BERBANG

Organa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:119,Sibat 2001

 

Du bûyer û hin gazin.......

Keya Îzol

Serokê Federasyonê

Di demeke kurt de du bûyer li min gelek tesîr kir. Ez dixwazim li vê nivîsê de behsa wan bikim. Dema ku li zindanên Tirkiyê de bi sedan girtîyên sîyasî ketibûn greva birçîbûnê hêzên dewletê bi tundî êrîþên wan kirin û di encam de nêzîkî 25 girtîyên sîyasî hatin kuþtin. Gelek ji van kurd bûn. Me wek Federayon bi belavokên presê û nameyake taybetî ji bo wezîra derve ya Swêdê, Anna Lindh re nivîsandibû. Me dixwast ku hukumeta Swêdê vê rûreþîyê mehkûm bike. Ji xwe Anna Lindh jî, piþtî wan bûyerên neînsanî ku bi destê rejîma hov ya tirkiye dihat lidar xistin, nerazîbûna xwe bi beyaneke belav kir.

Di wan rojan de, ji bo serokê Federasyonê E mail eke hatibû. Kesê ku nivîsandibû xorteke 17 salî û navê wî Suwar bû. Sûwar nameya xwe bi zmanê swêdî nivîsandibû û bi kurtî acizîya xwe dîyar dikir. Gazin û rexneyên tund ji bo berpirsên Federasyonê dianî ziman. Sûwar dipirsî ji bo çi em "tiþtekî" li dij van zordestîyan nakin. Sûwar, tebînîyên xwe bi salên borî, berê 10-15 sal, dixemiland. Digot ku Federasyon di wan salan de gelek çalakîyên protestoyê dikir. Ji bo çi îro nake? Helbet tu þika me ji samîmîyeta Sûwar tuneye. Em dizanin ku ew rexneyên xwe ji dil dibêje û ji Federasyonê hêvîya xebat û çalakîyan dike.

Gelek caran, gava bûyereke girîng li welatê me diqewime endamên me bi telefon, name yan jî nivîs daxwazîyên çalakîyên xurt dikin. Ji ber ku hêvîya wan ji Federasyonê heye ew yekser dixwazin Federasyon bi karên wiha rabe. Bibe rêber ji bo xebatên bi vî rengî. Ev ji bo me cihê serbilindiyê ye. 20 salên borî de Federasyon bi sedan caran çalakîyên girîng li dar xistiye. Helwestên me cihê xwe girtiye dengê me hatiye bihîstin. Rûreþkirina hemû dewletên dagîrker tevî zordestîyên wan ji alîyê Federasyonê hatiye mehkûm kirin. Îro jî em di vê rê de berdewam in. Hewldanên me ji bo ku em bikaribin bersîvên pirs û pirsgirêkên bi vî rengî bidin, her wekî berê berdewam e. Lê hin tiþt ne wekî berê ne. Pirsa esasî ew e.

Em bi tevayî wek kurdên li Swêdê, tevî ku hejmara me li gor berê zêde bûye, tevî ku îmkanên û tecrubeyên me li gor berê dewlementir e, em kêmtir çalak û aktîf in. Ev tendensa ji bo kesên ku bi dehan sal karûbarên sîyasî mijûl bûne, xurt e. Lê mixabin di nav ciwanên me jî hêdî hêdî xurt dibe. Ciwanên kurdên li Swêdê erk û wazîfeyên xwe wek pêþeroja civatê naynin cîh. Yan passîv in yan jî tiþtan hazir dixwazin. Xwe naêþînin û di pirsa netewî de rolên li gor ku ji wan tê xwestin naynin cih. Gelek xwîngerm (împulsîv) in lê bi têra xwe ne hassas in. Gelek ciwanên kurdên li Swêdê wek yek nefer di jiyana xwe de serketî ne. Lê belê mixabin di xebatên kollektîf de ev yeka derbas nabe. Di vê rastîyê de para me salmezinan gelek mezin e. Divê em qebûl bikin ku em mobilizekirina ciwanan de qels in.

Mîsala duduyan, beþdarîya min li Konferensa salane ya Çepên Ciwanan (Ung Vanster) de bala min kiþand. Min li ser navê Federasyonê di vî civînê de axaftineke kir. Axaftina min di derheq pirsa kurd û zordestîya rejîma Tirkiye bû. Nêzikî 110 ciwanên Swêdî, 16 heta 25 salî, li wir bûn. Biryar dane ku îsal kampanyayeke taybetî li seranserê Swêdê ji bo mafên kurdan vekin. Komîteyeke 5 kes ji bo bicîanîna wan çalakîyan pêk anîne. Çend çalakîyên girîng wek, îmza berhev kirin, belavok li ser pirsa kurd û zordestîyên ku li kurdan dibe û herweha gelek daxwazên wan ji hukumeta Swêdê de di rojeva wan de ye. Gava min daxwazên wan ji nêzîk ve dîtim ez li alîyekî kêfxweþ bûm lê li alîyeke din de ez xemgîn kirim. Kêfxweþ bûm ji ber ku, pêwîstîyeke mezin ya pirsa kurd ji bo hingavên weha re heye. Xemgîn bûm, ji ber ku bi muqyas civat û rêxistinên Swêdî em bi rehetî kêmasîyên xwe yên berbiçav dibînîn.

Ciwanên me ne organîze ne û her roj ku diçe ji karên komeleyatîyê dûr dikevin. Ez vê yekê wek pirseke acîl dibînim û dixwazim careke din bînim bîra hemû dêûbavan ku çiqas girîng e ku li ser vê mijarê em mijûl bibin. Civateke bê ciwanên organîze wê nikaribe xwe biparêze û herweha wê nikaribe fêde ji bo neteweyê xwe bigîhine. Bi hezaran keç û xortên me wek Sûwar li Swêdê wek potansîyelekî girîngî mezin disekine, divê em rêya bibînin wan bixin di nav xebata komelayetîyê. 4-5 mehên li pêþîya me ji bo me mehên girîng in. Swêd serokatîya YE dike. Em dizanin li Swêdê piþtgiriyeke mezin ji bo pirsa me heye. Herweha li Swêdê civata me kurdan di warê rêxistînî de bi hêz e. Eger em hemû bi hevre, çi keç û xort, çi salmezin û malbat, xwe ji bo pirsa xwe mobîlîze û aktîf bikin, emê bikaribin tesîreke mezin li ser helwesta welatên Ewrûpayê li ser pirsa kurdan bikin.

Divê em hêvîyên xwe yên ji bo welat bi destên xwe ava bikin. Di hemû civîn û civatan de ji pirsên jor, ji alîyê gelekan ve tê behs kirin. Gelek kes gazinên xwe tînin ser ziman. Bawerîya min ji bo guherandineke berbiçav divê em bernameyeke taybetî bixin rojeva civata xwe. Tenê bi rexne, gazin û hawaran guherandinên bingehîn pêk nayin. Vatinîyeke mezin li ser milê Fedarasyonê ye lê her kurdekî divê di van pirsan de xwedî helwest be, bikaribe hin fêdakarîyan bike. Mehên pêþ me ji bo me hemûyan îmtîhanekî ye û wê nîþana me bide gelo em çiqas serketî ne yan jî bê xîret in.


