|
BERBANG |
|
Organa
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:114, Februari 2000
|
|
Divê em bipeyivin
Keya Izol
Di van demên dawîyê de li çapemenîya swêdî dîsa navê kurdan bi çend bûyaran ve girêdayî tê minaqeþe kirin. Mixabin di hersê bûyerên ku hatin behs kirin, de pirsgirêkên ciwanên kurdan di merkeza wan pirsan de bû. Rûdana bûyeran bû sebeb ku di nav civata kurd a li swêdê jî bi rê û awayên cûrbecûr le ser bûyeran bipeyivin. Di nav malbatên kurdan de, di nav komeleyên me de û di radyoyên lokal de hîn jî ev yeka dewam dike. Bêguman wek hemû civatên din, civata kurd jî wê bi van pirsgirêkan ve rû bi rû bibe. Ne mumkuneke em civatek bê pirsgirêk bin. Lê tiþtê ku civatê pir diêþîne ew e ku em hemû caran piþtî ku bûyer biqewimin, zerer tê dîtin, dest bi munaqeþeyan dikin û piþtî demekê jî ji bîr dikin. Dîroka kurdên li Swêdê ne zêdetirê 30 sal in. Ji ber sedemên sîyasî gelek mirovên me mecbûr man hatin Swêdê. Gava mirovên sîyasî hatin Swêdê ew wekî malbat nehatin. Wan malbat û zarokên xwe piþtî demeke anîn Swêdê. Niha zarokên ku dema 1980 de biçûk bûn yan jî piþtî wê li vir hatin dunyayê îro êdî mezin bûne. Temenên wan 18-22 e. Helbet ciwanên me gava li vê welatê mezin dibin, bixwazî naxwazî wê di bin tesîra civata Swêdê de bimînin. Gelek normal e ku di vê pêvajoyê de hin pirsên wanî taybetî derkevin holê. Nemaze ji bo grûba me ya kurdan ku di welatê me de hîn jî rewþa sîyasî rê nade ku em plana vegera welatê xwe bikin. Jîyana li sûrgunê ne jîyaneke hêsan e. Hezar pirs derdikevin pêþîya mirovan. Ji bilî pirsên "normal" ên jiyanê, grûbên bîyanî bi pirsên muhacirtiyê jî rû bi rû ne. Þerê du kulturan " þerê nifþa yekem û duyem" cihêbûna qaîdeyên terbîya zarokan, hessasîya dê û bavan ji bo kultur û edet û normên "kevn û nû" . Herweha tabûbûna peyvên vekirî li ser mefhûmên "namûs" û "þeref" tev bi hev re dibin sebebên pirsan li civata nû de. Berî her tiþtî divê em pir vekirî hebûna pirsên weha qebûl bikin. Veþartina pirsan yan jî li ser nepeyîvîn, dikare encamên ewqas giran bike ku êdî em di bin de bixeniqin. Divê em bikaribin ji bo wan pirsan xwe amade bike. Divê em êdî bi mantiqê mêvantiyê li jiyana xwe nenêrin. Di civata me de cihê jinan bellî ye. Em wek civat di pirsa mafên wekhevîyê ji bo jinan û mêran bi her awayî hezm nekiriye. Em bi devkî bibêjin jî di pratîkê de îhtîmal e bi awayekî din bikin. Helbet ew pêvajoya wê wext bistîne. Lê divê em bikaribin xwe ji bo hin guherandinan hazir bikin. Herweha muameleya keç û xortan de hîn jî cawazî heye. Keç û xortên me yên ku li Swêdê mezin dibin di heman dibistanê de bi heman metodê perwerde dibin. Nirxên ku ew li derveyî malê digrin, nirxên "swêdî" ne û ji bo hemû kesan derbas dibin. Eger zarokên me tiþtên ku li civata Swêdê werdigrin li malên xwe de jî nebînin wê ji bo wan bibe tevlîhevîyeke