BERBANG

Organa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, hejmar, No:112, 1999

 

Hesenkêf dê di bin avê de bimîne!

 

Dewleta Tirkiyeyê îsal dest bi avakirina Sentrala Hîdroelektrîk û Bendava Ilisuyê dike ku beþek ji projeya GAPê (Guneydogu Anadolu Projesi-Projeya Anadoluya Baþûrê Rojhilatê) ye. Projeya Ilisuyê dê li ser Dîcleyê li herêma hesenkêfê ava bibe û piþtî Sentral û Bendava Ataturkê, sentrala herî mezin e. Li gora plana îro, bajarê Hesenkêfê dê bi temamî di bin ava bendavê de bimîne.

Hesenkêf bi mîrata xwe ya tarîxî û kulturî ne bi tenê di medeniyeta Kurdistanê de, herweha di ya Mezopotamyayê de û di herême bi xwe de jî xwediyê ciyekî girîng e. Hesenkêf ji Asûriyan heta Kurdan ji gelek medeniyetan re malîtî kiriye û bûye paytextê hinan ji wan.

Hesenkêf îro jî bi jêmayiyên pire û kela xwe ku herdu jî bi navûdeng in, bi jêmayiyên mizgeft, qesr, gor, zawiye, hemam û avahiyên xwe yên antîk, yanî bi mîrata xwe ya tarîxî û kulturî weke muzeyeke servekirî tê qebûlkirin. Hesenkêf di bin talûkeyeke mezin de ye. Berî herkesî divê Kurd bi xwe, bi partî, rêxistin, komel, weqf û dezgehên xwe li Hesenkêfê bi xwedî derkevin. Parastina jiyana xwezayî û mirovî, parastina mîrata tarîxî û kulturî di gelek peymanên navneteweyî de pir bi zelalî hatiye îfadekirin.


Mijarên Girîng ên li pêsiya me

Keya Îzol

Piþtî Kongreya 18an heta nuha, hin gavên girîng hatin avêtin. Me bi van gavan careke din dît ku xebatên Federasyonê kitleyeke gelek fireh elaqadar û hembêz dike. Her çalakîyên me bi xwe re minaqeþeyeke xurt di nav kurdên Swêdê de, derdixe holê. Du alîyên van minaqeþeyan hene. Li alîyekî rexneyên ji bo pêþdebirina Federasyonê, li alîyê din rexneyên nehevalan in. Ez dixwazim bi du nimûneyan wan pêþkêþî xwendevanên Berbangê bikim.

Civîna li Örebroyê

Komeleya me ya Orebroyê kongreyeke awarte çêkir. Di encama vê kongreyê de, nerehetiyeke berbiçav derket ortê. Hin endamên komeleyê xwest, Komeleya …rebroyê ji endametîya FKKSê derkeve. Li ser van bûyeran bi nameyake fermî KK ya FKKSê hat agahdarkirin. Rexneyên komeleyê ji bo me hatin þandin. Rexne bi tevayî li ser helwesta Federasyonê ya li ser bûyerên ku piþtî derketina serokê PKKê Abdullah …calan a ji Suriyeyê û herweha bi wê vegirêdayî, helwesta me ya li dij dewletên dagîrker Tirkiye û Iranê ne. Federasyon dihat rexnekirin ku di van mijaran de bêdeng maye, erk û wacibiyên xwe bicih ne anîne. Li ser vê nameyê me biryar da ku em Komeleya …rebroyê ziyaret bikin. Serok, sekreter, berpirsê komeleyan, seroka jinan û a ciwanan bi vê mebestî komele ziyaret kir. Di civînê de bi qasî 35-40 kes amade bûn. Ji wan 12 kesan rexneyên xwe yên tund pêþkeþî me kirin û FKKSê tawanbar kir. Gava min guhdarîya wan hevalan kir, ez gelek ecêbmayî mam. Min hîç tesawûr nedikir ku dê kesek hebe ku bi vê dijwariyê me tawanbar bike. Ez ji ber vê yekê, gelek nerehet bûm. Ji ber ku di rojeke Swêdê ya germ de, li saloneke biçûk, 40 kurd civiyan û hevûdu li ser bingeheke þaþ tawanbar dikin.

