|
BERBANG |
|
Organa
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:116,Heziran 2000
|
|
|
Konferansa Stockholmê û….. Faris Marsil Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di hefteya pêþîn a meha Hezîranê de li Stockholmê bi navê Konferansa Stockholmê 3 rojan civîn li dar xistin. Babeta van civînan "Berendametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê û Pirsa Kurdî" bû. Di dawiya van sê rojên konferansê de danezanek ji raya giþtî re hat belavkirin. Di rûpelên Berbangê de hûn ê tavahiya danezanê him bi kurdî û him jî bi swêdî bixînin. Raya giþtî haydar e ku hukûmet û dewleta Swêdê di warê demokrasî û mafên mirovan de gelek hesas e. Wê hergav di vî warî de rexne û dîtinên xwe bi fermî pêþkeþ kirine. Di dema berandambûna Tirkiyeyê a ji bo Yekîtiya Ewrûpayê (YE) de Swêd yek ji wan endamên YE bû ku dixwest berê ku berandametiya Tirkiyeyê ya YE bê pejirandin, divê ew bi awayekî gav bavêje û pirsa kurdî çareser bike û di vî warî de jî bi taybetî Wezîra Swêdê ya Karûbarê Derve Anna Lindh ketibû nava hewildanekê. Li gor agahdariya min diviyabû Anna Lindh jî beþdarî vê konferansê bibûna lê ji ber programa xwe, nikaribû beþdariyê bike. Lê em hevpeyvîna ku serokê Komeleya Kurdistanê yê Eskilstunayê Cemil Demircan û Redaktorê kovara Araratê -ku organa vê komeleyê ye- Azîz Aliþ di meha Gulanê de bi Wezîra Swêdê ya Karûbarê Derve Anna Lindh re kiribûn û di Araratê de hatibû weþandin, careke din di Berbangê de diweþînin. Em bawer in hûn ê bi kêf vê hevpeyvînê bixwînin. Konferans ji aliyê Federasyon û ABF hatibû organîzekirin. Vekirina konfernasê serokê ABF Göran Eriksson kir. Ji aliyê swêdiyan ve; seroka Komîteya Swêdî ji bo Mafê Mirovî ya Kurdan Marianne Andersson û parlamentera sosyaldemokrat Cinnika Bejning beþdarî konfernasê bûn. Serokê Partiya Demokrasî û Aþtîyê (DBP) Yilmaz Çamlibel li ser babeta "Yekîtiya Ewrûpayê, Tirkiye û Pirsa Kurdî" tebligatek pêþkêþî konferansê kir. Ew dûr û dirêj li ser rewþa Tirkiyê û berandambûna wê ya Yekîtiya Ewrûpayê rawestiya û li ser rewþa aktuel û hewildanên nû yên kurdan ku di warê partiya legal de tên avêtin, sekinî. Hûnê tevayiya metna wî bi zimaneke sade bixwînin. Þexmûs Diken yek ji endamê ÇEKUL (Weqfa Parastina Nirxên Kulturî û Hawîrdorî yên Jîngehê) bû ku li ser projeya bendava Ilisuyê sekinî û xeteriya ku bajarê dîrokî Hesenkêf bi avakrina vê bendavê di bin avê de bimîne. Gotarvan di beþa xwe de serkeftî bû û bi "diayan" Hesenkêf anî ber bi çavên guhderan. Dibe ku ji bo hin xwendevanan ne balkeþ be, lê bi mîrata xwe ya tarîxî û kulturî Hesenkêf ciyekî girîng distîne û divê her partî, rêxistin, komele, weqf û dezgehên din û her welatpwerwer xwedî li Hesenkêfe derkeve da ku di bin avê de nemîne. Bi kurtayî be jî em ê ji axaftina wî pêþkêþî we bikin. Mehmet Vural yek ji birêvebirê Weqfa Mafê Mirovî ya Diyarbekirê ye û li ser binpêkirina mafên mirovan li Kurdistanê rawest. Û pêþniyazên xwe ji bo çaerserkirina pirsa kurdî ku dema Tirkiye berendamê Yekîtiya Ewrûpayê ye pêþkêþî konferansê kirin. Hûnê bi nivîsa wî careke din bi faktan haydar bibin ku, di dema berandambûna xwe ya YE de jî, Tirkiye çawa mafên mirovî li Kurdistanê îhlal dike. Kesên beþdar û nebeþdar Di roja sêyem a Konfernasê de berpirsiyarên rêkxistin û dezgehên demokratîk û kulturî yên kurdî ku li Ewrûpayê kar û barên xwe dimeþînin dîtin û pêþniyazên xwe pêþkêþî konferansê kirin. Li ser navê Federayona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Keya Izol, li ser navê Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê Bilal Görgü, Li ser Weqfa Kitêbxaneya Kurdî li Swêdê Nedim Dagdeviren, Li ser navê Enstituya Kurdî ya Parîsê Reþo Zîlan, li ser navê Komkarê Fettah Timar, li ser navê Buroya Kurdî ya Peywendî û Agahdarîyê li Brukselê Cemal Sönmez, li ser navê Komeleya Demokratîk ya Kurd li Rogalandê (Norweç) Salih Kara, li ser navê Komeleya Navneteweyî ya Mafên Mirovî li Kurdistanê-Almanya Sertaç Bûcak, beþdarî civînê bûn. Her yek ji wan li ser çalakiyên xwe sekinîn û derheqê van çalakiyan de agahdarî dan konferansê. Herçiqas Hevkar, Civata Kurd û Enstituya Kurdî ya Brukselê jî hatibûn vexwendin, lê ew bêþdarî konferansê nebûn. Lê di encama civînê de derket holê ku rêxistinên demokratîk hemfikir in ku xebata xwe ya ji bo hiþyarkirina raya giþtî ya Ewrûpayê bikin yek û hewil bidin ku vê xebata xwe di nav rêxistinên kurdan yên Ewrûpayê de berfirehtir bikin. DANEZANA KONFERANSA STOCKHOLMÊ Bi însiyatîfa Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê, di navbera 1-4ê hezîrana 2000î de, çend rêxistin û saziyên Kurdên ji Swêd, Norwec, Almanya, Fransa û Belçîkayê li Stockholmê civîyan. Di civînê de berendametîya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropî û mafên Kurdan hat muneqeþe kirin. Piþtî muneqeþeyên berkeftî hat diyar kirin, ku divê hevkariyeke rêkxistî di navbera rêxistinên demokratîk yên Kurdan de bête afirandin. Herweha divê, tecrûbeyên xwe pev biguhurînin, pirsên xwe yên hevbeþ mineqeþe bikin û rayeke giþtî li Ewropayê li gor biryarên jêrîn bînin holê. Gelê Kurd wek neteweyekî dabeþkirî di navbera Tirkiyê, Îran, Îraq û Sûriyê de, bêguman xwedî maf e, ku bikaribe çanda xwe bi kar bîne û bi zimanê xwe yê dayîkê xwe perwerde bike û îdareya welatê xwe bi destê xwe bike. Em bi yekdengî kriterên ji aliyê hêzên navneteweyî û Yekîtiya Ewropî ve hatine danîn, bi taybetî jî kriterên Kopenhagenê, bi kêmanî bibin rênîþander ji bo çareserkirina pirsa kurdî li Tirkiyê ya di dema berendametîya wî ya Yekîtiya Ewropî de. Em gelek qimetê didin pêþveçûnên sîyasî, civakî û çandî li baþûrê Kurdistanê. Em bangî hemû hêzên Kurdan û yên navneteweyî dikin ku piþgirîya vê