mezin. Ji ber ku em di welateke nûh de dijîn divê em bikaribin hin guherandinan re vekirî bin. Ango, bi gotineke din, em nikarin bêjin ku "welle kultur û edetên me yên kurdan cihê ye divê em di vî welatê de jî li gor wan bijîn, normên Swêdê me alaqadar nake". Dîtineke wiha ne rast e. Helbet em bi her cureyî nasnameya xwe ya kurdî biparêzin em zarokên xwe li gor vê nasnameyê perwerde bikin lê di heman wext de divê em hewl bidin ku jîyana me li gor esasên bingehîn ya Swêdê be. Gelek munaqeþe li ser mefûma "namûs", "kultur û tradîsyon" çêdibin. Ez bawer im di van munaqeþeyan de divê em bikaribin rastîyê û nerastîyê ji hev derxînin. Em hemû dizanin ku mefhûma "namûsê" ji ber ku hesas e, gelek caran þaþ tê minaqeþekirin. Karên xirab, wekî kuþtin, lêdan û tedayê ku ji bo "namûs" pêk tên, wek kultura kurdî tê destnîþan kirin. Ev yeka divê were vekirin, aya kuþtin ji bo "namûs" kultura kurdî ye yan na. Bi bawerîya min karên xirab nabe kulturê gelekî. Rastî ewe ku civata kurd çi li derveyî welêt çi li welêt di pêvajoyê guherandinên civakî de ne.Teknolojî her roj pêþ de diçe, tesîra Internetê û TV ê li ser jiyana me gelek mezin e. Faktorên weha li ser ciwanên hîn zêdetir tesîr dike. Dinya êdî biçûk bûye. Her bûyerên ku li cihekî pêk tê di heman wext de digêhêje herkesî. Em wek kurdên li Swêdê divê di van pirsan de helwestên xwe vekirî bikin. Tabûyan ji holê rakin, eger þaþîyekî rû dabe, bikaribin wek civat dengên xwe bilind bikin û li dij bûyerên xirab derkevin. Îro li Swêdê hem xortên me hem jî keçên me bi pirsên weha mijûl dibin. Derheqê xortan de valahîyeke mezin dest pê kiriye. Pêþerojeke çawa li ber wan e ne dîyar e. Ne plana wan bi xwe, ne jî yên malbatên wan hene. Krimînalîte di nav xortên me de gelek pêþde çûye. Civat jî di van meselan de vatinîyên xwe wek pêwîst e naynin cîh. Grûbê kurdên li swêdê divê tedbîrên acîl bigre. Yan wê dereng be. Muameleya cihê ya li hember keçên kurdan tiþtekî ne rast e. Ji bo ku em bikaribin malbatên xwe nasnameya xwe biparêzin divê em ji bo hinek guherandinan vekirî bin. Em vê guherandinê ji bo berjewendîya civata xwe bikin ne ku em hatine Swêd yan jî hinek ji me daxwaz dikin, divê em bikin. Yan jî di vê pirsê de jî emê zirar bikin, civata me zirar bike. her bûyerên xirab li civata Swêdê de derdikeve meydanê tesîra xwe ya xirab li ser me hemûyan dihêle. Wek civat divê em bikaribin li dij neheqîyan û þaþîyan rabin, dengên xwe bilind bikin da ku hadîseyên wiha careke din çênebin. Civata me giþ; rêxistinên sîyasî, demokratîk, piþeyî, yên jinan û ciwanan, dê û bav, xort û keçên me, em tev bi hev re li ser van pirsan bipeyivin. Dîtin û pêþniyarên xwe ji bo serrastkirina van pirsan bînin ziman. FKKSê li ser van pirsan demekî dirêj e ku mijûl dibe. Loma jî Projejeke bi navê "Pirsên di nav nifþan" di bin berpirsiyariya FKKSê Em ê