Yekîtîya Ewrûpayê û xebata kurdan a hevbeþ

Vîldan Tanrikulu

 

Sala 2001ê bi serokatîya Swêdê dest pê kir. Swêd ji destpêka vê sedsala nuh û pê ve, heta ses mehan dê serokatîya Yekîtîya Ewrûpayê bike. FKKSê bi minasebeta serokatîya Swêdê ya Konseya Ewrûpayê, raporek amade kir û pêskêsî serokwezîrê Swêdê Göran Persson kir. Ev rapor li ser pirsa kurd û Kurdistana bakûr û " Belgeya Hevparîyê ji bo Besdarîyê" ye û daxwazên FKKSê yên di vî warî de dîyar dike. Mirov dikare tevahîya rapora FKKSê ku bi zimanê Swêdî hatiye amadekirin, hem di înternetê de di malrûpela FKKSê de û hem jî di Berbangê de peyda bike.

Li ser qebûlkirina berendamîya Tirkîyeyê ya ji bo YEyê, raporên pêsveçûnê ku ji alîyê Komîsyona Yekîtîya Ewrûpayê (KYE) ve ji bo salên çûyî hatinin amadekirin û " Belgeya Hevparîyê ji bo Besdarîyê" ku li bajarê Nice li Fransayê, di civîna Konseya Ewrûpayê hate qebûlkirin, gelek tist hatinin gotin. Di vî warî de, gelek daxwaz û beyan hatinin amadekirin û belavkirin. Dema mirov van hemû beyan, daxwaz û dîtinan bi gistî bîne ba hevdu, mirov dikare tesbît bike ku berîya her tistî, kurd li ser pirsa pêvajoya endamîya Tirkîyeyê ya YEyê, ne xwediyên helwêsteke hevbes in û gelek caran jî daxwazên ku wan danin pês, li gora gavên YEyê, dereng manin.

Nuha li pêsîya tevgera kurdan a neteweyî û demokratîk rastiyek heye. Ev rastî, berendamîya Tirkîyeyê ye û sertên destpêkirina danûstandinên endamîyê nin ku di " Belgeya Hevparîyê ji bo Besdarîyê" de hatinin nivîsandin. Eger Tirkîye, an jî YE bi xwe, weke alîyên pirsa endamîya Tirkiyeyê, guherandinekê çênekin, êdî ev rastî ne bi tesîran û ne jî ji alîyê kurdan ve nema dikare bê guherandin. Loma jî di derheqê danûstandinên Tirkiyeyê û YEyê de, pirsên esasî ên li pêsîya kurdan ev in: Divê kurd di vê rewsê de çi bikin û çawa bikin? Divê hedef û daxwazên kurdan çi bin? Divê kurd kîjan rê, îmkan û awayên xebatê bi kar bînin û divê ji bo van hedef û karên xwe, teqwîmeke xebatê ya çawa tesbît bikin? Û hwd...

Maf û daxwazên kurdan divê di belgeyên YEyê de bi navê xwe bên dîyarkirin

Di derheqê sertên destpêkirina danûstandinên endamîya Tirkiyeyê de, belgeya resmî ya yekem, " Belgeya Hevparîyê ji bo Besdarîyê" ye. Mixabin di vê belgeya resmî de, behsa kurdan bi gotinekê jî nayê kirin. Bê guman di " Belgeya Hevparîyê ji bo Besdarîyê" de, ne bi tenê sertên siyasî, lê herweha sertên aborî, civakî, kulturî, tîcarî û hwd jî cîh digirin. Ji bo me kurdan, di vê belgeya resmî de, besên herî girîng, besên sertên sîyasî nin. Ev bes jî li gora sertên ku divê di demeke kurt û dirêj de bên bicîhanîn, hatinin dabeskirin. Di van sertan de jî behsa kurdan û mafên wan qet nayê kirin.

Lê di van sertan de, bo nimûne; "rakirina cezayê dardakirinê, bidawîanîna birêvebirîya rewsa awarte, serbestkirina ziman û kulturên hemû hevwelatiyên Tirkîyeyê" û gelek tistên din jî henin ku tevgera gelê kurd a neteweyî û demokratîk li Kurdistana Bakûr bi salan ji bo bi destxistina wan xebitiye û gelek caran jî programa daxwazên wê yên acîl ji wan pêk hatiye.

Lê di vê xalê de, divê her kurdê/a ku têdikose, da gelê kurd li ser desthilata welatê xwe û pêseroja xwe ya sîyasî bi xwe biryarê bide, bas bifikire. Çima di vê belgeyê de, ango di vê peymana yekem de behsa kurdan nayê kirin? Gelo ji ber vê yekê, divê mirov bi tevahî li dijî " Belgeya Hevparîyê ji bo Besdarîyê" raweste, an na? Di vê rewsa hanê de, divê kurd daxwazên xwe çawa îfade bikin? Divê em ji bîr nekin ku, hem di biryarên Parlamentoya Ewrûpayê de hem bo nimûne, di beyana cîvîna Konseya YE ya bilind a dawîyê de ku li Luksembûrgê çêbû de û hem jî di gelek civînên din de, yanî heta sala 1999an, di çarçoveya mafên mirovî û kulturî de, behsa kurdan û mafên wan hatiye kirin. Ev yek gelek caran bûye sedem ku di navbeyna Tirkîyeyê û YE de, nakokîyên mezin peyda bibin û Tirkîye bi yekalî danûstandinên xwe yêm bi YEyê re rawestîne. Bi qenaeta min, sedema vê guherandinê ya esasî, kurd bi xwe nin.

Ez pêwîstîyê nabînim ku di Berbangê de behsa helwêstên hêz û rêxistinên demokratîk ên li ser vê pirsê bikim. Lê, tistek eskere heye ku ew jî ev e; di vê pêvajoyê de, kurdan bi gistî jî ne di sewîyeyên sîyasî û demokratîk de, ºîyana pêkanîna yekîtî û temsîleke xurt nîsan daye û ne jî daxwazên wan zelal bûye. Yanî ji bo pêskêskirina daxwazên kurdan ên di derheqa berendamîya Tirkiyeyê de, tu yekdengî peyda nebûye. Daxwazên ku hatinin binavkirin jî gelek caran ji wan tistan pêk hatiye ku îroj di " Belgeya Hevparîyê ji bo Besdarîyê" de cîh digirin.

