|
BERBANG |
|
Organa
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:113, 1999
|
|
|
Ji Anna Lind re
Wezîra Swêdê ya Karûbarên Derve Îro temsîlîyeke kurdan a sîyasî ku ji alîyê civaka navneteweyî tê qebûlkirin tune ye. Gava ku hemû serokên dinyayê li Stenbolê ji bo civîna REHEyê tên ba hevdu, berpirsîyarekî kurdan bi tenê jî di nav wan de tune ye. Ev li Helsinkîyê di civîna Yekîtîya Ewrûpayê ya herî bilind de jî herweha ye. Li gora texmînan, Tirkiye dê wek welatekî namzedê YEyê bê qebûlkirin. Divê em ji bîr nekin ku ji sisiyan yekê rûniþtevanên Tirkiyeyê ji kurdan pêk tê. Ev pirs di dereceya herî mezin de, pirseke Ewrûpayê ye jî. Hemû kurdên li Swêdê ji bo vê pirsê, bi awayekî bidîqet bala xwe didin hewildanên Swêdê û yên wezîra wê ya karûbarên derve Anna Lind. Em piþtgirîya vê sîyasetê dikin û spasîyên xwe yên ji dil û can pêþkêþî te dikin. Hêvîya me ew e ku ev helwesta Swêdê ji bo li Tirkiyeyê guhertinên pêwîst pêk bên, dê bibe sîyaseteke rênîþander. Baweiya me ew e ku ji bo ku Tirkiye bikaribe ji bo YEyê bibe welatê namzed, divê ew van guhertinên hiqûqî û bingehîn pêk bîne: - Divê qanûna bingehîn ku ji alîyê wan ve jî wek qanûneke mîlîtarîst û nedemokratîk tê qebûlkirin, bi referandûmekê bê guhertin. Divê hem hebûna kurdan wek gel û hem jî mafên ziman û çanda wan di qanûna bingehîn de cîh bigirin. Divê zimanê kurdî resmî bê qebûlkirin. - Di sîstema perwerdeyê de, divê dewlet ji bo guhertinên bingehîn û pêþdebirina zimanê kurdî berpirsîyarîyê werbigire. - Divê di qanûna partîyên sîyasî de guhertinek bê çêkirin da ku kurd di jîyana sîyasî de, bi nasnameya xwe bên temsîlkirin. - Divê ji bo hemû girtîyên sîyasî efûyeke giþtî tavilê bê îlankirin. - Divê azadîya xwe îfadekirinê ya ku li Tirkiyeyê rojane dikeve bin lingan, di qanûna bingehîn de bê garantîkirin. - Divê li wîlayetên kurdan sîstema gundparêzîyê û qanûnên awarte bi carekê bên hilanîn. - Divê ji bo hemû kurdên ku ji gund û malên xwe bûne, tezmînat bê dayîn. Gundîyên ku ji ber þer bar kirine, divê di bin çavdêrîya navneteweyî de, bikaribin vegerin gundên xwe. - Li Tirkiyeyê ji bo ku cîh û warên kurdan ji nû ve bê avakirin, divê YEê roleke sereke bileyîze. - Ji bo pêþeroja kurdan divê di wextekî diyarkirî de, referandûmek bê amadekirin. Bi silavên dostanî… Keya Îzol, Serokê Federasyonê Bidestxistina rojên ronî di destê me de ye
Keya Izol, Serokê FKKSÊ Mirovatî sedsaleke li paþ xwe dihêle. Ji bo neteweyê kurd sedsala 20 an derveyê teda, bindestî, derbederî, penaberî û xwîn tiþtekî din neanî. Bi dehan neteweyên bindest û kolonî xwe ji bin nîrxên zordestîyê azad kirin. Li seranserê cîhanê têkoþîna ji bo mafên mirovî û demokrasîyê li pêþ ket. Ewrûpa ku du þerên cihanê li ser axa wê de cereyan kir îro bi hewildanên xwe dixwaze rêberê dinyayê bibe. Dinya her diçe biçûktir dibe, teknolojî bi saya komputer û internetê ewçend pêþde diçe ku em pê re nagihên. Neteweyê kurd di sedsala 20 an de bi dehan car bi serîhildanên kehremane li ber xwe da û ji dil û can têkoþa ku ji bin zordestîyê xwe xilas bike. Dijminên dagîrker bi hemû kewwetên xwe xwestin van serîhildanan bifetisînin. Bi ser jî ketin. Îro derveyê Kurdistana baþûr li hîç perçeyekî din kurd mafên xwe bi dest nexistine. Li kurdistana Baþûr jî ji ber þerê navxwe heta îro pêþveçûneke berbiçav ku me hemûyan tatmîn bike, nehatiye holê. Eger em li gor van netîceyan muhasebeyeke hundirîn çêbikin em bi êsanî dibînin ku dijminên me pozîsyonên xwe bikewwettir kirine lê li gor vê yekê jî rewþa me xirabtir bûye. Sebebên herî bingehîn ku ew netîceya derxistiye holê nebiserketina pêþengîyên me yên sîyasî ye. Em wek netewe di vê karê xwe yên girîng de biserketî nebûne. Sebebên derveyî ne ewçend girîng in. Em ê helbet rojekê ji dîrokên xwe dersên pêwîst derxînin û 30 milyon kurd jî ewê hemû mafên xwe yên biheq wê bigre destê xwe. Biserketin û lezbûna wê bi giranî di destê me de ye. Ew jî ji yekîtîyeke tekûz derbas dibe. Divê herkes li gor îmkanên xwe ji bo vê armancê xebat bikin dev ji hesbên biçûk berdin. Sedsala 21 an de rola kurdên Swêdê 20 salên dawîyê kurdên Swêdê tevî kêmasî û þaþîyên xwe damxeyê xwe xist li ser xebata derveyî welat. Bi hewldanên xwe yên ji alîyê pêþdexistina zimanê kurdî, çapkirina berhemên kevn û nûh yên kurdî, bi karên kultur û hunerî û herî girîng parastina zemîne û platforma demokratîk ya wek FKKSê, rolên gelek girîng lîstin. Ez bawer im ewê di sedsala 21 an de jî ewê di vê hewldanê de rêya xwe berdewam bikin. Damezrandina FKKSê di sala 1981 an de gaveke gelek girîng bû. Lê ya hîn girîngtir pêþdexistina û parastina wê bû. Ev yeka bêêþ ne mumkun bû. Lê herweha bêfedakarî jî. Piranîya kurdên Swêdê ku FKKSÊ yê wek rêxistina xwe dibîne bi fêdakîyeke mezin wê parastine. Heta kurd li Swêdê hebin wê ew rêxistina me jî rola xwe bileyze û wek rêxistin wê xwe biparêze. 