Ger xwediyên wan rexneyan 3 hejmarên Berbangê yên dawiyê bixwendana, dê bersivên rexneyên xwe di wan hejmarên Berbangê de bidîtana. Ger mirov destê xwe deyne ser wijdanê xwe, mirovê bibîne ku di hemû dîroka Federasyonê de, helwesta wê ya li dijî dewletên dagirker þayanî pesinandinê ye. Di van sê salên dawiyê de jî li dijî hemû dewletên dagîrker, bi taybetî li dijî Tirkiyeyê çalakiyên berbiçav hatine kirin. Bi tundî rûreþkirina 75 salîya Komara Tirkiyeyê û helwesta me ya li ser bûyerên …calan û herî girîng li nav civata kurdan û swêdîyan, berzbûna prestîja FKKSê ya li ser bingehê çalakiyên berbiçav, hin nimûneyên xebatên me ne. Hemû xebatên me di Berbangê de hatine çapkirin. Gava min yek bi yek wan xebatan ji Berbangê ji bo endamên komela Örebroyê xwend, min fam kir ku hin ji wan kovara me naxwînin. Em xebat bikin jî nekin jî ew ê dîsa jî rexneyan bigirin. Gava wiha be, bi rastî divê mirov xwe neêþîne û di rêya xwe de berdewam bike. FKKS dê li gora biryara Kongreya xwe ya 18an xebata xwe ya li dijî dewletên dagîrker, nemaze ya li dijî kirinên Tirkiyeyê yên hov hîn xurtir bimeþîne. Em ê hewildanên xwe bi amdekirina konferanseke navneteweyî ya ji bo çareserkirina pirsa kurd berdewam bike. Ji bo pêþdebirina karê Federasyonê em hergav amade ne ku guhdarîya dîtinên cuda bikin.

Projeya Entegrasyonê

Wek tê zanîn, di van çend salên dawîyê de, FKKSê pirsa entegrasyonê xistibû rojeva xwe. Di hefteya kulturê (ya bi ABF re 1998) û Festîvala Ciwanan (1999) de û di hin civînên din de ev mijar ji alîyê me û komeleyên me yên endam ve hatibû rojevê. Di wan civînan de me dît ku gelek dêûbav û ciwanên kurd bi kêfxweþî tên civinan û bi dil û can beþdarî gotûbêjan dibin, zehmetîyên xwe yên civakî tînin ziman. Piþtî xebateke dirêj û dijwar ji bo ku Federasyon bikaribe di van pirsan de xizmeta kurdên li Swêdê hîn bêtir bike, dest bi projeya entegrasyonê "nakokiya di navbera nifþan de" kir. KK û KG li ser vê projeyê biryar da û berpirsiyariya vê projeyê da min. Dawiya Tîrmehê, nêzikî 53 kesan(dêûbav, ciwan û zarok) 4 rojan li xwendegeha Biskops Arnöyê li ser van mijaran minaqeþe kir. Hemû beþdarên civînê, razîbûna xwe ji bo xebatên wiha dîyar kir û spasîyên xwe pêþkeþî FKKSê, YJK û YCK kirin. Em dizanin ku van karên ku em dikin, karên girîng û pêwîst in. Loma jî em ê vê rêya xwe bidomînin. Helbet hin kes wê rexneyan jî bikin. Hin kes bêþik dê êrîþ jî bikin. Lê em dizanin ku ev xebat pêwîst in û divê FKKS bi israr bi van karan ve rabe. Hin rexneyên ku tên bihîstin bi vî rengî ne: " FKKS dixwaze ku zarok û ciwanên me asîmîle bibin û nasnameya xwe wenda bikin." " Dixwazin malbatan perçe bikin" Dixwazin miþkileyan têxe navbera dêûbavan û ciwanan". Iddiayên wiha bêbingeh in û ne di cih de ne. Em wan rast nabînin. Bileks, FKKS dixwaze zarok û ciwanên me bi nasnameya xwe ya kurdî di civata nuh de cihê xwe bigirin. Di dema mezinbûnê de, bikaribin hem li gora kultur û tradîsyona xwe ya kurdî hereket bikin, lê di eynî demî de jî azadîya xwe ya mirovî bi dest bixin. FKKS dixwaze wekhevbûna keç û kuran, jin û mêran bikeve rojeva malbatên kurdan ku miþkileyên bêmane di vî warî de ji holê rabin.