pêþveçûnê bikin. Em di eynî wextî de nerazîbûna xwe ya xurt li hember êriþên leþkerî yên domdar û gefxwarinên leþkerî yên Tirkiyê, herweha yên hemû hêzên din, diyar dikin û wan wek rêlibergirtina pêþveçûnên demokratîk dibînin. Federasyona Kurd bi pêþniyareke hevbeþ însiyatîvê werdigire da ku konferanseke navneteweyî li dar bixe ku tê de daxwazên Kurdan ji bo aktorên Yekîtiya Ewropî û herweha yên navneteweyî bîne zimên. Em gelekî qîmetê didin wê yekê ku ev konferans di dema seroketîya Swêdê ya Yekîtiya Ewropî de pêk bê. Em hemfikir in ku xebata xwe ya ji bo hiþyarkirina raya giþtî ya Ewropayê bikin yek. Ji bo pêþniyarên praktîkî û strukturî komisyonek hatiye damezrandin. Emê hewl bidin da ku vê xebata xwe di nav rêxistinên Kurdan yên Ewropayê firehtir bikin. Stockholm, 4 Hezîran 2000 "Pîvanên Kopenhangê ji bo me kurdan jî pêwîst in, lê ne bes in"
Yilmaz Çamlibel Serokê Partiya Demokrasî û Aþtiyê (DBP) Pirsa kurdî çawa ket rojeva Tirkiyeyê Di dewra Osmaniyan de gelek miletên curbecur bi hev re dijiyan. Ji van miletan yek jî kurd bûn. Ev milet bi navê kurd û Kurdistanê li ser axa bav û kalê xwe dijiyan. Di dema damezirandina Komara Tirkiyeyê de jî rewþ wisa bû. Mustafa Kemal di nameyên ku ji serokên kurdan re þandibû de, digot;" Em. bi hev re pêþberê dijminan þer bikin. Bi hevre dewleteke muþterek ava bikin." Di kongreyên Erzirom û Siwasê de biryar hatibû girtin; "Ev dewleta ku tê damezirandin, dewleta tirk û kurdan e." Di Lozanê de gava Lord Gurzon qala dewletekê kurdan dikir, Ismet Paþa digot; "Em bi kurdan re dewletek muþterek ava dikin. Hewcedariya wan bi dewletekê cuda nîne." Di dewra hilweþandina imparatoriya Osmanî de , kurd jî wek miletên din dikaribûn bibin xwedan dewletekê serbixwe. Lê kurd li ser soza kemalistan, bo dewleteke muþterek, bi wan re hevkar bûn. Piþtî damezirandina komara Tirkiyeyê, hebûna kurdan hat înkarkirin. Navê kurd û Kurdistanê hat qedexekirin. Bi vê celebê pirsa Kurdî, ket nav rojeva Tirkiyeyê. Li ser vê siyaseta xelet di dîroka komara Tirkiyeyê de miletê kurd 29 caran serî hilda û þer kir. Lê rewþ tu carî nehat guherandin. Bi milyonan meriv koçber bûn. Xwîn hat rijandin. Gund û bajêr hatin wêrankirin. Gelek serokên kurdan hatin dardekirin. Êdî divê herdû alî jî qebûl bikin ku, ne kurd bi þer mafê xwe yê neteweyî stend, ne jî dewleta Tirkiyê dengê kurdan birrîn. Xuya ye ku problem dê bi diyalog û aþtî were çareserkirin. Di damezirandina komara Tirkiyeyê û vir ve hemû karbidestên Tirkiyeyê dibêjin; "Ataturk rêberê me ye, em di rêya wî de dimeþin". De fermo gotina serokê xwe bînin cî û dewletê bikin dewleta Tirk û Kurdan. Qanûna esasî ya 1961ê û dûmakîka wê Piþtî qanûna esasî ya 1961ê, rewþa Tirkiyê hat guhertin. ‚erçeweya azadî û demokarsiyê piçek fireh bû. Di vê demê de ji bo kurdan, karkiran, elewiyan, jinan û rewþenbîran îmkanên xebatên çandî, hunerî û siyasî çêbûn. Partî û komleyên hevdem hatin avakirin. Civat hiþyar bû û qala mafê xwe kirin. Karbidestên Tirkiyeyê ji vê hiþyarbûnê aciz bûn. Ji bo pêþiya vê pêþveçûnê bigrin gelek dafik danîn. Bi destê ajanan, xwendekarên unîwersiteyê ber bi çekdariyê ve kiþandin. Dev-Genc dev ji siyaseta legal berda, bû îllegal û ji bo têkoþîna çekdariyê bangê millet kirin. Rêvebirên dewletê van buyaran kirin bahane û di 12 Adara 1971an de mudaxeleya faþist hat ser hukim. Sê serokên Dev-Gencê hatin daredekirin. Hinek hatin kuþtin û gelek ji wan avêtin zindanan. Qanûna esasî û yê din hatin guhertin. ‚erçeweya azadî û demokrasiyê hat tengkirin. Ev proje bi alîkariya karbidestên Tirkiyeyê, di sala 1980î de bo kurdan jî hat bikaranîn. Bi destê PKKê kurd jî ketin nav dafikê. Di nava 15 salan de 4 hezar gund hatin valakirin. 3 milyon kurd bûn koçber. 30 hezar ciwanên kurd hatin kuþtin. Li gel vê jî kurd tiþtekî bi dest nexistin. Abdullah Ocalan jî îtîraf kir ku ev þer, ji bo pêþveçûn û geþbûna têkoþîna kurdan bû astengek mezin. Di navbera salên 1960-80î de di nav gelê kurd de, hiþyarbûneke mezin çêbû. Gelek siyasetvanên kurd di nav TIPê de kar dikirin. Gelek rewþenbîr û ciwanên kurd komel û dezgeh avakirin. Rojname, kovar û kitêb hatin weþandin. Milet rabû ser piya. Behsa heqê xwe yên neteweyî û mirovî kirin. Karbidestên Tirkiyeyê nikaribûn pêþiya vê prosesê bigrin. Ji bo wê jî kurdan kiþandin nav þer û pêþveçûna kurdan hat sekinandin. Ev hebûna ku bi keda milyonan hatibû afirandin, hat pelixandin. Rewþa Tirkiyê ya îroyîn çawa ye? Ev herêma ku Tirkiye jî tê de cî digre herêmeke pirrrengî ye. Gelek qewim li vir cîh û war bûne. Dewlet damezirandine û kultur afirandine. Miletê kurd jî yek ji wan e. Li Tirkiyeyê gelek gel, zimên, çîn, kultur, ol û mezheb hene. Dewleta Tirkiyeyê hinek ji wan diparêze hinekê din jî dipelixîne. Kemalîst ev 77 sal in, dixwazin ev civata pirhejmarî bikin yekhijmar. Hemû problemên civatê berhema vê siyaseta xelet e. Partiyên ku sazûmana Tirkiyeyê diparêzin ne demokrat in. Partî di bin zordariya serokên xwe de ne. Serokên partiya nahêlin millet bikeve nav siyasetê. Siyaset ji bo millet ew e ku ji pênc salan carek dengê xwe bikarbînin. Guhartinên ku gel daxwaz dike, di meclîsê de nayê zimên. cunkî dewle naxwaze berpirsiyarên milet bikevin meclîsê. Li gor qanûna Tirkiyeyê, tu partî nikare bêje, li Tirkiyeyê xeynî tirkan miletekê din heye. Xeynî çand, zimanê tirkan, çand û zimanekî din heye. Li Tirkyeyê ji bo kurdan ne tenê xebatên siyasî, herhewa kar û xebatên hunerî jî qedexe ye. Ji bo van sedeman gelek rewþenbîr û siyasetmedarên kurdan eza û cefa kiþandine, ketine zinadanan, hinek jî wan jî hatine kuþtin. Ev rewþa xeter hin jî berdewam e. Tirkiye dewletek kapitalîst e. Lê çîna kapitalîstan li ser hukim nîne. Dewlet