BERBANG

Organa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:120 ,Nisan 2001

 

îmtîhaneke girîng ji bo kurdên li Swêdê

Keya Îzol

Serokê Federasyonê

FKKS îsal 20 salîya xwe tije dike. 20 sal di jîyana rêxistineke demokratîk de ne ew çend dirêj e. Lê belê, bi nîsbet rastîya kurdan, 20 salên berdewam ji bo rêxistineke ku di warê xwe de, bi îddîaya temsîla piranîya kurdên Swêdê bike, xebat û birêvebirina wê ji alîyê piranîya hêzên sîyasî yên Kurdistanê ve bê taqîpkirin û pesinandin, awayîyeke wê ya demokratîk hebe û di heman wext de rêxistineke kurd be, demeke dirêj e. Loma jî tevî kêmasî û çêyîya FKKSê di nav van 20 salan de, hebûn û berdewamîya wê hêjayê pesnên mezin dike.

FKKS di nav van 20 salan de 19 Kongreyên aslî, 2 Kongreyên awarte pêk anîye. Organên wê, KK (Komîteya Kargêr, 9 asîl, 3 cîgir) 520 caran, Komîteya Giþtî (KG, 12 asîl, 3 cîgir) 100 caran civiyaye. (Tebînî: Li gor destûra FKKSê, hejmar teqrîben in) Nêzikî 40 komeleyên wê yên endam li seranserê Swêdê hene.

Di nav 20 salan de 9 serok guhertîye. Kovara FKKSê, BERBANG ji 1982 û vê da 119 hejmar bi herdû zaravayên sereke yên Kurdî û 4 salên dawî jî bi zimanê Swêdî, hatiye weþandin. Ji destpêk, (1981) heta îro di hemû civîn, konferans, semîner û þahîyên FKKSê de zimanê fermî kurdî bûye. Gelek Kongre, Konferans û çalakîyên din yên FKKSê de bi dehan wezîrên Swêdî wek mêvan beþdar bûne. Gelek berpirsên rêxistinên sîyasî yên kurdan û þexsîyetên kurd FKKSê zîyaret kirine.

Pêwendîya FKKSê, bi hukumet û dezgehên Swêdê re, carnan li ser esasa pêwendîyeke ku di navbera dewlet û sefaretên bîyanîyan, meþîyaye. FKKS 2 Konferansên navnetewî pêk anîye. Di van Konferansan de ji 7 dewletên Ewrûpî rêxistinên demokratîk yên kurdan li ser pirsa hevkarîya kurdên li Ewrûpayê gotûbêj kirine û li ser wan babetan biryarên prensîbî girtine. Ev xebat îro hîn jî berdewam e. Konferansa Stockholmê ya 1991 an di gel Komîteya Swêdî ji bo mafên mirovatî li Kurdistanê hatiye organîze kirin.

FKKS îro xwedî arþîveke dewlemend û girîng e. Hemû civîn, semîner, konferans û þahîyên ku ji alîyê FKKSê hatiye organîze kirin wek nivîs û dokuman di arþîvê me de mewcût in. Piranîya kurdên li Swêdê FKKSê wek rêxistina xwe qebûl dikin û lê xwedî derdikevin. FKKS wek rêxistin hem di nav kurdan de hem jî di nav Swêdîyan de, xwedî prestîj û giranîyê ye. Ji ber kêm tecrube di warê tradîsyona dewlet, înstitusyon yan jî dezgehên tevayî yên gelêrî yên kurdan, pêkanîna berdewamîya dezgehên wek FKKSê jî gelek zehmet e. Yek ji noxteyên girîng ku divê bê îþaret kirin, berdewamîya rêxistinî ya FKKSê ye.

Di vê pêvajoyê de carnan hin asteng derketine pêþîya rêxistina me. FKKSê jî wek hemû rêxistinên din yên demokratîk, di dîroka xwe de carnan rastî krîzên rêxistinî bûye. Carnan jî hedefa êrîþên hin hêzan bûye. Lê FKKSê ji van merhaleyan xwe bi kêm zerar xilas kirîye, li hember van êrîþan hebûn û awayîya FKKSê ji alîyê endamên me bi xurtî hatiye parastin. Eger piranîya nûner û endamên FKKSê di wan rojan de bêhelwest bûna, îro ev rêxistin ji zû ve ji holê rabûbû. Gelek eþkere bû ku armanca wan êrîþan, di eslê xwe de hewldan ji bo hilweþandina FKKSê bû. Lê, ew bi serneketin. Ji xwe þansê wan jî tunebû û wê tu car jî nebe. Tehlîlkirina xebata FKKSê ya 20 salan gelek zehmet e. Lê eger em li panoramaya van 20 salan, ji destpêk heta îro, temaþa bikin, emê bi rehetî alîyên wê yên erînî û neyînî bibînin.

Gava em vegerin berê 20 sal û bibînin ku fikra FKKSê çawa destpêkir û wê gavê ev babeta çawa dihat nirxandin, dibeku em baþtir pêvajoya 20 salan têbîgêhên. 5-6 kurdên ji 4 sîyasetên cûrbecûr ya Kurdistana Bakûr ( DDKD, Riya Azadî, KUK û Ala Rizgarî), piþtî darbeya eskerî li Tirkiyê, hatin cem hev û pirsa hevkarîyeke hevbeþ li dij rejîma Tirkiyê, anîn rojeva xwe. Minaqeþeyên me bi mehan ajot. Di vê pêvajoyê de gelek dijwarîyên vê hevkarîyê derdiketin holê. Lê hemû hevalên ku di wan civînan de beþdarî dikirin, di pirseke bingehîn de yekfikir bûn. DIVÊ EM JI BO HEVKARÎYEKE DEMOKRATÎK DI NAVBERA KURDÊN LI SWÊDÊ HEWL BIDIN. Loma jî piþtî Kongreyeke neserketî me careke din hewl da ku em Kongreya yekemîn ya FKKSê bicivînin.

