BERBANG

Organa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:115,Nisan 2000

 

 

 

Xwendin, nivîsandin û xwedîlêderketin

Faris Marsil

Kurd ji nivîsandinê zêdetir derd û kulên xwe, gazin û gumanên xwe, dîtin û rexneyên xwe bi devkî ji hev re dibêjin. Ev feneomeneke traditsiyonî ye. Sebebên herî mezin ew bûye ku xwendin û nivîsandina kurdan tunebuye û bi zimanê xwe mekteb û medrese nedîtine. Ji bo wê jî kultura nivîsê li ber wan çênebûye; ji xwe ev bûye sebeb ku folklor û zargotina kurdî bi devkî heta îro hatiye û piraniya tiþtên wan ji orjinaliteyên xwe dûr ketine; warîantên wan zêde bûne û ev jî rê daye ku dewletên cîran xwedî li berhemên wan derkevin û bikin malên xwe.

Mixabin îro ev traditsiyona nivîs û nivîsandinê li ber wan kesên ku xwedegiravî xwendin û nivîsandina wan hene jî tuneye. Ji xwe ev þeþ-heft, salên dawiyê êdî xwendin jî ber bi "bayê" ve diçe, kesên ku dixwînin hejmara wan kêm dibin. Wexta dibêjim xwendin qesda min ne tenê rojname û kovaran e, ez bahsa hemû awayên xwendinê jî dikim.Mesela Îro çend prosent xwendekarên kurd li Swêdê piþtî xelaskirina lîseyan diçin unîwersîteyan.

Bala xwe bidine ez bi tevayî bahsa xwendinê dikim, ne xwendina kurdî. Ji xwe nizanim pêwîst e ku em bahsa xwendina kurdî bikin. Her tiþt li ber çavan e. Kovarek yan jî pirtûkekê kurdî çend heb ji wan tên firotin, tîraja wan çin e. Ez bi xwe nêzi 12 salan im bi filî di nav vî karî de me, hejmara kovarek yan jî rojnameyeke bi kurdî ku xwendevanên wan (aboneyên wê jî tê de) bihihîje 600-700 hebî tuneye û min nebîstiye.-Ji derveyî îstîsnayeke ew jî hejmarek tenê derket-. Ev rewþ li derveyî welêt ji weha ye li hundurê welêt jî weha ye.Tenê li Swêdê -ew jî îstîsna ye- di salên 1980î de di vî warî de gurrbûneke çêbû û tîrajên hin rojname û kovaran (rojname Armancê, kovara Berbangê ji ber ku ev her du weþan bi seranser bi kurdî derdiketin) hinek bilind bû ew jî destpêk bû û di derketina wan de hinek îstîkrar hebû ev îstîkrar jî nêzî 10 salan ajot, piþtî wê ev prosesa xwendina bi kurdî ber bi sekinandinê ve çû û diçe. Îro li Swêdê kovarek yan jî rojnameyeke kurdan tuneye ku 400 heb jê bên firotin.

Temam hin kovar wek Nûdem, Dugir, Bîrnebûn, Roja Nû û yek dudo yê din e bi kurdî hene û salê 3 an jî 4 hejmarên wan dertên, lê yên ku wan derdixin wer xuya ye ew jî vî karî ji xwe re kirine hobî.Yanî ew dernexînin jî, bawer nakim xeynî çend tiryakiyên wan kovaran, kesên din bipirsin ka çima ev kovar dernakevin. Sebebê vê yekê pirr komplet e. Bawer nakim bi çend rêzan bête îzahkirin. Zêdetir karê sosyolog û psîkologan e ku divê ew li ser vê yekê serê xwe bêþînin; analîz û lêkolînan çêkin. Bi taybetî jî psîkolog ku civata kurdan baþ nasdikin divê ew bi objektivî li ser vê pirsê rawestin. Bi dîtina min meriv vê yekê nikare tenê bi çend faktoran îzah bike; bi weþanên satalite yan jî bi geþbûna înternetê ve girê bide, ji ber ku kurd di van waran de jî ewqas ne bi ser ketî ne û pêþ neçûne. Di vî warî de ancax evqas dikarim bêjim, zêdetirê wê dê "gotinên gewre û vala bin".

..........

Ev hejmara destê we, hejmara 4 mîn e ku bi keda min Berbang derdikeve. Ez bahsa beþa Kurmancî ya Berbangê dikim. Min gava dest bi vî karî kir min got ez ê Berbangê hin balkeþtir bikim da ku belkî çend kes bixwînin. Di Despêkê de min ji xwe re got; Berbang kovara Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ye û divê navaroka wê bi vê sînorkirî be. Min berê her tiþtî dîsa destûra Federasyonê ber bi çavan re derbas kir û min li armancên Federasyonê mêze kir. Min pêwîst dît ku van armancên Federasyonê wek þablon di her hejmara Berbangê de bête weþandin û min wan bi zanayetî kir rûpelê yekê(ku ez bergê wê nehesibînim) ya Berbangê. Ne hewceye di vê nivîsê de armancê federasyonê dubare bikim kesên ku merak dikin, dikarin di rûpelê yekê de bixwînin.