di vê rê de berdewam bin. Hêvîdar in pirsên weha civakî ne tenê di nav komeleyan de lê herweha di nav hemû beþên civata me de were minaqeþe kirin. Kurdên Swêdê û taybetiyên wan Faris Marsil Kurd kingê hatine Swêdê Pêla pêþin: Di dawiya salên 1960î de û di destpêka salên 1970î de ji ber sebebên aborî hinek kurd hatine li swêdê bi cîh bûne. Ev zêdetir Kurdên Anadoliya navîn in ji der û dora bajarê Konyayê ji qezayên Cîhanbeylî û li Kuluyê ne. Ev grûba kurdan grûbeke tradisyonaliye û di navbera xwe de gelek piþtgirtiya hev dikin. Piraniya wan di branþa xizmetê de kar dikin; xwediyê restorant û pizeryacî ne, jiyana wan ya sosyal yekrengî ye. Civateke girtî ye. Neslê yekêm piraniya wan xwendin û nivîsandinê li Swêdê fêr bûne. Neslê ku li vir jî mezin dibin piraniya wan di þopa bavê xwe de dimeþin, naçin dibistanan û ew ji hin di emrê xortaniyê de dest pê dikin ku di kar bikin. Kultura Andaloyiyê bi her hawî didimînin. Di navbera xwe de dizevicin. Di navbera xwe de bi kurdî û bi devoka xwe dipeyivin. Armanca wan qezenckirina pereyan e. Hîsên welatparêziyê li cem wan xurt e. Bi alîkariya maddî piþtgiriya tevgerên kurdan dikin. Pêla 12-adara 1970: Wexta derbeya leþkerî li Tirkiyeyê çêbû û hin Kurdên siyasî ji ber bîrûbaweriyên xwe yên siyasî hatin bi cî bûn. Lê hejmara wan nê zêde bû. Pêla 1975an: Piþtî têkçûna serîhildana Mustafa Barzanî kurdên baþûr hatin li Swêdê bi cîh bûn û zêdetirê wan siyasî bûn. Pêla qetlîama Mereþê: Ku di sala 1978an de li Mereþê qetilamek ji aliyê faþîstên tirkan ve hat lidarxistin hinek kurdên terka welatê xwe kirin û hatin Swêdê. Ew zêdetir li bajarê Uppsalayê dijin di sektora xizmetê de kar dikin. Civatek konservativ in. Pêla salên 1980î: Piþtî derbaya 12 îlonê li Tirkiyeyê û destpêka þerê iran û Iraqê ku ku li ser xaka Kurdistanê rû da gelek kurdên van perçeyên Kurdistanê terka welatê xwe kirin. Bi taybetî di vê pêlê de potansiyelek mezin yên kadroyên siyasî yên Kurdistanê hene. Ev grûb di warî siyasî, kultur û ziman de xizmetên mezin kirin. Ev grûb nuha jî grûba herî aktîv ya kurdên Swêdê ne. Pêla piþtî Helepçe: Bikaranîna çekên kimyayî ji aliyê rejima Seddam ku li Kurdistana baþûr li bajarê Helepçe hat bikaranîn, gelek kurdên Iraqê derketin derveyî welêt. Pêla Kurdistana Iranê: Piþti sistbûn û qelsbûna þerê çekderî ya KDP îranê gelek kurdên vî perçeyî welêt tarûmar bûn û terka welêt kirin. Hejmara Kurdên vî perçeyî ku îro li Swêdê dijîn 6-7 hezar in. Piraniya wan di bin kultura farisan de mane û hin taybetiyên baþ yê wan girtine. Xortên vî perçeyî wêlêt piraniya wan di zanîngehan de xwendekar in. Di nava kurdan de herî pirr ew diçin unîwersiteyan. Neslên navsalî yên ku naxwazin herin unûwersiteyan jî ew jî piraniya wan þofertiyê dikin. Pêla piþtî çikestina serîhildana Kurdistana Baþûr: Di sala 1989de bi piþtî êrîþa Seddamî û bi