FKKS dixwaze, sebeb çi dibe bila bibe, em xwe dûrî þîddetê bixin, nakokîyên xwe yên malbatî bi rêyên demokratîk çareser bikin. Em dizanin ku massmedîya swêdî dixwaze van mijaran bi kar bîne, divê em rê nedin.

FKKS dixwaze em qîmetê bidin ciwanên xwe û baweriya xwe bi wan bîne. Di karên komeleyetî û civakî de berpirsiyarîyan bidin wan da ku ew xwe nêzîkî wan karan bikin. Ji ber ku ew pêþeroja me ne.

Ez hêvî dikim; herkesê ku xwe nêzîkî FKKSê dibîne, alîkarîya me bikin da ku em wek civat li Swêdê bikaribin di van mijaran de bibin nimûne.


Yekîtiya Ewrûpayê û Kurdên Ewrûpayê

Faris Marsil

Kurd Perçeyî mezin yê welatê me di bin nîrê Tirkiyeyê de ye û Tirkiye jî ji ber cografyaya xwe, xwe perçeyekî ji Ewrûpayê dihesibîne û dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê. Endambûna Yekîtiya Ewrûpayê ji bo wan welatan e ku ew welat nirxên Ewrûpayê bipejirînin û hin nirx û prensîbên wê yên bingehîn bi cî bînin. Yek ji van prensîban ew in ku ew welêt divê welatekî demokratîk be, hurmetê ji mafê mirovî re nîþan bide, pirsa aqilyeta li welatê xwe çareser kiribe, peymanên navneteweyî ku îmza wê bîne hebe wan peymanan bi cî bîne, bi cîranên xwe re (bi taybetî jî ew cîran ku ew jî endamê Yekîtiya Ewrûpayê be) problemên wan tunebe û bi taybetî ev welêt divê aboriya serbest a pazarê kiribe bingeha siyaseta xwe ya îktîsadî.

Wer xuya ye YE di civîna xwe ya di dawî ya sedsala 20-an de ku di Decemberê de li paytaxta Finlandiyayê Helsînkiyê li dar bixe, dê Tirkiye wek berendamê Yekîtiyê qebûl bike. Civîna Starsburgê ku di destpêka Octobrê de çêbû Komisyona Ewrûpayê diyar kir ku ew ne li dij in Tirkiye bibe berandêmê yekîtiya wan. Heta nuha li hember berendambûna Tirkiyeyê wetoya Yûnanistanê hebû. (Li gor destura YE endamekî yekîtiyê li hember endambûna dewletekê wetoyê bi kar bîne, ew dewlet nikare bibe endamê YE). Yûnanistan di pencereya berjewendiyên dewleta xwe de li endambûna Tirkiyeyê dinêre li gor wê, divê beriya ku Tirkiye bibe endamê yekîtiyê dive ew amede be ku pirsa Qibrîsê û pirsa giravên Egeyê çareser bike. Di van mehên dawiyê de bi taybetî jî piþtî zelzeleya Tirkiyeyê, atmosferekê germ di navbera herdu dewletên hasmane de peyda bûye, ku Yûnanistan hêdî hêdî dixwaze þêla xwe ya li hember Tirkiyeyê biguherîne û li berendambûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê re her hindik 'bêdeng' bimîne. Lê wek dewletên din Yûnanistan jî hin þêla xwe ya dawiyê diyar nekiriye. Li gor serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Ecewît jî dewletên rojava dibin sedem ku Tirkiye û Yûnanistan niakrin pirsên xwe yên giravên Egeyê çareser bikin.

