BERBANG

Organa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:118,Çileya Pêsîn 2000

 

Biryarên Kongreya 19 mîn a FKKSê

Kongreya 19mîn a Federasyonê di rojên 21-22 Cotmeha 2000î de li Stockholmê li avahiya ABF civiya. Kongre li gor rojeva xwe bi re ve çû û roja 22/10/2000 bi dawî hat. Kongre biryarên li jêr pêjirand.

Biryar: 1 Nameya pîrozbahiyê ji 7 endamên parlamentoya Swêdê re

7 endamên Parlamentoya Swêdê bi munasebeta dema amadekirina pêþniyarên biryaran ya Parlamentoya Swêdê, di derheqa rewþa Kurdistana Iraqê û bi giþtî li ser pirsa kurdî de pêþniyarekê amade kirine û teslîmê serokatiya Parlamentoya Swêdê kirine da ku li ser biryar bê wergirtin. Bi munasebeta ev pêþniyara 7 endamên ji partiyên cuda li Parlamentoya Swêdê di derheqa rewþa Kurdistana Iraqê û bi giþtî jî li ser pirsa kurdî, FKKS biryar dide ku pîroznameyeke ji bo van 7 endamên Parlamentoya Swêdê bê amadekirin weke biryara Kongreya FKKS ji van amadekarên pêþniyarê re bên þandin.

Biryar: 2 Name ji serokên grûba partiyên siyasî yên li Parlamentoya Swêdê û ji endamên komîsyona kar û barên derve yên Parlamentoya Swêdê re

Ji serokên grubên partiyên sîyasî yên li Parlamentoya Swêdê re, Ji serokatiya komîsyona kar û barên siyaseta derve ya Parlamentoya Swêdê re, FKKS ji pêþniyara ku 7 endamên Parlamentoya Swêdê di derheqa rewþa Kurdistana Iraqê û li ser pirsa kurdî bi giþtî amade kirine û teslîmê serokatiya Parlamentoya Swêdê kirine, agahdar bûye. Kongreya 19 mîn a FKKSê biryar da ku bi xurtî piþtgiriya vê pêþniyarê bike. Loma jî, Kongreya 19 mîn a FKKS ji we serokên birêz yên Partiyên Swêdê ku li Parlamentoyê tên temsilkirin û her weha ji we, endamên birêz yên komîsyona kar û barên siyaseta derve ya Parlamentoya Swêdê daxwaz dike ku hûn biryara piþtgiriya vê pêþniyara 7 endamên Parlamentoya Swêdê bikin. Kongreya 19 mîn a FKKS bawer dike ku, ew daxwazên ku di pêþniyara 7 endamên Parlamentoya Swêdê de hatine destnîþankirin, daxwazên rewa, demokratîk û mirovahî yên gelê kurd li Kurdistana Iraqê û li tevahiya Kurdistanê ne. Em, kurdên li Swêdê bi rêya rêxistina xwe ya demokratîk ji we, nûnerên hilbijartî yên gelê Swêdê û desthilatdarên demokrasiya Swêdê daxwaz dikin ku, hûn mafên ku ji xwe re rewa dibînin, gelê kurd jê bêpar nehêlin. Loma jî em him weke kurd her weha weke hemwelatiyên we yên nûh daxwaz dikin ku di munaqeþeya li ser vê pêþniyarê de weke gurûba Partiya we ya Parlamentoyê, li gel vê pêþniyarê bin da ku ew bibe biryara Parlamentoya Swêdê û rêbera siyaseta hukumet û dewleta Swêdê di derheqa rewþa Kurdistana Baþûr û pirsa kurdî bi giþtî.

Biryar: 3 Li ser piþtgiriya tevgera neteweyî û demokratîk a gelê kurd li tevahiya Kurdistanê

Kongreya 19 mîn a FKKS bi biryara xwe careke din dide diyar kirin ku, gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê têkoþîneke rewa bi rêve dibe. FKKS, weke heta îro, dê ji bo peydakirina piþtgiriya têkoþîna gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê ji bo maf û azadiyên xwe yên neteweyî û demokratîk de, dê kar û xebata xwe bidomîne û daxwaza rêzgirtina mafê rewa ya gelê kurd a di derheqa bi azadî tayînkirina çarenivîsa xwe di her qad û ji her aliyên siyasî de daxwaz bike.