tirsa xwe parastina ji çekenê kimyayî gelek kurd xwe ber bi hudîdên Tirkiyeyê û ëranê xistin, gelek ji wan bi alîkariya Komiseriya Multeciyan a Yekîtiya Neteweyan hatin Swêdê. Pêla piþtî têkçûna Yekîtiya Sovyetê: Kurdên li komerên kevn yê Yekîtiya Sovyetê bi cih bibûn ji ber sebebên evlehiyî û aborî terka komarên wek Armenistan, Kazaxistan, Gurcistanê kirin û hatin li Swêdê bi ci bûn. Hejmara wan ne zêde ne. Pêla þerê navbera kurdan: Bi taybetî jî di sala 1994an de gava þer di navbera Partî û Yekîtî de li Kurdistana baþûr dest pê kir gelek kes hatin li Swêdê bi cîh bûn. ëro nêzî 25-30 hezar kurd li seranserê Swêdê dijîn û li her bajarî bi cîh bûne. Lê Piraniya wan li Stokholmê û derûdora Stokholmê, li bajarên Uppsalayê, Goteborgê, Malmš, Norkšping, Lingkšping, Orebro, Sundsvall û yên din dijîn. Pêla ku piþtî derbeya 12-îlonê ku ji Kurdistana bakur hatin pêleke siyasî bûn û di 10 salên pêþîyê de hemû bi siyasetê û bi karê kulturî û zimên mijûl bûn. Ji ber ku berpirsiyarê yekem û gelek kadroyên partiyên siyasî yên Kurdistana Bakur li vir bi cî bûn wan hewil da ku di karê kulturî û demokratîk de bi hevre kar bikin û di salên destpêka 81 de xebata destpêka rexistineke fireh ku hemû kurdên Swêdê di bin baskê xwe de bi rêxistin bike, avêt. Di Gulan 1981an de Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ji aliyê rêxistinên Kurdistanê ve hat damezirandin. ëro nêzê 40 komele endamê wê ne. Ev di dîroka kurd û Kurdistanê de nimûneyeke yekem û payîdar bû ku ji aliyên kurdên hemû perçeyên Kurdistanê ve hatibû avêtin. Bi saya xebata Federasyonê kurdên çar perçeyên Kurdistanê hevûdû naskirin, zaravayên hev fehmkirin. Bi taybetî kurdên bakûr giraniyên dan xwendin nivîsandina zimanê kurdî. Çi kongre, civîn, panel, konfernansên federasyonê û çi jî ev civînên ku ji aliyê rêxistin û komeleyên kurdan tên organîzekirin hemû bi zimanê kurdî ne. Kurdên bakur li vir hînê kurdî bûn, kurdiya xwe pêþ birin û di vi warî de bi sedan berhem afirandin. Ji aliyê din her rêxistin ji bilî karên partiya xwe bi karê komeleyetî, kulturî, weþanî mujûl bûn Bi alîkariya maddî yên dezgehên swêdî li gora lêkolînekê ku ji bal Mahmûd Lewendî ve hatiye kirin, di navbera 1980-1998-ê de, li ser hev 820 kitêb, 138 kovar û rojname derketine, 24 weþanxaneyên resmî hatine danîn. Li ser navê van weþanxaneyan 585 kitêb derketine. Kitêbên kurdî(kurmancî, soranî, dimilî) 420 heb in. Di 1989-ê de Yekitiya Nivîskarên Kurd bi endametiya 38 nivîskaran hat damezirandin.Piþt re gava Komeleya Nivîskarên Kurd hat avakirin, nêziki 50 endamên wê hebûn ku nivîskarên kurd ên soranîaxêv ne di nava vê hejmarê de ne. Li Stockholmê weqif, kutubxane û enstîtuya kurdan her yekê li gora xwe xebatekê dike. Swêd li ser ruyê erdê yek ji wan waran e ku xebata edebî, kulturî, dîrokî û zimannasî ya kurdî, bi taybetî piþtî