Ma þûna Yûnanistanê Swêd distîne!

Tiþtê ku heta nuha xuya ye di nav dewletên Yekîtiya Ewrûpayê de li hember berendambûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê þêla xwe ya zelal Swêd diyar kiriye û dewletekê din yê Skandinavyayê Danîmarka jî piþtgiriya Swêdê dike. Li gor wezareta derva ya Swêdê ji bo berendamiya Tirkieyeyl bo Yekîtiya Ewrûpayê bête qebûlkirin, divê ew nirxên bingehîn yê yekîtiyê qebûl bike; ji wan yek divê Tirkiyeê peymanên navneteweyî ku îmze avêtiye bînê divê wacibên wan bi cî bîne, hurmetê mafê mirovî bike û pirsa Kurdî divê bi awayekî demokratîk çareser bike û hwd. Serokwezîra Swêdê Anna Lind di civîna Neteweyên Yekbûyî de ku di hefteya duyemîn a meha ëlona 1999-an de li Newyorkê pêk hat, bi zimanekî vekirî yê dîplomatîk Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ismail Cem re got ku, "em ne dijminên we ne, divê hun hurmeta mafê mirovî bikin û ji bo pirsa kurdî çareser bikin divê hun berpirsiyarên Kurdan re rûnin".

Kurd divê çi bikin!

Berendambûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê ji bona Kurdan jî momenteke girîng e. Ji ber ku endambûna Tirkiyeyê bi xwe re dikare bi awekî çareserkirina pirsa Kurdî ya li Tirkiyeyê bîne. Li gor nirx û prensîbên yekîtiyê heta Tirkiyê pirsa aqilyeta ya welatê xwe yanî pirsa Kurdî çareser neke nikare bibe endamê yekîtiyê. Di vir de daxwazên Kurdan û Yekîtiya Ewrûpayê bi aweyekî digihîjin hev ku ev firsedekê mezin dixe destê Kurdan û bi taybetî ew Kurdên ku li Ewrûpayê dijîn. Yani Kurd jî terefefek in ëro li welatên Ewrûpayê potansiyelekê mezin Kurd hene. Kurdên ku bi taybetî li Almanyayê li Fransayê û ëngiltereyê dijîn divê bi xebat û þalakiyên xwe, bi dîplomasî û lobiyên xwe yanî bi her hawayî li ser vê pirsê bisekinin. Bi taybetî jî rêxistinên sivîl û demokratîk ên Kurdan yên ku li welatên Ewrûpayê xebata xwe dimeþînin rola wan mezin in. Ji aliyekî endamên van rêxistinan hevwelatiyê van welatan in û ji aliyê din ve jî, ev rêxistin li gorî qanûnên van welatan hatine ava kirin.

Daxwazên ku ew e ji hukûmetên xwe bikin, daxwazên demokratîk in ku ew daxwaz dikin hevwelatiyên wan yên Tirkiyeyê ji van nirxên demokratîk bê par nemînin. Ev rêxistinên ku em behsa wan dikin li her welatekî Ewrûpayê hejmara wan bi dehan tên hesibandin; hemû bi hev re dikarin bikevin aksiyonê.

Federasynona Kurdên Swêdê nimûneyeke bêhempa ye!