Di van deh-panzdeh salên dawîyê de, gelek nimûne henin ku kurd nikarin pê serbilind bin. Dema mirov ji alîyekî ve li gora sertnameya REHEyê ya bi navê Sertnameya Parîsê, daxwaza çareserkirina pirsa kurd bike û ji aliyê din ve jî pîvanên senteza vê Peymanê, Beyannameya Helsînkîyê a Mafên Miriovan û pîvanên Kopenhangê piçûk bibîne, an rojekê tevahiya Ewrûpayê weke "komplocî" bi nav bike, an jî rojekê ji armanca "Kurdîstaneke serbixwe û yekgirtî" danekeve û roja din jî bibêje ku "her awayekî desthilata sîyasî ji bo kurdan dek û dolabên emperyalîzmê û Ewrûpayê ye û pasverû ye", wê gavê xelk jî dê bi me bikenin û kar û planên xwe jî bi xwe bi rê ve bibin. Bi taybetî dema ku kurd bi bêdengîya xwe ve jî bibin sedem ku helwestên bi vî awayî weke helwesta tevahîya kurdan bê fahmkirin, ev dê her weha be!

Divê em xelqê jî bi kêmanî bi qasê xwe bi aqil bizanibin û divê em bizanibin ku ew jî bi kêmanî bi qasê me, bûyer û pêsveçûnên li Kurdistana Bakûr û li Tirkiyeyê taqîb dikin, analîz dikin û li gora xwe netîceyan derdixînin. Eskere ye ku eger neteweyek di sewîyeya herî nizim de, bi xwe nikaribe di daxwazên xwe de (daxwazên ku dikarin ji YEyê bên kirin) yekdengîyekê peyda bike, xelqê din bi xwe wan daxwazan naxin rojeva xwe, hin bi rehetî dikarin li gora berjewendiyên xwe yên aborî, sîyasî û leskerî biryaran bigirin. Û mixabin netîce jî wisa bûye. Ji ber rews û sedemên ku min li jorê behsa wan kir, divê daxwazên ku ji alîyê kurdan ve ji YEyê bên kirin, yekser bi nasnameya kurdan a neteweyî, binavkirina mafên kurdan û mafên wan ên neteweyî û demokratîk ve girêdayî bin. Êdî, daxwazên mîna "bidawîanîna birêvebirina rewsa awarte" û hwd di sewîyeya YEyê de, maneyên xwe ji bo me kurdan wenda kirinin. Ez çarçoveya van daxwazan xal bi xal weha dibînim:

1. Divê pirsa kurd û pêseroja desthilata sîyasî ya li Kurdistana Bakûr di "Belgeya Besdarîya Hevparîyê" de, weke xaleke taybetî cîh bigire.

2. Divê nasnameya kurd di qanûna esasî ya dewleta Komara Tirkîyeyê de, bê qebûlkirin.

3. Divê kurd li Kurdistana Bakûr, pêkanîna "armanca serxwebûna Kurdistanê" jî tê de, bikaribin bi rê û awayên astî yên têkosîna sîyasî ve, xwe îfade bikin, bi rêxistin bikin û bixebitin.

Bê guman weke min li jorê jî behs kir, ev daxwaz çarçoveya daxwazên kurdan in. Her xala ku hatiye diyar kirin, divê bi sedem û pêwîstîyên xwe yên sîyasî û hiqûqî ve bê firehkirin û ji bo danûstentin û xebatên peydakirina pistgirîyê, weke bê qebûlkirin. Ji bo vê yekê jî zanîn, pisporî, nefspiçûkî, îstîqrar û hevkarî pêwîst in.

Kurd mecbûr in ku di daxwazên xwe yên ji YEyê de yekdengîyeke herî fireh a mumkun peyda bikin

Eger kurd bixwazin ji pêvajoya berendamî û danûstendinên (muzakereyên) ku dê di pêserojê de bi YEyê re bên kirin, ji bo maf û azadiyên xwe îstîfadeyê bikin, wê gavê mecbûr in ku bi kêmanî, li Ewrûpayê, di sewîyeya rêxistinên kurdan ên demokratîk de hevkarî û yekdengîyeke domdar û biîstîqrar peyda bikin. Tistekî wisa bi tenê bi daxwazan pêk nayê. Ji bo vê yekê, berîya her tistî, divê li ser amadekirina daxwazên kurdan ên hevbes ku divê pêskêsî YEyê bibin, xebateke cidî bê kirin, ango li ser vê pirsê, divê platforma hevkarîya van rêxistinan ya fikrî bê çêkirin. Ev bi serê xwe têr nake. Ev hevkarî divê bi wan rêxistinên demokratîk re bê destpêkirin ku xwedîyên temsîl û jiyaneke rêxistinî ya domdar û bi îstîqrar in. Ev bi dehan sal in ku li ser hevkarîya rêxistinên kurdan ên demokratîk li Ewrûpayê, gelek tist hatinin gotin û hin gav hatinin avêtin. Lê îroj jî tistekî berbiçav li meydanê tune ye.

Bi qenaeta min, li Ewrûpayê rêxistinên kurd ên demokratîk divê di derheqê pirsa kurd li Kurdistana Bakûr û pêvajoya endamîya Tirkîyeyê li Ewrûpayê de, hevkarî û yekdengiyeke ava bikin, xwe ji bo xebatek wisa konsantre bikin. Dema di vî warî de, xebateke hevbes bi ser bikeve û ji alîyê fikrî û rêxistinî ve avahiyek bi îstîqrar û domdar ava bibe, ev dikare ji bo hevkariyên firehtir ên bi struktureke bastir ve girêdayî jî bibe zemîneke xurt. Hevkariyeke veha dikare ji bo vê pirsê, hem karên rêxistinên me yên sîyasî û danûstendinên wan ên bi dezgeh û raya welatên YEyê ya gistî re hêsantir bike. Rapora FKKSyê ya ji bo serokatîya YEyê dikare ji bo vî karî bibe zemîna minaqeseya avakirina yekdengîyeke fikrî. FKKS divê ji bo pêkanîna hevkarî û yekdengiyeke weha hîn çalaktir bixebite û xebata xwe ya di vî warî de, bi dema serokatîya Swêdê ve bi sînor neke.

Kurd divê xebatên xwe ji "spontanbûnê" (jixweberîyê) xelas bikin

Bi tecrube sabît e ku gelek xebatên kurdan, mîna beyan, daxwaz, protesto û hwd, li ser vê pirsê, li gel qelsîyên xwe yên naverokên xebatan, herweha ji alîyê wext ve jî bi derengî, ango pistî ku bûyer qewimînin derketinin holê. Ev yek bi xwe, ji bo encamwergirtinê kêmanîyeke balkês û xeletiyeke mezin e. Divê em xwe ji vê rewsê xelas bikin û li dû bûyeran nemînin. Pêvajoya berendamî, destpêkirin û bidawîanîna endamîya Tirkiyeyê ya YEyê, bi dîtinên herî xwesbîn (optîmîst), pêvajoyeke weha ye ku dê ji 4-5 salan heta 10-15 salan dewam bike. Kurd û rêxistinên wan ên demokratîk û sîyasî jî divê xebatên xwe yên di vî warî de, li gora perspektîfeke weha bifikirin. Plan û teqwîma xebata xwe li gora vê yekê amade bikin. Bi qenaeta min, di warê plan û teqwîma xebata ji bo vê pirsê de, ev xalên jêrîn girîng in.