Meha Gulana 1981 an de FKKSê resmî hat damezrandin. Ji ber ku destûr, program û bi tevayî awayîya FKKSê li ser konsensusa wan hêzên sîyasî hatibû hazir kirin, di pratîkê de gelek zehmetî derketin pêþîya xebata me. 1985 an de piþtî hazîrîya Komîsyona ku hatibû tesbît kirin Kongreyeke awarte hat li dar xistin û di vê Kongreyê de awayîyeke nûh ji alîyê hemû nûnerên beþdar hate pejirandin. Heta îro jî li ser wan esasan jîyana xwe ya rêxistinî dimeþîne. FKKSê heta îro wek li jor jî min behs kir, xebatên gelek hêja kiriye. Ji avakirina Zarokxana kurdî, Xwendegehê bilind ya Mamosteyên kurd, 7 musabaqayên folklor, muzîk û sporê, bi sedan Xwepêþandanên protestoyê li dij 4 dewletên dagîrker heta bidestxistina weþanên kurdî ya radyoya Swêdî, FKKSê bi sedan xebat û çalakîyên girîng û bêhempa ku ez nikarim li vir bijmêrim, pêk anîye. Di gel van serketinan hin pirs hene ku FKKSê di hazirî û pêkanîna xwe de lawaz bûye xwe li gor pêwîstîya civata kurd li Swêdê amade nekiriye.. Piþtî 20 salan divîyabû FKKS bi tecrubeyên xwe yên dewlemend di hin waran de encamên baþtir bigre. Civata kurdan li Swêdê ne wek berê 20 sal e. Gelek tiþt hatiye guherandin.

Îro pirsên sîyasî yan jî civakî wek berê 10-15 salan, wek xaleke sereke di rojeva kurdên li Swêdê nîne. Alaqe ji bo xebatên civakî her diçe kêmtir dibe. Nifþên yekemîn ku zêdetir ji ber sebebên sîyasî koçber bûn hatin Swêdê di warê aktîfbûyînê de hêdî hêdî berbi windabûnê diçin. Nifþên nûh ku zarokên wan in, ji kar û barên civakî direvin û xwe nêzîkî xebatên weha nakin. Ewçend çalak û aktîf bûna civata kurdên li Swêdê ji bo mobîlîzekirina ciwanên kurdan rê venekiriye. Ev problemeke girîng û acîl e.. Li ser de jî îro, pirs û pirsgirêkên mezin di nav nifþên nûh yên kurdan de hene. Xort û keçên kurdan ku temenê wan 16-25 in, di nav pêvajoyeke dijwar de ne û berbi helandineke civakî diçin. Ne dêûbavên wan, ne FKKSê yan jî rêxistina Ciwanan, ne jî civata Swêdê ji bin van pirsan dikare derkeve. Pirsa nasnameyê, wekhevî di navbera jin û mêr, keç û kur, pirsên perwerde û xwendina bilind, bi tevayî pêþerojên ciwanên me îro pirsa yekemîn ya rojeva me ye.

Îro di FKKSÊ de kesên ku ji bo organan tên hilbijartin, di temenê 35-50 de ne. Yanî bi gotineke din her mirovên me yên kevn ku di karê FKKSê de bi salan beþdarî kirine, ew in. FKKSê di nav 20 salên dawîyê de pirsa kadroyên pispor di warê rêxistinî û dîplomasîyê de mixabin biser neketiye. Tevî ku di civata Swêdê de em xwedî gelek îmkan û îmtîyazan in, zemîneyeke xurt ya piþtgirîyê ji alîyê raya giþtî ya Swêdê tê nîþandan, em di warê dîplomasîyêde wek pêwîst ku ji me tê hêvî kirin, biserketî ninin. Aktorên ku di karê lobbyê de aktîf in ji koordînasyoneke modern bêpar in.

Rêxistinên sîyasî, demokratîk, dezheg û înstîtusyonên kurdên li Swêdê divê di nav xwe de ji bo karên pêwîst bikaribin koordînasyoneke xurt û têkûz pêk bînin. FKKS ji bo me kurdan platformeke gelek girîng û xwedî îmkanên mezin e. Hebûna FKKSê wek rêxistineke netewî, bi xebat û çalakîyên xwe ji bo me hemûyan tecrubeyeke giranbiha ye. Divê em bi her awayî wê biparêzin, xurtir û çalaktir bikin. Ev vatinîyeke netewî ye.


Vîldan Tanrikulu

Bo 20 salên hîn xurttir yên xebatê

Di meha gulanê ya sala 2001an de Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê (FKKS) 20 salîya xwe temam dike. Jiyanek 20 salan ji bo rêxistinek ne demek dirêj e. Lê di rastiya civata kurd û welatê me Kurdistanê de, bi qeneeta min ev yek bûyerek girîng e. Sewîya birêxistinbûnê, domdariya rêxistinan û bi fonksîyonbûna rêxistinan, di dema me de weke pêvanên girîng yên pêþketîbûna civatan tên dîtin. Her weha ev tiþt, pîvanên girîng yên xurtbûn û demokratîkbûna civatan in.

Gîrîngîya 20 salîya FKKS jî, ji bo min bi van pîvanan maneya xwe ya esasî dide diyar kirin. FKKS berê bîst salan bi hewcedariyek hevkarîyê di navbeyna alîgirên hêzên cuda yên sîyasî yên kurdan ve li Swêdê hate avakirin. Hevkarî, berê her tiþtî ji bo, li Swêdê peydakirina piþtgirîyê ji maf û azadiyên kurdan yên rewa re pêwîst hatibû dîtin. Her weha, her çend weke îroj ne zêde û fireh bin jî, pirsên bi bîyanîbûna me û bi nasnameya me ya neteweyî ve girêdayî jî bingehên pêwîstîya hevkarîyê pêk dianîn. Kêm yan jî zêde, xwedîyê girniyeke mezin yan jî biçûk bin, ev xal, îroj jî, pîþtî 20 salan ji avabûna FKKS hewcedariya rêxistineke weke FKKS ji bo kurdên li Swêdê dijîn, pêk tînin. Ji van rastiyên ku di destûra FKKS de jî bi gotinên cuda hatine îfade kirin, bingehên fikrî yên pêwîstiya FKKS xuya dibin.