20 salên ku tecrubeya FKKSê fêrî me kiriye wê bi baþî û þaþîyên xwe wê bibe rêber ji bo kurdên li Swêdê. Pirsa entegrasyonê tê çi maneyê ? Kurdên li Swêdê tekrîben 30 sal in li vir dijîn. 10-15 salên pêþî li bi naskirina vî welatî û bi hêvîya rojeke zûtir vegera welatê derbas dibe. Gava zarokên me li vir mezin bûn em pê gihiþtin ku ew li vir mane. Dewleta Swêd jî ji destpêkê vê hesabê nekiribû. Wan biyanîyan wek "mîvanên" muaqqet didîtin. Hem kurd hem jî dewleta Swêd di careke de pê hay bûn ku rewþ ne wek ew difikirin e. Dewlet sîyaseta xwe guherand, pirsa entegrasyonê xist rojeva yekemîn. Kurd xwe guherand pirsa entegrasyonê xist rojeva xwe ya yekemîn. Kongreya 1996 an cara pêþî FKKSê pirsa entegrasyonê munaqeþe kir û kir biryara kongreyê. Em FKKSê wek yek ji garantîyên esasî ji bo parastina nasname, kultur û tradîsyona kurdî dibînin. Ji xwe FKKSê di destûr û programa xwe de vê yekê bi vekirî anîye ziman. FKKS wek rêxistina we divê berjewendîyên hemû kurdên Swêdê biparêze. Karê wê ya esasî ew e. Helbet di prosesa entegrasyonê de zehmetî û tengasîyên me jî hebin. Mixabin îþaretên wan jî em dibînin. Ferka Kurdistan û Swêd di warê kultur, têgihiþtin, sîstema perwerdeyê gelek in. Rojeke de em nikarin guherandinan pêk bînin. Ew ne pêwîst e jî. Em, zarokên me ne pêwîst e bikevin bin komplexê. Em bi kurdbûna xwe serbilind in. Zarokên ku li vir mezin dibin divê pêþî bi nasnameyên xwe yên kurdî serbilind bin. Ev ji me tê xwestin. Gava em vê yekê dikin divê em hewl bidin ku kultur û nasnameyên me bi nirxên vî welatî paralel bimeþin, hevûdu temam bikin, dijî hev ne rawestin. Mebesta esasî emê çawan bikaribin hem kurd bin û hem jî di adaptebûyina vê civatê de proseseke bêêþ bimeþînin. Devr û dewran tenê li Swêd naye guhertin. Îro li Kurdistanê de, bi alîkarîya pêþveçûyina teknîkê, guherandinên lez di jiyanên herkesî de pêk tê. Kultur û tradîsyon li hemû civatan de xwe adapteya dema nuh dike. Li Swêd jî ewê rojevê de ye ew yeka ye. Wekhevî û demokrasî bi salan e daxwaza kurdan e Em wek netewe û wek ferd bi salan dawayê wekhevîyê û demokrasîyê dikin. Ev daxwaza ji bo me bi xwe jî derbas dibe. Em di mala xwe de, têkilîyên bi derûdora xwe jî divê bikaribin bi tehammul û demokrat bin. Nakokîyên ku di navbera nifþan de heye ku gelek normal e, em dikarin bi dialog çareser bikin. Muameleya taybetî beramber keç û jinan, tiþtekî ne rast e û ne jî hemdem e. Guherandin û toleransên di vî warî de wê pêþîya civata me veke, nasname û kultura me hîn bikewwettir bike. Di vê xala taybetî de em di nakokiyan de rêya dialogê negerin, emê pêþerojê de gelek zirarên van tiþtan bibînin. Gava em behsa tolerans û wekhevî dikin em behsa yekîtîya malbatan dikin, behsa malbatên neperçebûyî dikin, behsa çûyina ji bo disco û derve nakin, Tiþtekî din ku gelek girîng e, lêdan, kuþtin, tehdît kirin nikare bibe kultura kurdan. Em dikarin pirsên xwe yên malbatî jî bi rêya aþtî û aramî çareser bikin. FKKS ji bo ku bikaribe bi van karan rabe, dest bi projeyeke kiriye. Ev xebata wê 3 sal berdewam ke. 8 komeleyên me di nav vê projeyê de cihê xwe digrin. Armanca esasî wek min li jor behs kir alîkarî kirina ciwan û malbatan e. Hemû kesên ku di vê derheqê de xwedî dîtin, rexne û pêþniyaran in, dikarin muracaata me bikin. Federasyoneke xurt berjewendîya me hemûyan e Gava em dikevin sedsaleke nu hêvîya me ewe ku em Federasyonê hîn xurtir bikin. Ji bo vê armancê divê herkes, bê îstîsna herkes alîkarî û piþtgirîya vê yekê bikin. Bi rexne, dîtin û piþtgirîya we em dikarin rêxistineke hîn xurtir, hîn çalaktir pêk bînin. Ji dil û can sersal û sedsala we hemûyan pîroz dikim Serkevtin ji bo we dixwazim Pirhêlî û pirrengîya Swêdê