Biryar: 4 Name ji wezaretên kar û barên derve yên dewletên endam yên YE re Kongreya 19 mîn a FKKS ji hemû dewletên endamên YE daxwaz dike ku, di pêvajoya danûstandina endametiya dewlata Tirkiyê ya li YE de, pîvanên esasî yên endametiyê, weke nimûne jî ew "pîvanên Kopenhangê", bi tu awayekî neyên revîzekirin yan jî rê li ber dewleta Tirkiyê neyê vekirin ku ew van pîvanan li gora dilê xwe þirove bike û dest bi danûstandinên endametiyê bike. Kongreya 19 mîn a FKKS diyar dike ku, di her merheleyên pêvajoya berendametî û danûstandinên endametiya dewleta Tirkiyê bi YE re pirsa kurd û Kurdistanê weke xaleke bi serê xwe bibe mijara þertên endametiya Tirkiyeyê û di derheqa vê pirsê de daxwazên gelê kurd li ber çavan bê girtin û li ser vê pirsê bi rêxistinên siyasî û demokratîk yên Kurdistana Bakur ve peywendiyên eþkere bên danîn.

Biryar: 5 Di derheqa daxwaza penaberî ya nivîskarê kurd Selîm Berekat de Kongreya 19 mîn a FKKS piþtgiriya xwe di derheqê daxwaza penaberiyê ya nivîskarê hêja yê kurd Selîm Berekat de diyar dike û ji dezgehên dewleta Swêdê yên bi pirsa mafê penaberiyê ve eleqedar in daxwaz dike ku mafê penaberiyê bidin nivîskarê kurd Selîm Berekat.

Biryar: 6 Di derheqa daxwaza rakirina ambargoya li ser dewleta Iraqê

Kongreya 19 mîn a FKKS dîyar dike ku, biryara rakirina ambargoya YN ya li ser dewleta Iraqê bi þertê parastina mafên rewa yên gelê kurd ku bi îradeya azad a gelê kurd ya ku bi biryara Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê ve hatiye tesbîtkirin bê girêdan û YN bibe garantora parastina ew desthilata siyasî ya ku gelê Kurdistana Iraqê, bi rêya biryara Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê ve bi xwe bi îradeya xwe ya azad, tesbît kiriye. FKKS, dê ji bo ku YN biryara xwe li gora vê daxwaza rewa ya gelê kurd li Kurdistana Baþûr werbigre, xebateke berdewamî ya sîyasî û dîplomatîk bidomîne.

Biryar: 7 Di derheqê Y.C.K û Y.J.K de

Di avahîya FKKS ku di destûra FKKS de qaîdeyên wê hatine tesbîtkirin, cîheke girîng û taybetî ji bo ciwan û jinên kurd hatine tesbîtkirin. Lê mixabin ev, bi dirêjahiya salan e ku, ji bo avakirina seksiyona ciwan û jinan de komeleyên endam yên FKKS û organên bi van pirsan ve eleqedar, berpirsiyariyên xwe li gorî armanc û destûra FKKS bi cîh neanîne. Li gorî destûra FKKS, divê li her komeleyek endam a FKKS seksiyon(beþ) a ciwan û jinan ku bi kêmanî ji 3 kesan pêkhatî bên avakirin û di tesbîtkirina nûnerên kongreya FKKS de jî, divê ji sê nûnerên pêþî yek ji seksiyona ciwanan û yek jî ji seksîyona jinan bên tesbîtkirin. Armanc ji van xalên destûra FKKSê ew e ku jin û ciwanên kurd li Swêdê bi awayeke aktîv beþdarî xebatên komeleyatî bibin û her wisa di pêvajoya biryarwergirtinê de beþdar bibin. Ji beþdariya nûnerên ciwan û jin yên di kongreya 19 mîn a FKKS jî dîyar e ku ev yek nehatiye pêkanîn. Kongreya 19 mîn a FKKS ji ber sedemên hatin dîyarkirin biryar dide ku, organên hilbijartî yên FKKS li gel Y.J.K û Y.C.K di dema pêþ de hewl bidin da ku li her komeleyek endam ya FKKS beþê(seksîyon) a jin û ciwanan li gorî destûra FKKS bên avakirin û di kongreya pêþ a FKKSê de nûnerên kongreya FKKSê li komeleyên endam li gorî destûra FKKS bên hilbijartin. Kongreya 19 mîn a FKKS, di taqîbkirina bicîhanîna vê biryarê de KK ya FKKSê berpirsiyar dike.