Di van bîst salên derbasbûyî de, çi li ser avahiya FKKS û çi jî di derheqa xebatên FKKS de gelek tiþt dikarin bên gotin. Eþkere ye ku meqaleyek têrî nirxandina piralî ya FKKS nake. Lê bîst salîya FKKS, wesîleyek girîng e ku çend salên esasî yên FKKS careke din bên bi bîr anîn û nirxandin. Ji van tiþtên li jor behskirî, qerektera FKKS derdikeve holê. Wekî ku gelek carên din di van bîst salan de hatiye gotin û di gelek meqale û gotarên min yên di derheqa FKKS de min besh kiriye, FKKS rêxistinekî demokratî, neteweyî û kutleyî ya kurdên li Swêdê ye. Ev her sê xisusîyetên FKKS di van bîst salan de xurttir bûye. Her çend car caran li ser xurbuna alîyekî ji xisusîyetên FKKS di civata kurd de dîtinên cuda derketibin jî, rastî ew e ku demokratîkbûn, netewîbûn û kutlewîbûna FKKS li gora salên destpêkê xurttir e.

Di hin deman de hin nakokîyên sîyasî yên ji derveyî avahî û xebata FKKS tesîrê li ser FKKS kirîye. Weke mîsal mirov dikare helwesta PKK ya li dijî FKKS ji destpêkê heta îroj yan jî tesîra þerê navxweyî a li Kurdîstan Baþûr nîþan bide. Lê di van her du rewþan de jî xwedîyê van helwestên xelet, ji kirinên xwe ne bi tenê zerar dane berjewendiyên kurdan yên giþtî, her weha ew bi xwe jî zerar dîtine. Dema alîgirên YNK xwe ji xebatên FKKS dûr xistin, û îroj dema peywendiyên PDK û YNK baþtir dibe û ber bi aþîtîyeke domdar gavên pêþ tên avêtin, eþkere dibe ku, ewên zêdetir ji durketina FKKS zerar dîtine YNK bi xwe ye. Ji ber ku, her çend li hin komeleyên endam yên FKKS ji ber vê helwestê perçebûn çêbûn û endamên FKKS kêmtir bûn, lê FKKS dîsa jî bi beþdariyeke fireh ya kurdên li Swêdê û piþtgirîyeke xurt yên gelek hêzên siyasî yên din hebûna xwe û xebata xwe parast û hate van rojan.

Ev yek, careke din nîþan da mirov bi neqilkirina nakokîyên sîyasî nav avahî û xebata FKKS tiþtek qezenc nake. Li vir divê mirov xaleke din ya girêdayî peywendî û helwestên hêzên kurdan yên sîyasî bi FKKS re binirxîne. Ev tiþt dema behsa FKKS û xebatên FKKS tê holê herdem dibe yek ji wan babetên herî girîng yên munaqeþeyê. Weke ku ji avakirina FKKS jî dîyar dibe, hêzên kurdan yên sîyasî hîma FKKS ye û bi qeneeta min piêtgirîya hêzên sîyasî garantora domdarîya avahî û xebatên FKKS ye. Ji bo min ev yek rastîyeke eþkereye. Dema ez di organên FKKS de bixebitim yan nexebitim, ez bi xwe endamê rêxistinek kurdan yên sîyasî bim yan na, ji bo min ev rastî nayê guherandinê. Sedema vê yekê jî pir eþkere ye.

Hêzên kurdan yên sîyasî îradeya muþterek yên hin aliyên civata kurd in. Dema ev îradeyên muþterek ji derveyî xebata FKKS bin, ew tê maneya ku beþa herî birêxistin û dînamîk a civata kurd ji derveyî xebata FKKS dimîne û ev yek rêxistineke weke FKKS ne bi tenê di warê temsîla dîtinên cuda yên di civata kurd de qels dike, her weha temsîla fîîlî û firehbûna kutlewî ya FKKS jî tengtir û qelstir dike. Her weha, ji bo hêzên kurdan yên sîyasî û alîgir û endamên wan yên li Swêdê hem mafeke tabîî û meþrû û hem jî berpirsîyarîyeke neteweyî ye ku li ser FKKS û xebatên wî xwedîyê dîtin û helwestan bin, di derheqa armancên FKKS de xwedîyê perspektîf û programan bin û ji bo pêkanîna wan li gora sîstema yek kes yek deng di komeleyan de û organên FKKS de îttîfaqan çêkin û aktîf bixebitin.

Yek ji van tiþtan jî ne li dijî xebata demokratîk e. Eksê wê, demokrasîya di nav FKKS de xurttir dike.Loma jî, bi qeneeta min hem hêzên kurdan yên sîyasî hem jî kurdên serbixwe, hessasîyatên xwe di vî warî de bidomînin û beþdarî û piþtgirîyekî hîn firehtir û aktîvtir ji avahî û xebatên FKKS re ji hêzên kurdan yên sîyasî bên peydakirin. Ev tiþtên ku min di derheqa peywendiyên hêzên kurdan yên sîyasî û FKKS anî ziman, nayê maneya ku hêzên kurdan yên sîyasî di derheqa avahî û xebatên FKKS de xeletî nekirine û nakin. Min behsa du mîsalan li jor kir. Demokrasî ew e ku, mirov dema bisernekeve jî, encamên hilbijartinan bikaribe qebûl bike û ji bo ku bi xwe bê hilbijartin xebata xwe bidomîne. Dema çi kurdên serbixwe bin, çi jî alîgir û endamên rêxistinên sîyasî bin, piþtî netîceya hilbijartinek yan jî îttîfaqek di pêvajoya demokratîk a FKKS de neyên hilbijartin û dû re xwe bixeydînin û ji FKKS dûr bikevin, ew bi tenê bêtehemmuliya li hember demokrasîyê û qaîdeyên demokratîk nîþan dide. Hêzên sîyasî divê di xebata FKKS de ev qaîdeya esasî ya demokrasîyê re bi xurtî xwedî derkevin.