bi destê birokrata tê îdare kirin. Siyaset di bin bandora generalan de dimeþe. Bê îzna wan li Tirkiyeyê tu gav nahên avêtin. Beþek ji kapîtalîstan dixwazin bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê(YE). Lê beþa bazirganiyê dixwazin bibin parçayekî Rojhilata Navîn û ola xwe jî biparêzin. Ev beþ naxwaze bibe endamê YE yê. Bi kurtayî li ber endametiya YE gelek astengî hene. Ev riyek dûr û dirêj e. Li ser vê riyê gelek dafik hene. Ez nebawer im Tirkiye ji bo guhartinên bingehîn gav bavêje. Di vî warî de karbidestên Tiriyeyê gelek caran niyetên xwe eþkere dikin; "Dibêjin bila YE bi vê halê me, em. qebûl bikin". Li Tirkiyeyê rewþa muxalefetê çawa ye? Iro li Tirkiyeyê, kurd, karkir, misulman, elewî û jin muxalefeta bingehîn in. Muxalefeta herî dînamik kurd, karkir û musulman in. Lê mixalefeta kurdan ji yên din dijwartir e. Hinek kes dipirsin: "Li Tirkiyeyê gelek eqaliyet hene, hûn çima kurdan ewqas derdixin pêþ? Hûn ji kurdan re mafê taybetî dixwazin ? Ma ev neheqî nîn e? Belê rast e, li Tirkiyeyê qedera 40 heta 50 eqaliyet hebûn. Lê nuha hejmara wan ji 15 derbas nabin. Yên din di encama siyaseta asimlasyonê de hatin helandin û wenda bûn. Xeynî kurda tu eqaliyet daxwaza mafê ziman û çanda xwe nakin. Kurd ev 77 sal in li pêþiya sazûmana Tirkiyeyê rabûye ser lingan. Dawa heqê xwe yê mirovî û neteweyî dike. Ev cudatî ji kuderê tê? Ev jî nîþan dide ku, kurd ne eqaliyet in, kurd neteweyekî qedîm a Rojhilata Navîn e. Li Tirkiyeyê him ji bo kurdan û him jî ji bo muxalefeta din xebatkirin zahmet e. Li pêþiya wan gelek astengên aborî, huqûqî, kulturî û siyaasî hene. Ji ber van sedeman li Tirkiyeyê muxalefeta xurt nîne û nikare dewletê ber bi demokrasiyê, aþtî û wekheviyê ve bidafîne. Kêmasiyek jî ew e ku, muxalefet bi hevre alîkarî nakin. Karbidestên Tirkiyeyê nahêle muxalefet di navbera xwe de platformên yekitî û hevkariya çêkin. Wan li dijî hev bi kar tînin, berê hev didin. Nahêlin di nav milet de aþtî, hevaltî û hevalbendî hebe. Bi saya vê siyasetê bi hêsanî welêt îdare dikin. Endametiya YE dê ji bo Tirkiyeyê çi bîne? Dinya me ya îroyîn ne wek berê ye. Dewlet, milet û hemû mirovên dinyayê êdî ji hev haydar in. Li kuderê çi bibe, êdî herkes dibihîze. Her meriv, komel û millet berbirsiyariya xwe ya dinyayê hildide ser milê xwe. Mafê mirovî, demokrasî, aþtî û wekhevî bûye armancekê enternasyonalî. YE jî dixwaze hemû milet, zimên, kultur, ol, mezheb hev bi nasin. Ji hevre hurmet nîþan bidin. Di nav jiyaneke aþtî de bi hevre serfirazî û serbilindî bijîn. Em. jî jiyaneke weha dixwazin. Em. dixwazin Tirkiye bibe dewletek pêþverû û hevdem. Ji bo vê yekê jî DBP endametiya Tirkiyeyê diecibîne û ji bo vê armancê kar dike. Lê ez nebawer im ku karbidestên Tirkiyeyê ji bo endametiya YE guhartinên ku jê tê xwestin bîne cî. Çareserkirina Pirsa Kurdî Li gor dîtina min pirsa Kurdî baþ nahê fehmkirin. Ku ev pirs bi zaniyarî nehê fehmkirin, tu carî nayê çareserkirin. Wek ku min di destpêkê de jî got kurd ne eqaliyet e, kurd neteweyekî qedîm e. Xudan çand û huner û dîrok e. Li Tirkiyeyê gelek mirov, hin jî dibêjin kurd tunene, hinek din hebûna wan qebûl dikin, lê mafê wan yê neteweyî û mirovî qebûl nakin. Hinek ji bo çareserkirina vê pirsê projeyên çewt çêdikin. Dafikên ecêb datînin pêþiya kurdan. Pir mixabin hinek kurd jî dibin þirîkên van projeyan. Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Ecewit di 28ê Adarê de di huzûra komîsyona sosyalîst a YE de weha got; "Kurdî zaravayekî zimanê tirkî ye. Pirsa kurdî jî ji sazûmana feodaliteyê tê. Ger paþdemayîna vê herêmê ji holê rabe, pirs jî ji holê radibe. Li ser vê gotîna wî min jê re nameyekê þand. Min di nameya xwe de got; "Tu ji zimanê kurdî fêhmnakî, mademkî tu dibêjî ev problemek feodalî ye, tu çima mêrg û çîmen û zêviyên ku di bin destê axayê kurdan de ne ji wan nastînî û nadî gundiyên kurdan? Bi vî hawî him feodalî û him jî pirsa kurdî ji holê radibe." Paþdemayina herêma kurdan rast e. Lê ev herêm wek herêma Tirkiyeyê pêþve here, gelo pirs ji holê radibe? Ocalan jî di rojên dawiyê de dibêje ku; " Kurd ne netewe ye. Daxwazên federalî û otonomî dibe sedemên aloziyên civatê. Ger zimanê kurdî serbest be, pirsa kurdî çareser dibe." Qedexebûna zimanê kurdî rast e. Ma gelo ziman û kultura kurdî serbest be gelo pirs ji holê radibe! Xuya ye sê argumenên pirsa kurdî hene. Yek aborî ye. Yek ziman û çand e. Yek jî siyasî ye. Ger ev sê argûmen bi hev re neyên çareserkirinê, pirsa kurdî tu carî ji holê ranabe. Ji bo endametiya YE yê problema herî mezin pirsa kurdî ye. Ger pirsa kurdî neyê çareserkirin, li Tirkiyeyê problemên aborî, aþtî, demokarsî, huqûqî û siyasî nayên çareserkirin. Pirsa kurdî kilîta hemû problemên Tirkyeyê ye. Di van demên dawiyê de him li Tirkiyeyê û him jî li welatê Ewrûpayê gelek rewþenbîr, siyasetvan û komel dibêjin; "Ger þertên Parîsê û pîvanên Kopenhangê li Tirkiyeyê bikeve jiyanê, mafê mirovî û demokrasî pêþve here dê pirsa kurdî çareser bibe" Ev gotin ne rast in û ne jî realîst in. Komara Tirkiyeyê li ser wêranbûna Imparatoriya Osmanî hat avakirin. Lê gelek tiþt li gor rejima nû nehat guhartin. ëro jî li Tirkiyeyê dewlet hê jî wek berê muqeddes e. Milet hê jî ne þaxsiyet e tabiyê dewletê ye. Rexnegirtina dewletê sûc e. Ji ber van sedaman li Tirkiyeyê maf û azadiyên þexsî bêþik qezencek giranbuha ye? Mafên file û cuhuyan li gor peymana Lozanê hatiye nasin. Lê ew nikarin ji van heqan îstifade bikin. Mirovekî file nikare emlakekê xwe bide weqfek fileyan. Dêr û sinegog bêîzna dewletê nayên tamîrkirin. Ji bo van sedeman maf û azadiyên eqaliyetan jî gelek muhim e. Ger ev mafên bingehîn li Tirkiyeyê bikevin jiyanê, bêþik kurd jî dê jê îstifade