salên 80î lê gurr û geþ bû. Beriya her derê li vir zarokên kurdan îmkan dîtin ku bi zimanê xwe hîn bibin. Li Unîversîteya Stockholme beþê kurdî yê mamosteyên kurdî(1984) hat avakirin, di wir de ji bo zarokên kurdan mamoste hatin gîhandin. Dom dike! KENGÊ ? Seyran Duran Di van mehên dawiyê de di rojeva çapemeniya swêdî de li ser bûyerên dizî, tecawiz, þelandina dikana û mirovan gelek tê peyivîn ku navên ciwanên kurd jî tên gotin. Sernûçeya ji hemûyan "xirabtir" jî ev bû: Keçikek kurd ji aliyê malbata xwe ve hat kuþtin. Gunehê wê jî ew bû ku nexwestiye bê dilê xwe bizewice. Bê guman problemên ciwanên me pir in. Her roja ku diçe hejmara ciwanên kurd bi taybetî jî xortên kurd digel problemên narkotîka, alkol, dizî, tecawiz û hwd. Tê gotin. Problemên weha ji bo ciwanên hemû grubên biyanî û swêdiyan bi xwe jî hene. Le kuþtina keçikan ji bona ku naxwazin bi kesê ku babê wan ji bo zewacê ji wan re hilbijartiye, bizewicin, yan hevaltiya xortên swêdî kirine, kirinên wehþiyane yên çerxa navîn tçnin bîra mirov. Min bixwe nebîhistiye ku babekî kurê xwe kuþtiye ji bona ku kurik naxwaze bi dotmama xwe re bizewice, yan dizî kiriye, yan hevaleke wî ya swêdî heye. Ma we bîhistiye ku babekî ji kurê xwe re gotibe "nabe tu dil bikevî keçikek swêdî, yan bi wan re bijî, yan bizwewicî. Eger tu bikî, em ê te bikujin. Ez nabêjim ku divê bab kurên xwe bikujin, yan bila giþ qîzên me bi biyaniyan re bizewicin. Na. Le ez dibêjim ma êdî wext nehatiye ku em mejiyê xwe biguherin. Ma kengê em ê fam bikin ku namûs ne di laþê keçikan de ye û tiþtekî biyolojîk ê laþ nikare bibe namûsa malbatekê, yan civatekê. Namûs beþekî prensîbên jiyana mirovan e. Mirovê xwedî namûs, babê xwedî namûs ew e yê ku tu ferqê naxe navbera kur û keçên xwe, li hember civakê, li hember malbata xwe, zarokên xwe, insaniyetê durist e.Û berî her tiþtî însan e, babe, ne qatil e. Divê em wek civat fam bikin ku em ne li Kurdistanê dijîn. Em li Swêdê ne û zarokên me li vir çêdibin, dixwîni, mezin dibin. ó divê em bizanibin ku eger em bixwazin ji bo wan li gor qalibê terbiyeya ku em pê mezin bûne qaliban çêkin, ne mumkin e ku em bi ser kevin. Eger em bixwazin problem kêm bin, yan zerara wan ji bo zarokên me, civata me kêmtir bin, divê hîn zarokên me biçûk in, em bi wan re têkiliyên baþ girêbidin; em wextê xwe bidin wan, bi xwendin, hevalên wan, problemên wan re eleqedar bibin. Neku keçikên me bibin 13-14 salî, baliq bibin, ji nû ve em bibêjin: va ye keçika me mezin bû, bû namûsa malê.. em dest pê bikin ji wan re sînoran deynin, bi awayekî ne pedagojîk wan "biparêzin", nehêlin hevalên wan hebin, nehêlin derkevin derve. Bi kurtî em mal û mektebê ji wan re bikin zîndan. Em nehêlin ew bixwe di mesala zewaca xwe de xwedî biryar bin û eger wek me neke em wan bikujin!? Divê em fam bikin ku êdî wext hatiye ku dê û bab bi taybetî