng nîþan bidin, aheng nîþandan jî þiklekî entegreyê ye."


KONGREYA 9emîn a YJK ÇÊBÛ!

Sukran Baksî Sekretera YJK li Swêdê

Kongreya xwe ya 9emîn di roja 26 a Gulana 2001 î de pêk anî. Di kongreyê de 44 nûnerên ji seksîyonên jinan yên komeleyên endamên FKKS beþdar bûn. Seksîyonên jinan ku di kongreyê de beþdar bûn ev in; Stockholm, Spånga, Uppsala, Eskilstuna, Jönköping, Malmö, Helsingborg, Västerås, Kristianstad, Norrköping, Falköping, Gävle. Kongre ji alîyê seroka YJK Seyran Duran ve hate vekirin. Ji bo rêvebirina kongreyê, Bonye Hesen, Mesûde Kaya û Þevîn Îzol hatin hilbijartin. Ji derveyî nûneran gelek endamên YJK jî di kongreyê de beþdar bûn. Berpirsiyara rêxistina Jinan a SIOS ê û berpirsiyara projeyên rêxistina Jinan a SIOSê jî di kongreyê de weke mêvan beþdar bûn û di derheqa projeyên xwe û hevkariya xwe bi YJK re agahdarî dan beþdarên kongreyê. Bi navê KK a FKKS jî berpirsiyarê reorganîzasyona YJK û YCK Vîldan Tanrikulu di kongreya me de beþdar bû.

Rapora xebatê ya YJK ji aliyê seroka YJK Seyran Duran ve û rapora aborî jî ji alîyê berpirsiyara malî ya YJK Evîn Çelen ve ji bo kongreyê hatin xwendin. Her weha hin seksîyonên jinan ku di kongreyê de beþdar bûn, raporên xwe yên xebatê di kongreyê de xwendin. Piþtî munaqeþeyên di derheqa raporên KK a YJK, organên YJK ji berpirsiyarî hatin azadkirin.

Di kongreya YJK de ji bo xebatên pêþ û destûra YJK munaqeþe çêbûn û ev biryar hatin girtin.

1. Kongreya YJK dê ji vir þûn de ji salûnîv carek çêbibe.

2. Ji bo alîkariya zarokên bêkes (sêwî, bê dê û bav) li Kurdistanê xebat bê kirin. Ji bo vê yekê komîteyek ji van endamên YJK hate avakirin; Mesûde Kaya, Ayten Onatli, Silîva Hesen, Ezîze Watandost û Dîlan.

3. Ji bo alîkariya jinên Kurd yên penaber li Swêdê xebat bê kirin. Ji bo vê yekê komîteyek ji van endamên YJK hate avakirin; Medya Hesen, Rûken Misto, Bedrîye, Þermîn Bozaslan û Hêvî.

4. Ji bo jinên ku hewcedariya alîkariyê ne xebata avakirina mala jinan (kvinnojour) bê kirin. Ji bo vê yekê komîteyek ji van endamên YJK hate avakirin; Ezîze Watandost, Þermîn Bozaslan, Nahîde û Rûken Misto. Piþtî biryaran, derbasî hilbijartina organên YJK bûn.

Di encama hilbijartinan de ji bo organên YJK ev kes hatin hilbijartin. Ji bo Komîteya Karger a YJK: Seyran Duran, Þukran Baksî, Evîn Çelen, Sevgî Yildiz, Nezîhe Koçkanî, Medya Hesen û Silîva Hesen. Ji bo Komîteya Çavdêr a YJK: Mesûde Kaya, Þukrîye Baksî, Bonye Hesen û Zînet Bal. Ji bo Komîteya Rawêj a YJK: Þermîn Bozaslan, Leyla Waisson, Kadrîye Bozaslan, Ayten Onatli û Þukran Ozkeskîn Kongreya 9emîn a YJK piþtî hilbijartinan xelas bû û beþdarên kongreyê bi hev re xwarina êvarê xwarin û nûnerên kongreyê vegeriyan cîhên xwe.