1. Taqîbkirina teqwîma komên YEyê yên xebatê ku bi pêvajoya berendamî û danûstendinên endamîya Tirkiyeyê ve mijûl dibin.

2. Taqîbkirina guherandinên li Dewleta Komara Tirkiyeyê, bi taybetî jî taqîbkirina guherandinên di warê hiqûqî de, analîz û raporkirina van guherandinan û tesîra wan a li ser maf û azadîyên kurdan ên neteweyî (li Kurdistana Bakûr).

3. Bi armanca ku tesîr li ser rojev û biryarên wan bi xebat û danûstendinên cuda bikaribin bên kirin, taqîbkirina civînên Konseya YEyê ya bilind, civînên Wezîrên YEyê yên Kar û Barên derve û civînên Komîseriya YEyê ya Berfirehkirênê.

4. Teqwîma cîvîn, panel, mes, zîyaret û xebatên din heta ku mumkun be, divê bi koordîne bên amadekirin û divê mirov girîngî û pêsengîyê bide xebatên paralel û hevbes.

Armanca dîtinên di vê nivîsê de hatinin pêskêskirin, ev e ku ya ji bo pêwîstî û berpirsiyariyên me kurdan û taybetî jî rêxistinên me yên demokratîk li Ewrûpayê çarçoveyeke xebatê ya gistî pêsnîyar bike û divê bê zanîn ku ev pêsnîyar bi pirsa berendamî û pêvajoya endamîya Tirkiyeyê ya YEyê ve bi sînorkirî ye. Bê guman pêwîstîya her pêsnîyar û her xalê bi xwe, bi minaqese û zelalkirinê heye. Ev ji bo her mirovî/ê berpirsiyariyek hevbes e ku ji bo kurdan desthilata sîyasî ya li her alîyê Kurdîstanê û her weha li Kurdistana Bakûr jî ji bo xwe erk û berpirsiyariyeke neteweyî û mirovî dibînin. 08.02.2000


Adar e!

Enver Karahan

Di dîroka kurdan de meha Adarê meheke bi serpêhatî û bûyerên girîn ve hilmistiye. Him ji hêla bûyerên siyasî ve û him jî ji hêla roj û cejnên milî û kulturî de, maneya vê mehê mezin e. Ji nav van bûyer, cejn û rojên milî û kulturî de, bê sik, ya herî bimane Newroz e. Bi salan e kurd, çi li welêt û çi li derveyî welêt vê roja xwe ya milî bi awayên cûda, lê bi naverokeke hempar pîroz dikin. Ji xêndî vê roja neteweyî, rojeke din heye ku di dîroka kurdan a nêzîk de, rojeke biês û elem e û ew jî roja bibîranîna Helepçeyê ye. Lê ev Adara îsal (sala 2001ê) li rojeke din ya miqades rast tê, ew jî cejna Qurbanê ye.

Ji xêndî van rojên milî, rojeke din heye ku ew him ji bo jinên kurd û him jî ji bo hemû jinên cîhanê yên bindest, rojeke navneteweyî ye û ew jî bi navê heystê adarê tê pîroz kirin. FKKSyê, heya nuha ji xêndî eydiya Qurbanê ew hersê rojên din wek çalekiyên xwe pîroz kirine.

Helbet ji xêndî van rojên ku ji bo kurdan bi mane nin, roj û bibîranînên din jî di vê meha mizgîniya biharê de henin. Lê mexseda vê maqaleyê ne ew e ku hemû wan rojên ji bo kurdan biqîmet in rêz bike. Û nemaze jî ji bo kurdên ku li Swêdê dijîn.

Ev Adara ku li pêsiya me ye, ji bo kurdan û bi teybetî jî ji bo kurdên li Swêdê dijîn maneyeke wê ya din heye. Weke tê dizanîn dewleta Swêdê, di vê dema li pês me de serokatiya Yekîtiya Ewrûpayê dike. Ji ber vê yekê jî vazîfeyeke mezin li kurdên Swêdê dikeve. Û nemaze jî ev wazîfe li dezgeh û rêxistinên kurdan dikeve ku di vê pêvajoya berendametiya Tirkiyeyê de, siyaseta wê ya di derbarê meseleya kurdan de eskere bike û ji bo qebûlkirina mafên kurdan yê demokratîk û neteweyî tesîrê li rojeva dewletên YEyê bike.

Bi vê mebestê, FKKS, HEVKARÎ Û ÎKSê bi hevre biryar dan ku di vê pêvajoyê de bi hev re kar bikin û çalekiyên kîtlewî û dîplomatîk pêk bînin. Ji van tespît û çalekiyana, yên herî girîn jî di rojên konseya wezîrên yekîtiya Ewrûpayê (KWYE) bicivin de, mitîngên mezin li dar bixin. Yek ji wan xwe pêsandanan, di 24 Adarê de ye û di eynî rojê de, dê cejna Newrozê li Solna halenê bê pîroz kirin e û ya din jî di 15 û 16ê meha Hezîranê de ye.

Ji bo em kurdên li Swêdê bikaribin di vê pêvajoyê de bibin dengê hemû kurdan, divê di wê rojê de, ji her terefê Swêdê besdariya kurdan teva zaro û zêçan pêk were. Ji bo vê yekê jî vazîfeya pêsî li komeleyên Federasiyonê û fonksiyonelên wê (Yekîtiya Jinan û ya Ciwanan) dikeve. Bi vê minasebetê dibe ku dengê min here jin û ciwanên kurd jî.

Du heb dînamîkên civata kurd yên esasî, jin û ciwan in û bi vî navî jî du rêxistinên Federasyonê yên esasî nin û destûra FKKSyê rê daye wan ku li ser navê seksiyonên xwe, bêyî ku di kongreyên FKKSyê de bên hilbijartin, bi kontejanê dikevin Komîteya FKKSyê ya Karger. Lê sed mixabin ku ev herdu besên civata me û fonksiyonelên FKKSyê yên esasî (nemaze jî Yekîtiya Ciwanan) bê fonksiyon in.

Helbet sedemên vê pasîfîzebûyinê heye û divê mirov bi awayekî cidî li ser vê meseleyê raweste. Hemû kêmanî ne yên jin û ciwana nin, di vê meselê de kêmaniyên malbatan jî bi qandî yên berpirsiyarên FKKSyê, YJ û YC an, heye. Ez ê di vê nivîsê de nekevim nav vê minaqaseyê, lê di nivîseke din de, ez ê bixwazim ku li ser vê meseleyê minaqase bikim. Bi baweriya min divê kurdên li Swêdê dijîn dest bi minaqaseyê bikin.

Em kurdên li Swêdê dijîn pir dipeyivin lê em minaqase nakin. Ger minaqaseyeke me ya piçûk hebe jî di warê siyasetê de ye. Di wê meselê de jî em hevîr di zikê hev de distirên, wekî din mesafeyeke me ya ber bi çav tune ye. Bi ya min divê em di derheqa civata xwe de minaqase bikin. Ji ber ku civata me ya li Swêdê ber bi ji hevdu dûrketinê û bêhêvîtiyekê dehere. Di têkiliyên civakî de sarbûneke ber bi çav heye. Minaqaseyên di derbarê adet û kulturê de, bi awayekî bê ser û ber û bêberpirsiyarî fireh dibe.