Mustafa Aydogan Gava mirovatî bi hêvî û kelecaneke mezin xwe ji bo sala 2000î amade dike, rewþa rûniþtevanên Swêdê û li vî welatê ku xwe ji qutûba bakur dirêjî ser Danîmarkayê dike, cîhê mirovên bi eslê xwe ji welatên dinyayê ên din in, qet ne li gora misteweya pêþveçûn, demokrasî û edaletê xuya dike. Ji aliyekî gava mirov li îstatîstîkan dinihêre, mirov li hember agahdarîyên ku bi reqeman tên zimên, þaþ dimîne. Mirov dibîne ku bêedaletiya di nav jin û mêran de, a di bazara kar de, neheqîya ku li biyanîyan tê kirin û rola îmtîyaza swêdîbûnê, ne bûyer in weha piçûk in ku divê mirov di ser guhê xwe re biavêje. Kapasîteya mirovên biyanî û tecrûbeyên wan li ber çav nayên girtin. Biyanî ji ber eslên xwe û rengê çermên xwe mixabin gelek caran marûzî miameleyên neadil dibin. Ev hem di warê beþdarîya wan a civakî de astengan derdîxîne û hem jî welatekî wek Swêdê ji kanîyeke tecrûbe û zanîna van mirovan mehrûm dihêle. Ji bo menfaeta vî welatî mabe jî divê mirov nehêle, ev îmkanên Swêdê bi helwestên ku bi hêjayîyên demokratîk re li hevdu nakin, têk biçin. Divê ev îmkanên bêhempa di rêya Swêdeke xweþtir, adiltir, pêþketîtir, dewlemendtir û birefahtir de, bi awayekî rasyonel bên bikaranîn. Li gora agahdarîyên ku Stockholms Tidningen dide, rewþa Swêda li ber derîyê sala 2000î bi reqeman weha ye: Îro li Swêdê 8.8 milyon mirov dijîn. Ji van 4.500 000 jin in. 1.700 000 an li derveyî Swêdê hatine dinyayê. 1.500 000 bi awayekî seqet in. Li gora ku tê texmînkirin hejmara homoseksuelan di navbera 400 000 û 800 000î de ye. 400 000 mirov 60 - 64 salî ne. Rewþa bazara kar qet ne li gora rûniþtevanan e. Li dora 4.200 000 di bazara kar de faal in. Ji %48ê wan jin in û ji %52 jî mêr in. Le di nav gerînendeyên giþtî yên 500 þîrketên herî mezin de bi tenê 10 kes jin in. Bi tenê ji %46ê kesên ku temenê wan di navbera 60 û 64an de ne, dixebitin. Di nav mirovên bi esilê xwe ne swêdî ne, bêkarî ji %12 ye. Le bêkarîya di tevaya Swêdê de heye; ji %6 e. Ji bo mirovên ku bi esilê xwe ne ji Swêdê ne, bikaribin di bazara kar de li gora zanîn û tecrûbeya xwe rolekê werbigire, gelek asteng xuya dikin. Lêkolîna ku ji alîyê hikûmetê hatiye kirin jî nîþan dide ku di nav karkerên 150 þîrketên herî mezin de, pîvana karkerên bi eslê xwe ji welatekî din in; ji %10 e. Ev rewþa ku tabloyeke reþbîn derdîxîne ortê, divê bi hewildanên rêxistinên biyanîyan û bi piþtgirîya civaka Swêdê bê guhertin û mirov qet nebe, di sala 2000î de ji ber esil, reng û dînê xwe mirovên sinifa duyem neyên dîtin. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di vî warî de hiþyar e û ji bo bi taybetî rewþa kurdan û bi giþtî jî rewþa biyanîyan li Swêdê bi awayekî erînî bê guhertin, dê di sala 2000î de bi çalakîyên cur be cur xebatên xwe bidomîne. Mixabin ev sedsal jî weha derbas bû! Faris Marsil Lêwik ji bavê xwe pirsî; "Çima dewleta me tune ye?" Bavê lêwik dest pê kir û sebebên wê, yek bi yek ji kurê xwe re got. Mêrik bi dîroka kurdan dest pê kir. Behsa serîhildana ?êx Seîd kir û got ku ji ber sedemên bêrêxistinî û bêtifaqiya kurdan û kêmbûna þiûra neteweyî, xurtbûna dijmin û zeîfbûna kurdan û gelek sebebên din lê mixabin kurd bi ser neketin. Mêrik axaftina xwe domand, icar behsa serîhildanên kurdan ên din kir; Agirî, Dêrsim û serîhildana Þex Mehmûd, tevgera Simko, avakirina Komara Mehabadê ji kurê xwe re yek bi yek îzah kir, lê mixabin hemû serîhildan jî bê serketvtin qediyan. Wexta bavê lêwik xwest behsa serîhildana Mele Mistefa Barzanî bike, kurik tavilê midaxeleyî axavtina bavê xwe dike û dibêje ku bavo, bes e, ez êdî dizanim ku tu ê di dawîyê de çi bibêjî. Tu ê dîsa bibêjî "Lê mixabin ew jî negîhaþt encamekê? Kurd gelek þehîd dan Bi rastî jî sedsala 20î ji bo kurdan "bi mixabinan" derbas bû. Kurd ji mafê xwe yên neteweyî û demokratîk bêpar û bi stuxwarî dikevin sedsala 21ê. Kurdan di vê sedsalê de jî banga mili ya yekem, banga Ehmedê Xanî bi cîh neanî, welatê wan bû çar perçe, hebûna wan hat înkarkirin, marûzî asîmlasiyoneke dijwar bûn, gelek neheqî, zor û zilm dîtin. Ji bo bigihêjin armanca xwe, bi dehan serîhildan li dar xistin, bi sedan rêxistin, partî, komele, enstîtu, weqf, federasyon, konfederasyon û parlamento ava kirin, bi hezaran kovar rojname û kitêb çapkirin, istasiyonên radyo û kanalên televîzyonê vekirin, bi hezaran meþ, miting, þev, þahî, festîwal, civîn, panel, kongre, konferans amede kirin. Lê mixabin van hemû tiþtan têr nekir ku ew bigihêjin armanca xwe. Kurd di