Biryar: 8 Di derheqê zimanê kurdî de

Wek tê zanîn sala 2001ê ji aliyê YE ve wek "sala ziman" hatiye îlankirin. Bi vê mebestê Kongreya 19 mîn a FKSSê biryar digre ku, bi hevkariya mamosteyên kurd re bi van çalakiyan re rabe; a-Li Swêdê tarîxçeya xwendina zimanê kurdî b- Di sala 2000î de çend zarok bi zimanê kurdî dixwînin û çend mamoste hene? c- Ji bo bilindkirina prestîja zimanê kurdî kampanya weke ku malbatên kurd û bi taybetî jî kurdên bakur û Anadoliya Navîn zarokên xwe biþînin zimanê kurdî. d- Hewil dide ku ji Kurdistana Baþûr kitêbê dersê bînin Swêdê.

Biryar: 9 Di derheqê siyaseta Iraqê ya valakirina Kerkukê de

Kongre 19 mîn siyaseta dewleta Iraqê rûreþ dike ji bo ku ew rûniþtvanên Kerkukê û bajarên din yên Kurdistanê ku di bin kontrola wê de ne, ji wan vala dike .

Biryar:10 Di derheqê Kela Hewlêrê de Kongreya 19 mîn biryar dide ku, piþtgiriya xwe li projeya Daniella Mitterand ku dixwaze Kela Hewlêrê restore bike, dike.

Biryar: 11 Di derheqê þewata sînemaya Amûdê de Kongreya 19 mîn biryar digre ku ji îsal û pê ve þewata sînemaya Amûdê bi bîrbîne. Û Hersal wek salvegera vê bûyarê ji aliyê FKSSê de aktivîte bên kirin.


Axaftina Ahmed Z. Okçuoglu di kongreya 19mîn de

"Atmosfera Kurdên li Swêdê ez xweþbîn kirim"

Berî ku ez dest bi axaftina xwe bikim; ez we hemiyan ji dil û can silav dikim, ji bo we ez dawetî kongreya xwe kirim ez we sipas dikim û bi hêviya ku kongreya we yê bi serkeftin biqede. Dilê min hebû ku ez bibêjim min ji Kurdistanê ji we re silav anînin; lê mixabim serê deh salan e ez jî neçûmim Kurdistanê.

Gelî dostan!

Ez dikarim bibêjim ku di dîroka kurdan de ev cara yekem e kurd ketinin rewþeke weha xerab. Ji ber ku hemû hêvi û baweriyên kurdan di derekê de asê bûn û di encama vê prosesa dawî de baweriya wan hate têkbirin. Mewziyên ku kurdan di vî sîh salên dawî de bi dest xistibûn, hemû bi erzanî û bêxemî hate belav kirin. Ji ber vê yekê; ji her demê bêtir îro pêwîstiya kurdan bi lêbixwedîderketina mafê xwe heye. Li her derê her kes li ser navê kurdan dipeyive û ji bo pêþeroja kurdan hesab û kîtêb tên çêkirin, lê kurd bi xwe ne di nav tu þêwran de nin. Ji xêndî wan her kes li ser navê wan dipeyin. Dive kurd li hemberî van bûyeran bê helwest nemînin. Dive li hember wî kirasê ku dixazin li kurdan bikin, bi dengê hêla bibêje "Em dewletê dixwazin, em serxwebûnê dixwazin"

Birayên ezîz!

Meseleyeke din jî; ya ji bo kurdan pir girîng e, mesela Kurdistana Baþûr e. Ew destkeftinên ku bi hezar zahmetiyan hatinin bi dest xistin, dive her kes wek ronahiya çavên xwe lê bi xwedî derkevin. Ew kesên ku bixwazin van hêjayina belav bikin û dujminatiya va hêjayinan bikin, ger ew ronahiya çavên me bin jî, divê em wan teþîr bikin. Dive em wan dujminê kurdan îlan bikin.

Gelî dostan!

Ez naxwazim zêde dirêj bikim. Lê dive ez îtiraf bikim ku;ew reþbîniya min î li Tirkiyeyê bi vê atmosfera kurdên li Swêdê bû xweþbîniyeke mezin. Sedema wê jî, li kurdîbûna xwe xwedî derketine û bi karanîna zimênê kurdî ye. Ziman, ji hertiþtî girîngtir e. Ger miletek ji zimanê xwe bibe, mirov nikare qala hebûna wî miletî bike. Ji ber wê jî îro ji her demê bêtir pêwîstiya kurdan bikaranîna zimanê xwe heye. Divê ji îro û pêve, em bi zimanê tirkî nepeyivin, nenivîsînin û wî protesto bikin. Em her tiþtên xwe bi kurdî bikin. Bi kurdî rabin û bi kurdî rûnin.