Federasyon Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di vî warî de nimûneyeke berbiçav e. Xwezî Kurdên me yên welatên din yên Ewrûpayê jî vê nimûneyê bigirtana ber çavan û li welatê ku ew lê dijîn de, avayiyên weha demokratîk damezirandana. Lê hin jî ne dereng e! ëro hukûmeta Swêdê ku di derbarê berendambûna Tirkiyeyê de helwesteke weha zelal stendiye, bêguman di vir de ked û rola Kurdên Swêdê û bi taybetî jî rola federasyonê heye. Berê çendekî du parlamenterên sosyaldemokrat yên Swêdê (ku ev partî nuha li Swêdê îktîdar e) bi hin derûdorên Kurdan re civîneke li dar xistin û di civînê de li ser berendambûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê hat rawestandin. Kurdên ku beþdarê civînê bubûn hemû di vê baweriyê de bûn ku divê Tirkiye heta çareyeke ji pirsa Kurdî re nebîne, divê ew wek endamê Yekîtiya Ewrûpayê nehê qebûlkirin. Di vê civînê de sekreterê Wezîra Derve ya Swêdê jî beþdar bubû. Komiteya Giþtî û Karger a Federasyonê jî di civîna xwe ya 18-ê ëlonê de biryar stendin ku Federasyon bi daxwaznameyek ji Zîrveya Helsînkî ya Yekîtiya Ewrûpayê re biþîne û daxwazên Kurdan di vî warî de pêþkêþî wan bike.

Em piþtî çend mehan qirnê 20-an xelas dikin dikevin qirên 21-an. Divê di vê qirnê de bo pirsa Kurdî çareyeke bête dîtin. Ciyê çareyê êdî ne tenê Diyarbekir û Anqere ye, herweha Bruksel û Newyork e jî!


PORTRE

"Wek ku tu ê sibê vegerî welêt amade be, wek ku tu ê hergav li vira bijî xebatê bike"

Nav:Nafi Cilgin, Kengî hetiye Swêdê:1982, Meslek:Sosyonom, Temenê wî:43, li kî derê dijî: Stockholm, Malbat:zewicî ye û bavê du lawan e, Parola wî: zarok pêþeroja civatê ne divê baþ bên perwerdekirin

 

Faris Marsil

Wî jî wek gelek kesên din ji ber xebata xwe ya siyasî terka welatê xwe kir. Serpêhatiya wî ya derketina ji welêt û heta Swêdê bi serê xwe babetêke romanekê ye. Piþtî cuntaya 12ê Îlona 1980yî ew jî mecbûr maye ku di sînor re derbas bibe û here Biniya Xetê û dû re ji wira jî here Libnanê û piþtî demekê ji wira berê xwe bide Ewrûpayê û ilegal ilticayê Swêdê bike. Ew li ser hatina xwe ya swêdê dibêje ku; "Wê gavê ez endamê partiyeke siyasî bûm. Hevalên min ên berpirsiyar di derheqê me de biryar da û em jî heta dereceyekê mecbûr bûn ku vê biryarê bi cîh bînin. Swêd jî para min ket."