avakirina yekîtiya xwe ya milî û dezhegên xwe yên neteweyî û demokratîk de bi ser neketin. Ji bona xwe nebûn milet û berjewendiyên neteweya xwe baþ neparastin. Van xusûsiyetan jî rê vekir ku kurd di warê rêxistiniyê de qels, di siyasetê de bêaso û di dîplomasiyê de jar û bê perspektîf bimînin. Kurdan fersendên tarîxî revandin Di sedsala 20î de, du þerên cîhanê çêbûn; împaratorî belav bûn, sîstemên nû ava bûn û hilweþiyan; ne di belavbûna împaratoriya Osmanî de, ne di avabûna sîstema sosyalîstî û hilweþandina wê de û ne jî di pêvajoya ji ortêrabûna sîstema kolonyalî de kurd gihaþtin mafên xwe. Bi tenê di encama van þeran de, ji bona kurdan hin hêvî peyda bûn, lê mixabin kurd ji wan tu suûd wernegirt. Berê prensipên Wilson ji bona kurdan bû hêvî, piþt re jî Peymana Sewrê, lê mixabin di Lozanê de ne hêvî û ne jî peyman ma. Di dema Þerê Cîhanê yê Duyem de, wexta Ordiya Sor a Sovyetê ket Îranê ji bona vî perçeyê welêt firset çêbû ku Komara Mehabadê bête damezirandin, lê bi vekiþandina wê, ev firsêt dîsa ji destên kurdan derket, temenê komarê ancax 11 mehan dom kir. Herçiqas kurd ji ber sebebên berbiçav fersendên tarîxî revandin jî lê wan tu carî ji dijmin re serî dananî, li dijî neheqiyê û ji bo azadiya welêt serî hilda, di neticeya serîhildanên çekdarî de, bi sedhazaran însan hatin kuþtin, bi milyonan hatin surgûnkirin, bi dehhezeran gund, bajar û bajarok hatin wêrankirin, li Helepçê çekên kimyayî -xwedêgiravî li dinyayê hatibûn qedexekirin- li dijî kurdan hat bikaranîn; hêsirên çavan bûn çem, xwîn, êþ û elem li cem kurdan tu carî kêm nebû. Sedsala bîstan bi tenê ji bo baþûrê welêt bû çirûskek, piþtî þerê Xelicê li vî perçeyê welêt çirûskên heviyê vêketin; bicîhkirina "Hêza Çakûç" kurd ber bi dezgehbûnê ve çûn. Lê hîn jî ev çirûsk nebûye ronahiyeke xurt. Swêd nimûne ye Di çarîka dawî ya sedsala 20î de, ji ber sebebên siyasî gelek kurdan terka welatê xwe kir. Piranîya wan li welatên Ewrûpayê bi cîh bûn. Îro hejmara wan bi ser milyonekê dikeve. Kurdan li van welatan jî dezhegên xwe danîn, komele, enstîtu, weqf, federasyon damezirandin, di derheqê pirsa kurdî de raya giþtî ya Ewrûpayê haydar kir. Di nav welatên Ewrûpayê de Swêd di warê edebî, kulturî, dîrokî û zimannasîya kurdî de bi taybetî piþtî salên 80yî xebateke bêhempa kir. Li gora lêkolînekê ku ji bal Mahmûd Lewendî ve hatiye kirin, di navbera 1980-1998an de, li Swêdê li ser hev 820 kitêb, 138 kovar û rojname derketine, 24 weþanxaneyên resmî hatine danîn. Li ser navê van weþanxaneyan 585 kitêb derketine. Kitêbên kurdî (kurmancî, soranî, dimilî) 420 heb in. Li Unîversîteya Stockholmê beþê mamostetîya kurdî (1984) vebû, di wira de ji bo zarokên kurdan mamoste hatin gîhandin. Li Unîversîteya Uppsalayê beþa kurdî heye. Kurdên Ewrûpayê divê çi bikin? Federasyona Komeleyên Kurdistanê di warê zemîna kurdistanîbûnê de bû nimûneyeke berbiçav. Di dîroka kurdan de cara pêþîn kurdên çar perçeyên welêt , ên libnanê û Sovyeta kevin ku li Swêdê bi cîh bûbûn ji bo berjewendiyên milî di bin þemsiyeyekê giþtî de rêxistineke milî û demokratîk ava kir. Car carinan li gel kêmasî û þaþiyên xwe jî îro Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ji 38 komeleyan pêk tê û dezgeheke kurdan a milî ya yekem e ku kurd bi serbilindî behsa wê dikin. Ev nimûne ji bo welatên Ewrûpayê yên din ku kurd lê dijîn jî divê bibe bingeh da ku ew jî rêxistineke weha milî û demokratîk ava bikin û di nav wan de konfedarsyonek pêk bê. Ancax bi vî hawî kurd li Ewrûpayê bi yekdengî û yekwucûdî dikarin tesîrê li ewrûpayîyan bikin, lobiyan ava bikin û dîplomasiyeke xurt bimeþînin. Divê sedsala 21ê ji bo kurdên Ewrûpayê di warê rêxistiniyê de bibe destpêka gaveke nuh. Divê kurd êdî "mixabinan" ji ferhenga xwe derxînin. Bila sedsala 21ê bibe sedsala yekîtiya kurdan. Portre
"Gedeyê Södermalmê"