jî bab ne wek nîvdîktator, û ne wek bi tenê bab bi zarokên xwe re bide û bistîne. Bi taybetî zarokên piçek temen mezin, 13-18 salî ne babekî dixwazin ku tenê emir dide, sînoran datîne û hertim dibêje: Nabe, nabe, nabe". Ew hevalekî dixwazin, ne babekî ku bes emiran dide. Divê em bikaribin riya diyalogê di navbera xwe û zarokên xwe de ava bikin, ji biçûkatî heta ku mezin dibin em ji wan re hem dê, hem bab, hem jî hevalek, dostek pê bawer bin. Divê em ferqê nexin navbera keç û kuran. Ji bo danîna civateke li ser prensîbên wekheviya jin û zilaman hatî ava kirin, divê em rola xwe bilîzin. Pir rehet e ku em her tiþtî têxin ser stoyê civaka swêdî, sîstema swêdî, mekteb yan terbiyeya ewropiyan û em wek dê û bab, wek civata kurd xwe bêguneh derxin. Ev riya rehet e. Le wext hatiye ku em jixwe bipirsin: Wek dê û bab em çiqas wextê xwe, çiqas perê xwe, çiqas rehetiya xwe didin zarokên xwe, ji bona ku zarok bibin xwediyên mustaqbelek þad û xweþ??? Birêz Necirvan Barzanî Serokwezîrê hukûmeta Kurdistanê yê çaremîn Em Yekitiya Jinên Kurdistanê li Swêdê bi damezirandina hukûmeta çaremîn ya Kurdistanê gelek kêfxweþ in, em wê û hukûmeta we pîroz dikin. Em gelek baþ pê dizanin ku jinûveavakirina weletekî gelekî giran e û proseseke dûr û dirêj jê re pêwîst e. Ji bo vê yekê aborî, kadro, alîkariya navneteweyî û piþtgiriya hemû kurdan divê. Prensîbên parastina ewleyiya însanan û liberçavgirtina maf û azadiyên wan prensîbên bingehîn yên hukûmetekê ne. Em bawer in ku hukûmeta we jî li ser van esasan dê kar û xebata xwe bimeþîne û li gor þert û mercên Kurdistanê van prensiban bi cî bîne; ji problemên jinan re çareyeyan peyda bike, problemên wan yên aborî, civakî û kulturî çareser bike. Helbet parastina kultur û adetên neteweyî gelek girîng e. Le hinêk urf û adet hene ku hin kes li gor menfetê xwe, wan bi kar tîne û ev bikaranîna wan zarer didê ciwate jî . Wek kûþtina keç û jinan. Daxwazîya me ew e ku hûn wek hukûmet re nedin wan kevneperestan ku li gor menfaatên xwe yen þexsî, di xwe de heq dibînin ku insanan bikûjin. Divê Kurdistan nebe qada kuþtina însanan. Her bûyarên neerenî ku li wê diqewime, me diêþîne û tesîrek nebaþ li me hemû kurdan dikê. Daxwaza me ew ku hûn pêþî li ber van buyarên weha ku xwedigiravî bi navê parastina urf û adetê kurdan çêdibin, bigrin. Daxwaza me ew e ku ev prensîpên demokrasi û wekhavî di bin seroktiya hukûmeta we de bigêhêje armanca xwe. Careke din em hukûmeta çaremin ya Kurdistanê pîroz dikin û serkeftin ji we û hukûmeta we re daxwaz dikin. Bi silavên germ Seyran Duran SerokaYekitîya Jinên Kurdistanê li Swêdê "Da wirê va, em qahweyekê vexwin!"
Nav: Selim Bakac(Yilmaz), Kengî hatiye Swêdê: 1981, Meslek: restorantçî, temenê wî: 45, li kî derê dijî: Akala-Stockholm, Malbat: Zewicî yê bavê sê zarokan e. Parola wî: "cansaxî ji hertiþtî girîngtir e!"