Alîyekî din jî ew e ku, divê hêzên kurdan yên sîyasî, eger dixwazin FKKS ji bo berjewendiyên giþtî yên gelê kurd û kurdên li Swêdê, weke ku di destûrên FKKS de hatine diyarkirin, xebateke xurttir bê amadekirin, divê weke mîsal di warê peydakirina piþtgiriyê ji bo têkoþîna gelê kurd li tevahîya Kurdîstanê xebateke çawa bê kirin, yan jî di pirsa entegrasonê de, di pirsa mafê penaberîyê de perspektîfên xebatên û awayên xebatên FKKS divê çawa bin, bi xwe xwediyê program û pêþniyara bin. Ev bi tenê têr nake, li gel vê yekê divê alîgir û endamên xwe yên ku dikarin van karan bi awayek herî baþ pêk bînin, teþwîq bikin ku di komeleyên endam û organên FKKS de cîh bigrin û bixebitin. Eger bi vî awayî nebe û hêzên sîyasî bi tenê temsîlên xwe yên fîzîkî/rêxistinî bifikirin, ne FKKS xurttir dibe ne jî ji bo berjewendîyên kurdan bi giþtî û li Swêdê xebateke xurttir tê amadekirin.

Ez bi dileke rehet nikarim bibêjim ku hêzên sîyasî yên kurdan beþdarî û piþtgirîyên xwe yên ji bo FKKS de bi giþtî van xalan dane pêþ. Loma jî hêvî û daxwaza min ew e ku hêzên sîyasî di vê xalê de, salên li pêþ me hîn bi îhtîmam helwest bigrin. Alîyeke din ji tecrubeya bîst salî yên xebata FKKS ku bi min hewcedarê nirxandinê ye, awayên xebata FKKS ye. Ez bi xwe di tevahiya jiyana min ya li Swêdê, çi wek endamek komeleyan û çi jî wek berpirsiyarên xwe yên di orgfanên hilbijartî yên FKKS de, bi rehetî nikarim bibêjim ku em gelek serketî ne. Her çend gelek pêþketin çêbûbin jî, bi qeneeta min, FKKS di xebatên xwe de hîn jî si bê planbûnê û spontanîteyê xelas nebûye. Dema min li hin raporên berê temaþe kir, xuya bû ku, berê deh salan jî ev kêmasî hatiye behskirin. FKKS hem ji bo xebatên giþtî ji bo piþtgirîya sîyasî hem jî di derheqa xebatên ku bi pirsên me yên bi rewþa bîyanîbûn û nasnameya neteweyî yê me re gîrêdayî nin, divê planên xebatê yên demdirêj amade bike û li dû bûyeran nekeve. Her weha di vî warî de divê awayên xebatên xwe jî ne lo gora xwe tatmîn kirinê lê li gora netîce wergirtinê amade bikin. Ji bo vê yekê jî, koordînasyonek ji bo bikaranîna hemû potansîyela zanyarî û rêxistinî a kurdên li Swêdê pêwîstîyek e.

Di van bîst salan de ev koordînasyon car caran xurt bûye, car caran qels bûye. Lê mixabin berdewamîyek di vî warî de nehatiye bi dest xistin. FKKS ji hemû avahiyên kurdên li Swêdê baþtir dikarê vê pêwîstîyê pêk bîne û divê pêk bîne jî. Ji bo ku, avahiyên cuda yên kurdên li Swêdê, çi yên sîyasî çi jî yên kutlewî û kulturî ne raqîbên hevûdu ne. Lê ew di eslê xwe de hevûdu temam dikin. FKKS divê ji bo domdariya koordînasyona xebatên kurdên li Swêdê û potansîyela zanyarî ya kurdên Swêdê baþtir û xurttir bixebite. Bi munasebeta bîst salîya avakirina FKKS, di çarçoveya meqaleyek de, min xwest hin alîyên esasî yên xebatên û avahiya FKKS binirxînim.

Her nirxandin divê bi xwe re hin netîceyan jî derxe holê. Ez jî, ji tecrubeya xwe ya di nav FKKS de van xalên jêrîn ku bi qeneeta min yên herî girîng in, hin tiþt dûbare bin jî, dîyar bikim;

· FKKS, li Swêdê ji bo lêgerîn û xebatên ji bo peydakirina çareyan ji pirsên bi bîyanîbûna me û bi nasnameya neteweyî ya me ve girêdayî nin û ji bo peydakirina piþtgirîyê ji têkoþîna gelê kurd re pêwîst bû û hîn jî pêwîst e.

· FKKS, di xebata xwe ya bîst salî de ji bo gelê kurd bi giþtî, taybetî jî ji bo me kurdên li Swêdê bûye dibistanek girîng ya hevkarî, demokrasî û li hev tehammulkirinê.

· FKKS bi zimanê xwe yê xebatê û bi perspektîfên xwe yên xebatê bûye semboleke girîng a yekîtîya neteweyî a kurdan û bi vî yekê jî ji bo hemû kurdan serbilindiyek e.

· FKKS, hemû alîyên Kurdîstanê azad be jî, ji bo nifþên li Swêdê çêdibin dê her pêwîstîyek be û em divê FKKS weke sembol û avahiya temsîla îradeya demokratîk a kurdên li Swêdê binêrin û xurttir bikin.

· FKKS sembola xurtbûna civata kurd li Swêdê ye, ji bo ku bi tenê civatek bi rêxistî dikare xurt, pêþketî û xwediyê mafên xwe be.