Divê em li hember mentalîteta herêmî, bêdeng nemîninî!

M.Kîper

Di 29ê Mijdara 2000î de, di rojnameya "Metro" de beþa "Nytt jobb" de îlanek hatibû belavkirin. Nizanim çiqas bala dezgehên Kurdan, kiþandiye. Lê belê bala min gelek kiþand û ez pê pir aciz bûm. Ew ê ku haya wan ji meselê tunebe, wê fehim neke ku ez qala çi dikim. Beledîya Botkyrkayê, buroya beþa tercumaniyê, îlanek dabû çapkirinê.

Di vê îlanê de, li tercumnan digerîyan. Îlan, ji bo gelek zimanên cuda hatibû amadekirin û çapkirin. Wek mînak; Erebî, Bengalî, Berberî, Hîndî û hwd. Di nav lîsta navê zimanan de tiþtek bala min kiþand. Ew jî "Bahdînanî"bû. Ez li ser vê îlanê gelek fikirîm û bîhna min pir teng bû. Min zimanek usa an milletek "Behdînî", an welatek "Behdînî" ne bihîstibû. Lê swêdîyan û dezgehek swêdîya ev tiþt "keþf" kiribûn. Piþtî ku, meriv dûr û dirêj difikire, fêm dike ku, ew ne karê swêdîyan ye!. Hin "aqilmendan", ew "aqil" daye buroya Beledîya Botkyrkayê û wan jî, bi wan bawerî aniye û ev îlan çap kirine. Eger îlan weha bihate formulekirin; "Kurdîya devoka Behdînî". Min ê tu ecêbî di vê îlanê de nedîta. Lê wer xuyaye ku, mebest ne ew e. "Aqilmendekî", xwedîyê mentalîteyek herêmî, dezgehek swêdî xapandîye û dezînforme kiriye.

Ev mentalîteta heremî wê rê veke ku , îro pê ve hin Kurd zimanê xwe êdî, wek " Botanî, Serhedî", an jî wek, bi navê bajarê xwe bi nav bike. Eger, em li hember vê mentalîteta herêmî dernekevin û bêdeng bimînin dê, ev mentalîteta herêmî, gelek zerar bide miletê Kurd. Li Swêdê, Kurd bi dezgehbûna xwe razî û qayîl in. Kurdan gelek komele, enstitu, weqif avakirine. Gelek rewþenbîr li Swêdê dijîn, ez meraq dikim ka, gelo tu dezgeh li hemberî vê îlanê protestoyek an telefonek ji Beledîya Botkyrkayê re kirine an na?

Li gorî qenata mina þexsî, ez bawer nakim ku îlanek weha bala gelek Kurdan kiþandibe. Divê Kurd li hember tiþtên weha "piçûk" bêdeng nemînin. Kiryarên weha "biçûk", rê dide ku, tiþtên mezin jî biqewimin. Eger em li hember van tiþtan dernekevin, bila kes xwe nexapîne, em ê nikaribin li hember tiþtên mezin jî xwedîyê helwest bin. Daxwaza min, ji dezgehên Kurdan ew e ku, li hember karê wusa bêdeng nemînin.

Daxwaza min ya din jî ew e ku, her Kurdê ku ji herêma Bahdînî ye, telefona buroya tercumanîya Beledîya Botkyrkayê bike û vê îlanê protesto bike. Divê ji Beledîya Botkyrkayê daxwaz bêkirin ku, ew carek din vê îlanê, bi awayekî rast çap bikin. Divê tu dezgeh bi hêjayiyên me carek din nelîzin.

Navnîþana Beledîya Botkyrka yê ev e; Upplysningar: Tolkfšrmedlîngschef Reijo Kittilî, Tel. 08- 530 627 06, tolkförmdlare Therese Hagberg, 08- 5530 627 10


Nav: Hesenê Metê, temenê wî: 43, Kengî hatiye Swêdê: 1983, Malbat: zewicî bavê sê zarokan e, Mesleg: weþanger, Li kuderê dijî: Stockholm, Parola wî:"Her însan meziyeteke wî heye, divê ew meziyeta xwe bi kar bîne"

"Ew êsa xwe bi qelema xwe dilorîne!"