bikin. Lê pirsa kurdî ne pirseke þexsî ye, pirsekê civakî ye. Karbidestên dewletê dibêjin; "Kurd xwedan heq in, ew dikarin bibin parlamenter, serokwezîr û fabrîkator." Belê ev rast e. Lê ji kîjan kurd re. Kurdê ku neteweya xwe înkar dikin û dibêjin; "Kurd tirk in" bi rastî ew dikarin bibin her tiþt. Kurd divê ne tenê ji bo mafên xwe yê þexsî her weha ji bo mafên xwe yên neteweyî jî xebat bikin. Bi kurtî pirsa kurdî pirsekî neteweyî ye. Ji bo wê jî divê hebûna gelê kurd bête nasîn. Heq û huqûqa neteweyî ya kurdan bê qebûlkirin. ‚i heq ji gelê tirk re hatiye nasîn, ne kêm û ne zêde divê ji bo kurdan re jî bê nasîn. DBP dixwaze sazûmana Tirkiyeyê, li gor peymanên ku ew jî îmze avêtiye binî, bête guhartin. Li gor þetên Parîsê û pîvanên Kopenhangê gavên demokratîk werê avêtin. Lê em. dixwazin bala herkesî bikþînin ser noqtekî. Þertên Parîsê û pîvanên Kopenhangê ji bo me kurdan jî pêwîstin, lê ne bes in. "Avakirina bendeva Ilisuyê qetlîama tarîx û jîngehê ye"
Sêxmûs Diken Yek ji birêvebirên ÇEKUL(Weqfa Parastina Buhayên Kulturî û Hawîrdorî yên Jîngehê) Ev weqfa hane ji bo parastina buhayên tarîxî yên Diyarbekir, Mêrdîn û Midyadê karekî aktiv dike. Þêxmus Diken bi filmên diayê Hesenkêf anî ber çavê guhdaran û dîmenên curbecur ji bajarê Hesenkêfê pêþkêþî temeþavan kirin. Ew li ser dîroka Hesenkêfê, þikefta wê, mizgefta mezin, þûnwarê medresê û pira wê peyivî. Hesenkêf ji aliyê nirxên kulturî ve deverek dewlemend e. Lê tabloyek xemgîn e ku heta nuha zêdetir me xebata xwe daye karê siyasî yên ekstrem û xwedî li van buyayiyên xwe yên tarîxî û kulturî derneketine. Þ. Diken li ser cografya û tarîxa Hesênkêfê sekînî û got; "Hesenkêf bi ava Dicle û Firadê tê xemilandin, beþek ji Mazopotamyaya jorîn e û kultura rojhilat û Anadoliyê li vir digihîje hev. Lê ev dever devereke wilo ye ku ev erdên ku bikevin ber bendava Ilisuyê yek ji wan erda ne ku herî kêm di warê arkolojiyê de hatiye kolandin.. Tiþtên ku di encama van arkelojiyan de li van deran derketine nîþan didin ku jiyaneke civakî ya tevlihev û medeniyeta herî kevn li vê deverê destpêkiriye û li vir çûye aliyên din yên dinyayê. Hesenkêf ji demên berê heta nuha bûye wargeha mirovan. Bi taybetî jî di dema Roma û Bizansan de bûye wargehê leþkerê wan. Di qirnê navîn de yek ji wan wargehên herî girîng yê Anadoliyê bû. Hesenkêf bi harmoniya xwe harikayeke xwezayê ye. Pira Herapê ku kemera wê 40 metre ye; keleya wê ya bilind û tevî tiþtên din yên Hesenkêfê ligel tehrîbkariya bi hezar salan jî þahîdên harîkabûna Hesenkêfê ne. " Þ. Diken di axaftina xwe de li ser avakirina bendava Ilisuyê sekînî û got "Ev Hesenkêfa dîrokî ku hîn lêkolînên arkeolojîk lê nehatine kirin û gelek berhemên din yên tarîxî bi çêkirina bendava Ilisuyê dê di bin avê de bimînin. Endiþeyên ku ev bajêr di bin avê de nemînin weha kiriye ku îro gelek kes û derûdor ji bo parastina Hesenkêfê civîn çêdikin, yanî avakirina bendavan dê bibin destpêka qelîama tarîx û jîngehê. " Li gorî Þ. Diken " civînên ku li Ewrûpayê tên kirinn qala mafên mirovî û îhlalkirina wan dikin lê di van civînan de kes li ser binlpêkirina kultur û tarîxî napeyive. Wezifeya medeniyetê ew e ku wan teslîmî nifþê nû bike ne ku xerab bike." Ew li ser çend alternatîfên ku nehêle Hesenkêf di bin avê de bimîne rawesta û ev alternatîf weha rêz kirin: Yek ji wan daxistina koda ava barajê ye., yekê din barkirina ew buyayên kulturî ne ku din avê de bimînin. " Ji bo zelalkirina projeyê bendava Ilisuyê Þ. Diken li ser hinek pirsan sekinî û di vî warî de jî weha got; "Bendeva Ilisuyê ji bo Tirkiyeyê tê çi mahneyê?, Di pêþxistina Tirkiyeyê de rola barajê çi ye û umrê wê de çiqas be? Cih û giringiya Hesenkêfe yên ku di bin avê de bimînin, girîngiya wan di tarîxa me ya kulturî de çi ne? Piþtî wendekirina vê zenginiya tarîxî û kulturî dê çi bê þûna wan? Wî di axaftina xwe de bersiva van pirsan da û got; " Divê berê her tiþtî bajêr di ciyê xwe de bête parastin. Umrê bendeva Ilisuyê ku bê avakirin 70 yan jî 80 sal e. Yanî piþtî 70-80 salan dê balansa vî erdî bête xerabkirin û li vir bibe zibilxaneya beton û hesinan." Di dawiya axaftina xwe de wî got ku; "bi plankirineke rast û bi nêrîneke kamil divê meriv li meseleyê binêre, dilê me qet naxwaze ku ji bo bendaveke emirkin em tarîxeke evqas dirêj telef bikin. Ji ber ku bi teknolojiya îroyîn mirov dikare pêwistiya enerjiyê bi awayên din jî bi dest bixe. Yanî mirov di þûna ku tarîxa xwe tahrîb bike dikare bi riya bayê û tavê enerjî bi dest bixe.. Divê Hesenkêf ne di cd yan de, le li ciyê xwe bijî. Eger em nikaribin bi parastina Hesenkêfê mijûl bibin, dê zarok û nebiyên me hesab ji me bipirsin." "Tirkiye divê bi erzanî nebe endama Yekîtiya Ewrûpayê"
Mehmet Vural (Yek ji birêvebirên Weqfa Mafên Mirovî ya Diyarbekirê) Dewleta Tirkiyeyê ji avabûna xwe heta nuha bi problemên aborî, civakî û siyasî mijûl bû. Zîhniyeta Itihad û Terakî ya ku komara Tirkiyeyê ava kiriye, hîn berdewam e, naveroka wê ya siyasî þovenîzm e; bingeha wê yek millet, yek dewlet û yek kultur e, ev îdelojî bingeha problemên cîvakî yên ku îro li Tirkiyeyê rû daye. Ji 75 salên Komara Tirkiyeyê 39 salên wê bi idareya orfî û rewþa awarte derbas bûye. Ev bi serê xwe dikare di warî îhlalkirina mafên mirovî de fikrekê bide mirovan. Piþtî avakirina Komara Tirkiyeyê, yanî di navbera salên 1925-1939an de ku di vê demê de serîhildanên kurdan destpêkir binpêkirina mafên mirovî herî hovane bû. Di nvabera salên 1925-27an de 630 serkêþên kurdan hatin îdamkirin. Ji sala 1960î û vir de di warê demokratîk de îzafî be jî gav hatin avêtin Lê ev heta 1971ê ajot, wê demê jî dîsa bi darbeyeke leþkerî ev proses hat qutkirin. Rêxistinên Dev-Genç û DDKO hatin