07.05.2001

 


Rastiya Federasyonê

Faris Marsil

Bêguman kurdên ku ji ber sebebên siyasî terka welatê xwe kirin û li Swêdê bi ci bûn di van 20 salên dawiyê de gelek xebatên berbiçav kirin. Ne hehceye ku meriv careke din dubare bike. Bi a min li derveyî karê kulurî, zimên û weþengeriyê di warî rêxistinî de karê ku ew biserxistin avakirina rexistina Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bû. Ev dezgeh di radaya neteweyî û demokratîk de him ji bo hemû kurdên li çar parçeyên welêt û him ji bo kurdên ku li her derê dinyayê belavbûne bû nimuneyeke bêhempa.

Nehewceye ku meriv li vir feydeya vê rêxistina me ya neteweyî ku tesîra wê li ser pêþketin û parastina ziman û kutura me bûye, careke din dubare bike, ji ber ku ev ji aliyê her kurdekî ve tête zanîn û pesinandin. Divê em bi destketfiyên xwe û dezgehên xwe yên neteweyî serbilind bibin, lê divê ev neyê wê mahnayê ku em kêmasiyên xwe jî nebêjin û wan ji raya giþtî ya kurdan re eþkere nekin.

Federasyon rexistineke demokratîk e û organên wê ji aliyê nûnerên wê ve bi awayekî demokratîk tên hilbijartin, divê tu îtîraza yekî li hember wê tunebe, lê di encamê de yên ku karûbarê Federasyonê dimeþînin ew kesên ku di organên wê de û bi taybetî jî di organa Komîteya Karger de cih distinin.Lê organên Federasyonê wek kapasite û wek kompetent ne sentesa kurdên Swêdê ne.Divê em li ser vê yekê serê xwe bêþînin û sebebên wê destnîþan bikin.

Swêd ne Swêda berê ye, kurd jî ne kurdên berê ne; intereseyên kurdan hatine guherandin, û naveroka xebatên demokratîk jî ber bi guherandinê ve diçin. Teknik û teknolojî pêþ ketiye, civat êdî bûye civata ITê(Informasiyon Teknologi). Êdî ew buroyên mezin zêde bi kêr nayên di þûna wan de, di odeyekê piçûk de bi www û e-mailan meriv digihîje her derê dinyayê û proje û raporên xwe pêþkêþî merciyên alaqadar dike, civata xwe û civata ku tê de ye di derbarê karê xwe de haydar dike. Ji bo van karan jî êdî dezgehên me yên demokratîk divê balê bidin ser însanên kompetent ku di karê xwe de pispor in, civata kurd û swêdê baþ nas dikin, siyaseta dewletên Ewrûpayê û bi taybetî jî Yekîtiya Ewrûpayê û îmkanên ku ew pêþkêþ dikin divê baþ taqib bikin.

Pêwîstî bi wan însan hene ku ew bi kar û barê civakî re mijul bibin, problemên integrasiyon û segresiyonê re alaqadar bibin, plan û projeyan pêþkêþ bikin, diplomasiyê zanibin, yanî ew armancên Federasyonê ku kiriye bingeha xebata xwe divê bi awayî hostatî û zanetî bi cîh bînin. Lê rastiya me ewe e ku em bi xwe li derveyî civata Swêdê dijîn, lê bi problemên ku civata Swêdê derxistine peþiya me ve, alaqadar dibin.

Îro organên Federasyonê zêdetir bi karê pratik (wek organîzekirina þeva Newrozê, kongre, þevên þîn û þahiya) ve serê xwe diþînin û ji bo wan karan jî, jê re zaniyeriyeke kûr ne pêwîst e; li gel wê jî ew gelek caran van karan jî bi rêk û pêk bi ser naxin. Di van çend salên dawiyê de, êdî ew fedekarî û karê îdeal yên berê di nav me kurdan de jî ber bi bayê ve diçin û wek fikir ne be jî, lê wek þiklê jiyanê liberalîzmê di nav me de pêþ dikeve. Bê menfeta þexsî êdî em xwe nêzî xebata îdeal û demokratîk nakin û ev dibe fenomeneke. Bi a min problemên Federasyonê jî ku carna rû didin, di bingeha wan de ev felsefe heye. Ji bo wê jî divê em realîst bin û li gorî vê rastiya xwe gav bavêjin.

1-Divê çend kesên Komîteya Karger ji wan kesên zîrek, zana û xwediyê kompetent pêk bên ku ew herî hindik bi projeyan di Federasyonê de kar bikin û karûbarê Federasyonê ew bimeþînin. Divê nûnerên kongreyên Federasyonê û partiyên ku li ser nûnerên Federasyonê tesîra wan hene, vî tiþtî bidin berbiçav û li gorî kapasite û zanînê-ne ji bo xatir- organên Federasyonê hilbijêrin.

2-Li Swêdê êdî nifþekî me kurdan bûne teqawûd yan jî gelekî ji me bi raporên nexweþiya demên dirêj hene ku ew jî dikevin kategoriya teqawudan. Divê teqawudên me jî hewil bidin ku wek Yekîtiya Jinan û Yekîtiya Ciwanan, Yekîtiya xwe ava bikin û yek ji wan bi kontenjan bibe endamê Komîteya Kargir ya Federasyonê. Divê Yêkîtiya Teqawudên Kurd jî xwe di hundirê Federasyonê de bibînin û di hundirê Federasyonê de ciyekî ji xwe re temîn bikin(Lokala Federasyonê gelek fireh e) û ji bonê aktiviteyan û pêwistiyên sosyal bi kar bînin.Ew tiþt dê teqawudan ji tenêbûn û acizbþnê xelas bike û di pratikê de kar û barê Federasyênê siviktir bike û Federasyonê hin cazibtir û aktivtir bike; yanî çûyin û hatina wê zêdetir danûstendinê wê dê pêrhêltir bibe. Di vî warî de Asûri-Suryaniyên ku li Swêdê dijîn û komeleya wan ya Sodertelyeyê(taxake Stockholmê) nimûneyeke baþ e û divê em ji vê nimûneyê hin dersan werbigrin.