Faris Marsil

20 sal li ser wê roja tarî ku 5 generalên Tirk dest danîbûn ser hukûm derbas bû, lê hîn jî hukmê vê derbeyê û tesîra wê ya neêrînî ku li ser jiyan û pêþeroja însanan û bi taybetî jî însanên siyasî xiþt, derbas nebûye. Ew derbeya nebixêr bû sebeb ku hezaran însanên me derkevin derveyî welêt û li derveyî welêt bimînin, heseretê bikþînin, bikemilin, biafirînin û jiyaneke nû ava bikin.

Tevgera siyasî ya kurd di pêvajoya zaroktiya xwe de pêrgî derbeya 12 îlonê hatibû û him berpirsiyarên tevgera kurd û him jî kadroyên wê gelek ciwan û bêtecrube bûn; lê bi biryardar û fedekar bûn. Niyeta wan tunebû ku serê xwe ji generalan re xwar bikin ji ber wê jî rê û rêbazên têkoþînê yên nû dabûn pêþiya xwe. Hema hema hemû rêxistin û partiyên wê demê di wê baweriyê de bûn ku li hember cûntayê berxwe bidin û ji bo wê jî hemû organîzasyon kadroyên xwe yên siyasî derxistibûn derveyî "sînorê" bakûrê welêt û çûbûn perçeyî din yên Kurdistanê. Gelek rêxistin û kadroyên wan îdealên wan hebûn û li gorî îdeolojiya xwe ketibûn nav hewildanên bê hempa. Fedakariya ku wan nîþan didan wek dibêjin ; "taqdîrê þayanê" bû. Lê rastiya rêxistin û îmkanên ku di destê van rêxistinan de bûn ne weha bû ku ew îdealên xwe pêþve bibin; bêtercûbetî belkî jî yek ji wan faktorên herî girîng bû ku hema hema hemû rêxistinên Kurdistanê di nav xwe de perçe bûn û ketin nav rewþeke xerab.

Hesenê Metê jî yek ji wan kadroyên Ala Rizgarî bû ku piþtî darbeya 12 Îlonê ew jî, ji mecbûriyetê derketibû dervayî welêt. Ew cara yekem bû ku tevî grûbeke mezin yên hevalê xwe çûbû Kurdistana Baþûr û li meqarên YNKê bi cî bibûn. Ew sê li hersê perçeyên Kurdistanê dimîne, jiyana Kurdan bi çavê xwe dibîne ku ev di pêþerojê de ji bo wî bibe tercubeyeke qenc. Armanca wan ji wek hemû rêxistinên din yên Kurdistana bakur ew bû, ku dê ew jî perwerdeya leþkerî bidîtana û piþtî vê perwerdeyê berê xwe bidana welêt û dê dest bi xebatê bikirina. Lê rastiya ku ew li wê dibîne û program û îdeolojiya ku rêxistina wî dabû ber xwe, xeyalê wî jî diþkîne û di demekê kin de dev ji rêxistina xwe ber dide.

Ew kadroyên ku îro him di warî siyasî, kulturî, civakî, komeleyetî, zimanî û di warên din yên civatê de ji bo kurd û kurdayetiyê xebat dikin, ew kadro ne ku beriya 12 îlonê dest bi vî karî kiribûn û îro jî ew kar ji aliyê wan ve tête meþandin. ‚i bigre ev hemû nivîskar, þaîr, weþanger, rojnamevan û hunermendên ku îro di qada xebatê de ne di dema xwe de bi siyasetê mijûl bûne û di nav rêxistinên siyasî de ciyê xwe stendine; ev tiþt jî tebiî ye û ji rewþa siyasî ya welatê me tê.

Hesenê Metê jî yek ji wan nivîskaran e ku ew jî êdî fehm kiriye ku ji xeynî siyastê jî rê hene ku meriv dikare xizmeta welatê xwe, gelê xwe, kultura xwe, zimanê xwe bike û di van waran de jî serketî be. Ew meziyata xwe , qabiliyeta xwe, zanîna xwe di warê edabiyatê de bi kar tîne. Ew dibêje ku, "Di civatekê de her însan muhaqeq di warekê de qabiliyeta wî heye, divê ew vê qabiliyeta xwe keþif bike û di wî warî de xwe pêþ bixe. "

Li gorî baweriya wî herkes nikare bibe pêþmerge, siyasetmedar yan jî organîzator. H. Metê ev meziyata xwe li Swêdê keþif dike. Ew zêdetir bi edebiyatê re mijûl e û qabiliyeta wî di vî warî de ye. Swêd îmkan dide wî ku ew bi rastnivîsandina kurdî ve mijûl bibe. Ne sir e ku gelek nivîskarên me yên ku îro bi kurmancî dinivsînin, piraniya wan kurdiya nivîskî li Swêdê fêr bûne û li vir berhemên xwe yên edebî afirandine.