Di van sê-çar hejmaran de, min hewildaye ku ji çerçeweya xebatên Federasyonê dernekevin. Kurdên Swêdê, problemên wan û çalakî û xebatên Federasyonê bibe fokusa Berbangê. Yek ji wan armancên Federasyonê pirsa entegrasyonê bû ku min ji xwe re kir bingeh, û li ser bingeha babeta sosyolojîk û wek cûreyek nivîseke rojnamegeriyê bi navê "portre" kurdên Swêdê bidim nasandin.

Di hejmara 112an de, wexta min dest bi vê yekê kir, mebesta xwe jî min weha nivîsandibû. "Êdî Swêd ji bo me dibe welatekî duyem.Ez dixwazim di vê quncikê de wêneyekî jiyana kurdên ji ber sebebên cur be cur hatine Swêdê û lê bi cî bûne û serpêhatiyên wan yên Swêdê pêþkêþî xwendevanan bikim. Kurd kengî hatine Swêdê? Taybetî û hatiniyên van hatinan çi ne? Kurd li swêdê û çawa dijîn? Çi karî dikin? Çi qasî entegrê civata Swêdê (ziman, kultur, ticaret, siyaset, kar, xwendin, malbat, jiyana rojane ûhwd.) bûne? Swêd çiqas kurd guhertin? Tesîra guhartinan çawa ye? Pêþeroja me dê çawa bibe û hwd. Wer xuya ye ev quncik bala xwendevanan kiþandiye ku gelek kes bi devkî gazinan dikin ku xwedêgiravî zêdetir çima ez cî didim wan kesên ku ji koka filan rêxistinê hatine.Yanî ez di vir de ne objektif im. Gazinên ne di cî de!

Berê her tiþtî diyar dibe ku kesên ku rexne û gazinan dikin tenê li navê portreyê/a dinêrin lê ew naveroka wan naxwînin da ku bizanibin gelo ew armancên ku min di vê "Portre"yê de dabû pêþiya xwe bersîvên wan di van portreyan de hene yan na?

Rast e, ez ji DDKDê hatime û ev hatiniya min ji bo min serbilndiyek e. Tu carî min bi vê yekê xwe kêm nedîtîye, bilekis ez bi DDKDê û xebata wê ya se-çar sal in ku ew kiriye pê serbilind im.Lê ev rêxistin bi cûntaya 12-îlona 1980yî hat girtin û bû malê dîrokê. Heta nuha tevî vê hejmarê min portreya 4 kesan nivîsiye û ji wan du kes ji koka DDKDê hatine lê wexta min jiyana wan nivîsîye, min wan ne wek endamê vê rêxistinê, wek meslegê wan ê li Swêdê û pirsên bi meslegên wan ve girêdayî kiriye bingeha "portryên" xwe û ji wan re bersivan geriyam e.

...........

Di hejmara berê de (hejmar 115) me xwest tiþtêkî din yê ku dikare Berbangê hin înseresantir bike da ku malbatên kurdan jî xwe di Berbangê de bibînin, kir. Me îlanên rojbûn û mizgîniyê di Berbangê de weþandin. Me vî karî kir û bi rastî jî gelek bala malbatan kiþand û gelek kes kêfxweþiyên xwe bi devkî pêþkêþî me kirin. Lê dîsa gazinên hin kesan hat guhê min ku xwedêgiravî min rismên zarokên wan kesan çapkiriye ku bavên wan di dema xwe de ji filan rêxistinê bûne; yanî rêxistina ku ez ji hatime.

Way Xwedêyo! Ma gunehê min e ku hin zarok di meha sibatê de hatine dinyayê û bavê wan ji koka DDKDê bûne û îlana rojbûn û mizginiya zarokên wan di hejmara Berbangê ya Sibatê de derketine. Ma gunehê min e ku hin kes pirozbahiya zarokên xwe çêdikin û rojbûna wan di Berbangê de diweþînin.

Carina hin kes gazinan dikin beyî ku bifikirin. Haydê em bibêjin ev hejmara yekem a Berbangê bû û zêde kes nizanibûn ku îlanên weha dê di Berbangê de çap bibin. Êdî wayê ew dizanin em tiþtên weha çap dikin û dîsa dibêjin ew kesên ku dixwazin îlanên rojbûnê, mizgîniyê, dawetê, nîþanê, mirinê, sersaxiyê û hwd bidin Berbangê ku ev îlan bê pere ne, dikarin rismê xwe ji me re biþînin; wexta me çap nekir û ferqiyetê xist navbera hêz, ziman, lehçe, terîqat û zarokan wê gavê hûn dikarin paþgotiniyan bikin û gazinên xwe bibêjin.