Em kurdên ku wek siyasî hatine Swêdê û umrê me li ser 40-45 salî ne, gelek ji me li derveyî civata Swêdê dijîn, lê em ketine organên Federasyonê ku em nikarin di wê de feydeyê bigihînin civata xwe ya Swêdê. Di vî warî de di navbera me û ciwanan de nakokî hene û ev nakokî di kar û barê Federasyonê de jî xwe nîþan didin. Ji bo wê jî divê "Projeya nakokiya di navbera nifþan de", beriya her tiþtî li vir bê tatbîqkirin. Divê endamên organên Federasyonê ku bi deh salan in di van organan de kar dikin û umrê wan li ser 40-45 salî ne û li derveyî rûtinên civata Swêdê dijîn divê êdî ew bi îradeya xwe ya azad xwe ji van karan vekþînin û rê ji wan kesên din û taybetî jî ji ciwanan re vekin ku bi rastî kar ji destê wan tê.


Portre

Nav: M. Aslan Kaya(Sidîq), Kengî hatiye Swêdê:1983, Mesleg: Mamosteyê kompitorê , Li kuderê dijî: Stockholm, temenê wî: 49 (1952-09.04.2001), Malbat:Ezab , Parola wî: "Kî wefa ye ew bira ye"

"Fikrê wî çi bû, zikrê wî jî ew bû!"

Faris Marsil

Sidîq, sadiqê baweriya xwe bû; wek derwêþekî jiya, di niv-sedsalê jiyana xwe de xeynî xêrê û alîkariyê tu zerarekê wî negihaþt tu kesî. Dilsozî, camêrî, fedakarî û nefispiçûkî sifatên wî bûn ku qerekterên wî diyar dikirin. Xwêdê wî ji bo xêrê þandibû vê dinyayê û bêyî ku li peyî xwe zuryetekî bihêle û bêyî ku xatir bixwaze; wek bayekî hat û çû. Axa te adan, ciyê te buhuþt be, ey Aslan!!

Li gorî baweriya xwe jiya, fikrê wî çibû, zikrê wî jî ew bû. Ez bawer im di 50 salên jiyana xwe de wî pê li gelêyekî jî nekiriye, yekî jî ji xwe aciz nekiriye; tiþtî ku jê bawer bû dikir û di jiyana xwe de jî tesdîq dikir; heta bêjî li dijî neheqiyê, hevalê edaletê bû, riya ku dabû pêþiya xwe li ser wê riyê bi istîkrar, bi bêdudilî meþiya. Dildar, biryardar û bawermend bû.

Gotina "na" "zanim" di lîteratûra wî de tunebû; havîn û zivistan, bihar û payîz, bi þev bi roj, bêwestan û bêgazin, bêmenfeet û bêferqiyet alîkariya dost, heval û hevwelatiyan dikir; bêyî ku îtîrazekî bike, bêyî ku gilî û gazinên xwe diyar bike, ev "wezîfeya"xwe dianî cî. Derwêþekî bû; wek çûka "keleynaka" berfiratê, neslekî dawiyê bû ku êdî di vî warî de xeynî wî kes nemabû.

Di civata kurdan ya ku di van 10 salên dawiyê de, êdî menfeata þexsî beriya hemû menfeatan dihat, gelek kesên ku bi eynî armancî derketibûn derveyî welêt û êdî ketibûn derdê ku çawa mal û milk tê bi dest xistin, çawa pere tê qezenckirin; wî tucarî ne menfeata xwe ya þexsî fikirî; ne peyî bi destxistina mal û milk ew bi tenê bi armanca ku zanîna xwe, bi hevwelatiyên xwe ve parve bike, xebîtî. Cefekar, wefekar û fedekar bû.

Ji zarok û ciwanan gelek hez dikir; zarok û ciwan jî jê hezdikirin. Mala xwe kiribû dersxane û di vê dersxaneyê de ilmê matamatîkê û fizik fêrî ciwan û xwendekaran dikir. Lê em yên mezin ku êdî di civateke wek civata pêþketî ya Swêdê de bibûn xwediyê kompiturê ew bi problemên me yên kompîturê re mijîl dibû, û me ew wek hostayê kompiturê nas dikir. Di vî warî de tiþte ku ji destê wî dihat texsîr nedikir; çi kes, çi rêxistin û komele be, çi rojname, kovar û weþanxane be hemû wexta ku diketin tengasiyê, ew dihat hawara wan. Di vî warî de zana, nefispiçûk û zîrek bû.

Aslan însanekî pirr enteresant bû.Ritûnên jiyana wî ji ya însanekî normal pirr dûr bûn. Xwarin û vexwarina wî, rabûn û rûniþtina wî, îstirhet û raketina wî ne li gorî însanên ku di jiyaneke modern wek ya Swêdîyan de dijî, bû. Li derveyî kevana jiyanê, dijiya; te digot qeyî jiyanê protesto dike, tevdigeriya. Carina bi rojan xwarin nedixwar, bi rojan ranediket, carna bi hefteyan traþ nedibû, carna bi mehan diranên xwe firçe nedikir; wek tu bêjî ev tiþt jê re luks dihatin, yan jî barekî bû ku ji binê wî barê dernediket. Dijminê jiyana xwe ya þexsî bû; bê cixare û çay nikaribû bijî, tenê wexta raketinê ji van herdû "hevalên" xwe bêpar dima.