girtin, endamên wan avêtin girtigehan, sê serokên Dev-Gencê hatin îdamkirin û gelekên wan jî hatin kuþtin. Piþtî afûya 1974an tevgera legal ya kurdan fireh bû, rêjim ket panîkê, ji bo pêþîlêgirtina xebata muxalefetê bigre dîsa 12ê îlona 1980î de derbe çêbû. Dojeha 12 îlonê însan qir kirin, beþek mezin yên merivên me mecbûr man derkevin derveyî welêt; di vê demê de înfaz, girtin, cinayetên qesasnediyar gelek zêde bûn. Di sala 1986an de Komeleya Mafên Mirovî û di 1990î de jî Weqfa Mafên Mirovî hatin damezirandin. Armanca van rêxistinên însanî ew bû ku, hemû binpêkirina mafên mirovî yên rejimê eþkere bikin. Van rêxistinên mafên mirovî di vê doza pîroz de 15 endam û rêvebirên xwe þehîd dan, bi sedan endamên wan hatin girtin û ketin girtîgehan lê dîsa wan xebata xwe domand . Beþek ji kar û xebata Weqfa Mafên Mirovî ev in: Îro li 5 bajaran (Ankara, Istenbul, Adana, Izmir û Diyarbekirê) merkezên wê yên tedavîyê hene. Heta nuha 5 hezar miroên îþkencedîtî di van merkezan de tedawî bûne. Merkeza tedawiyê ya Diyarbekirê di tîrmeha 1998an de vebû. Di wê salê de 31 kes, di sala 1999an de 73 kes û heta gulana 2000î jî 63 kesên îþkencedîtî di vê merkezê de tedavî bûn. Weqf raporên salane, rojane û raporên taybetî belav dike. Bûyerên ku di van raporan de tên belavkirin, bûyaerên îspatkirîne. Ji 12 îlonê û vir -Li gor benda 125 a qanûna Tirkiyeyê 37 kesan hukmê îdamê girtine û li benda îdamkirinê ne. -550 kes di bin îþkencê de hatine kuþtin. -Hejmara kuþtiyên qesasnediyar 200 kes in. Bi tenê di 1998an de 42 kes Ji sala 1980ê heta 97ê 186 kes wenda bûne. -Di navbera 1991-98an de 1102 kes bêmahkeme hatine kuþtin. -Di nabera salên 1990-98an de 3852 kes îþkence dîtine; ji wan 981 kes jin û 208 kes jî zarok in. -Di sala 1998an de 28 kes di girtigehan de mirine. -Di sala 1998an de 90 rojnamevan hatin girtin. -Îro di Mahkemeya Mafên Mirovî yê Ewrûpayê de li dijî dewleta Tirkiyeyê 2100 dawe hatine vekirin. -Belavkirina hin rojnameyan li herêmê qedexe ne; ew Ozgur Politika, Ulkede Gundem, Evrensel, Azadiya Welat, Roja Teze, Pîne û Deng in. -Li herêmê hemû serokên sendikayên hizmetên giþtî hatine surgunkirin. Du serokên Komeleya Doktorên Herêmê Seyteffin Kizilkan û M. Emin Ulug hatine surgunkirin. -Herweha Walitiya Herêmê rê nade civînên HADEP û DBPê û heta nivê sala 1999ê rê nedidan serokên van partiyan herin herêmê. -Di navbera 1995-00 de gelek piyes û konser hatin qedexekirin. -Li herêmê kesên ku bêhuviyet geriyane di derheqê wan de 1000 mahkeme hatine vekrin. -Di gulana 2000î de Komeleya Mafên Mirovî ya Diyarbekirê û Wanê, Komeleya Kommeleya xwendekaran, ya Jinan û Komeleya Kulturî ya Metisê hatin girtin. -Li DGM(Mahkemeya Ewleyî ya Dewletê) ya Diyarbekir de 11250 dosyayên ku li faîlên wan digerin hene. -Di 1999an de li DGM ya Diyarbekirê de 1241 dawayên nû hatin vekirin, kesên ku di van dawayan de tên gunehkarkirin 4752 kes in. - Li herêmê 3211 gund hatine valakirin. Berendamiya Tirkiyeyê bo Yekîtiya Ewrûpayê Di van þertan de Tirkiye di 99an de bû berendama YE yê. Lê Tirkiye di warê aborî, siyasî û demokrasiyê de ev endametî heq nekiriye. Ji ber ku Tirkiye ber bi îslambûnê ve neçe, ji bo wê jî Ewrûpayê ew kiriye ber endam. Belkî jî ji bona ku îslamiyet û hêzên îslamî li Tirkiyeyê û Kafkasyayê cî negrin, Ewrûpa xwestiye vê endamteyiyê bide wê. Bi rastî ji li ber Tirkiyeyê ji du riyan bêtir rê tuneye; ya dê berê xwe bide rojavayê dê bibe endama YE yê, yan ji di nav toz û dûmana dîktatoriyet û îslama radikal a Rojhilata Navîn de ciyê xwe bigere. Tirkiye ji ber mîrata xwe ya ku ji Osmaniyan maye dê ji bo baþkirina rewþa milet gav navêje. Ew guh nade millet û daxwazên wan yên guhartinan li dij dewleta xwe ya pîroz dibîne. Bi tenê bi zixtên ji derve dikare Tirkiyê gav bide avêtin û siyaseta xwe ya hovane biguherîne. Bêguman di vê prosesa endambûna Tirkiyeyê ya YE de, divê kurd jî hesabê xwe bikin. Divê kurd wek temaþevan li vê pirsê nenêrin, divê ew jî di navê de cî bigrin. Bi endametiya YE yê dê maf û azadiyên ferdî bên bi dest xistin Lê heke wek grûb mirov bixwaze maf û azadiyan dest bixe, divê daxwaziyekê ji grûbê hebe û tevgerek wê hebe ku meriv mafê xwe bidest bixe. Kurd miletekî qadîm yê Rojhilata Navîn e. Lê heta nuha di vê herêmê de dewleteke ku em. birêve bibin ava nekirine. Enternasyonalîzebûna pirsa kurdî tekabulê Þerê Cîhanê yê Yekem dike. Lê mixabin piþtî vî þerî jî yên ku darbeya herî giran xwarin dîsa ew bûn. Ew dewletên ku di þer de bi ser ketin, kurdan di nav cîranên wan de parve kirin. Bêguman ev ne tenê perçekirina axa wan bû herweha ev perçebûna yekîtî û kamilbûna wan ya neteweyî bû jî. Lê pirsa kurdî hê jî kabûsa welatên Rojhilata Navîn e. Ev dewlet rewþa xwe ya aborî, leþkerî û siyasî li gor rewþa kurdan eyar dikin. Bêguman DYA û dewletên Rojava jî berpirsiyarên vê rewþê ne. Dema îroyin a globaliyê de miletekê weha nemumkune bête wendakirin. Lê adresa çareserkirina pirsa kurdî Rojhilata Navîn e. Bêguman bê xwîn û rijandina kêmtirîn xwîn di çareserkirina vê pirsê de ji bo me hemûyan baþtir e. Tevî ku kurdan pir tiþt wenda kirin jî lê dewetên ku wan bindest kirine jî zêde qezenc nekrine. Li gor hinek beyanên resmî ji avakirina cumhuriyetê heta nuha 28 serîhildanên kurdan çêbûne û hemû jî bi xwînê hatine tefandin; wer xwiya ye serîhildana 29 an jî ber vê aqîbetê re here. Ez dixwazim piçekî bahsa tevgera 1984an jî bikim. Ez bawer nakim kurdan bi daxwaza dilê xwe rahîþtine çek. Kurd di vî warî de hatin mecbûrkirin. Gelek nîþanên vî tiþtî hene. Zordarî û zixta rejîma 12ê îlonê kurd dahfdan ber çekhildanê. Civat jî pir bi rehetî ji bo vî tiþtî hat manipulekirin. Di vê qonaxê de aqil û mantiq ket taliyê , slogan û