Di vê derheqê de li ser bûyerên ku di vê sala dawiyê de qewimîn û kurdên ku peyv pê disekinîn îmtihaneke bas nedan. Kultura kurdan ne tenê bi zimanê xwe peyivandine. Bi zimanê kurdî axaftina di malê û civatê de serbilindiyeke kurdên Swêdê ye, lê ev têrê nake. Zarokên me bê cejn û ferz û adet dimînin. Ji xêndî Newrozê tu rojeke ku em wek milet, li Swêdê pîroz dikin tune ye. Newroz cejna milî ye û her kurdek divê lêbixwedî derkeve û wê li gor naveroka wê pîroz bike, lê ji xêndî Newrozê jî cejnên ku bi salan e kurd pîroz dikin heye. Yek jê cejna Remezanê ye û ya din jî cejna Qurbanê ye.

Her çiqas ev herdu cejn ji kultura misilmantiyê tên jî, civata kurd jî civateke misilman e û divê kurd weke milet li van herdu rojên miqedes xwedî derkevin. Pîrozkirina Newrozê û ya van herdu cejnên misilmantiyê ne altrnatîfên hevdu nin. Di her miletî û di her civatê de, cejnên milî û yên dînî henin û pîrozkirina wan ji hev cuda nin. Li Swêdê, ji kominîstan heta bi xaçperestan cejna xwe ya dînî pîroz dikin.

Divê em kurd jî cejnên xwe yên dînî li gor naveroka wan pîroz bikin. Ew kesên ku baweriya wan pê tune be û nexwazin pîroz bikin divê mirov hurmetê jê re bike, lê bi tevayî, divê FKKS wek dezgehekî milî van cejnên dînî pîroz bike û pêsengiya wê bike. Yê min jî wek sexis; ez bang li we kurdên li Swêdê û Ewrûpayê dikim ku em roja eydiyê herin malên hev û yê min ji vê eydiya Qurbanê û pêve, ez li mala xwe eydiyê datînim û li cîranê der û dora xwe digerim. Ji anuha de, cejna we ya Qurbanê pîroz be!


Aboriya Federasyonê

Fexreddîn Olçer

Endamê Komîteya Karger û Berpirsiyarê Aborî yê Federasyonê

Hatiniyên Federasyonê Wek hemû kes dizanin hatinên Federasyonê yên girîng, alîkarîya ku Federasyon ji bo xebatên xwe, ji bo civata kurd li Swêdê, ku ji daîra bîyanîyan (Integrasyonverket) digre. Ev alîkarî, alîkarîyek salewext e û her ji sê mehan carek didin. Ev alîkarî salê nêzîkî heþtsedhezar(800.000) kronê swêd e. Hatinên din yên berbiçav birêvebirina projan e, ev jî girêdayê ku ka federasyon wê çi projan çêbike û wê ji alîyê mercîyên swêdî da bê qebûl kirin an na. alîkarîyek din û bi bi dîtina min gelek giringe, ji bo ka ku meriv çiqas xwedî berpirsîyar e, ew jî heqê endametîya komelên endamên federasyonên e. lê mixabin kêm komele ev wetenîyên xwe bi cîh tînin. Ji bo vê yekê jî, ji bo ku heqê endametîyê ji komelan bigrin gelek caran ji komelan ra name rêdikin. hatinek din, lê belê hatinek pirr piçûk jî heqê abonetîya kovara BERBANGê ye.

Çûyinên Federasyonê Mesrefên federasyonê yê herî mezin, ku heya meha cotmeha 2000 î mesrefek gelek mezin, kirêya lokala federasyonê bû û ev mehê 23.000 kronê swêdî bû. Lê niha wek federasyon em ji heqê kirê xelas bûne. Ji ber ku me ji bo federasyonê xanîyek tev milk stendîye. ev stendin jî li ser federasyonê bi milyonek (1 000 000) kron ê swêdî dibe mal. me ev milyon ji bankê bi faîz dey n kirîye. Li gor hesaba wê federasyon di nav ßeß salan de vî perî bide û wê xanî bive malê federasyonê. Mesrafên din yê federasyonê heqê çapa Berbangê ye, ev ji her hejmarek di navbera 20.000 û 23.000 kron de, li gor reng û hejmara rûpelan tê guhartin.

Berbang û baca Karkirên Federasyonê Mesrefên din jî maaßê û bacên(vergîyên) karkerên federasyonê ne. Niha çar karkerên federasyonê hene. Didu ji wan niv û didu jî tam kardikin. wek di mesref heqê telefonê, internetê, poste û boaxên makînane, çûyinên pîrozîya NEWROZ e û yên meßana ne. Mesrefek din jî heqê çûyîn û hatinên civînan e. helbet mimkûne ku wek salên 1997-98 an problemên aborî di pêßerojê de derkevin pêß. heger bê bîra hin kesên kevn yê endamê komîta karger salên 97-98 an federasyon tu alikarî negirt û di rûnê xwe de qijilî. ji bo ku pêßerojê de problemên aborî dernekevin, divê her kurdê ku ji xwe ra dibêje ez welatparêzim divê li federasyonê xwedî derkevin. ev erkekî welatparezîyê ye.


Portre

Nav: Mamoste, Kengî hatiye Swêdê:1982, Mesleg: Þofêr, Li kuderê dijî: Stockholm, temenê wî: 47, Malbat: Bavê 5 zarokan e, Parola wî: tam taxim 240

"Yallah Sofêr yallah apar benî"

Faris Marsil

"Solcî" bi xwe jî nizane rojê çend caran "sollama"dike. Carina bi þev heta serê sibê, carina jî ji þeveka sibê heta êvarê dîreksiyonê dizivirîne. Papûr, kolan û kuçeyên paytaxta Swêdê wek riya mala xwe dizane. Ger rojê du-sê caran miþteriyan bibe Arlandayê (balafirgehe Stokholmê) û ji li wê jî dagirtî vegere yewmiya wî ya wê rojê derdikve ûwek mêrikê tirk dibêje; "Allah bereket versin" û taksîmetroya taksiya xwe digre û berê xwe dide qaxweya Hecî da ku li listika "nezereyê" stresa xwe ya wê rojê li ser xwe bavêje.

Ew kurdên ku ji ber sebebên siyasî û aborî terka welatê xwe kirin û li welatên Ewrûpayê bi cî bûn, gelekî ji wan ji xwe re meslegên "serbest" hilbijartin. Piraniya wan di sektora xizmetê de kar dikin. Dukandarî, aþxanetî, pizeriacîtî û taksîcîtî hin ji wan karên bingehînin ku biyanî di wan de serdest in.