Faris Marsil Nav: Bilal Görgü Kengî hatiye Swêdê:1974 Meslek: Handläggare, Temenê wî: 50 Li kî derê dijî: Sodermalm-Stockholm Malbat: Zewicî ye û bawê du lawan e. Parolo wî: Jiyan bi piralî xweþ e. Wî jiyana xwe ya Swêdê bêtir li merkeza Stockholmê, li taxa Södermalmê derbas kiriye û nuha jî li wira dijî. Di navbera mala wî û karê wî de kuçeyek heye, yanî bi peyatî 5 deqiqeyan dikþîne. Ger meriv firehbûna cografyaya Swêdê yan jî a Stockholmê bide ber çavên xwe, ev mesefaya di navbera kar û mala wî de, di warê wext de awantejeke mezin e. Ji xwe heta nuha, tu carî karta metroyê nekiriye û belkî nizane bê heqê wê jî çi qas e. Havînan bi þimikan diçe kar, belkî jî di jiyana xwe de, tu carî þalê ûtîkirî li xwe nekiriye û qirawat nexistiye situyê xwe. Kincên spor û sade li xwe dike, jiyaneke wek swêdiyan dijî. Södermalmê awantejeke din daye wî ku li herêmê her aktiviteyên sosyal û kulturî hene. Bi dehan sînema, tiyatro, aþxane, pastexane, qahwexane û gelek tiþtên din... Ji ber ku jiyana wî wek ya swêdiyan e, ew di vî warî de tu zahmetîyê nakþîne. Bilal di Daîreya Kar û karkir peydekirinê de (Arbetsförmedlingen) de handläggare ye Li Swêdê karpeydekirin bi taybetî jî ji bo biyaniyan karekî sereke ye û rola arbetsförmedlingan gelek e. Bilal di daîreya kar û karkir peydekirinê de rê nîþanî wan kesan dide ku dixwazin kar bikin. Li gora wî, sebebên sereke ku biyanî nikarin kar peyde bikin ev in: Biyanî berî hertiþî bi zimên baþ nizanin û tecrûbeya wan a kar tune ye. Ku bizanibin û tercubeya wan jî hebe, ew bi awayekî aktîv li kar nagerin. Wek nimûne; yekî mihendis li welatê xwe muhendîsî xelas kiribe û ji ber karê siyasî nikaribûye mihendisîyê bike, wexta ew te Swêdê û li vira di beþê xwe de li kar digere, karmend li tercubeyên wî dipirse. Ji ber ku tercubeyeke wî ya weha tune ye, ev ji bo wî ev dezawantajek e. Ji aliyê din ve kesên ku li welatên xwe zanîngeh xelas kiriye, naxwazin li Swêdê karê paqijî, þifêrtî û xedemetiyê bikin. Li gora dîtina wî, ya herî baþ xwendin e. Ger li Swêdê meriv dixwaze ji xwe re karekî bi dilê xwe peyde bike, divê meriv bixwîne. Le Bîlal vî tiþtî jî dibêje,"Di bazara kar de jî reqabet heye; yekî 20 salî û swêdî, di kar peydakirinê de, bi tecrubeya xwe ve û bi awantajên xwe yên din ji yekî/a biyanî ku temenê wî/wê 40 e, bi þenstir e. Di civateke weha pêþketî de, tecrube, zanîna zimên (tu çênd bi zimanan zanibî, ew qasî çêtir e) merîtên wilo ne ku hergav awantajê dide merivan. Berî çend salan ji bo karê paqijîyê ehliyet awantajek bû le îro li gel ehliyetê divê meriv kompîtur û hin programên wê jî bizanibe. Bîlal piralî ye; di van salên dawiyê de dest bi karê nivîsandinê jî kiriye û yek ji birêvebirê Weqfa Kurdî ya Kulturî ya Stockholmê ye. Berî çendekî pirtûkeke wî ya bi navê "Pîrê û Rovî" him bi swêdî û him jî bi kurdî hat çapkirin. Pirtûkeke wî ya ku ji notên çavdêrîyên wî yên Tirkiyeyê pêk tê, dê di nêzîk de bi swêdî bête çapkirin. Di destê wî de nivîsandina romaneke heye, romana wî enteresant e. Ew karê nivîsandinê ne bi awayekî profesyonel, lê wek hobiyeke dibîne Berî ku ew di sala 1969an de biçe Almanyayê ew xwendevanê Unîversîteya Stenbolê bû. Qeyda xwe li Unîversîteya Stenbolê, li Fakulteya Kimyayê çêdike. Lê ew dixwaze biçe Almanyayê ba birayê xwe û li wê xwendina xwe dom bike. Li Almanyayê piþtî qursa amedebûnê, ew qeyda xwe li Unîversîteya Munîhê çêdike. Lê ji jiyana Almanyayê hez nake û di sala 1974an de berê xwe dide Swêdê û li vira xwendina xwe didomîne. Bîlal li Amanyayê di rêxistina Hevrayê de dixebite û dibe endamekî wê ya aktîv. Beþdarî gi gelek çalakiyên wê dibe. Ew bi navê Ronahîyê kovarekê derdixîne. Yek ji wan xebatkarên kovarê yê aktîv Kendal Nezan bûye, yê din jî Nîzamettîn Kaya ku Bîlal di axaftina xwe de bi pesindarî behsa wî dike. Piþtî ku Bîlal tê Swêdê jî danûstendinên xwe bi Almanyayê û bi rêxistina Hevrayê re qut nake. Ew gelek caran diçe Almanyayê û tê. Lê biryara xwe daye ku dê zaningehê bixwîne ji xwe ji bo vê armancê derketibû derveyî welêt. Piþtî fêrbûna swêdî, ew li Unîversîteya Stockholmê ilmê siyasî (Statvetenskap) dixwîne. Têza xwe li ser kurdan amade dike. Navê wê: "Kurd li Tirkiyeyê" ye. Dema ku ew tê swêdê bi tenê 35 kurdên siyasî li Swêdê hene. Berî wî Dr. Selheddîn Rastgeldî, Kemal Cengîz, Mahmût Baksî, Reþo Zîlan, Þoreþ Zîrek û çend kes jî ji malbata Anteran hene. Wê demê Omer ‚etîn û Necmettîn Buyukkaya jî tên Swêdê, Bîlal û ew bi hev re diçin kursa swêdî. Bîlal di dema telebetiya xwe de aktîv siyasetê dike. Di Unîversîteyê de di nav refên VPK(Partiya ‚ep a Komunîst)de nuha "Väntser-partiyet" (Partiya Ç‚ep) ciyê xwe digre, berpirsiyariya xwendekarên wan yên unîversîteyê dike. Di nav hêzên kurdan de, xwe nêzî Riya Azadî dike û heta 1981ê jî bi wan re dixebite. Bi Henefî Celeblî û Salih ënce re di redaksiyona "Roja