Komîteya Karger a YJK ku di kongreya 9emîn de hate hilbijartin, civîna xwe ya yekem di 13.06.2001 de pêk anî û di navbera xwe de kar û berpirsiyarî belav kir. Berpirsiyariyên di KK a YJK de weha hate tesbîtkirin. Seyran Duran (serok), Þukran Baksî (sekreter), Evîn Çelen (berpirsiyara malî). Ji bo komîteya kultur û ji bo komîteya penaberan jî Sevgî Yildiz, Nezîhe Koçkanî, Medya Hesen û Silîva Hesen hatin hilbijartin. Her weha KK a YJK di civîna xwe ya yekem de plana xebatê jî munaqeþe kir û qebûl kir.


Seroka YJKê Seyran Duran

"Eger hûn yekîtiyek bin, wê demê hûn serbixwe nin"

Mêvanên hêja û hevalên delal! Hûn hemû bi xêr hatin! Sipas ji bo KK a FKKS, berpirsiyarê reorganîzasyona YJK û YCK û komîteya karûbarê navxwe ya FKKS! Di 5ê gûlanê de ez di Rojên Întegrasyonê de (Integrationsdagar) beþdar bûbûm. Dema seroka rêxistina Jinên SIOSê (Kvinno SIOS), di axaftina xwe ya di derheqa nasandina rêxistina Jinên SIOSê de got ku "Rêxistina Jinên SIOSê ji 15 rêxistinên jinan yên biyaniyan pêk hatiye, lê ji van rêxistinan bi tenê jinên Kurd xwediyê yekîtîyek in û serbixwe nin". Ew gotin ji bo min gelek girîng û xwedî naverokek bi mane bûn. Bi navê jinên Kurd ez serbilind bûm! Min, bê hemdê xwe, weke nûnera jinên kurd destê xwe rakir ji bo ku herkes me nas bike.

Eynî tiþt di kongreya rêxistina Jinên SIOSê de jî qewimî. Di kongreyê de dema tesbîtkirina rêxistinên beþdar û nûnerên wan de, navê rêxistina me bala dîwanê kiþand û serokatiya dîwanê pirsî; "Eger hûn yekîtîyek bin, wê demê hûn serbixwe nin?". Min jî bi serbilindî bersîva pirsa wan da û got "belê". Sedeme pirsa wan ew bû ku, ji nav wan 15 rêxistinên ku endamên SIOSê nin, bi tenê rêxistina jinên Kurd yekîtîyeke serbixwe bû, hemû rêxistinên din ku di kongreya rêxistina jinên SIOSê de beþdar bûn, komîteya jinan yên federasyonên endam yên SIOSê bûn. Sedema ku min axaftina xwe bi van mînakan destpêkir ew e ku, Yekîtîya Jinên Kurdîstanê nîþanek girîng e ku em jinên Kurd di gelek waran de pêþketî nin û rêxistina me, YJK gelek gavên baþ avêtîye.

Di van 9 salên ku ji ser avakirina YJK de derbas bûye, me di gelek pirsên girîng yên civakî de mafên xwe bi dest xistîye. Çend mînakên di vî warî de ev in;

- Ji sala 1993an vir de, em di organên desthilatdar yên FKKSê de xwedîyê temsîl in û di pêvajoya biryaran de xwedîyê deng û biryardayînê nin. Seroka YJK endama eslî ya KK û KG ya FKKSê ye.

Di nav endamên din yên rêxistina Jinên SIOSê de jin ne xwediyê mafek wisa nin. - Her weha, di pirsa aborî de her çend carina hin munaqeþe û kêþe derkevin jî, di dawîyê de me mafê alîkarîya aborî ya ji bo xebatên YJK bi rê ve bibin, ji FKKS bi dest xistiye.