Multeciyên ku diketin kategoriya aborî ji xwe armanca wan ew bû ku ji bona "zikê xwe têr bikin" hatibûn xurbetê. Yanî ew ji bona "nan" derketibûn derveyî welêt, lê îro piraniya wan bûne xwediyê "firinê". Ev tiþt ji bo gelekî penaberên siyasî jî êdî bûye fenomenêke tabiî.

Ew kesên siyasî ku hatin Swêdê, prosenteke mezin ji wan xwende û xwediyê diplomayên bilind bûn. Huqûqnas bûn, mamoste bûn, muhendîs bûn yan jî xwendina xwe ya zanîngehê nîvcû hîþtibûn... Gelekî ji wan ne ji dilxwaziyê, lê ji mecbûriyetê derketibûn Ewrûpayê. Armanca û niyeta wan ew bû ku, dê di demeke kin de dîsa wegeriyana welêt. Ji bona wê jî aktîv bi siyasetê re mijûl bûn û neketin nava wê sîstema ku ew li wî welatê dijiyan. Lê sal derbas bûn, "hesabê malê û sûkê li hev nat", þert û merc wan jî mecbþr kirin ku ew jî têkevin bazara kar. Piraniya wan karê ku hinek pereyên wê zêde û bi îzafî jî serbest bû hilbijartin... Karê taksîticiyê, yanî þofêrtî.

Iro di vê sektorê de gelekî kurd kar dikin. Kurdên ji Kurdistana Iranê wek gelek warna di vê warî de jî di bin tesîra Farisan de mane û wek wan taksîcîtiyê dikin. Îranî di warê taksîiciyê de pêþ in û çend þîrketên wan jî hene. Ji kurdên Kurdistana Iraqê jî kesên ku taksîtîciyê dikin, ne kêm e. Taksîcîtî him pereyê wê pirr e û him karekî serbest e. Yên ku meslegê wan tunebe yan jî di meslegê xwe de kar nebînin vê riyê didin pêþiya xwe û dibin þofêrê taksiyê. Lê li welatên Ewrûpayê þofêrtî jî ne hêsa ye. Heta meriv belgeyên wê bi dest bixe, divê meriv di çend qonaxan de derbas bibe.

Taksîcîtî meslegeke serbest e û qezenca wê baþ e, lê problemên wê jî gelek in. þoferêkî dostê min carekî ji min re meslegê teksîcîtîyî weha tarîf kiribû; digot; "Di eslê xwe de li welatên Ewrûpayê taksîcîtî xemaltî ye, yanî xemaltiyeke, bi wesîqe û forma wê hinekî guhartî, yanî modern...Ç‚awa li welêt xemal serê sibê zû radibûn diçin kar û yewmiya xwe bi sepeta piþta xwe, yan jî bi erbeya destan derdixin, teksîcîtî jî weha ye. Em jî di berbanga sibê de radibin heta êvarê yan jî bi þev heta serê sibê vî karî dikin. Tenê em ne bi kiþandina mal, lê bi birin û anîna însanan yanî bi formekî û bi wasiteyekî guhertî karê xemaltiyê dikin."

Ev gotina wî, rastiyeke din anî bîra min ku kurd di destpêka sadsala 20an de jî, him li Tirkiyeyê(Stenbolê) û him jî li Amerikayê debara xwe bi xemaltiyê derbas dikirin, di destpêka sedsala 21ê de jî ew vî "meslegê" xwe bi formekî din dom dikin. Wer xwiya ye ev jî qedera kurdan e! Di van salên dawiyê de di nav kurdên bakur de jî, ev mesleg raxbet dibîne.

Mamoste (A.Rahman Gezgin) jî yek ji wan bû ku ketibû vî karî.. Wek ji navê wî jî dihat fehmkirin ew bi xwe li welêt mamoste bû, lê meziyetekê wî yê din jî hebû ku, bi çêkirina karîkatoran ve mijûl dibû. Piþtî hat Swêdê, di vî warî de gelek berhemên hêja afirand. Du pirtûkên wî yên karîkatoran yek bi navê "Dengê Xêzikan"(1984) ya din jî bi navê "Mêr mêra nas dike"(1993) di nava weþanên Jîna Nû de hatin çapkirin. Bi navê "ësot" di sala 1985-86 kovareke karîkatorê ya mîzahî ku 9 hejmarên wê derket, derxist. Mamoste yek ji wan karîkatoristê yekem ê ji Kurdistana Bakur e ku di beþa xwe de xwediyê îmzayê ye. Karîkatorên wî di gelek rojname û kovaran de hatine çapkirin.

Gava ew li welêt bû, di nav hevalên xwe de ji Mamoste zêdetir wek "Solcî"dihat naskirin. Ne ji ber ku ew Solcî(çep) bû ji re digotin "Solcî", lê, ji ber ku bavê wî goþkar (solcî) bû, hevalên wî, ev nav lê kiribûn. Lê di eslê xwe de, di dema xortaniya xwe de pirr solcî (çep) bû û dîtinên çepîtiyê bi heyecan û bi heraret diparast. Milîtanekî tevgera þoreþgerên Demokratan bû. Yanî bi mahneya îdeolojîk jî ew solciyekî temam bû.

Solcîtiya (çepitiya) wî, di navên zarokên wî de jî diyar dibû. Navê keçên wî Devrim(þoreþ) û Bêrîvan, navê lawên wî jî ...zgŸr, Ulaþ û Cesur bû. Hemû zarokên wî jî li welêt hatine dinyayê. Keça wî Devrim li Stokholmê Fakulteya Huqûqê xelas kir, kurê wî ...zgŸr bi artistiyê aleqedar e, di çend tiyatro û filmên Swêdî de rol girtiye. ædî hemû zarokên wî debara xwe bi xwe dikin. Mamoste jî salên destpêkê aktîv bi siyasetê û bi karê weþaniyê re mijûl e, lê di sala 1987an de bi þofêrtiya otobusa belediyeyê dikeva piyaseya kar. Heta 1993an vî karî dike. Ev kar jê re monoton tê, herroj di eynî riyan de çûyin û hatin wî aciz dike. Li gorî ku ew dibêje; "Ev acizbûn û monotonî dibe sebeb ku ew dev ji þofêrtiya otobusê berde û karekî din bike". Taksîcîtî jê re hin cazîb tê. Ji xwe ehliyeta wî ya otobusê belgeyeke ku bêyî ku ekstra here kurseke din, ew dikare bi vê ehliyetê teksîcîtiyê jî bike.

Min jê pirsî, wî jî got:

-Zahmetiyên we çi ne?