Le di warî karê xwe de jiyaneke wî yê muntezzam hebû ku bawer nakim tu dezgehên heyî yên kurdan jî wek wî karin yan dê bikaribin karê arþîva xwe bi rêk û pêk bigrin. Di odeya wî ya xebatê de bi hezaran dîsketên computorê hene ku tenê îstîfkirina wan û li ser rûyê wan bên nivîsandin, ku ew dîsketên çi ne, yan jî kitêb û kovarên ku di derheqê programên kompîturê de bi duzan bên bicîhkirin û ev tiþt bi rûtin bên kirin dê gelo xulqê me çiqas hebe? Di vî warî de ew gelek bi duzan bû. Xweragir, bîhnfireh û bi hedan bû.

Mehmet Aslan Kaya(Sidîq) ji Wêranþehrê ji aþîreta ‚ûvî ye. Hin du salî ye bavê wî dimre, ew û birayekî wî yê din Fexreddîn -yê 8 mehî ye- ji aliyê dêyê ve tên mezin kirin. Diya wan Bedriye xanim bi ked û cefeyekê bêhempa wan mezin dike; him ji wan re dêyîtî him jî bavîtî dike, lê di jiyanê de ji sifata dêyîtî zêdetir sifata hevaltiyê li pêþ e. Nîmetekê Xwediyê ku ew vê nîmeta xwe nade herkesî. Ew di ilmî matamatikê de super e, mêjiyê wî di vî warî de gelekî diþuxule. Piþtî lîseyê Zanîngeha Istenbulê ya Teknîkê beja Matamatika bilind qezenc dike û diçe xwendina xwe li wê dike.

Lê ew dem demekî wilo ye ku ramanên þoreþgerî di nav ciwanan bi taybetî jî di nav xwendexarên unîwersiteyan de geþ bûye. Ciwanên kurd yên xwendekar jî di nav lêgerineke de ne û di nav xwe de munaqeþeyên bi heraret dikin. Dem demekê nazîk e, dunya du qutub e, li Asya û Afrika û Amerikaya Latînî gelek welêt li dijî emperyalîzmê û bi alîkariya sîstema sosyalîst gihaþtibûn xelasiya xwe û tevî vê jî di navbera du dewletên sosyalîst; Sovyet û ‚înê de problemên îdeolojîk hebû. Xwendekarên kurd yên metropolê li Anqerê, li Istenbolê û li Izmîrê di bin navê DDKDyan de hatibûn cem hev û bi hev re niqaþ dikirin.

Wexta di sala 1977an de ev DDDK di bin DDKDya Diyarbekirê de bûn merkezî, DDKDya Izmîrê li derveyî vê merkeziyê ma û bi serê xwe hereket kir; ji vê grûbê re digotin grûba "Serbixwe" û li der û dora Mêrdînê bi hêz bûn. Aslan jî yek ji wan bû ku bi vê grûbê re hereket dikir. Aslan di dema xwendina xwe de pirr zîrek e, di wê demê de jî, ji xwe zêdetir alîkariya wan kesên ku muhtacî alîkariyê ne, dike. Ew ji xwe zêdetir wan difikire, pirrê caran ji ber ku alîkariya wan dike, ew nakeve îmtixanên xwe jî û bi vê awayê di sinifê de dima. Wexta tatîlê jî ew diçû Wêranþehirê, li vir jî ew havîna xwe bi qursdayina xwendekarên ku di ilmê matatmatîk û fizîkê de problemên wan hebû re, derbas dikir. Lê ji aliyê din ve bi siyasetê re mijûl e û xwe dida xwendinê.

Li gorî heval û dostên wî dibêjin di dema telebetiya xwe de jî, ji ber sebebên maddî carna rojê carekê xwarin dixwar, pirr caran jî birçî dima. Ev bûyer tesîreke wilo lê kiriye ku êdî dema ku hatiye Swêdê jî ew, ev helwesta xwe ya li hember "birçîbûnê" domandiye. Cûnteya 12ê îlonê wek gelek kesan wî mecbûr kir ku ew jî derkeve derveyî welêt, wek gelek kesan berê çû bin xetê, li bin xetê jî hat Swêdê. Swêd ji bo gelek kesan welatekî nû bû û jiyaneke nû li pêþiya wan bû.

Lê wî careke biryara xwe dabû ku dê çawa bijî. Wî jiyana xwe ya mutewazî li Swêdê jî domand; bêyî ku qasî misqalekî bê guherandin, bêyî ku entegreyê civata Swêdê bibe, yan jî mal û milk ji xwe re bike armanc. Ji xwe demeke kin li Swêdê kar kir, piþtre jî ji ber nexweþiya xwe ya madeyê, teqawud bibû. Dostê herkesî bû, lê siyasetekê wî yê zelal hebû; li dijî neheqiyên dewleta Tirk bû û di siyaseta xwe de jî bi îstîkrar bû, dîtin û îtirazên xwe bi dengekî bilind digot, lê li peyî yekî tu carî nediaxaft. Weþanên kurdan hemûyan taqîb dikir, gelek dixwend. Pirê caran wexta dadiket çarþiyê dihat buroya Armancê, min rojeke nedît ku ew bêpere ya kitebekê Jina Nû ya "Armancek"e ya jî "Medya Guneþî"yeke, bibe bixwîne. Wexta pereyê wî tunebû nedikirî, yan jî bi þertê ku bi deyin bikire û dawiyê jî mutleqa deynê xwe dida. Digot, " buroya Armancê tam li gora serê min e. Ez kîngê têm li vir çay hazir e û li ser êgir e:" Gelek caran ew nexweþ diket, nediçû ser doktor. Nexweþiya xwe bi îradeya xwe derbas dikir. Lê ev car birîn xedar bû. Roja 9ê Nîsanê seet 9ê sibê dîsa wek hergav li odeya rûniþtinê destê wî di bin serê wî de raketiye, baliva wî di bin serê wî de þemitiye, diya wî Bedriye xanim sê-çar caran ba dike wî da ku balivê bike ber serê xwe, lê ji Aslan deng dernakeve, dayê radibe ser xwe da ku balivê bike ber serê wî, lê çi bibîne; lawê wî can daye.