Hesenê Metê jî yek ji wan nivîskaran e ku ew jî di vê pevajoyê de derbas bûye û îro di warê xwe de gihaþtiya radayeke bilind. Wî ji xwe re karê nivîskariyê kiriyê hobî û êþa xwe, endiþe û gumanên xwe yên ji jiyanê bi qelama xwe dilorîne. Ew nivîsandina kurdî ne ji bo xatirê ku ew welatperwer yan jî neteweperwer e pêk tîne, ew vî karî ji bona ku ew hevwelatekî civata Kurd e dike û di vî warî de jî xwe bêminet hîs dike. Ji xwe dibêje; "bi xêr û xêrxwaziyê tu kar nameþiyaye û dê nemeþe jî." Hesenê Metê merivekî santîmental e, hîssî ye, derdûkulan dawêje hundirê xwe, wêneyên nexweþ yên jiyanê, dîmenên negetîv yên însanan dikare tavilê de tesîra xwe lê bike; ew xemgîn bibe û ew vegere jiyana xwe ya hundirîn. Ew ev êþa xwe bi formê kurteçîrokan formule dike, dixemilîne, diceribîne, tîne zimên û pêþkêþî raya giþtî dike. Di vî warî de ew çiqas biserketiye, ev taqdîra xwendevanan e. Lê sîgnalên ku ji raya giþtî ya kurdên Swêdê tên ew di karê xwe de serketî ye.

Hesenê Metê(metêke wî tenê hebûye, ev navê wî ji aliyê meta wî ve hatiye dayîn) ji qeza Erxeniyê ye, ev 17 sal e hatiye Swêdê bi cî bûye, di çapxaneyekê de kar dike, wexta xwe yê vala bi nivîsandinê derbas dike, bi çend hevalên xwe re bi navê weþanên "Welat" kitêban çap dikin, ew bi xwe him bi karê wergerê re mijûl e û him nivîskar e; heta nuha 6 kitêbên wî çap bûne, kitêbên wê ji çîrokan û bi taybetî jî kurteçîrokan pêk tên. ‚îroka wî ya yekem bi navê "Mêrxasî" di Kurdistan Pressê de çap bûye û li gorî nivîskarên vê babetê ew di warê xwe de serkeftî bûye. Ev gotina "serkeftî" Hesenê Metê gelek kêfkxwêþ dike û belkî jî dibe sebeb ku ew vî karê xwe berdewam dike. Kurteçîroka wî ya dawî bi navê "Tofan"çendekî berî derket ku di salên dawiyê de bûyarên ku li welatê me qewimîn di þehsê Cîhangîr de bi awakî hunerî tîne zimên.

Hesenê Metê di jiyanê xwe de li pey edaletê ye, li dijî neheqiyê ye; di sebebên neheqiyê de dibêje ku ; "Rebê alemê di karê xwe de biserneketiye, ev hemû neheqiyên dinyayê elametên wî ne". Wek însan însanekî rastgo ye, îdealîst e, mutewazî dijî, nepozbilind e, tedaxulê karê yekî nake. Swêd ji xwe re kiriye welatê duyem, lê giliyên wî ji Swêdê heye ku Swêd bi comerdî zeman nade wî ku gazinan wî heye. Ew bavê sê zarokan e, zarokên wî tirkî nizanin, ne ji ber ku ew li dijî tikî ye, lê siyaseta Tirkiyeyê ku li hember kurdan dajo wî û zarokên wî ji tirkî sar kiriye.

Hesenê Metê di dawiyê de sireke xwe jî eþkere dike û dibêje; "ez wexta herim dawetekê û di wê dawetê de govendê bigrim, muhaqeq ev dibe elametê wê yekê ku, baxteweriya bûk û zavê dirêj najo, ya ew ji hev vediqetin yan jî ew mesûd nabin." Ji bo wê yekê ji ew zû bi zû naçe dawetan û bi taybetî jî dawetî hevalên xwe yên samîmî. Eman ezebno bala xwe bidin van gotinên Hesenê Metê, wexta daweta we hebe, wî neezbînin daweta xwe, ya jî wexta we wî eziband jî, jê rica bikin ew nekeve govendê da ku tofan neyê ser we jî .!!??

Tel: 08-6446622

Fax: 08-6502120

Box 131 05 Nacka

berbang