Nivîs yek ji pîvana hevdemî ye, di þûna ku em di mal û qahwexaneyan de gazin û paþgotiniya bikin ma dê ne çêtir be em bi çend gotinan be jî rexne û gazinên xwe bi nivîskî binivsînin?


Munaqeþe pêwîst e!

Keya Izol

Nêzîkî 2 sal in ku di nav kurdên li Swêdê de pirsa "nakokîyan nifþan", yan jî bi awayekî din li ser pirs û pirsgirêkên malbatên kurd li Swêdê minaqeþeyeke berbiçav tê ajotin.. Ev babet di rûpelên Berbangê de jî bi firehî tê mineqeþe kirin. Federasyon nêzikî salekê ye projeyekê li dar xistiye ku bi van pirsan re mijûl dibe.

Di hejmara berê ya Berbangê (hej.114) de nivîsekê min bi navê, "Divê em bipeyivin" derketibû. Li ser vê nivîsê û di derheqê projeya Federasyonê de gelek axaftin û minaqeþe tê kirin. Ez bawer im li her mala kurdan de ev yeka tê minaqeþe kirin. Babet û þiklên minaqeþeyê helbet ne wek hev in, tê guhertin. Lê di esasê xwe de gotûbêj yek babet e; pirsa jiyana muhacîrîyê, entegrebûyin di welatê nuh de, yanî, pirsa malbatan bi xetên giþtî.

Minaqeþe ji pêwîstîyekê tê

Minaqeþe yan qisekirin bi xwe ji pêwîstîyekê tê. Eger pêwîstî yan daxwaz ji bo babeteke nebe tu car ew yeka naye rojevê. Carinan mirov bi her þiklî hewil jî bide nikare pirsekî taybetî têxe rojevê. Bi van têbînîyan ez dixwazim vê bibêjim; jîyana me ya muhacîrîyê ku teqrîben 30 sal tije dike, bi hemû alîyên xwe ve van pirsan anîye rojeva me. Em bixwazin yan nexwazin ev yeka wê dewam bike. Lê wek rêxistinên demokratîk-sîyasî yan jî wek þexs wê helwestên me çi bibe? Pirs îro ev e. Em dê çawan li van pirsan binêrin, çawan binîrxînin û çawan helwest bigrin ? Loma jî min gotibû ku "Divê em bipeyivin" yanî bêhelêwest nemînin. Ev vatinîyê me ye.

Em kurd wek grûbeke bîyanî, di kategorîya sinifa sêyem de ne Gelek caran gava behsa civata Swêdê yan jî behsa kultur û sîstema perwerdeya Swêdê tê rojeva minaqeþeyan, em hemû alîyên civata Swêdê nanirxînin. Swêd wek dewleteke kapîtalîst û bi dezgeh û qanûnên hevdemî xemilandî, di nav xwe de gelek sinifên civakî jî anîya holê. Îro li Swêdê, tevî ewqas pêþveçûyînan, sinifa dewlemend û hevwelatîyên sinifa sisê, û herweha herêmên dewlemend û herêmên faqîr hene. Em mîsalan dikarin zêde bikin. Lê pêwîst nake.

Em kurd wek grûbeke bîyanî, di kategorîya sinifa sêyem de ne, li herêmên faqîr de dijîn û bi zehmetîyên ziman, kar û bi perwerdeyê mijûl dibin. Li gel wê jî em bi ferqîyetên kultur û edetên me û civata Swêdê alaqadar dibin. Helbet ji bo wê jî em bixwazin-nexwazin pirsên civakî ku alaqaya wan bi van babatên re hene dê bên rojevê. Hin mefhûmên ku li cem me û li nav civata me hîn tabû ne, berê 30-40 sal di nav Swêdîyan de jî tabû bûn. Hîn jî li hin dewerên Swêdê de hin tabû ne û ev tabû ranebûne. Lê di heman wext de gelek pirs û pirsgirêk bi pêþveçûna civakî re hatiye guhertin. Lê li gor vê yekê jî, di navbera malbatekê li Sodermalmê (ku piranî ji sinifan sisêyan tên) û malbatekê li Djursholmê de (dewlemend-bûrjûwazî) gelek ferq hene. Ev ferqiyet ji perwerdeya zarokan bigre, heta rabûn û rûniþtina wan di her warî de diyar dibe. Bi gotineke din derûdora mirov çawa be, mirov jî di bin tesîra wê de dimîne.