Nû"yê de kar dike. Bîlal dibêje; "Ez ji bo Partiya çep pir xebitîm, heta min programa wan wergerand Tirkî jî. Lê wexta dem hat ku ez bibim endamê partiyê, wan ez nekirim. Min di vira de nasyonalistîya wan fêhm kir û di sala 1985an de min dev ji wan berda. Lê nuha jî di nav wan de gelek hevalên min hene û hevaltiya me dom dike". Bîlal di warê hevaltiyê de dibêje ku hevalên min yên swêdî ji yên min ên Kurdan zêdetir in. Hema hema bi hemû swêdiyên ku dostên kurdan in, hevaltiyê dike. Bîlal di sala 1979an de di þahîyekê de xanima xwe ya îro nas dike û pê re dizewice. Zewaca wan li ser hezkirin, hurmet û þefqetê ava dibe. Ji zewaca wan du zarokên wan çêdibin; Zana nuha 18 salî ye û Kendal jî 13 salî ye. Herdu jî bi kurdî nizanin. Bi tenê navê wan bi kurdî ye, lê giyan û jiyana wan swêdî ye. Lê ew bi navê xwe îftîxar dikin. Li gel ku navê wan yê swêdî jî hene, ew di dibistanê de navê xwe yên kurdî bi serbilindî bi kar tînin. Li gora ku Bîlal dibêje," Zana gazinan ji min dike ku çima min ew kurdî fêrî nekiriye". Lê li ser pirsa min ku ew kurd in an swêdî ne; Bîlal dibêje ku "Çawa li Tirkiyeyê gelek kurd bi tirkan re zewicî ne û zarokên wan bi kurdî nizanin, yên min jî weha nin, lê ferqeke min ji wan heye, qet nebe navê zarokên min bi kurdî ne. Li ser pirsa min a ku gelek kurd piþtî bi swêdiyan re dizewicin, nikarin zewaca xwe dûr û dirêj dom bikin, lê ev 20 sal in ku zewaca we dom dike. Gelo sira vê yekê çi ye? Bîlal bi ken dibêje; "Ez bi mentaliteya xwe % 75 bûme swêdî, ew jî % 25 bûye kurd. Di jiyane de prosentên weha hergav li hev dikin. Ji xwe em li Swêdê dijîn, divê em zêdetir tiþtên wan qebûl bikin. Lê em li hember hev rêzdar in, zêde tedaxilî karê hev nakin, miþterekên me gelek in. Ew ji mêvanên min aciz nabe, merivên min dikarin nîvê þevê jî bên mala min". Bîlal ji temenê xwe 10-12 salan ciwantir xuya dike. Wer diyar e ku hewa û jiyana Swêdê lê hatiye. Ji xwe re tiþtekî nake xem, pir bîhnfireh û bi tolerans e. Di jiyana xwe ya rojane de bi plan û program e, wek swediyekî dijî. Ew ne bi tenê reqamên telefona xwe bi swêdî dibêje, herweha di jiyana wî ya rojana de jî zimanê wî yê serdest swêdî ye. Ew jî wek hemû kurdên ku li Swêdê dijîn, ne bi tenê gotinên wek "arbetsförmedlingen"ê (daireya kar û karkir peydakirinê), arbetslös (bêkar) försäkringskassan (kasa sigortayê), tunnelbanan (metro) û hwd bi swêdî bi kar tîne. Herweha ew gotinên abstrakt jî bi kar tîne. Ez bi xwe heta nuha nêzî 20-25 gotinên weha jê fêr bûme. Yanî ew bi bejn û bala xwe kurd e, lê bi tevger, helwest û jiyana xwe zêdetir swêdî ye. Ma hûn çi dibêjin lingê wî jî þemitiye yan na? Faris Marsil Göteborga þewitî Ata Al, Endamê Komîteya Giþtî û Berpirsiyarê Herêma 4an Gava dengê zengila telefonê bêdengîya serê sibehê xera kir, ez ji niþka ve þiyar bûm. Serê vê sibehê kî bû, gelo? Xêr bû? Dengê telefona nîvê þevê û serê sibehan hertim min ditirsîne. Heta ku ez xwe digihînim ahîzeyê hezar tiþtên xerab tên ber çavên min. Dilê min dike gurpe gurp. Min di nav pêlên dengekî kelogirî de xebereke nexêrê bihîst. Vê xebera xerab laþê min bi temamî da ber xwe. Ez di cîhê xwe de sar mam. Tu nemabû ku ahîze ji destê min biketa. Çawa çêbûbû? Bi sedan mirov ji bo kêf û þahiyê li hevdu civiyabûn. Bûyereke weha çawa dikarîbû biqewimiya? Hejmara mirovên þewitî û mirî bi ser 60î ketibû. Hemû jî mirovên çik î ciwan…Ciwanên bi hêviyê ve miþt… Xortên di çax û benga xwe de... Gelo niha êdî dê çi bûbûya? Mirovên ku li dû wan mabûn, dê li hember vê êþê û vê bobelatê çawa bikira? Yên ku þewitîbûn û birîndar bûbûn dê di bin vî barê giran de çawa rabûna? Min firseta ku ez li van tiþtan bifikirim, nedît û bi lez berê xwe da cîhê þewatê. Dinya bi carekê qûriyabû. Heçî dilekî mirovî di sîngê de lê dixist, rabûbû ser piyan. Ne Göteborga þewitî bi tenê, lê hemû Swêdê reþ girê dabû. Ma kî hatibû û kî ne hatibû; dê û bav, xwiþk û bira, heval û hogir, mamoste û cîran, giþt bi dil û can… Pêlên êþê her ku diçû xurttir dibûn û hejmara mirovên bi ber wan diketin bêtir dibû. Li dora xortên nihhatî û keçên wek gulokan ku negîhaþtibûn xêtir ji me bixwazin û di xezeba mîrata êgir de wenda bûbûn, bi hezaran mirov kom bûbûn… Her yek ji wan bi zimanekî diqêriya. Ji bo belavkirina vê xebera nexêrê hemû zimanên dinyayê seferber bûbûn. Lê Hemû bi eynî êþê dinaliya. Hemûyan bi