Wexta ez nuh hatibûm Swêdê, rojnameyekê Swêdî -dibe ku Expressen bû- nûçeyeke belavkiribû ku ji me re pir enteresant hatibû. Nûçe weha bû: Jinikeke Swêdî ku tena bi serê xwe dijiya miribû, ancax piþtî du mehan ferqkiribûn ku ew miriye. Jinik du meh kiriya xaniyê xwe, heqê av, elektrik, telefon û faturayên din nedabû, ji bo wê jî jê re nameyên balkiþandinê hatibûn þandin, lê wê bersiva van nameyan jî nedabû û ketibû îcrayê. Wexta memûrê îcrayê tevî polîs diçin mala wê, û mecbûr dibin ku deriyê wê diþkînin, wê gavê ferq dikin ku jinik miriye. Ev ji bo civateke trajedî ye û dê rojek bê ev trajedî bê serê civata kurdên Swêdê jî û nuha de sîgnalên wê xuya dikin.

Ev nimûne ji bonê çî dinivsînim. Gelo diya Aslan ku li malê nabûna(bi wê ixtiyariya xwe lingekî wê li welêt e, yê din jî li Swêdê ye) ma gelo me yî piþtî çend rojan fehm bikira ku Aslan çû ye ser heqiya xwe? Nûçeya ku ji me re enteresant hatibû, îro em bi xwe hêdî hêdî dibin objekt û mijara wê nûçeyê. Ji viya malxerabtir û xambaxtir gelo çi heye!?

Nasandina me

Sal1987, meha Novemberê bû, dinya sar bû, berf dibariya. Ez nuh hatibûm Swêdê; ez û Aslan li Stockolmê li mala Mumtaz bûn. Wê demê rojnameya Armancê ji ber sebebên teknikî du-sê meh rawestiyabû û havalan kompîroreke kiribûn, ku em bi teknîka nû rojnameyê derxînin. Kompîtor jî li mala Mumtaz bû, Aslan jî ji bo programên wê serrast bike hatibû. Wê demê kompîtor nû derketibûn û li piyaseyê kêm û li cem kurdan hema hema qet tunebû. Kompîtor, Macintosh bû û bê hard disk bû. Programa wê ya MS Word(versiyona 3.1) di hundirê disketêkê de bû û bi wê dîsketê kar dikir. Me li ser navê talebeyekî (ji bo talebeyan kompîtor hin erzantir bûn) bi 14.000 kron kirîbû. Lê problem ew bû ku tîpên kurdî (î, û, þ, ê, ç bi taybetî jî þ) di programa nivîsê de tunebûn. Aslan dê van herfan di hin kerekterên nivîsan de bi cî bikira û klaviyeke kurdî çêkira. Wê demê xeynî wî kes tiþtên elementer yên kompîtorê jî nizanibû.

Aslan bi xwe jî neçûbû tu qursekê kompîtorê; lê ew bi zanîna xwe ya mantiqî bi vî karî mijûl dibû û bi wî piþta me rest bû. ëro dibê ku teknîka kompîtorê pêþ ketiye û hin programên wê hesantir bûne. Lê wê demê tiþtekî Aslan dikir bi serê xwe "îcadeke nû" bû. Bicîkirina van tîpan di programên nivîsê de û avakirina klaviya kurdî berhemên wî ne. Bi saya serê wî em fêr bûn û ev feydeya wî gihaþt gelek kurd û rêxistinên wan. Herweha wê þevê min hin taybemendiyên wî yên din jî, ji nêz ve nas kirin. Di þiva êvarê de li derveyî rûtinan xwarin xwaribû û piþtî xwarinê jî qeþa dikir nava avê û ava bi qeþa vedixwar û qeþaya bermayî jî wek leblebî davêt devê xwe. Û heta raketinê du sê caran ev tiþt teqrar kir. Wexta ku ew li odeya din bi datayê mijûl dibû, Mumtaz pirr kêfxweþ bû ku Aslan li mala wan þîva êvarê xwariyê, ji ber ku berê jî gelek caran hatiye mala Mumtaz bêyî ku þîvê bixwe, çûye. Wê þevê min fehm kir ku ; "ew normal ji rojeke yan jî du rojan careke xwarinê dixwe û ji bona ku ew xwarinê hezim bike ava bi qeþayê vedixwe." Wexta ew xwarin bixwara, xwarin xewa wî daniya û li gorî "pîvanên" wî, wê gavê hinek zûtir radiza. Axir xwediyê malê ciyê min û wî li odeya rûniþtinê amade kir; ez ê li ser qoltuxê razama, ew jî dê li erdê li ser doþekê xew bikira. Teqrîben 2ê þevê bû ez raketim, lê ew hin hiþyarbûn. Bi hîskirina sermayê ez carekê bi xwe hesiyam, min lê seetê nêhirî seet 5ê sibê bû. Aslan bêyî ku li ser doþekê razê, derê balkonê vekiribû, li ber derê balkonê, bataniyê avêtibû ser laþê xwe, jorê laþê wî tazî, destê xwe yê rastê kiribû ber serê xwe û lingên xwe kiþandibû zikê xwe, li ber wê sermayê bi xire-xireke giran radiza. Ez bi xwe matmayî mabûm.

Piþtî vê rojê hevaltiya me dom kir. Kîngê probelemek me yê kompîtorê derdiket, baz dida hawara me, heta problemê çareser nekira, dev ji me bernedida. Lê di van salên dawiyê de teknîk gelek pêþde çû û hêsantir bû û ji bo wê jî wek berî riya me bi hev nediket. Lê wexta em rastê hev dihatin digot; "De Xwêdê mezin e, dê rojekê dewriya me li hev biqelibe". Mirin diya te bimre, te ew zû ji me veqetand!!


Tel: 08-6446622

Fax: 08-6502120

Box 131 05 Nacka

berbang