Eger em bixwazin zarok û gencên me nasnamayên xwe binasin, kultura xwe ji bîr nekin û di jiyana xwe de pêþketî bin divê em þertên civakî yên xwe jî bikaribin bê tirs mineqeþe bikin. Divê em guherandin û îmkanên baþtir ji bo nifþên nuh amade bikin. Parastina nasnameyê bi gotinan tenê nabe, divê þertên wê jî were amadekirin. Federasyon bi van zanebûn û perspektîfan li vê pirsê dinêre. Hêvîdar im endamên me jî alîkarîya me bikin da ku em bikaribin bi pirsên xwe yên girîng mijûl bibin.


Kurdên Swêdê û taybemendiyên wan

Faris Marsil

Ma "Li ku xwar e, ew der war e!"

Li gor lêkolînan ji 172 milletan biyanî li Swêdê dijîn. Kurd yek ji wan grûbên biyaniyan yên herî aktîvtir in. Ji ber ku rewþa wan ji ya hemû milletên din cudatir e. Di her warî de problemên wan hene. Problemên wan yên bingehîn ew e ku çawa li welatên xwe li derveyî parantêzêne, li derveyî welêt û li Swêdê jî ew li derveyî parantezê mane. Wek nimûne bi remî nahên naskirin û ji bo wê jî li welêt û ne jî li derveyî welêt kes bi resmî nifûsa wan nizane; lê li gorî texmînan îro li Swêdê di navbera 30-35 hezaran de kurd hene.

Wek di her warî de, di warê rêxistinî de jî kurd ne zêde bi ser ketî ne. Ji xwe yek ji qerekterên bingehîn yê kurdan ew e ku ew zû germ dibin û zû jî sar dibin; yanî di karê wan de îstîkrar û berdewamî tuneye. Qerekterekê din yê kurdan jî ew e ku hafizaya wan gelek zeîf e, tiþtan zû ji bîr dikin, wek mînak ew kurdên ku ji ber sebebên siyasî derketin derveyî welêt piraniya wan derketina sebebên xwe ji bîr kirin îro ew jî ketine "kategoriya multeciyên aborî".

Di despêkê de kurd ji ber du sebaban hatibûn derveyî welêt; sebebekê aborî bû, yê din jî xwendin bû. Lê bi taybetî piþtî salên 1980î grûbeke mezin yên kurdan ji ber sebebên siyasî derketin derveyî welêt. Ew malbata xwe jî bi xwe re anîn, di destpêkê de xwe wek mêvan dîtin û plan û programên xwe li ser vê mantiqê meþandin; li ser vê bîr û baweriyê xebata xwe domandin, lê piþtî 10-15 salan wexta li xwe varqilîn ku ew êdî ne muweqat in û mêvandariya wan xelas bûye. Êdî ew jî ketin kategoriya multeciyên aborî ku felsefeya wê jî ew e ku "li ku xwar e, ew der war e".

Xwezî pê anîn!

Temam ew penaberên siyasî bi xwe neketibûn nava sîstema Swêdê, lê zarokên wan êdî bûbûn parçeyekî vê civatê û di navbera "Amed" û "Anders" û "Hêlîn" û "Helen" de têkilî dest pê kiribûn. "Amed" û "Hêlîn" xweziya xwe bi "Anders" û "Helen" dianîn. Yanî Zarok û ciwan zû hinê Swêdê dibûn, kultura wan zû qebûl dikirin û di dibistanan de hevaltiya wan û danûstendina wan zû bi Swêdiyan re çêdibûn. Li gor lêkolînan piþtî neslê duduyan yan jî sisiyan zarok êdî ber bi asimlebûnê ve diçin; zimanê xwe kultura xwe wenda dikin; kultur û zimanê serdest yan jî bi gotineke din ziman û kultura wî welatî ku tê de dijîn qebûl dikin. Yanî asîmlasiyon û entegrasyon êdî dibe prosesekê tebiî ku li derveyî îradeya mirovana e.

Ji xwe civateke wek ya kurdan ku him welatê wî nahê naskirin, dewleta wî ava nebûye, muesese û dezgehên wî yên neteweyî tunene, hîn tê înkarkirin û asîmlekirin, zimanê wî yê nivîsandî hîn rûneniþtî ye, dê çawa li berxwe bide ku li hember vê civata endustrî ku teknîk û komunikasyon di zîrvê de ye, xwe biparêze.