dûriþme ketin pêþ. Gel jî bi hîssên xwe yên neteweyî piþtgiriya tevgerê kir. Muxalefeta kurdî ku piþtî salên 1974ê tirs xistibû dilê dewletê. Ji bona ku dewlet bawerî dianî ku di zemîneke çekdarî de vê pir hêsatir karibe vê muxalefetê ji ortê rake kurda dahfê þer kir û kurd jî bi hêsanî ketin vê dafikê. Bê guman di vî þerî de him qazanca kurdan çêbû û him jî zarar. Li gora rapora Meclisa Tirkiyeyê: -3179 gund hatin wêrankirin û valakirin, lê eslê wê 4000 gund in. -Nêzî 3.5 milyon kurd koçber bûn. -Bi hezaran merivên kurd bûn ajanên dewletê û 60 hezar koruyucî çêbûn, -2000 reþwenbîr û welatperwer bi cinayetên qesasnediyar hatin kuþtin -20-25 hezar ciwanên kurd þehîd ketin Ji hemûyan xerabtir jî wendakirina piþtgiriya rewþenbîrên Tirkan û pêldayîna ceryanên þovenîst li Tirkiyeyê bûn, leþkerî û milîtarizm bi hêz bûn. Di nav kurdan de zemîna tolerans, hevdûqebûlkirinê nema û bi taybetî jî rewþa baþûrê welêt û þerê bê mahneyî di navbera wan de tesîreke nebaþ kir. Ji aliyê din ve jî helwesta dijminkariyê ya hin hêzan li hemberî vî perçeyî xelkê demoralîze kir. Di jiyana netewayan de rewþên weha xemgîn hene, divê em. bêhêvitiyê vegerinin hêvitiyê. Divê em ispat bikin ku evqas xem û xwîn vala neçûne, ev jî deynê li ser hustiyê hemû hêz û siyasetmedarên kurdan e. Divê kurd riyên bi aqiltir û nûtir deynin peþiya xwe. Bi diyalog û toleransê problemên navbera xwe çareser bikin. Divê em xwe ji zihniyeta "xwenavend" dûr bixînin. Divê gelê kurd yekîtiya xwe ya siyasî bi cî bîne, ne bi aweayê ku li hember hemû cîhanê derkeve, divê bi awayekî demokratîk bibe beþek ji dinyaya medenî. Êdî rê û metodên salên 1900an derbas nabin. Alîkariya navneteweyî û xebata dîplomatîk di çareserkirina pirsê de xwedî roleke girîng in. Di hilbijartina dost û mutefikan de divê kurd rewþa dinyaya îroyîn baþ hesab bikin. Divê îro kurd li destkeftiyên baþûr xwedî derkevin û piþtgiriya wan bikin. Ew rewþenbîrên kurd yên ku li Ewrûpayê ne, divê wek lobîstên van destkeftiyan kar bikin. Gotineke begê kurd Subhan bin Erdal ku berê 500 sal gotiye hin ji bo me aktuel e. "Hemû dewlet ji tifaqê, bêdewletî jî ji nifaqê dizê" Bi vê gotinê ez hemû kurdan ba tifaqê û yekîtiyê dikim. Wezîra Karê Derve yê Swêdê Anna Lindh "Beriya ku Tirkiye bibe endamaYE, divê li welatê hemû pîvan û pêwistiyên siyasû bi cîh bîne"
Di 1ê Gulanê de serokê Komeleya Kurdistanê Li Eskilstuna Cemîl Demircan û Serekredaktorê Araratê Azîz Aliþ bi Wezîra Karê Derve yê Swêdê Anna Lindh re hevpeyvînekê kir. Em vê hevpeyvînê, pêþ-kêþî we xwendevanan dikin. Ararat : Berîya ku em dest bi hevpeyivîna xwe bikin, em bi zanebûn çar gula didine te û her yek ji wan perçeyek ji Kurdistanê temsîl dike. Anna Lindh : Belê…( dikene ) …hestekî xweþ e… gulên pirr xweþikin. Pirr û pirr sipas ji bo van gulana. Ararat : Berîya ku em dest bi pirsên xwe bikin, em dixwazin wek destpêk kurte-behsa hin bûyeran bikin. Anna Lindh: Fermo. Ararat : Di 31.03.1999 de, di Komisyona ji bo Mafên Mirova ya Yekîtîya Netewe-yan (YN) de tu dibêje; "Zimanê kurda û nasnameya wan a kulturî tê înkarkirin (li Turkiyê) û herweha mafên demokratîk jî ku ji bo me girînge." Di 25.10.1999 de tu û Wezîrê Karê Derve yê Turkiyê Ismaîl Cem hevûdu dibînin. Wî kîsê xwe bi rojname, kovar, CD û kasetên kurdî dagirtibû ku bide xuyakirin da ew çiqas "demokratin" û li Turkiyeyê çiqas "demokrasî " heye… Anna Lindh : Belê, û pirtûkên nivîskar UZUN jî … Ararat: Di 12.12.1999 de Dewleta Turkiyê, wek berendamê YE tê qebûlkirin…Di meha Sibatê de tu diçe Turkiyeyê. Li wir, tu hin ji nûnerên kurda dibînî û di her firsendê de tu dibêje: " Ji bo pirsa kurd, divê Turkiye çareserîyekê bibîne û pêwis-tîyên demokrasîyê û fikrandina bi azadîyê bi cîh bîne… " Lê?… Helwesta Turkîyeyê ango tiþtên li Turkiyeyê dibe, berevacî wan pîvanên ku ji wan têne xwestinê ye. Gellek serokê beledîyeyê bajarên Kurdis-tanê têne girtin, du(2) rojnamevanê swêdî li Wêranþarê ji alîyê polîsê Turkîyeyê têne girtin û tadeyîyê dibînin û ji bo wan tu ne-razîbûna xwe tîne zimên, herweha pirtûkên Mehemed Uzun ji firoþgehan têne berhev-kirin û firotana wan têne qedexekirin. Ji bilî van bûyerena, di meha Nîsanê de Serokwezîrê Turkîyeyê ji parlemanterê mêvan yên ji Ewrûpayê re dibêje: "Kurdî ne ziman e, tenê zaravayek e… " Van hemû mînakana dide dîyarkirin ku zilm û zordarîya Dewleta Turkîyeyê her berdewame û tiþtên li ser wê têne gotin, rast e. Li ser vê mijarê, dîtina te ya þexsî çîye û hûn vêya çawa dinirxînin ?. Anna Lindh : Li gor raya min evan bûyerên ku bûn, pirr ciddînin. Min hem di hevdîtina xwe ya bi I.Cem re evan tiþtana anî zimên û hem jî bi rêya Sefereta Swêdê wek fermî nerazîbûna xwe ji hukumeta Turkîyeyê re da xuyakirin. Lê, ev bûyerên ku piþtî çûndina min a Turkîyeyê pêkha-tine; wek girtina serokên beledîyeyan, berhevkirina pirtûkên M.Uzun û girtina her du rojnevanên Afton Bladetê û hin mîna-kên din, berê Turkîyeyê dide hêleke þaþ. Ez texmîn dikim an hisdikim ku li Turkîyeyê du alî/hêz hene. Alîyek/hêzek dibêje evan tiþtana ji bo me, bar e û þermezarîye; alî-yê/hêza din jî, wek dezgehên fermî, polîs û esker ku yên ji bo demokrasîyê û mafên mirovatîyê pêþketinê naxwazin û qebûl nakin. Û ev tiþta ji bo welatên YE yê pirr girînge ku ew dibêjin, Turkîye bi vê rewþa xwe ya îro nabe bibe endamê YE yê û berîya ku ew bibe endam, divê li welatê xwe hemû pîvan û pêwistîyên siyasî bi cîh bîne. Ango, kêmanî berîya guftûgoyên ji bo endametîya YE yê destpê bike. Ararat: Du sekreterên giþtî yên Partî De-mokratî Kurdistan -Iranê Dr: A.Qasimlo û Dr:Þerefkendî, ku wek sosyal-demokrat jî dihatin naskirin, li Ewrûpa bi gullebaranê hatin kuþtin. Helwesta Internasyonalê û berpirsiyarîya wan