- Li ser daxwaz û pêþniyara YJK, di kongreya 19mîn a FKKS de biryar hat girtin ku FKKS divê di damezirandina seksîyonên jinan û ciwanan di komeleyên endam de û ji bo beþdariya jin û ciwanan di xebatên komeleyan de bi xwe kar bike û hewildanên xwe xurttir bike. Ji bo pêkanîna vê biryarê berpirsiyarek ji endamên KK hatiye destnîþankirin. Ev mafên ku min dîyar kir nîþan didin ku hem YJK û hem jî organên FKKS di pirsa wekheviyê de li ser rêya rast in.

Ji bilî van tiþtan, me gelek karên din yên girîn kirine û mafên girîng bi dest xistiye. Her weha bersîva me ji bo kesên ku dixwazin YJK biçûk bikin û rexneyên bê bingeh bigrin jî heye! Hevalên hêja! Em, YJK li Swêdê, îroj hem ji aliyê Hukumet û dezgehên resmî yên dewletê ve û hem jî ji aliyê rêxistinên sîyasî û demokratîk ve weke temsîlkarê jinên Kurd li Swêdê tên qebûl kirin. Em li ser pirsên xwe xwedîyê nêrîn û biryarên xwe ne. Lê ev nayê wê maneyê ku, kêmasîyên me, xeletiyên me yan jî astengên li pêþ xebatên me qet tune nin. Em divê hertim rewþa xwe ji ber çav derbas bikin û xwe bi xwe jî rexne bikin. Îroj, li pêþ me jinên Kurd li derveyî welat, gelek berpirsiyariyên girîng hene. Hin ji van berpirsiyariyan ev in;

- Îroj li Kurdistana Baþûr gelê me ber bi avahiyeke neteweyî gavên girîng davêje. Ev yek ji bo me mizgînîyeke gelek mezin e. Divê em jî di vê pêvajoya avakirinê de berpirsiyariyên bi cîh bînin û rola xwe bileyzîn. Ji bo vê yekê projeyên me hene û em hewcedarê alîkarî û piþtgirîya we hemûyan in.

- Li Kurdîstana Bakûr, Rojhilat û Rojava de jî rewþa gelê me xuya ye. Em çiqas bikaribin, bi proje û xebatên biçûk be jî, ji bo gelê xwe û tevgera jinên Kurd alîkar bin, baþê e û girîng e.

- Yek ji berpirsiyariyên herî girîng jî, rewþa civata Kurd bi giþtî û bi taybetî jî rewþa jinên Kurd li Swêdê ye. Nakokîyên di navbeyna di nav du kulturan be mayînê, roj bi roj zelal dibe û tesîrên xwe yên negatîf li ser keç û xortên me, li ser malbatên me dide xuyakirin. Em divê hem weke jinên Kurd, hem weke dayîk hem jî weke heval di van pirsan de rolên xwe bi zanatî bileyzin. Em divê di van pirsan de bi hêza rêxistinbûna xwe hem alîkariya xwe bi xwe, hem alîkarîya malbatên xwe hem jî alîkarîya civata xwe bikin.

Hevalên hêja!

Ez di dawîya axaftina xwe de carek din dixwazim dubare bikim. Xwiþkên hêja! Eger em dixwazin di mala xwe de, li cîhên karên xwe de, di nav civata Kurd de û di civata Swêdê de bibin xwediyê gotin, biryar û rûmeta ku hêjayî me ye, eger em dixwazin weke însanek bên qebûlkirin, divê em xwe pêþve bibin, divê em destên xwe bidin xwiþkên xwe. Riya vê yekê jî birêxistinbûn e, xurtkirina hêza me ya rêxistinî ye. Em xwediyê rêxistineke hêja ne. Divê em xwedî li rêxistina xwe derkevin. Ev tiþt hem ji bo azadiya welatê me, hem ji bo pêþketina civata me ya li Swêdê û li welat û hem jî ji bo wekheviya jinên kurd di civata Kurd de pêwîst e. Em bi hev re xurttir in û çalaktir in! Spas


Sefera SIOSê ji bo Yugoslavyayê

 

Keya Îzol

Heyeteke resmî ku ji 15 federasyonên bîyanîyan pêk hatibû li ser navê SIOS ê îsal sefereke pêk anîn. SIOS ji damezrandina xwe û heta îro wek tradîsyon zîyareta yek ji wan welatên ku di nav SIOS ê de cîhê xwe girtine, dike. Sala borî êdî dor hatibû zîyareta Kurdistanê. Lê mixabin ji ber sebebên ku ne li destê me de bûn ev sefer nikaribû pêk were. Heger salên pêþ me mecal hebe emê li ser navê SIOS ê zîyareta Kurdistanê bikin.