Ma emê heta kengî bi çend çîrokên ku di dema feodaliyê de mane û bahsa þivan û gavanan dikin (ku zarokên ku li Swêdê mezin dibin di jiyana xwe de wan tu carî nedîtin û nikarin taswîr jî bikin) ji zarokan re bixwînin û zarok û ciwanan pê îkna bikin? Zarok divê bi þexsiyet û gurûra neteweyî ku xwe tê de bibînin û bi wê hîs bikin mezin bibin. Wexta zarok ev hîs nekin, bi zimanê xwe televizyon, fîlm û tiyatro temaþe nekin, bi zimanê xwe muzîka hevdem guhdarî nekin; bi zimanê xwe cdyan peyde nekin ew dê xwe di kêmasiyeke de bibînin. Ev ji psîkolojiya însan tê, ne zarok ne jî ciwan gunehkar in. Di bin nîrên înkarkirin û asîmlasiyonê de, bê dezgebûn û bêîmkaniyê de, divê beriya her tiþtî malbatên kurd li nasnemeya xwe xwedîderkevin; ku ew bi vê pirsê mijûl nebin û bi vê berpirsiyariyê ranebin dê pêþeroja zarokên kurd di warê nasnameyê de evqas ne ronî be! Kurd dê bi asimlasiyoneke tabiî entegrê sîstemê bibin!


Wezîra Kulturî ya Swêdê Marita Ulvskog

 

Em hewil didin ku di "riksradyoya" Swêdê de beþa kurdî bê vekirin

Wezîra Kulturî ya Swêdê Marita Ulvskog li ser navê Hukumeta Swêdê beþdarî Newrozê bû û got; "em piþtgiriya nasname, kultur û zimanê kurdî dikin û ji ber vê yekê ye ku em girîng dibînin ku di "Riksradyoya" Swêdê de beþa kurdî bê vekirin. Ev mafê we yê bi heq e.

Li ser vê mijarê emê civînek teybetî li gel rêvebirên Radio û Televizyona Swêdê li dar bixin" Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Newroza 2000î di 24 ê Adarê de bi bejdarbûna 2500 kesan li Stokholmê li Solna Hallenê piroz kir ?ev di 19.30 dest pêkir û heya 02.20 ê berdewam kir. Ji alîki ve Hesen Melle bi musika xwe, ji aliyê din ve jî Zekerîya û Leyla Feriqî bi zaravê soranî bi wan stran û helbestên xweþ govend rast kirin. Hesen Þerîf bi dengê xwe yê xweþ stranên govendê lêdixist û sitirî. Civanên me yên xweþik û delal Hêlîn û ?îlan bi wan stiranên modern hem bi kurdî û hem ji bi Înglîzî dilê keç û xortan þad kirin.

Dawîya þevê Huseynkê Omerî bi sitiranên klasik û dilþewat dilê me xemgin kir û her weha Hunermedê me yê ji Baþurê biçûk Baho Þêxo jî bi sitiranên govendê dilan li hev gerand. Li gor bawerîya min di gel hin kêmasîyan Newroza me ya isal li gor salên derbasbuyî pir bi serkewtî bû. Yek ji kêmasîyên me di amadakirina programê de xwe dida xweyakirin. Ji ber ku program dewlemend bû, di warê demê da neheqi li hin hunermendan bû. Her çiqas me hewil da ku em hunermendan razî bikin lê wek daxwaza me çênebû. Kêmasiyek din divîya bû ku di þevê de xwarin û vexwarin bihata organîzekirin, lê ji ber xemsarîya hin havalên komîteya karger ew kar nehat cî. Destpêka programê bi muzika Grupa Hesen Melle dest pêkir û piþtre axaftina Federasyonê hat.

Li ser navê Fedrasyonê Serokê wê birêz Keya Îzol peyivî. Ew li ser girîngîya Newrozê û mafdesxistina di radioyaya Swêdê de bi zimanê Kurdî rawestîya. Me di destpêka nivîsê de jî dabû dîyarkirin ku Newroz li gel hin kemasîyan ji salên buhûrî hem cudatir û hem jî bi rêk û pektir bû. Cudatirbû ji ber ku cara yekem, Federasyon bi ABF.a Stockholmê re Newrozê piroz kir. Têkilîyên Federasyonê û ABFê re li mistewa herî bilin de ye.Di pêþerojê de ji emê karên gellek hêja bi hevre bikin. Ji aliyê mêvanan de jî ji salên buhûrî cudatir bû.

Cudatibirbû ji ber ku cara yekem bû ku Wezîra Kulturî ya Swêdê Marita Ulvskog li ser navê Hukumeta Swêd beþdarî Newrozê bibû. Wê di axaftina xwe de li ser xalên girîng sekinî û got: "Ya yekem ez li ser navê hukûmeta Swêdê baþdarê Newroza we dibim. Ya dûyem em piþtgiriya nasname, kultur û zimanê kurdî dikin û ji ber vê yekê ye ku em. girîng dibînin ku di "Riksradyoya" swêdî de beþa kurdî bê vekirin. Ji bo vê yekê emê civînek teybetî li gel rêvebirinên Radio û Televisiona Swêdê li ser vê mijarê li dar bixin. Ev mafê we yê bi heq e. Lê ez niha nikarim bêjim kengê. Lê bawer dikim ew ê gellek dûr û dirêj neajo."