Ez nizanim ji bo we jî weha ye yan na, lê gava ez diçim sûkê, beyî ku ez bifikirim, lingên min, min dibe aþxaneya Yilmaz a "City Krok" ê ya ku li Vasagatanê nêzê îstasyona trênê ya Centerala Stockholmê ye. Ez bawer dikim ev tiþt ji bo wan kesên ku Yilmaz nasdikin jî weha ye. Di van salên dawiyê de ji ber ku çend qehwexaneyên din yên kurdan vebûne û çûyîna ber Yilmaz hinek kêm bûye jî, lê aþxaneya wî di navbera salên 1988 û 1998an de bûbu navenda ciyê hevdîtin û rendewûdayinê. Yilmaz nêzî 19 salan e li Swêdê dijî û ji qerekterê xwe tiþtekî wenda nekiriye. Li welêt çawa bû li wir jî weha ye. Rabûn û rûniþtina wî, axaftin û danûstendinên wî, jiyan û gumana wî her wek xwe maye. Di salên heftêyî de wexta beþdarî refên þoreþgeriyê bibû bi ticaretê mijûl dibû yanî esnaf bû, û li biyaniyê jî beriya herkesî ew vî karê xwe domand. Li Amedê wek mala "camciyan" dihat naskirin, li Stockholmê jî êdî wek pizacî yan jî restorantçî tê naskirin. Ew jî yek ji wan kesan bû ku di salên 70î de ketiya nava refên þoreþgerên demokrat û di salên xwe yê xwendekariyê de wek milîtanî xebitîye. Tevgera wî çi kar daye wî, ew bê îtîraz aniyê cî. Demekî bûye berbirsiyarê kovara "Devrimci Demokrat Genclik" ku ji bonê wê, di derheqê wî de gelek dawa vebûne. Ev milîtanî û bêtercûba wî ya xortaniyê û eventurîzm û romantîzma þoreþgeriya wê demê wî carna biriye xeletiyê jî. Wexta gotin tê ser xeletiyê, ew hergav xeletiyên xwe yên wê demê dibêje.Ez kîngê wî di sohbetekê de bibînim ew sohbetê bi demên buhûrî ve girê dide; nostaljî parçeyekî jiyana wî ye. Ew jî wek gelek kesan ji mecbûriyetê terka welatê xwe kir û li Swêdê bi cîh bû. Ew zewiciye û bavê sê zarokan e. Zewaca wî li ser evîneke nedîtî pêkhatibû. Wexta ew di dawiya salên 70î de li unîwersiteyê xwendekar bû, aþiqê mamosteya xwe dibe û li Swêdê pê re dizewice. Sê keþ jê re çêdibin; Herçiqas diya wan Hulya bi kurdî nizanibe jî Yilmaz bi keçên re bi kurdî diaxive û wan bi kultura kurdî mezin dike. Keça wî ya mezin Roza bi aktîfî beþdarê karê Yekîtiya Ciwanên Kurd dibe. Ew wextê xwe yê vala bi zarokên xwe re derbas dike û bi hemû problemên wan re alaqadar dibe; herroj li kanalên televizyonên Tirkî dinêre, guhê wî li ser buyerên welêt e.Siyaseta rojane ya Tirkiyeyê û ya kurdan taqîb dike. Li Swêdê yên ku meslegê wan tunebin û hinek pereyên wan hebin ji mecbûriyetê ya dikaneke beqqaliyê vedikin yan jî ya pîzeriya yê. Ev herdû meslek jî, jê re zanyariyek kûr û zimanzanîneke zêde ne lazim in. Ev herdû kar jî karê serbest in, meriv dikare 24 seetan bixebite û di demeke kurt de bibe xwediyê sermiyanekê Kurdên ku hinek pereyên wan hene dest davêjin vî karî, yan jî bi þevûbiroj di van karan de dixebitin û piþtî çend salan dibin xwediyê sermiyeneke û ji xwe re di vê branþê de dukaneke vedikin. Di van salên dawiyê de hejmara wan kesên ku berê siyasetmedar bûn û ji ber sebebên curbecur dev ji rêxistinên xwe berdan û ji bo debara malbata xwe bikin hin ji wan jî ketin vê branþê. Lê wek di her warî de di vî warî de jî kurd zêde ne biserketî ne, piþtgiriya hev nakin, kesên þirigên hev in, ji hev cuda dibin, problem di navbera wan de peyda dibin. Yilmaz jî bi kurdekî din re bi þirikatî vê restorantê vekiribû, lê piþtî