eynî kerbê li xwe dixwest. Hemûyan bi eynî bêçaretiyê li dora xwe dinihêrî û dikir qêrîn û hawar. Dengê qêrîn û hawara wan di felekan re derdiket. Vê êþê li Göteborga malikþewitî jiyan rawestandibû. Her ciwanek xwediyê jiyana xwe ya malbatî ya taybetî bû. Her ciwanek bi hezkirin û hêviyeke cuda jiyabû. Her xortekî dilgerm, her keçeke delal þopeke cuda li dû xwe hiþtibû. Her ciwan rengek bû. Bi her rengê wendayî re, ji bexçeyê me yê civaka Götebêrgê bêhnek kêm dibû, xweþikbûnek dihilat. Mirov digot qey hinan ji wan dizanîbû, bê dê bûyereke weha biqewime û ji ber wê yekê, bi hazirî berê xwe dabûn mirinê. Hin ciwanan wek ku dê biçûna deverinan, xatir xwestibû. Hin gava ji malên xwe derketibûn qet texmîn nekiribû ku wan dabû ser rêya nehatinê. Bêyî ku hayê wan ji feqa mirinê ya li ber wan hatibû vedan hebe, bi hêvî û kelecaneke mezin xwe li kozika ku ruhistîn ketibûyê girtibû. Wê rojê dilên Göteborgan dîsa bi hevdu re lê xistibû.Êþê li perê Atlantîkê, di nav mirovên cuda de pirayeke biratî û hevberpirsiyariyeke xurt ava kiribû. Þîna ciwanan û merasîma ji bo rakirina cenazeyan ji her neteweyî û ji her rengî bi hezaran mirovên ciwan û kal, keç û pîr li hev civandibûn. Her gorek (mezelek) diþibiya girekî ji kulîlkan. Her kulîlkekê dilþewata Göteborgê bi rêya posteyeke neveger re digîhand deverin xalî. Êþa me ya hevbeþ mirov û grûpên ku qet nêzîkî hevdu nedibûn, anîbûn ba hevdu û dîwarên di orta wan de ji holê rakiribûn. Mirov li hember hevdu bi toleranstir bûbûn û ji hevdu bêtir hez dikir. Mirov digot qey bûyereke civakî berpirsiyarîyeke civakî jî bi xwe re afirandibû. Tiþtên ku me qet texmîn nedikir, çêdibûn. Astengên ku nedihiþtin mirov nêzîkî hevdu bibin ji holê rabûbûn. Dijîtîyên ku mirov ji hevdu bi dûr dixistin bi carekê qediyabûn. Em bûn þahid ku misilmanên birîh û jinên serniximandî di goristana filehan de, bi dengê xwendina Quranê re tekbîr dianîn û zarokên xwe, merivên xwe û delaliyên ber dilên xwe di sînga axa sar de vediþartin. Di goristana filehan de, me dît ku bi hezaran mirov berê xwe dabû qibleyê û limêj dikir. Me bi çavên serê xwe dît ku bêyî ku li ferqa dîn, ziman, reng û neteweyî bê nihêrîn, çi kurd, çi suryanî, çi ereb, çi somalî, çi tirk, çi faris, çi jûgoslawî, çi spanîaxêvên Emerîkaya Latînî û çi jî swêdî keç û xortên çik û ciwan li kêleka hevdu hatin gorkirin. Di ser vê bûyerê re saleke sax derbas bû. Vê êþa ku bi þewatekê dest pê kir, di dilên mirovan de bû agirekî xurt î nevemir. Gava ji bo salawexta vê bobelata mezin em çûn malên kurdên me yên ku zarokên xwe di vê þewatê de wenda kiribûn, me dît ku rewþa wan li gora saleke berê baþtir xuya dike. Van mirovên ku welatên xwe, cîh û warên bav û kalên xwe ji ber zilm û zorê terk kirbûn û ji bo ji zarokên xwe re pêþerojeke ewle amade bikin, xwe li vî welatî girtibû û li vê derê li sitarekê geriyabûn, gelek caran êþên weha giran dîtibûn. Zilm û zor, cîh û war terkkirin, êþ û azar ji bo wan tiþtên ne xerîb bûn. Gava diya Nasirê ku di nav dûmana þewata par de bûbû miribû, li malê bi azerî got; " Nasirê min hat þewitandin", wek ku mirov kêrekê li ser dilê min bixe, weha bi min zor hat. Diya Îdrîs digot; Min lawê xwe bir Kurdistanê û li axa bav û kalan veþart". Apê Heval û bavê Þêxmûs bi me re hatin ziyareta malbatên kurdên din ên ku zarokên wan di nav agirê sala çûyî de þewitîbûn û ji bo êþa wan kêm bike hewil dida. Ev yek jî nîþan dide ku bê kurd di rojên xerab de, çawa dostên qenc û saxlem in û çi qasî qencîxwaz in û dikarin çi qasî li mirovan bi xwedî derdikevin. Tew gava roja piþtî wê, em bi bavê Þêxmûs, diya heval, diya Îdrîs û bavê Mehemed Sadiq re çûn cîhê þewatê û me ew bi bîr anîn û ji berdêla dilên xwe kulîlkên destên xwe li wê derê danîn, em tê gihîþtin ku bê berên hewildanên ji bo kêmkirina tesîra vê bûyerê encamin çi qasî erînî dane. Jiyan tevî hertiþtî jî dewam dike. Bi dû keç û xortên me yên ku vê þewata malxerab ew ji nav me hilanîn, bi sedan, bi hezaran ciwanên kurd li vî welatî mezin dibin. Êþên mezin hertim li serê kurdan bûne bela. Belayên mezin dev ji kurdan bernadin. Ev jî yek ji wan belayan bû. Ji ber vê yekê, daxwaza min, hêviya dilê min ew e ku bila mirovên kurd careke êþeke weha giran nebînin. Li Swêdê gaveke bêhempa Faþîzm û nîjadperestî bi xurtî hat rûreþkirin Civaka Swêdê biryara xwe da. Êdî ew ê li