Yek din ji mêvanên me yên giranbûha Serokê SSU(Rêxistina Sosyaldemokrat a Ciwanan) birêz Mikail Damberg bû. Wî di peyva xwe da got ku: "Ji bo me SSU pirsa kurdan pirseke girabuha û bi heq e. Ne tenê bi gotin her weha bi praktik jî heya dawiyê jibona mafê Kurdan yên sîyasî em.bi we re ne. Em di mistewa bilind de gellek caran pirsa kurdî tinin rojevê û di pêþerojê da jî em. ê vî karî berdewam bikin. Ji bo ku em piþgirîya xwe bidin diyarkirin ez û sê havalên xwe li vir in li nav we de ne. Hêvîdar im ku hun di salên nêzik de mafê xwe yên sîyasî, demokratik û kulturi bi dets bixin. "

Yek ji mêvanên din jî Reîsê Belediya Solnayê K.G.Svensson bû. Ew jî bi qevdêk gulan beþdarê þahiya Newrozê bûbû. Wî jî di axaftina xwe de got ku; "Em heya dawiyê li gel Kurdan in û ez bawer im ku kurd jî dê wek hemû gelên dinya yê mafên xwe yên sîyasî û demokratik bi dest bixin."

Li ser navê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Taha Berwarî axaft. Û gelek rêxistinên kurdan bi mesajan piþtgiriya þevê kirin. Li ser navê Komîteya Kultur û Perwerde ya Fedrasyonê ez sipasîyên xwe jî Televîzyona Satelit ya Kurdîstan TV.(KTV.) dikin ku du rojan peyî hev di prgramên xwe de reklama þeva me dianin li ser ekranên xwe. Carek din em cejna newroza 2000 li hemu kurdan pîroz dikin û dibêjin salên 2000 û 2001 bila bibe salên biratî,yekîtî ,aþîtî , serkewtin û azadîyê.


Newroz 2000

Axaftina serokê FKKSê Keya Izol,

Xwisk û birayên giranbiha,Li ser navê Federasyona komeleyên Kurdistanê we hemûyan bi germû slav dikim û Newroza we pîroz dikim. Hevalên hêja, Newroz, roja nû ye, roja têkoþîna ji bo rizgarî û azadîyê ye. 2700 sal berê, hêzên xwînxar û qirêj ji alîyê gel ve hatibû tune kirin. Lê ev serketina gel zêde neajot, hêzên dagîrker careke din paþde hatin û neteweyê me xistin di bin nîrên xwe. Hejmara hêzên xirab û qirêj ku welatê me perçe kirine, teda li kurdan dikin berê yek bû lê îro hejmara wan çar in. Çar dewletên çavsor dijminatîyê gelê me dikin. Hûn hemû navên van dewletan dizanin.

Lê ez dixwazim careke din navên wan bînim bîra we. Ji ber ku em kirinên wan î qirêj û neînsanî ji bîr nekin.. Li her cîhî û li her demî divê em wan ji bîr nekin ku em bizanibin wan çi anîne li ser gelê kurd. Ku em wan baþ nas bikin, ku em bikaribin rojeke wek roja 2700 berê, carekî ji caran zora dijminên dagîrker bibin ku ew nikaribin careke din çavsorîya li kesî bikin. Gelê Kurdistanê bi têkoþîna xwe wê bêþik zora dijminên dagîrker Tirkiye, Irak, Iran û Surîye bibe. Werin îro em sozên xwe, ji bo yekîtîya sîyasî û netewî li hemû perçeyên Kurdistanê, yek bikin. Werin em hemû bihevre, soza têkoþînê bidin, li hember planên dijmin ku dixwaze hemû kurdan tevî hestên wanê netewî teslîm bigrin, planên wan pûç derxînin. Werin em hemû bihevre peyvên xwe li ber raya giþtîya dunyayê yek bikin nîþanî wan bikin ku miletê kurd tu car teslîm nabe wê rojeke hemû mafên xwe bi dest xe. Werin em bihevre sedsala 21 an bikin sedsala hevaltî, aþitîyê û azadîyê ji bo gelê kurdistanê. Bi van gotinan ez careke din Newroza we ji dil û can pîroz dikim û hêvîdar im hûnê þeveke xweþ derbas bikin.