Li Swêdê salên wî yên peþîn zû derbas dibin; wê demê bengîniya þoreþgerî hîn li dar e. Di jiyanê de hereket û di aboriya wî de jî bereket heye. Bi çûyin û hatina komeleyê, minaqeþeyên siyasî, semîner, civîn, meþ û mitîng, grevên birçûbînê, çalakî û akiviteyên din salên wî wek rojan derbas dibin. Salên destpêka 80yî biyanî hîn li Swêdê kêm in, sosyal bê ku teþqeleyan derxîne û kirtasiyan bixwaze pereyên merivan dihinart adresa ku meriv lê diman. Di xerckirina pereyan de jî bereket hebû, têra merivan dikir. "Nerde akþam orda sabah bû". Wexta Nafî behsa salên xwe yên destpêkê dike, ew wan salan ne wek salên biber, lê wek salên pêwîst dinirxîne û dibêje; "Me hergav bi çavên mêvantiyê li xwe dinêrî, beriya me çend hevalên me hetibûn Swêdê ku 5-6 salên wan li vira çêbûbûn. Yek ji wan jî Keya Îzol bû. Wexta me ji wan dipirsî; we çawa ew qas sal li vira derbas kirine, bersiva wan weha bû; "Hûn ê jî derbas bikin û beyî ku hun bizanibin bê salên we çawa çûne". Me guhên xwe nedidan gotinên wan. Ji ber ku em miweqet hatibûn Swêdê. Lê îro heta em li xwe hay bûn, ez dinêrim tew 18 salên min derbas bûne ku ez li Swêdê me. Dîsa tê bîra min ku carekê Eþref Okumuþ jî gotibû; "Madem hûn hatine vira, herin ji xwe re bixwînin, hînî meslekekî bibin, wê gavê xizmeta we dê zêdetir bigihîje doza welatê we." Ez bi van gotinên wî keniyabûm. Lê îro ez dinêrim jiyanê ew bi heq derxist û piþtî 7 salên min ên li Swêdê xelas bûn, min dû re dest bi xwendinê kir û piþtî xwendinê meslekekî min çêbû. Lê mixabin ew jî demek bû û dê wek bîranîneke hergav jî bê behskirin.

Piþtî 3-4 salên li Swêdê, êdî Nafî hewil dide ku karekî ji xwe re peyde bike. Di daîreyekê de karekî þifêrtiyê yê miweqet ji xwe re peyda dike. Lê divê ez bibêjim ku ew wek karakter gelek þermok û nefispiçûk e. Di têkiliyên þexsî de jî ne ew qasî zîrek e. Lê li gel vê jî ev kar firsetê dide wî ku ew keçikeke Swêdî nas bike û ev nasbûna wan rê bide ku ew bi hevûdu re bizewicin. Du zarokên wan çêdibin; herdu jî lawik in; Nafî navê yekî dike Aras û yê din jî dike Ronas. Lê diya wan li gel van navên Kurdî, navên Swêdî jî li zarokên xwe dike. Navê Aras bi Swêdî Andreas e û yê Ronas jî Mattias e. Zewaca wan nêzî 10 salan dom dike, lê ew jî wek gelek kesên din bi awayekî medenî ji hevûdu vediqetin.Lê têkiliyên wan ên însanî her berdewam in. Nafî li ser veqetandina xwe zêde neaxive, lê bi tenê dibêje ku "Problema me problema nelihevkirina kulturên cuda bû. Zarokên wî bi Kurdî xweþ dizanin. Heftê du saetan diçin dersa Kurdî jî. Mamosteyên wan kurdekî baþûr e, zarok zêde ji wî fêhm nakin, lê dîsa jî diçin dersa Kurdî. Li belediyeya ku ew lê dimînin, di wê dibistanê de ev herdu bira bi tenê diçin dersên Kurdî ku ew herdu jî bi eslê xwe nîv-Swêdî ne. ædî bi taybetî jî Aras di axaftina xwe de idyomên Kurdî jî bi kar tîne.

Nafî wextê xwe yê vala bi zarokên xwe re derbas dike. Xwarina Kurdî ji wan re çêdike, dawiya hefteyê wan dibe avjeniyê, sporê û aktiviteyên din. Havînan, wan dibe gerê, bi hevûdu re diçin tatîlê. Ji ber ku Nafî bi xwe nikare biçe welêt, par zarokên xwe bi tenê þand Kurdistanê da ku zarokên wî ehlên wî yên din nas bikin. Heta ji destê wî tê wan bi kultura Kurdî perwerde dike. Lê zahmetiyên xwe jî ew bi xwe tîne zimên. Ew dibêje; "Di civateke weha de ku zimanê serdest swêdî be, zarok dê çi qasî hinî ziman û kultura xwe bibin? Tu dezgehên me yên mîlî tune ne ku di vî warî de bibin alîkar. Ji xwe, di warê perwerdekirina zarokan de, tesarûf di destê malbatê de ye."