dijî nîjadperest û faþîstan bê deng nemîne. Çar rojnameyên Swêdê(DN, Afonbladet, SvD û Expressen) yên rojane bi hevdu re li dijî talûkeya ku demokrasî û hiqûqa civakê tehdît dikir, derketin. Rastîyên di derheqê vê talûkeyê de di herçar rojnameyan de hatin weþandin, mirov hemû ecêbmayî hiþtin. Li gora rojnameyan, ji 10an 9ê polîsan hatine tehdîdtkirin. Ji %65ê wan bi þexsî, ji %25ê wan bi malbatî û ji %21ê wan jî li cîhê kar hatine tehdîtkirin. Tehdîdên nîjadperest û faþîstan herweha ji bo karûbarên dadgehan jî talûkeyeke mezin pêk tîne. Tehdîtbþna ji %59ê dadgiran bi tenê rewþê diyar dike ku bê hêzên faþîst li Swêdê gîhaþtine kîjan qonaxê û tevgerên wan ji bo pêþeroja civakê çi qasî bi xeter e. Herçar rojnameyên Swêdê li gel mezinbûna talûkeyê û sûretên endamên rêxistinên nîjadperest û faþîst, lîsteya rêxistinên ku li Swêdê dixebitin û bi kirinên xwe demokrasîyê û hiqûqa civakî tehdît dikin jî weþand. Em ji bo xwendevanên Berbangê vê lîsteyê tevî hin agahdarîyên pir kurt li jêrê diweþînin. Ariska bröderskapet- Ev rêxistin di 1996an de hatiye damezrandin. - Hejmara endamên wê li dora 20î ye. - Hemû endamên wê di girtîgehê de ne û ji ber vê yekê jî wek rêxistineke girtîgehê tê naskirin. - Navê kovara wan "Ariska bröderskapet" e. Anti-Afa -Navê rêxistina ku bi rêya þidetê li dijî nazîzmê têkoþînê dide, "Afa" ye. Rêxistina nazîst jî ji ber vê yekê navê xwe kiriye "Anti-Afa". - Navên polîs, rojnamevan, dadgir, sîyasetvan û hwd tesbît dike û dû re bi navê lîsteya dijminên nazîzîmê di înternetê de diweþîne. Bandîdos- Navê wan bêtir ji 1994an û vir de û bi þerê motorsîkletan ê li dijî "Hells Angels"ê hat bihîstin. - Di navbera 1994an û 1997an de, 11 kes di vî þerî de hatin kuþtin û 96 kes jî birîndar bûn. - Nuha li Helsingborgê 8 endamên wê hene. Blood & Honour Scandinavia- Di 1997an de, li Helsinborgê hat damezrandin. - Bi awayekî þkere Þidet û terorê diparêze. - Navê kovara wan "Route 88 och Blood & Honour - Gelek caran bi "Nationalsocialistisk Front"ê re civînên hevbeþ dikin û têkilîyên wan ên þexsî bi grûpa terorê "Combat 18" e re hene. Bröderskapet Wolfpack- Rêxistineke girtîgehê ye. - Bêtir diþibe klûba motorsîkletan. - Gelek nazîst an jî nazîstên ku berê organîzekirî bûn endamên wê ne. Combat 18- Ev rêxistineke ingilîzan a terorîst û nazîst e. - Li Swêdê hin kesên ku pêywendî bi wan re danîne hene. - Lê hevalbendên wan bi awayên cuda dixwazin bidin diyarkirin ku "Combat 18" li Swêdê rêxistineke xurt e. Hell Angels- Li dinyayê 110 beþên wê hene. - Di van 110 beþan de bi texmînî 1500 kes organîzekirî ne. - Ev rêxistin li Swêdê ji 1993an û pê ve pêþ de ket. - Nuha li Swêdê 5 beþên wê hene; 2 li Stockholmê, 1 li Goteborgê, 1 li Helsinborgê û 1 li Malmo. - Di van 5 beþan de 80 endamên wê hene. Kreativistens kyrka- Ev tevger bi rêxistina emerîkî " Church of the Creator" ve girêdayî ye - Tevgereke nîjadperest e û serdestîya nîjadê sipî ji xwe re wek dîn qebûl dike. - Navê temsîlkarê wan ê Swêdê, Tommy Rydén e. National Front- Rêxistineke îngilîzan a faþîst e. Nationalsocialistik Front (NSF) - Li Swêdê, di salên 90î de, rêxistina herî baþ organîzekirî ev e. - Di 1994an de li Karlskronayê hat damezrandin. - Li van deveran jî beþên pê ve girêdayî an jî kesên berpirsiyar hene: Klippan, Trollhättan, Örebro, Trelleborg, Ludvika, Tomelilla, Ljungby, Nybro, Haninge, Fagersta, Helsinborg, Västerås, Malmö. - Navê kovara wan "Den Sanne Nationalsocialisten". Nordland- Ev rêxistin ji alîyê endam û hevalbendên "(VAM)Vit arisk motstond"ê di salên 80yî de hat damezrandin. - Ji bo ku pereyan qezenc bike, tevgera iqtîdara nîjadê sipî kiriye tevgereke tîcarî. - Piþtî kuþtina John Hron dev ji xeta xwe ya þidetê berda. - Îro weha xuya ye ku dîsa dest bi propagandaya þidetê kiriye. Info 14- Rojnameya ku li Swêdê herî pir propagandaya þidetê dike, ev e. - Pêywendîyên wê û hemû rêxistinên nazîst hene. Ragnarock- Ev þîrketeke plaqan e. - Bi þîrketa "Blood & Honour"ê -ya ku plaqên muzîka iqtîdara nîjadê sipî derdîxîne- ve girayî ye. Svenska motståndsrörelsen- Serokê wê Klas Lund e. Klas Lund berê milîtanê VAMê bû. - Rojnameya "Folktribun"ê derdixîne. - Propagandaya nasyonalsosyalîzmê dike. Sverigedemokraterna- Ev partîyeke rast a extrem e. - " Sverigepartiet" û "Bevara Sverige Svenkt" bûn yek û ev partî damezrandin.
|
|
|