Portre

Seyran Duran

"Jina Çolemêrgî ku kurdî li bin xetê fêr bûye û nuha tercumaniyê dike"

Seyran yek ji wan jina kurd e ku xeynî karê xwe, wexta xwe ya vala dide kar û barê komeleyetiyê. Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê ye. Bi navê Jiyan keçikeêke wê ya 12 salî heye. Ew ji Çolemergê ye lê kurmancî dawiyê fêr bûye. Ji ber ku li Kurdistana rojavaya piçûk fêrî kurmancî bûye, kurmanciya wê devoka Qamiþloyê ye. Di jiyana wê de momentên "eventurizmê" gelek in.

Ev cara pêþîn e ku ez leqayê yekê têm ku ew ji Çolemergê ye û dawiyê fêrê kurdî bûye. Sebebê vê yekê ew bûye ku bavê Seyranê di daîrekeyê dewletê de memûr bûye û zimanê wan yê malê Tirkî bûye. Ji ber nakokiyên di navbera aþîretan de, mala xwe dibin Stenbolê; wexta ew diçin Stenbolê Seyran hîn 14 salî ye, xwendina seratayî, navîn li Çolemêrgê û liseyê jî li Stenbolê dixwîne, Di dema liseyê de sempatiya wê ji siyasetên kurdan re çêdibe, diçe DHKDê (Komeleya ?oreþgerî ya Gelerî ya Kulturî) ku komleya Riya Azadiyê ye.

Piþtî xelaskirina lîseyê ew dest bi Enstituya Perwerdeyê beþa zimanê Fransizî dike û wexta derbeya 12ê Îlonê li Tirkiyeyê çêdibe êdî ew mamosteya fransizî ye. Seyran dibêjê," piþtî derbeya 12 Îlona 1980î ji ber aktîviteyên min yên rêxistinî li min jî digeriyan. Ez ji bo ku xwe veþêrim min dest bi mamostetiyê kir, tayîna min derket bajerê Nigdeyê. Nigde bajerêkî Tirkan bû û li wê tevgera faþîstan xurt bû. Ez jî bedeng dimam. Û nedihat bîra leþker û polîsan ku ez ji kurd im û li min jî digerin".

Piþtî 5 salên mamostetiya wê, operasyoneke li dij Riya Azadî çêdibe û gelek kes tên girtin.. Seyran dikeve þikê ku di vê opreasiyonê de hin kes navê wê jî dane polis û ew mecbûr dibe ku dev ji mamostatiyê berde. Di sala 1985an de bi grûbeke hevalên xwe re derbasî bin xetê dibe.˜Teqribên li vir saleke dimîne û di vê navbeynê hînê Kurdî jî dibe. Di sala 1985an de tê Swêde û mûracatê peneberiyê dike. Lê di vê navbeynê de grûbeke ji Riya Azadî vediqetin, bi navê TSK (Tevgera Sosyalîst a Kurdistanê) grûbeke ava dikin. Seyran jî bi vê grûbê re diçe. Grûb biryar digre ku vegerin welêt. Çend kes vedigerin jî. Yek ji wan jî Seyran e. Seyran diçe Kurdistana Sûriyeyê. Li wê bi navê Azad ku berê hevalê wê bûye, pê re dizewice. Keçikek ji wan re çêdibe. Jiyan nuha 12 salî ye û li taxake Stockholmê bê bav mezin dibe; diya wê him jê re dêyîtî û him jî hevaltiyê dike.

Di sala 1989an de bi navê kovara "Vatan Guneþî" li Stenbolê kovarek derdikeve, Seyran yek ji xebatkarên vê kovarê ye. Piþtî çend hejmarên kovarê, kovar tê girtin û xebatkarên wê jî tên hepiskirin. Seyran jî 3 mehan di hefsê de dimîne û piþtî berdana xwe bi keça xwe re derbasê Kurdistana Baþûr dibe. Wê demê li Kurdistana Iraqê rewþek nebaþ rû daye; destpêka þerê Xelicê ye. Kurd hemû di bin tehdîda Seddam de ne, ji tirsa ku Seddam carek din li dijî wan çekên kîmyayî bi kar bîne ew bi kitlewî berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Nivê kurdan ber bi "hidûdên" Tirkiyê ve û nivê din jî ber bi yê Îranê ve diçin. Seyran tevî keça xwe bi wan re bi çiyayan dikeve. Bi rojan birçî û di sermayê de ber xwe dide û piþtî çend salan careke din berê xwe dide Swêdê.

Swêd dibe ku ji bo wê û keça wê "xelasbûnek" be, lê problemên din jî bi xwe re tîne. Jiyana Swêdê bi serê xwe problemeke mezin e. Herkes nikare hînê jiyana li vir bibe. Di vî welatî kambax de, tenêjiyanbûn, betalbûn û biyanîbûn gelek zahmet e. Swêdî wek millet ne mevanperwer in, pozbilind in, cîran cîranê xwe nas nake, li hember rûdan û buyarên rojane leqayît in. Di welatek weha de jiyan zahmet e, lê Seyran ber xwe dide. Seyran jî wek herkesî diçe qursa zimênê swêdî. Piþtî fêrbûna Swêdî ew di piyaseya kar de li kar digere, lê ji ber ku meslegekê wê tunuye, ew nikare ji xwe re kar peyde bike.