ji bo bûyerên weha çi bû ? Anna Lindh : Pirsgirêk ev e…li gel hemû nerazîbûn û protestoyên ku me ji rejî-mên berpirs re da dîyarkirin, mixabin me tu çareyek peyde nekir da berpirsên/ tawanbarên van bûyerana eþkere bibe. Ararat : Li Baþûrê Kurdistanê, li Iraqê, hem hêvî û daxwazîya kurdan û hem jî rewþa îro dide xuyakirin ku Îdareya Fede-ratîf bêtir di rojevê de ye. Ew Îdareya Fedratîf, wê piþtgirîyeke çawa werbigre? Eger Saddam birûxe û li dewsa wî yekî din were Îqtîdarê, ewê çi li serê vê Îdareya Federatîf ya kur-dan ya îro re were ? Anna Lindh : Ez hêvîdarim ku mirov bikaribe çareserîyekê ji Kurdistana Iraqê ya ku hîn jî beþek ji Iraqê ye, re bibîne. Bi bawerîya min biçek tehlûke ye, gava mirov dest bi munaqeþeyên ji bo welatên nuh bike. Belkî beþek ji Iraqê, lê bi xwebixwe îdarekirineke xurt, ya herî maqûl e; ji ber ku di vê demê dawî di warê avakirinê de gellek pêþketin çê bûn. Ararat : Li Rojavaya Baþûrê Kurdistanê, li Sûrîyeyê; ji 100 000 î zêdetir kurd îro jî, ji hevwe-latîyê bêparin û di warê fermî de bê mafin û bê statunin û herweha ew, bi " biyanî " tên binavkirin. Ji bo vê pirsê çi têne kirin?. Anna Lindh : Berî Cejna Paskalya(påsk), min û wezîrê karê derve yê Sûrîyeyê hevûdu dîtin û min vê pirsê anî rojevê, lê min tu bersiv ji wî wernegirt. Bi bawerîya min, divê mirov vê pirsa girîng bîne rojevê; ji ber ku ne tenê kurd, herweha fîlîstînî jî di eynî rewþê de ne. Mafê her mirovî ye, ku hevwelatîbûna xwe werbigre û xwedîyê pasaportekê be. Ararat : Di meha yekê ya 2001 ê de cara yekem Swêd serokatîya meclîsa YE yê werdigre. "Gava mirov pirr be dikare hin tiþta bike, lê mirov tenê be nikare hertiþtî bike" ; li gor vê pîvanê, hûn nikarin "Grûpa Bakurê Ewrûpa" an jî Grûpa Sosyaldemokratan (di YE de) îqna bikin da Pirsa Kurd, an "mafê milletê bêxwedî" bînin rojevê?. Anna Lindh : Wek Swêd hem em û hem jî bi hevkarîya welatên Bakurê Ewrûpa; emê pirsa kurd û rastîya kurdan bînin rojeva YE yê. Heta nuha ji bo vê pirsê em xebitînin û emê vê xebata xwe bidomînin, lê ez nikarim sozê bidim ku emê çiqas biser-kevin. Ararat : Em serkeftinê ji te re dixwazin û ji bo vê hevpeyivînê sipasî te dikin. Anna Lindh : Sipas ji bo we jî. "Li Turkiyeyê nêzî 15 milyon kurd hene. Ji bo wan qedexeye: ku zimanê xwe bikarbînin û kurdî fêrî zarokên xwe bikin, stranên xwe bêjin û herweha di hemû warê çanda xwe de zimanê xwe bixebitînin." (Ji axaftina A. Lindh ya yekê gulanê li ParkenZoo ya Eskilstuna.) Portre
Nav: Alî Çîftçî, Kengî hatiye Swêdê: 1980, Mesleg: Weþanger,Temenê wî: 42, Li kuderê dijî: Kista-Stokholm, Malbat: Bi yeka finlandî re zewicîye û bavê 3 zarokan e, Parola wî: Zarok pêþeroja me ne, divê em li wan xwedî derkevin! "Pîza çêkirin hêsan e ya kitêb çapkirin?" Faris Marsil Pistî sala 1975an li Kurdistana Bakur û li Tirkiyeyê tevgera þoreþgerî û welatperwerî pêl bi pêl fireh bû. Partî û rêxistinên kurdan yên îllegal hatin damezirandin, di qada legal de komele hatin vekirin; kovar û rojname hatin ûapkirin. Xebata siyasî, demokratîk û kulturî ya kurdan êdî ne tenê li Kurdistanê, herweha li Tirkiyeyê jî xurt dibû; di warê rêxistin, îdeolojî û siyasetê de rêxistinên kurdan ji grûbên çep ên tirkan cûdatir dibûn. Kurdên ku li metrepolan dijiyan û bi taybetî jî kurdên ku li Anatoliyê bi cî bibûn, ketibûn bin tesîra vî bayê þoreþgeriyê û wan jî di warê demokratîk û kulturî de komele ava kiribûn. Yek ji wan komeleyan, Komeleya Alîkarî û Kulturî ya Cîhanbeyliyan bû ku li bajarê Konyayê hatibû vekirin. Hin xortên kurd wek Nurullah Timûr, Mahmût Ozatli, û hin kesên din ku wê demê li Konyayê xwendekar bûn bi xebata xwe tesîreke erênî kiribûn û gelek kurdên Cihanbeyliyê bibûn endamê komeleyê. Komele wek xeta siyasî di paralela DDKDyê de bû. Bi rastî jî vê komeleyê gelek kadro qezencê tevgera rizgariya Kurdistanê kir. Kurdên Anatoliyê ji ber ku ji welêt dûrketine, bi hesreta welêt diþewitin û ji bo wê jî piraniya wan welatperwer in; ji bo wan ji îdeolojiya rêxistinan wêdetir, xurtbûn girîng e, yanî li Kurdistanê kîjan hêz xurt be, ew bi her hawî piþtgiriya wê dikin. Ali ‚iftûî yek ji kurdên Cihanbeyliyê ji gundê Kelhesenê bû û malbata wî bi cotkariyê debara xwe dikir. Wî jî di xortaniya xwe de, di nav refên vê komeleyê de ciyê xwe girtibû. 1977an de ji ber xebatên siyasî di lîseyê de cezayê îxtarê girtibû û diviyabû lîseyê xelas bike, ew bi alîkariya vê komeleyê ûûbû Sîwerekê û li wê lîseyê temam kiribû. 1979 an de li hemû bajarên Kurdistanê îdara orfî (sõkõyšnetim) hebû û li tevayiya Turkiyê bê istikrariyek mezin çêbûbû. Di rewþeke wisa de xwendina li universîteyê, bi taybetî jî ji bo xortên kurd gelek problem derdiketin. Berî her tiþtî malbatên kurd nedixwestin zarokên xwe biþeynin bajarên mezin, ji ber ku pirê caran þer di navbeyna grûbên çep û rast de derdiket û hêzên dewletê jî vekirî piþtgiriya hêzên rast dikir û xortên kurdan dibûn hedefa polîsan. Ji ber wan sedeman piþtî lîseyê Ali mecbûr mabû derkeve derveyî welêt. Ew di Nîsana 1980î de tê Swêdê. Li ser hatina xwe Alî Çiftçî dibêje: "Wexta ez hatim Swêdê, ew roj cejna Paskalyayê bû, kolanên Stokholmê bêdeng û vala bûn, tenê hin însanên "ser reþ" di kuçeyan de digeriyan. Ez li Sergelstoriyê rastê yek ji wan "ser reþan" hatim ku ew jî kurd derket. Min jê DDKDliyan pirsî ka yekî nas dike yan na, wî got; "Ez Keya izol nas dikim û ez birim mala Keya. Keya wê demê li Rinkebiyê di xaniyên xwendekaran de dima." Alî ji alikî ve diçû kursa Swêdî ji aliyê din ve jî bi karê komeleyetiyê ve mijûl dibû. Wê demê komeleya ku Alî tê de aktîv kar dikir, matbayeke wan ya piçûk jî hebû ku Alî bi karûbarê çapkirina weþanan jî alaqadar dibû. ædî wê demê derbeya eskerî ya 12 îlonê li