demekê beyî ku ji hev aciz bibin ew jî hev cûda bûn; Yilmaz bi serê xwe ma û bi malbata xwe re karê xwe serrast kir. Li gorî ku Yilmaz dibêje ewantaja vî karî ew e ku, ev kar karekî serbest e, kurdên ku ji xwe re vî karî hilbijartine piraniya wan li welêt jî di tu karî de nexebitîne û kultureke weha ber wan peyde nebûye ku ew serê sibê rabin herin kar û evaran bên malên xwe.Piraniya wan li welêt jî þevpêrka xwe li qahwexaneyan derbas dikir ew vê kultura xwe hîn didomînin û ji bona wê jî piraniya wan hes dikin ku derneng herin kar û evaran jî dereng vegerin malê. Wek di her branþê de di vê branþê de jî kurd zêde têkiliyên wan bi organîzasyonên wan yê komeleyetî re çênabin, wek mînak ew beþdarî xebata sendikayên xwe nabin. Bi gelemperî jî yên ku di vê branþê de kar dikin û bi taybetî jî yên ku xwediyê dukan an jî retorantekê nin ew ne endamê sendikayan jî. Ez gelek kurdên weha nas dikim ku gava dukanên wan çûne îflasê û ew bê kar mane û ji ber ku ew nebûne endamê sendikayê jî, ji kasaya sendikayê feyde negirtine. Li Swêdê û hemû welatên ewrûpayê ew kesên ku endamê sendikayê nin, wexta ew bê kar bimînin mafê wan heye ku ji sendikayê pereyê bêkariyê bistînin. Yên karê restorantê yan jî beqaliyê dikin, jiyana wan bi van karan re hudutkirî ye; wextê wan kêm e, herroj heta rojên þemî û yekþemiyan jî mecbûr in herin dukana xwe vekin; ji jiyana sosyal bê par in, zêde wext nabînin beþdarî aktiviteyên kulturî û komeleyetiyê bibin. Hinek ji wan armanca wan tenê qezenckirina pereyan e, hinekê din mecbûr in debara xwe bikin. Yilmaz ne yek ji wan e ku tenê qezenckirina pereyan ji xwe re kiriye armanc, ji ber ku wî li welêt jî wek malbat karê ticaretê dikir, xwediyê dukanan bûn, rewþa wan ya maddî baþ bû.Yanî ew karêkî weha hilbijartiye ku temam ne branþa wî ye, lê ji ber tecrubeyên wî yên welêt ew di derheqê karê xwe de derkeve. Li Swêdê kar meþandin piranî bi riya telefonan dibe; sipariþ dayîn, ji fabriqayê bîra xwestin, ji kesep goþt anîn û hwd hemû bi vê riyê tê meþandin. Ji bonê wê jî di zanîna zimên de zêde problem dernakevin. Bi muþteriyan re jî têkilî danîn jî, ji çend gotinên rojane derbas nabin. Ew gotin jî, gotinên stnadart in ku herroj bi sedan caran tên tekrarkirin. Yilmaz dibêje ez nêzî 20 sal im li Swêdê me û nêzî 15 sal in vî karî dikim, ev kar karekî ku dikeve branþa xizmetê û herroj bi sedan swêdî tên restorantê dixwin û vedixwin lê hîn jî dostekî min yê swêdî þênebûye, swêdî hindik diaxifin lê pirr dixwin û vedixwin, ew gava serxweþ dibin diqîrin, heqareta li merivan dikin, gotinên wek "svart kalle" bi kar tînin.Yilmaz dom dike dibêje; di destpêkê de ez zanibûma ev kar weha ye min ê tucarî vî karî tercîh nekira. Yilmaz misqalekê jî ji taybetiyên xwe yên berê wenda nekiriye; kêfçî û henekçî ye, teqlîtçî û xweþsohbet e; bejna wî wek berê qamqilik e, tenê porê wî hinek weþîya ye, ev tiþt jî tabiî ye. Ev reqamên telefona xwe bi kurmancî û bi devoka xwe ya Licîkî dibêje, bi devoka xwe diaxive, bi hesreta welêt diþewite û bi nostaljîyan demên xwe dibûrîne; gava aciz dibe bi devoka Tirkî ya Amedê "xeberan" dide. Bi tenê ew jiyana xwe ya rojone li Vasagatanê derbas dike, lê giyana wî hîn li Mergaahmedê ye. Faris Marsil
|
|
|
|