Lê armanca wî ew e ku zarokên wî di civata Swêdê bibin xwediyên kariyerê. Ew dibêje; "Çima Dîlbayên me zêde nebin? Nalînên me pir nebin?" Nafî axavtina xwe weha didomîne; " Wê rojê min û hîn hevalên xwe yên kar me radyoya Swêdî guhdar dikir. Thomas Gur (eslê wî Tirk e û di Svenska Dagbladetê de sernivîsar e) li ser erdheja Tirkiyeyê dipeyivî, hevalên min ên kar hemû bi heyecan lê guhdarî dikir û ew dom dike; "Ancax em bi kariyer û zîrektiya xwe dikarin tesîrê li Swêdiyan bikin û piþtgiriya wan a ji bo doza kurd werbigirin. Wer xwuya ye ku nifþê me ev þens wenda kir. Divê nifþê li pê me bixwînin û di civatê de bibin xwedîgotin."

Di destpêka salên 90î de êdî baweriya Nafî ya partitîyê namîne. Wê demê ji partiya xwe vediqete. (Ew endamê PPKK-Pêþengê bû) û biryara xwe dide ku li Swêdê bi cîh bibe. Ji bo wê jî divê karekî peyda bike, lê karekî bi dilê xwe. Dest bi dibistanê dike. Di zanîngehê de sê sal û nîvan sosyonomiyê dixwîne. Piþtî xelasbûna dibistanê di beþa xwe de, karekî peyda dike. Ew dibe sosyonom û bi problemên malbatan ve mijûl dibe. Di vî warî de, ew dibêje ku;"Wexta her kurdek li ciyê karê xwe tesîrekê baþ li swêdiyan bike û di karê xwe de xwe bide qebûlkirin, wê gavê sempatiya li hember Kurdan dê zêde bibe. Nafî piþtî dest bi kar kiriye, herroj rojnameya "Aftonbladet"ê dixwîne û her êvar jî di televziyonê de li nûçeyên swêdiyan temaþe dike. Parabola wî heye, lê ew evaran tercîh dike ku li kanalên swêdî binêre. Hevalên wî yên swêdî hene, lê ne pir in. Li ser vê yekê, dibêje ku; "Swêdî wek milet, miletekî `sar ` e, lê wexta meriv li ciyê karê xwe yan jî li dibistanan wan nas dike, divê em berê hewil bidin ku bi wan re têkiliya deynin û ev têkilîdanin dê bêþik ber bi hevaltiyê here." Lê li gora wî hevaltî li ser niqteyên hevbeþ ava dibe û mesela tercîhê ye. Lê ew dibêje: "Em di eynî civatê de dijîn, divê em hewil bidin ku bi hevûdu re bikemilin."

Li welêt girêdaneke wî ya zêde nemaye, dê û bavê wî çûne ser heqiya xwe. Wî bi xwe jî malbata xwe li vira ava kiriye, zarokên wî li vira mezin dibin û bi kultura vî welatî xwedî dibin, Swêd warê wan e. Ez nizanim, bê ew xewn û xeyalan bi swêdî dibîne yan na, lê nivê emrê wî li vira derbas bûye û êdî zimanê wî yê serdest jî swêdî ye. Pîvana zimanê serdest, ji bona min ew e ku wexta ji yekî reqema telefona wî bê pirsîn, ew reqaman bi çi zimanî bide, li gora min, di jiyana wî de zimanê serdest ew e. Ev tiþt bi Nafî re jî peyda bûye. Ew jî êdî reqemên telefona xwe bê ku fikire bi swêdî dibêje.