Temam li Tirkiyeyê mamostetiya fransizî kiriye, lê fransizya ku li wê fêr bûye ancax li Swêdê di seviya zarokek swêdî yê/ya ku di salên destpêkê hîne fransizî dibe de ye. Ji bonê wê jî þansê wê tuneye ku fransiziya wê bibe alîkar ku ew di vê branþê de ji xwe re karekî peyde bike. Di civata Kurdan a Swêdê de seyr e lê rastiyek e ku bi taybetî ew jinên kurd ku li welêt xwendin û nivîsandina wan hene ew li Swêdê ji mêrên xwe zûtir û xweþtir hînê Swêdî dibin. Lê ez bi xwe heta nuha rastê jineke kurd nehatime ku ew di warê nivîsandina kurdî de evqas zîrek be û heta meriv dikare bêjê ku yên ku zimanê kurdî serrast dinivsînin hejmara wan ji du tiliyên destan derbas nabin. Ev jî problemekê civata kurd e ku divê em û bi taybetî jî jin serê xwe pê bêþînin.

Swêd awantajek din pêþkêþî jinan dike ku ew hîn zûtir di piyaseya kar de kar ji xwe re peyde bikin. Mêzekirina zarok û îxtiyaran sektoreke mezin e ku di vê sektorê de prosentekê mezin jin kar dikin. Seyran çend mehan wek mamostetiya kurdî karekî ji xwe re peyde dike, lê ji ber ku seetên wê kêm in ew karê xwe digehurîne, biryara xwe dide ku tercumaniyê bike, û di vê branþê de ji xwe re kar peyde dike.

Seyran di derheqê tercuman û tercûmaniyê de weha dibêje; "Tercûmanî karekî li gor dilê min e, lê ji ber ku herêma Stockholmê gelek fireh e ji ciyek heta diçim ciyekî din gelek wext derbas dibe. Ez zêdetir tercûmaniyê ji wan jinan re dikim ku ew 20-30 salên hatine Swêdê û bêyî ku swêdî fêr bibin dest bi kar kirine. Piraniya wan jî karê paqijyê dikin. Gelek ji wan ji ber vî karê paqijiyê piþta wan diêþîn û nexweþ dikevin wexta pêwîstiya wan ya doktoran hebin, ez diçim ji wan re tercûmaniyê dikim." Seyran wexta xwe vala dide karê komeleyetî yê. Ew ji wexta ku hatiye Swêdê heta îro bi aktîvî nav komeleya jinan de kar dike.

Di eslê xwe de karê komeleyetiyê karekî îdeal e û tu mecbûriyeta yekî tuneye ku xwe bi vî karî ve girê bide. Ku ev çend sal in Seyranê vî kar û barê xistiye stuyê xwe ya ew fedekarî dike yan jî ew li pey kariyerêkê ye. Li ser vê pirsa min Seyran dibêje ku; "ez hîn di salên 70î de ketime nav karên komeleyetîyê û rewþa kurdan bi tevayî û bi taybetî jî rewþa jinên kurdan rê dide ku ez vî karî dom bikim. Xwezî hîn jinên din jî hebin ku ew jî bi aktîvî û berdewamî di nav vî karî de ciyê xwe bistînin da ku karê komeletiyê hin baþtir bimeþe."

Li gora Seyranê problemên jinên kurdên li Swêdê ew in ku ew ziman nizanin û zanyariya wan kem e. Wexta ev herdû tiþt kêm bin û meslegeke wan jî tunebe, peydekirina kar gelek zahmet dibe. Ew jî mecbûr in ku karê paqijiyê bikin, lê ev kar jî zû bi zû nakeve dest.

Seyranê ji hêlekê ve jinên ku problemên wan yên civakî hene re tercumaniyê dike ji hêla din ve jî wek seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê bi pirsên jinan re alaqedar dibe. Ew gazina dike ku di navbera jinên kurdan de têkiliyên xurt û berdewamî tunene, jin bi aktîfî beþdarê karê komeleyetiyê nabin, ser hev de nahin û naçin. Yên ku di rewþa wê de ne, yanî jinebî ne, rewþa wan ya civakî hîn xerabtir e. Ew li derveyî civata ku jê tên, dimînin. Li biyaniyê jinebîbûn zahmettir e.

Faris Marsil

Tel: 08-6446622

Fax: 08-6502120

Box 131 05 Nacka

berbang