Di pressê de tê nivîsandin ku di van demên dawiyê de gelek taksîcî tên þelandin, qet tiþtê weha hatiye serê te? Di eslê xwe de ji bo wan kesan ku mecbþûr in vî karî bikin, taksîcîtî nekarekî xerab e û pereyên wî jî baþ e. Lê divê meriv vî meslegî wek meslegên din bihesibîne û di þîrketekê de, rojê 8-10 seet kar bike û karê mirovan bi roj be. Lê hirsa qezenckirina pere destnade ku em weha bikin, ew rê dide ku gelekî ji me derkevin derveyî rûtînan. Wek min got ku meriv bi roj û normal kar bike tu problemên wê tunene. Lê ku meriv anormal rojê ji 10 seeatan zêdetir kar bike û bi salan weha dom bike, tenduristiya meriv zerarê dibîne. Bifikire meriv rojê 14-15 seeatan tenê bi rûniþtinê jiyana xwe bidomîne, dê çi bibe, dê roj bê ku meriv nikare piya bisekine; îro ev problemeke mezin e ku þofêr pê dijîn. Ji aliyê din ku meriv bi þev kar bike, derdê serxwþan nayê kiþandin, hinek siwar dibin, pereyên wan tuneye, hinek din pere nadin û direvin. Yanî taksîcîtî dinyayeke cudaye. Meriv dibe þahîdê gelek bûyaran. Heta nuha ez natime þêlandin. Kesên biyanî piranî karê þêlandinê dikin ew jî zû bi zû tedaxulê þofêrê biyanî nabin.

-Rojê çend seet kar dikî?

Ez rojê 10-12 seet kar dikim.

-Mehê çiqas pere dikeve destê te?

Mehê di navbera 15-20 hezar kron dikevê destê min. -Ma ne mumkun e ku tu seetên karê xwe kêm bikî û wextê te yê vala bi zarok û malbata xwe re re derbas bikî? -Min berê hîn zêdetir kar dikir. Nuha ev taksiya ku bi kar tînim, taksiya min e, ez wek "fri taksî" kar dikim. Divê ez texsîdê taksiya xwe bidim. Ji bonê wê jî ev serê salekê ye min ji xwe re kiriye prensib wexta ez rojê 2000 kron qezenc bikim, ez qontaxa taksiya xwe digrim. Ji ber ku taksiya min girêdayî þîrketeke nîne, muþteriyên min kêm in, guzergahên me fri taksî diyar in, em nikarin her cî bisekinin; ji bo wê jî ev du hezar carna zû, carna jî 10-12 seeatan de qezenc dikim. Bifikir e, carna muþteriyekî dibim Arlandayê(balafirgeha Stockholmê) ji bo ku ji Arlandayê dagirtî vegerim carna 3 seeatan zêdetir li wê disekinim. Ji bo wê jî, di taksîciyê de wext zû derbas dibe. Yanî bi aweyekî din çiqas wextê te hebe, evqas zêdetir pere qezenc dikî.

- Bi tevayî taksîcî , yanî ez bahsa taksîciyên kurdan dikim, pereyên ku qezenc dikin ma têra wan nakin, yanî pereyên xwe çi dikin?

Yên ku ez nas dikim û hun jî dizanin, ew li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji xwe re xanîyan dikirin, li vir jî xanî ji xwe re dikirin, wextê dibêjim xanî vila jî dikevin vê katagoriyê. Hinekî din dixwazin taksî ji xwe re bikirin, yan jî taksiya wan heye, dixwazin taksiyeke din bikirin.

-Gelek taksîciyên kurd hene, ma hûn nafikirin bi hev re þîrketêke mezin ya taksîcîtiyê ava bikin?

Di navbera me taksîciyan de reqabet heye, ev rê nade ku em bi hevre þîrketên taksiyê ava bikin.Du-sê þîrketên Iraniyan hene, lê ew jî di warî xwe de nebiserketîne. Ji aliyê din ma kurd di kîjan warî de bi hev dikin ku, di warê ticarêtê de jî bi hev bikin. Ji xwe gelek nimûne hene ku kurd di ticarêtê de qet li hev nakin.

-Wexta taksîcî tên ba hev bi hev re çi dipeyivin?

Ne tenê wexta em tên ber hev, hemî dinya me, yanî çî dema kar û çî jî derveyî kar hemû axaftin û sohbetên me li ser þofêrtî û taksîcîtiyê ye. Yanî wê rojê çi di serê me de qewimiye em bahsa wê dikin? Tabiî paþgotinî jî ne kêm e. Navbera þofiran de reqabet heye!!

-Ma taksîcîtî evqas zêde kar dikin, wextê wan dimîne ku ew bi zarok û malbatên xwe re derbas bikin?

Taksîcîtî rezaletî ye. Meriv dibe asosyal. Jiyaneke te yê sosyal tuneye. A min dîsa baþ e, zarokên min mezin in, herkes debara xwe bi xwe dike. ó ez li gorî kesên din hindik kar dikim. Bi rastî jî problem e, ku meriv rojê 15-16 seatan kar bike, seeatên mayî jî bi xewê derbas bike, û ku ev jî bibe rûtin û bi salan dom bike problemên civakî rû didin. Malbat ji hev cuda dibin, zarok bi taybetî jî ciwan dikevin riyên xerab.Nuha de di nav þofêran de problemên civakî dest pê kirine; veqatandin zêde bûne. Gelek swêdî ji bo vê yekê dev ji þofêrtiyê ber didin û wexta xwe didin malbata xwe.

Li ser pirsa min a ku tu sibê vegerî welêt tu yî li wê jî þofêrtî bikî ya na, Mamoste disekine û difikire, û dibêje welleh ez qet nefikirîme û axaftina xwe dom dike; "ma ez li wê mamoste bûm". Di eslê xwe de di hundirê vê bersivê de her tiþt heye;" ma ez li wê mamoste bûm" Ev bersiv îzaheta rewþa biyaniyê vekirî dide. Tiþtên ku mamoste qal dike ji re ne gotin, ne jî þirove divê. Li xurbetê pere qezenckirin ne hêsa ye.

Lê tiþtê ku ez zanim, her tiþtî me kurdan anormal e. Ji xwe kurd du rengan hinek ji wan jî navê sê rengan dizanin. Reþ, sipî û sor. Lê jiyan ne tenê ji van rengan pêk tê. Derveyî jiyana þofêrtitiyê, jiyananeke piralî heye.

Wexta min dest bi dibistanê kiribû, mamsoteyê me ji me re dersa demsal, roj û seeatan dida. Digot; "di rojekê de 24 seat heye, meriv 8 seat radizê, 8 seat kar dike û 8 seat jî îstirhet dike(digere, dixwîne, avjîniyê dike, spor dike, bêþdarî aktiviteyên sosyal dibe û hwd.)

Wer xwiya ye ev norma jiyanê ne ji bo vî meslegê ye!!


Azadiya Mirov

Resîd Battê

Azadî peyveke gelekî bi naveroke. Dendika azadiyê "mirov" e. Mirov bixwe jî xwediyê naverokeke gelekî dewlemende.

Dewlemendiya vê naverokê li ser bingehê, girêdana wê bi peyva"azadiyê" digel "mirov" û girêdana wê bi derdora "mirov" ve tê sirove kirin. Azadî, tekuziya xwe ji derdora mirov pêk tîne ,bi derdorê ve pêçayiye. Di piraniya rewsan de û ji aliyê derdora "mirov" ve gelek sînor û çeper li azadiyê têne girêdan. Tu mirov bê girêdanek bi derdora xwe ve nebe ku hebe, ji ber vê yekê "azadî", azadiya "mirov" bi rêberdana(serbestiya) derdora "mirov" ve girêdayiye. Mezinayî û piçûkayî ya "azadiya mirov" li gor xelekên derdora "mirov" tê gorîn.Derdor dewlemend be "mirov" kulturek dewlemend werdigre û azadiya wî li gor pîvanên maldariyê,dewlemendiyê tên nijinandin.