Ji ber ku projeya sefera ji bo Kurdistanê pêk nehat êdî dor hatibû Yugoslawyayê. Wek tê zanîn Yugoslawya jî wek welat ji ber sebebên sîyasî di nav tevlîhevîyeke mezin da ne. Gava plana zîyareta me hate kirin Emerîka êrîþeke tûnd ya eskerî bir li ser Yugoslawyayê. Me di rewþeke gelek hesas de zîyareta xwe pêk anî. Piþtî gelek gotûbêjên li dij û li gel me wek SIOS biryar da ku em zîyareta xwe pêk bînin. Ji 19 heta 27 ê meha gulanê me bi gelegasyoneke ji 25 kesan zîyareta Yugoslawya û Montenegro kir.

Li ser navê Federasyona me ez yek ji beþdaran bûm. Mezûbanîya zîyareta SIOSê Wezaretên Diaspora, Tendurîstî û ya Sosyal ya Federasyona Yugoslawyayê bû. Hemû programa sefera me ji alîyê wan ve hatibû tanzîmkirin. Di programa wan de ji zîyareta dibistan û zanîngehên bilind bigre heta cihên kar, þîrketên mezin, cîhên tarîxî û jîyana gund û bajaran hebû.

3 eyaletên wan yên girîng ku ji alîyê me kurdan ve balkêþ bû hate zîyatetkirin. Di van eyaletan de gelên cûrbecûr wek, sirbî, macarî, romanî, bosnî û montenegroyî bi hev re di îdareya wan eyaletan de di nav lihevhatineke sîyasî de ne. Zarokên her gelî bi zimanê xwe ya zikmakî di dibistanan de perwerde dibin. Îdareya sîyasî û beledîyan ji vê rastîya welatê wan hatiye tertîbkirin.Me bi çavên xwe dît ku êrîþên Emerîka hîn jî li her derên Yugoslawyayê xwanê ye. Herweha me dît çawa gelên Yugoslawyayê ji van êrîþan û ji ber þer û ambargoyan bêzar û bêçare ne. Bêzar û bêçarebûna wan bi her awayî ji jîyana wan ê rojane xwuya dikir. Loma jî, li gelek cîhan gava berpirsên wezaretên wan yan jî berpirsên beledîyeyên cûrbecûr li dij rejîma kevn ya Yugoslawyayê qise dikirin ji me re xerîb nedihat.

Gelek eþkere bû ku xelq ji rejîma Miloseviç aciz bûn û bi vekirî li dij wan gotinan dikirin. Gava em li Yiguslawyayê bûn hîn ne dîyar bû ku dê serecama Miloseviç çawa bibe. Lê piranîya kesên ku me dît nikaribûn wî û rejîma kevn biparêzin. Sefera Yugoslawyayê ji bo min û ez bawer im ji bo piranîya kesên ku bi me re bûn wê wek tecrubeyeke giranbiha bimîne. Þahîdê têkçûna rejîmekî ji nêzîk ve bûyîn û jê wek kurdekî dersan derxistin ji bo min balkêþ bû. Ez dikarim ji bo xwendevanan behsa nimûneyeke balkêþ bikim. Piranîya grûba me dema em li Belgradê bûn xwestin gora Tito zîyaret bikin. Lê ji ber hin sebeban ev yeka pêk nehat. Ev jî rastîyeke din nîþanê me dide. Mirovên ku bi dehan salan wek qehreman tên zikirkirin çawan dikarin carekî de neqehreman yan jî mesûlên hemû xeletîyan bên zikir kirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Tel: 08-6446622

Fax: 08-6502120

Box 131 05 Nacka

berbang