Tirkiyeyê çêbibû, leþker dest danîbûn ser karînê(îktidarê) û li dij rexistinên siyasî û demokratik yên kurdan û endamên wan, teroreke hov dest pêkiribû; rojên dijwar li pêþiya þoreþgeran bû. Gelek endam û dilxwazên rêxistinên kurdan hatin girtin û di i_kenceyan de derbas bûn; yên ku nehatibûn girtin derketin derveyî "sînorên" Tirkiyeyê û gelekên wan çûbûn perçeyên din yên Kurdistanê. Demoraliszasiyon, bêîmkanî, þertên dijwar tesîreke negatîf li rêxistinan kir; hema bigre hemû rêxistinên kurdan perçe bûn. Rêxistina ku Alî jî pê re hereket dikir nesîbê xwe ji van perçebûnan girt û di sala 1983an de, fiîlî bû du perçe û tesîra wê di demeke kurt de li komeleya Stokholmê ku Alî jî endamekî aktîv yê wê bû, kir. Xirecir û minaqeþeyên rojane yên bêmahne tesîrek ne baþ li endamên vê komeleyê û bi taybetî jî li kurdên Anatoliyê ku wê demê endamên komeleyê bûn kir ku ew hemû dev ji karûbarê komeleyetiyê berdin û dûr bikevin. Ali heta sala 1987an di nav hêzek vê rêxistinê de xebatên xwe yên siyasî bi aktiv didomîne. Piþtî 1987an digel ku hurmeta wî ji bo hemûyan heye jî lê biryara xwe dide di nav tu rêxistinekê de kar neke. Alî Çiftçî piþtî ku fêrî swêdî dibe, dest bi dibistana bilind ya mamostatiyê dike. Wê demê(1982) rastê keçikeka fînlandî tê û hevaltiya wan pêþve diçe û di sala 1987an de bi hevre dizewicin. Ji zewaca wan sê zarok çêdibin; Evîn(13), Temo(9) û Ronî(7). Li ser pirsa min a ku yekî biyanî li welatekî biyanî û bi keçikeka biyanî re bizewice gelo li malê bi kîjan zimanî bi hev re dipeyivîn û zimanê zarokên wan kîjan e? Alî dibêje: "Li mala me sê ziman tên qisekirin. Ez û diya zarokan, Peppiina bi siwêdî bi hev re qise dikin. Ez bi zarokan re bi kurdî û Peppiina jî bi fînî qise dike. Zarok bi hev re pirê caran bi siwêdî û carna jî bi fînî qise dikin. Kurdiya zarokan pir qels e, ji ber ku derûdora wan piranî swêdî û fînî ne. Keçika min kurdî dizane, ji ber ku dema ew hîn biçûk bû wexta min zêde hebû, lê ji bo herdû kurên min wexta min pir nebû. Di dema wan ya heri aktiv de ez li kar bûm, lê kurdiya rojane fêm dikin. Ez bi wan re bi kurdî dibêm ew bi swêdî bersiv didin. Carna hin heval ji kurê min ê mezin; Temo dipirsin: "Tu çi yî? Yanê ji kîjan mîletî yî? Ew dibêje; "diya min fînlandî ye, bavê min kurd e û ez jî swêdî me". Alî heyfa xwe li xwe tîne û bi awayekî ku "gunehkar" be gotinên xwe weha didomîne:"Ez serê sibê heta êvarê li kar im, dawiya heftê jî pirê caran beþdarî civînan dibîm û bivê nevê diya zarokan li zarokan mêze dike û wan mezin dike, helbet zarok ê zimanê diya xwe ji yê min baþtir bizanin. Ev aliyek, ji aliyê din de jî îmkanên wan herdû zimanan ji ya kurdî pir pir zêdetir in." Tecrubeyên Alî yên ji komeletiyê ji bo wî pûaneke baþ e ku ew dixwaze ji xwe re matbaayekê bikire û bi karê weþangeriyê mijûl bibe. Ew di sala 1988an de bi wasiteya îlaneke rojnameyê matbayeke piçûk dikire û li Stokholmê li Spongavegen No: 345an ciyekî kirê dike û bi navê Apacê weþanxaneyekê vedike. Ew birayê xwe yê mezin Mecît jî digre cem xwe, ew jî di demeke kin de fêrî çapxaneyê dibe û bi vî hawî karê xwe dimeþîne. ëro li Swêdê zêdetirî 3 hezar Kurdên Anatoliyê dijîn û di navbera wan de danûstendineke xurt heye. Piraniya wan ya merivên hev yan jî hemþeriyên hev in; hema çi bigre hemû kes hev nasdikin û di her warî de piþtgiriya hev dikin. Gelek ji wan xwediyê aþxane û pizeriyan in. Piraniya wan îlan û reklamên aþxane û pizeriyayên xwe li ba Alî çap dikin. Alî ji alîkî îlan û reklamên wan çap dike û ji aliyê din ve jî bi çapkirina kitebên kurdî ve mijûl dibe. Hema hema kovarên kurdî yên ku li Swêdê derdikevin hemû li matbaaya Alî tên çapkirin. Ji sala 1997an û vir de Alî û çend rewþenbîrên ji kurdên Anatoliya Navin bi hevre bi navê "Bîrnebûn" kovareke 3 mehî jî derdixin. Kovar li ser jiyana civakî, kulturî, tarîxî û zimanî yê kurdên Anadoliyê radiweste û di vî warî de lêkolînan çap dike. Redaksiyona kovarê hemû ji kurdên Anadoliyê pêk tên, kovar li ser navê Apecê çap dibe û tê belavkirin. Alî ev 12 sal in bi karê weþangeriyê mijûl dibe. Di van 12 salan de 170 kitêbên curbecur çapkiriye û %90ê kitêbên çapkirî bi kurdî ne (Bi hemû zaravayên kurdî). Babetên kitaban hemû li ser kurd û Kurdistanê ne. Bêguman 170 kitêb hejmareke ne hindik e û li Swêdê weþanxaneya wî herî pirr kitêbên kurdî çapkiriye. Ku her kitêbek tîraja wê 1000 heb be, dike 170.000 kitêb. Beþek ji kitêbên wî kitêbên zarokan in û piraniya wan ji swêdî hatine wergerandin. Sveriges Fšrfattarfond di dawiya sala çuyîn de ji bo ku edebiyata swêdî daye wegerandin û belavkirin xelatek jî dabûnê. Alî ji bo nirxandin û redaktekirina kitêban jî ji 5 zimanzan û nivîskarên kurd (3 kes kurmanc û 2 soran) komîteyek ava kiriye. Hergav li weþanxaneya wî kurd wek karkir xebitîne û nuha jî xeynî birayê wî du karkirên wî yên kurd hene. Alî gazinan dike û dibêje ku; "Xwendevanên kurd kêm in, kitêb nayên firotin û di embaran de êdî cî nemaye." Alî bi karûbarê xwe him debara xwe dike û him jî xizmeta ziman, dîrok û kultura kurdî dike. Ji xwe meriv nizane ku Alî kurdekî Anatoliyê ye; ji ber ku axaftina wî, têkiliyên wî, interesa wî û derûdora wî ji kurdên Anatoliyê cûdatir e. Ew bi xwe jî di vî warê de weha dibêje: "Ji ber ku min devoka xwe ji bîr kiriye, êdî hemþeriyên min jî, zehmetiyê dikþnin ku ji min fêhm bikin". Bapîrên Alî di dema Osmaniyan de ji Serhedê koçê Anadoliyê bûne, bavê Alî di nav tirkan de kurdayetiya xwe parastiye. Alî li Swêdê him kurdiya xwe û him jî kurdayetiya xwe pêþve biriye û di vî warî de xizmet dike, lê gelo dê zarokên wî di pêþerojê de li Swêdê yan jî li welatekî din li kurdayetiya xwe xwedî derkevin yan na, dê pêþeroj nîþan bide. |
|
|