Danûstandinên wî/wê bi pîvanên sertên maldariyê berfereh anjî berteng tên danîn.zanebûn û hewldanên "mirov"bi wan keresteyên ku derdor jêre dideynê xwedî azadî dibê. Heger derdora "mirov" derdorek olî be hingî ew "mirov"li gor pîvanên olî "azadiya" xwe di nijinê.Danûstandinên wî/wê li gor wan pîvanan bi pês dikevîn. Welatê ku "mirov" lê tê jiyanê û lê bitemen dibe,têde dijî jî, giraniya xwe li ser pêsketin, anjî lipasketina "azadiya mirov" dide xuyakirin. Welatekî demokrat,pêsketî û xwediyê azadiyên berfireh ,rê dide ku "mirov" azadiyeke berfirehtir û çaktir bi nijinê.

Dema hebûnên welatekî kêm û keresteyên avakirina azadiyeke berfireh qelsbin,di wî welatî da riya pêsketina azadiyek berfireh tengtir û qelstire.Mirov li gor wan sertan azadiya xwe ava dike. Dema mirov tê jiyanê, bêyî ku bi xwe biryar li ser jiyana xwe bide dikevê nava jiyana malbata xwe de û dinava sertên wê malbatê de tê pêçan.Ew pêçana ha,derdora ha li gor hebûn û zanebûnên xwe dest bi avakirina jiyana wê zarokê,wê azadiyê dike.Helbet di berdewama salan de "zîrekbûna" zarokê ya xwezayî di nava vê derdorê de,di nava vê çeperê de , li gor hêza xwe ya fizîkî û sîkolojîk cihê xwe çêdikê. Di piraniya caran de "azadiya wî mirovî" dikeve siklê derdora wî de û kêm caran jî ji nava wê çepera ku ne li gor wî kesî ye tê gorîn. Ev gorîna ha gelek caran dibe "nakokî " dinavbera kes û derdora wî de û wek serîhildan tê nasîn.Teqûreq,ser û pevçûn çêdibin.Keç ji nava malbatê direvin,kur cihê dibin û jin û mêr jihev dikevin, berdan çêdibin.

Ev nakokiyên ha ku malbatê belawela dikin ji ber vê derdora ha ya ku gelekî bihiskî hatiye avakirin û rê nadê ku mirov bighê azadiya xwe. Ew dêûbavên ku bixwe di xortaniya xwe de hêvî dikirin ku "derdora wan,çepera li dor wan"nerm ,bêhnfereh be,îro di dema ku ew bixwe "derdorin" xwe hisk û asê dikin hêrîsî zarok û jinên xwe mêrên xwe dikin,dibin sebebê "nakokiyên" mezin û giran. Xesûyên ku di dema bûkaniya xwe de ji xesûyên xwe nexwes bûn ,di dema xesûtiya xwe de bixwe hisktir û asêtirin,û mêr jî bi wî awayî. Ev rê libergirtina pêsketina azadiyê di nava neteweyên dagirkirî de xurttir û asêtir re,ew bi xwe daxwaza azadiya xwe ji dijminê xwe dikin lê bixwe tu azadiyê nadin yên nêzîkî xwe.

Tistê ku dijminê wan bi wan dike ,ew bixwe bihev dikin. Di dema koçberiyê de rews hêjî girantir û asêtir dibe.Malbat ji rehên xwe yê netewî durketiyê,dinava rewsek nenas de ye û tirsa têkçûnê xurttir û mezintire. Di van her du rewsên jorîn de çeperên li dor "azadiya mirov" hisktir u asêtirin,lê zûtir jî diskihin û dihêrifin,dibin sebebên trajediyên nebihistî.Civata kocber u welatê ku kocber lê diminîn dikevin hevrikîya hev û ev yeka ha dibe nexwesî di navbera wan de. Dema mirov bala xwe bide welatê Swêd yê ku em bi koçberî hatinê û lê dimînin,revsek bi taybetî lê heye.

Ev welat bi xwe ji hiskiyek gelek nemirovane û di demek gelek kurt de gihaye nermiyek,azadiyek mirovî ya gelek li pês welatên din û ev rewsa ha buye gorneke miriyan ji bo gelek mirovên ku ji hinek welatên ku di rewsa "azadiya mirovî" de gelek hiskin re,wek nimune Kurdistanî,ereb û îranî û hinekên din. Di vê rewsê de gelek caran jin bi xurtî û bi teqûreq dixwazin xwe bighênin jina swêdî ya ku bi sedên salan li pêsiya wan e.Di destpêkê de mêr dighê nermiyê û di dawiyê de jin bi awayekî fûrîn ji civata xwe dûr dikeve,nermiya mêr têr nake .Helbet ev fûrin tu carî jina kocber nagihênê jina swêdî ya ku gelekî lipês wê ye û hêviyên jina kocber dibin xeyal û trajediyên mezin bi serê wan tên.Mêr jî liber vê tofanê diçe û malbat jî bicarekê dihêrive,ne rêz dimine û nejî mirovanî. Hinek di bêdengiyê de jiyana xwe didomînin û hinek jî dibin mêvanê zîndan û goristanan.

Bi a min; ku yek ji yên ku xwedî serpêhatiyên li welatê Swêdê me divim bêjim ku,divê mirov çi jin û çi mêr be, divê destê xwe ji kustin , revandin û tirsdanên nemirovane berdin. Divê derdor li zarokan neyên asê kirin û rê liber zewaca wan neyê girtin.Keç kî bixwazê bila wî bikê û kur kê bigrê bila wê bigrê."azadiya mirov" bi zor û tirsê nayê girtin,bi taybetî li vi welatê ha Swêd.Ma gelo çi ferqa zavayekî swêdî li Swêd û yekî tirk,ereb û ecem ji malbatek kurd re heye? Hemû jî li Swêdê dijîn û ferq di navbera jiyan û oldariya wan de tune.Wê zarokên wan jî otomatîkî bibin swêdî!!!

Mirovên bi temen mezin ku bi zor û tirsê dixwazin zarokên wan wek wan bikin, ji bilî ku xisarê bidin xwe pêve ,çimixabin nikarin guhertinek din di vê rewsê de û li vî welatî çêbikin. Ev tofan mezintir ji serê li hember dijminê we dagirkerên welatê we ye .Divê êdî çekê xwe li hemberî koçberiyê deynin û riya "azadiyê" bidin biçûk û zarokên xwe.Xwe ligor civata nu û sertên jiyana wî rast bikin.Hiskî tu kesî nagihînê serxwebûn û azadiyê.

Tel: 08-6446622

Fax: 08-6502120

Box 131 05 Nacka

berbang