Li ser pirsên penaberiyê

Kovan Amedî

Endamê Komîteya Karger a Federasyonê û berpirsiyarê Komîteya Penaberan

Pirsa penaberiyê ne pirseke nû ye. Ji xuliqandina însanan û vir ve dest pê kiriye û heta nuha jî dom dike. Însanan ji bo jiyana xwe tim berê xwe daye warên bêxeter. Timî ji tiþtên xeter ku jiyana wan tehdît dike, reviyane. Wan ji ber afetên xwezayî, ji ber þer û birçîtiyê koç kiriye û berên xwe daye warên ewle. Ji bo ku bikarin jiyana xwe bê xeter bidomînin, cîhên ku av û þînahî lê hene, ji xwe re kirine cîh û war . Îro jî penaberî pirseke girîng û rojane ye. Li çar aliyê dinyayê þer heye. Li hin welatên Afrîqayê însan ji tînan dimirin, di dawiya sedsala 20an de li gelek welatan afetên xwezayî yên mezin çêbûn. Bi hezaran mirov ketin ber û mirin. Di warên aborî de xisarên mezin dîtin.

Gelê kurd bi salan e ku ji bo azadiyê þer dike û heta nuha jî di bin destên dagirkeran de ye. Bi taybetî þerên çekdarî bi xwe re wêranbûyina gund û bajaran, birçîtî, betalî û koçberiyeke mezin jî aniye, gelek însanên me ji ber sedemên þer, aborî û siyasî koç dikin û berên xwe didin welatên Ewrûpayê. Ango sebebên penaberiyê îro jî ji doh pirtir û bi xurtî heye.

Pirsên penaberên Kurd li Swêdê Swêd 15 sal berî nuha jî ji bo penaberan welatekî gelek comerd bû. Lê îro ew comerdiya kevn ya Swêd nemaye. Ew wek welatên din yên Ewrûpayê, di siyaseta xwe ya penaberîyê de gelek guhartinan çêkirîye û þertên penaberiyê zehmettir kiriye. Ji ber sebebên însanî (humanîter) û aborî, heqê rûniþtinê wergirtin zahmet e. Lê pir caran ew kesên ku sebebên siyasî nîþan didin, bi rastî jî ji ber kar û xebatên wan yên siyasî jiyana wan di xeterê de ye, ji bo îsbatkirinê di destên wan de belgeyek tunebe jî, lê pir caran piþtî lêkolînekî netîceyên pozîtîf distînin. Bêguman wek Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, em jî vala nesekinîne. Me SIV û Utläningsnemnden ziyaret kirin û li ser rewþa Kurdistanê û ya penaberên Kurd li Swêdê agahdarî dan wan. Me di van danûstendinan de, tim xwestiye ku em tesîreke baþ li wan bikin.

Ji bo penaberên Kurd li Swêdê, tiþtên ku ji me hatine xwestin, me ew anîne cîh. Ez dikarim bibêjim ku heta nuha, kîjan penaberên Kurd ji me alîkarî xwestibe, me destên xwe yên alîkariyê dirêjî wan kesan kirine. Heta nuha pir kesan bi alîkariya Federasyonê heqê rûniþtinê û herweha heqê hevwelatiya Swedê jî wergirtine. Lê alîkariya me bi tenê têr nake, divê ew kesên ku penaber in, bikaribin sebebên ku didin pêþ îsbat bikin. Gava ji Federasyonê alîkariyê dixwazin, divê rastiya xwe ji Federasyonê re bibêjin. Agahdariyên nerast, di dawiyê derdikevin. Ew kesên ku agahdariyên nerast didin, pêþî xerabiyê bi xwe dikin, paþê jî bi Federasyonê û bi Kurdên Swêdê dikin; ango bi agahdariyên xwe yên nerast pirestîja Federasyonê dadixin. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, bi dilxweþiyeke mezin alîkariya penaberên Kurd dike. Alîkarîkirin beþekî karê Federasyonê ye. Lê heqê kesî jî tune ye ku Federasyonê bike wesayita nerastiyên xwe û pirestîja Federasyonê daxîne.

 

 

 

Tel: 08-6446622

Fax: 08-6502120

Box 131 05 Nacka

berbang